Ozturk: Em di 4'ê Nîsanê de peyama xwe li Amarayê bidin

  • rojane
  • 09:00 1 Nîsan 2022
  • |
img

AMED - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ji bo roja jidayikbûnê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan got: "Divê her kes berê xwe bide Amarayê û careke din peyamê bide îqtidarê." 

Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED), tevî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), duh na pêr têkildarî azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 73'yemîn rojbûna wî daxuyanî dabûn û gotibûn "Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Amarayê ve". Dê di çarçoveya çalakiyan de li hin deran dar bên danîn û ber bi gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ve meş bê li darxistin. 
 
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
‘OCALAN RUHÊ VÎ GELÎ YE'
 
Ozturk, bal kişand tecrîda li ser Ocalan û got: "Îqtidar dixwaze gelê kurd Ocalan ji bîr bike." Ozturk, destnîşan kir ku di navbera gelê kurd û Ocalan de pêwendiyeke pir xurt heye û ev yek li qadên 8'ê Adarê û Newrozê careke din berbiçav bûye. Ozturk, di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li Îmraliyê tecrîdeke ku lit u devera cîhanê tune, heye. Me gelek caran anî ziman ku tecrîd pêkanîneke dijmirovî û îşkence ye. Li hemberî vê berxwedaneke dîrokî ya Ocalan jî heye. Kesên tecrîdê giran dikin divê baş zanibin; dê nikaribin gelê kurd û Ocalan ji hev evqetînin. Ger gelê kurd bedenek be, birêz Ocalan jî ruhê wê bedenê ye. Bedeneke bêruh ne pêkan e. Gelê me hay ji vê rastiyê heye. Îqtidar tecrîdê giran dike û bi vê re ji Ocalan re dibêje, 'Lê biner tu li virê bi tenê mayî.' Lê kurdan di 8'ê Adarê û Newrozê de xwedî li Ocalan derketin û peyameke xurt dan îqtidarê." 
 
PEYAMA MILYONAN
 
Ozturk, destnîşan kir ku bi milyonan kesên ku qad tije kirin hin peyam dane siyaseta kurdî jî. Ozturk, bilêv kir ku gel ev peyam daye: "Lê binerin tevî her tiştî em li pişta we ne. Em heya dawiyê bi we re ne. vê piştgiriyê bibînin û ji bo bidawîkirina tecrîdê em têkoşînê bilind bikin." 
 
Ozturk, anî ziman ku divê îqtidar û muxalefet dengê bilind dibe bibihîsin û wiha got: "Qadan bersiva hemû liv û tevgerên krîmînalîzekirinê û şerê taybet ên li hemberî sazî û partiyên kurdan jî da. Milynan li qadan nîşan da ku dê ev êriş bi ser nekevin. Ji xebatên terorîzekirinê re gotin 'hûn nikarin bi ser bikevin.' Ji muxalefetê re jî gotin, 'konetiyê neke.' Muxalefet dibêje, 'ez ê meseleya kurdî çareser bikim', lê ji bo tecrîda dijî mirovahiyê tiştekî nabêje. Hesabekî wiha li hev dernayê. Ev ehsabekî jirêzê ye, dê were li sûrên Amedê biqelibe. Milyon ji muxalefetê re dibêjin, 'hûn dibêjin demokrasî, azadî, aştiyeke birûmet, lê divê hûn zanibin rêya vêya di Îmraliyê re derbas dibe. Û muxatab jî Ocalan e." 
 
DI 4'Ê NÎSANÊ DE BER BI AMARAYÊ VE
 
Ozturk, diyar kir ku bi peyamên di Newrozê de hatine danîn ber bi 4'ê Nîsanê roja jidayikbûna Ocalan ve diçin û got: "8'ê Adarê û Newroz ji bo me çiq as girîng be, 4'ê Nîsanê roja jidayikbûna Ocalan jî ew qasî ji bo me girîng e." 
 
Ozturk, ji bo çalakiya dê li gundê Amara yê Ocalan lê ji dayik bûye bê lidarxistin bang kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi milyonan kes ji bo Ocalan dibêjin, 'Ocalan vîna min e.' Dewlet jî bi kûrkirina tecrîdê re dixwaze heyfê ji Ocalan bistîne. Ji lew re îqtidar ji Ocalan re dibêje, 'Te axa mirî ya li ser vî gelî rakir.' Niha bi vê tecrîdê dixwazin heyfê bistînin. Gava dengê Ocalan digihê civakê, em baş dizanin bê atmosfera Tirkiyeyê çawa diguhere. Me pêvajoya 2013-2015'an dît. Îja ger azadiya wî ya fizîkî pêk bê, dê çi bibe? Ocalan, navnîşana hêvî, aştî û demokrasiyê ye. Azadiya fizîkî ya Ocalan, tê wateya çareserkirina hemû prisgirêkên Tirkiyeyê. Gelê kurd tevî hemû êrişên 7 salên dawî cardin peyameke xurt da. Lewma divê gelê me berê xwe bide Amarayê û careke din peyamê bide îqtidarê." 
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

01/04/2022
09:03 Doza cenazeyê xwe kirin, gef li wan hat xwarin!
09:03 Cotkar ji neçarî dê biçin ber Îş-Kûrê!
09:00 Lêpirsîna Mahsûm Karaoglan 13 sal in 'veşarî' ye
09:00 Ozturk: Em di 4'ê Nîsanê de peyama xwe li Amarayê bidin
09:00 Dayikên Aştiyê: Serok, ruh û canê me ye
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2022'YAN
31/03/2022
21:08 Cenazeyê Kûbîlay Acet li Êlihê hat definkirin
19:33 Mela Saît Ozdemîr hat berdan
19:11 Îstinafê cezayê ku li kiryarê destdirêjiyê Orhan hatibû birîn erê kir
18:46 Kesên li Şirnex,Wan û Erdexanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 SYKP: Em li dor Nobeta Edaletê bibin xelek
16:55 Şahidên ku di Doza Kobanê de axivî: Tenê yek çalakî jî derqanûnî nebû
16:33 HDP’ê ji bo kêmtirîn heqdest teklîf da Meclisê
16:33 Ji bo lêpirsîna Mîraç Mîroglu re biryara neşopandinê hat dayîn
16:21 ‘Bila tecrîda li ser girtîgehan demildest bi dawî bibe’
16:03 Ozturk: Aştiyeke birûmet bi Ocalan pêkan e
15:37 Rojnameger Gok: Dixwazin ji ber wêneyên Kurkut ceza bidin min
15:25 Ji bo Aksem serî li Meclisê da
15:04 Koma nîjadperest êriş kir polîsan xwendekarên kurd binçav kirin
15:01 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di hefteya duyemîn de ye
15:00 ‘Mirina Mûharrem Aksem çima nayê zelalkirin?’
14:36 Sebahat Tuncel: Pêbaweriya vê dadgehê nema ye
14:29 Bûldan: Di Newrozê de bi milyonan kesî çareseriyê nîşan da
14:16 Ji ber xelata ku da Jin TV'yê doz li Odeya Avahîsazan hat vekirin
14:02 Dayika Sîbel Balaç: Keça min 25 kîlo dane
13:43 Salek û 6 meh ceza dan nivîskar Yavuz Ekîncî
13:40 Doza parêzerên ku qeyûman protesto kiribûn hat paşxistin
13:36 Bijîjkê ku dest dirêjî nexweşa xwe kir hat girtin
13:33 Îfadeya ji bo îlana windabûnê hatiye dayîn li Doza Kobanê zêde kirine
13:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Ferît Şenyaşar: Xelk wê vê neheqiyê ji bîra neke
12:40 Danişîna rojnameger Canozer taloq bû
12:23 Arteşa tirk li herêma Biradostê gef li gundiyan xwar
12:10 Gunay: Newrozê tifaq nîşan da divê tifaqa netewî pêk were
11:37 Doza derbarê kuştina Hantaş de hat taloqkirin
11:26 Bernameya Yenîsahneyê ya meha nîsanê eşkere bû
11:23 Li Stewrê 6 kes hatin binçavkirin
11:22 Malbata Ocalan li benda mêvanên 4'ê Nîsanê ye
10:53 Ji Alî Dogan Gonultaş albûmek: Gêxî
10:51 DBP: Xwedî derketina Qazî Mihemed bi xebatên yekitiya neteweyî pêkan e
10:29 Li ser cenazeyên li Newala Qesaba vîla tên lêkirin!
09:45 Daxwaza dayika 100 salî ew e ku cara dawî kurê xwe bibîne
09:14 Ji ava Gola Wanê sabûnê çêdike
09:13 Avahiyên Sûrê kirin platoya TRT'ê
09:10 Rapora girtiyê jiyana xwe ji dest da: Girtîgeh ji bo jiyana wî talûke ye
09:09 Kîloya penêrê bisîrik bû 120 TL
09:05 Birayê Eser: Belasebeb birayê min kuştin
09:05 'Vê îktidarê meha Remezanê kir meha xizaniyê'
09:05 Tevgera Azadî: Armanc bi şirîkatiya PDK'ê dagirkirina herêmê ye
09:05 Hunermend Demîr: Cihê Nûdem Dûrak ne girtîgeh e divê bê berdan
09:05 Xelkê Amedê: Girtî û malbatên nobeda edaletê digirin rûmeta me ne
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2022'YAN
30/03/2022
20:07 7 sal û 6 meh ceza li serokê DÎAYDER'ê yê berê hat birîn
17:01 Li parêzera ku got 'komplo hat kirin' 10 sal û 6 meh ceza hat birîn
16:40 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:33 Parêzer Tarik Guneş hat tehliyekirin
16:32 Karker û sendîkavan hatin binçavkirin
16:31 Mahîr Çayan û rêhevalên wî hatin bibîranîn
16:12 Bersûcê gotibû 'derûniya min xirab e' cezaî ehliyeta wî tam derket
15:36 Girtiyan bi erdê re kaş kirin!
15:30 Ji 7 partiyan daxuyaniya pergala hilbijartinê
15:29 Hikûmeta Iraqê dê biryara xwe ya ji bo nefta Başûr pêk bîne
15:29 Şahidên qetilkirina li Qazakîstanê: Dewlet piştgiriya nijadperestiya li dijî kurdan dike
14:53 Parlamenter Kaçmaz: Divê berpirsiyarên mirina Aksem bên cezakirin
14:13 HDK banga tevlibûna ‘Konferansa Avhewayê’ kir
13:00 Ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Amarayê ve
12:08 Ji ber ku qeyûm rê venake 5 roj in nikare bê veşartin
11:49 Li Şehbayê teqîn: Herî kêm 10 kes birîndar bûn
11:40 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê 2 zarok revandin
11:23 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Hemû dinyayê feryada dayikê bihîst lê Erdogan nebihîst
11:00 Li Wanê îşkenceya polîsan: Heta xwîn ji guhên wî hatî lê xistin
10:29 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:28 Faîlên êrişên ser avahiya HDP'ê ya Erdemliyê nayên girtin
10:11 ‘Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna jinan rawestînin’
10:08 Ji bo operasyoneke berfireh PDK ji Tirkiyeyê bêhtir bizavê dike
09:49 Girtiyê nexweş ê giran Guler sewqî Girtîgeha Menemenê kirin
09:29 Pirtûka 'Nexweşiyên Sereke' ya Dr. Erdal Sîpan derket
09:26 Rojnamegerên li Başûrê Kurdistanê: PDK ji bo rojnamegeran astengiyan derdixe
09:09 6 ferdên malbata Gezmîş li benda dermankirin û alîkariyê ne
09:07 Pêşmergeyê berê: Heke em nebin yek em ê bi ser nekevin
09:06 Çavê Cemiyeta Belawekirina Ilmê ji rantê têr nabe!
09:03 Siyaseta qeyûmtiyê AKP şikand
09:03 Li dijî qeyûman şaredarîtiya bêşaredarî
09:01 Wanî ji bo hilbijartina tê amade ne: Em ê dersa AKP'ê bidin
09:01 'Tu hêz nikare gelê kurd û birêz Ocalan ji hev dûr bixe'
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2022'YAN
29/03/2022
23:35 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî bi dawî bû
21:09 Li Bagokê operasyona eskerî
18:23 Li Gundikê Melê Adarok hat pîrozkirin
17:02 Astengdarên ku çavê wan nabînin daxwaza mafê bikaranîna dengê veşarî kirin
17:02 Daxwaza girtina leşkerê ku Hazna Su kuştibû hat redkirin
16:41 Malbatên girtiyan xwestin fîxana wan bê bihîstin
16:29 Doza Kobanê taloqî dusiba hat kirin
16:15 Dayika Aştiyê gazî Wezareta Dadê kir: Berpirsiyariya xwe bicih bînin
16:15 DAIŞ'ê êrişî Qampo Holê kir: Hemû êrişkar hatin girtin
15:23 Bûldan: Bi milyonan kes xwest ji bo diyalogê deriyên Îmraliyê bên vekirin
15:01 Biryara bihincet a doza Melek Karaaslan: Terkî mirinê hatiye kirin
14:24 EGE TÛHAYDER: Ji hemû girtiyên siyasî re azadî
14:07 Li Wanê ciwanên hatibûn îşkencekirin, hatin girtin