Bi hezaran kes tev li Kongreya Meletiyê bû: Çareserî, Rêya 3’yemîn e

  • rojane
  • 15:11 3 Nîsan 2022
  • |
img
MELETÎ - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di 4’emîn Kongreya Awarte ya HDP’a Meletiyê de axivî û wiha got: “Rêya çareseriyê ya aştî û demokrasiyê vî welatî, Rêya 3’yemîn e. Ne tenê desthilatdariyê lê em neçar in ku vê pergalê jî biguherînin.” 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Meletiyê, 4’emîn Kongreya Xwe ya Awarte li eywaneke dawetan a bajêr li dar dixe. Di ketina eywanê de pankarta “Dem dema serkeftinê ye” hatibû hilayîstin. Li eywana ku bi bi alayên HDP’ê hatibû xemilandin her wiha pankartên “Denîz Poyraz nemir e”, “Dê jin cîhanê azad bikin” û “Girtiyên nexweş rûmeta me ne” hatibûn daliqandin. Di heman demê de wêneyên girtiyan nexweş Aysel Tugluk û Denîz Poyraz jî li rex hev li eywanê hatibûn daliqandin. Bi saetan beriya destpêkirina kongreyê, bi sedan kes ketin eywanê. Beşdaran cil û bergên kurdî li xwe kiribûn û bi alên HDP’ê xelekên govendê gerandin. 
 
Di kongreyê de ji ewil dîwan hat hilbijartin û piştre jî rapora xebatan hate xwendin. Di destpêka kongreyê de Hevseroka HDP’a Meletiyê Perîhan Yucekaya anî ziman ku dê dev ji têkoşîna xwe ya li hemberî nelirêtî, kedxwarî, qirkirina jinan û necezakirinê ya desthilatdariyê bernedin. 
 
MIGIRDÎÇ BI BÎR ANΠ
 
Piştre Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di kongreyê de axivî. Sancar, ji ewil nivîskarê ermen Migirdîç Margosyan ku duh wefat kiribû bi bîr anî û wiha got: “Rêya dermankirina birînan bi heqîqet û edaletê dibe. Mixabin ku me yek ji berdevkên herî girîng ên heqîqet û edaletê duh winda kir. Me kekê xwe Migirdîç Margosyan duh oxir kir. Hafizeya qirkirina 1915’an bû. Berdevkê êşê bû lê tu carî ev êşa xwe ne veguherande kîn û nefretê. Berevajî vê, ji bo başkirina van birînan li rêyên aştiyê geriya. Ez di hizûra we de vî zanayê hêja bi rêzdarî bi bîr tînim û dibêjim ku ruhê wî şad be.” 
 
ARMANCA MEZIN: AŞTÎ
 
Di berdewamê de Sancar anî ziman ku armanca wan a sereke aştî ye û wiha domand: “Em baş pê dizanin ku aştî, bi hemwelatiya wekhev pêkan e. Heke qala aştiyeke mezin were kirin, ev aştî bi azadiya gel û baweriyan, bi edalet û mafê kedê, bi tunekirina dijminatiya li dijî jinê, bi jiyaneke ku ciwan bi hêvî li pêşerojê dinihêrin pêkan e. Lewma me aştiya mezin, weke armanceke mezin danî pêşiya xwe. Di vê rêyê de kongreya Meletiyê dê bibe xwedî cihekî taybet.” 
 
BAL KIŞAND SER RÊYA 3’YEMÎN
 
Sancar, bal kişand ser polîtîkaya şer û dijminatiyê ya desthilatdariyê diyar kir ku desthilatdarî li dijî gel, cudahî û baweriyan şer daye destpêkirin û wiha domand: “Li dijî xweza, ked, jin û ciwanan şer daye destpêkirin. Heke bi rastî jî em ji bo guherandina desthilatdariyê jidil bin, divê ji ewil em li dijî hemû polîtîkayên şer derkevin. Heke me polîtîkaya şer têk bir, wê demê em ê vê desthilatdariyê jî têk bibin. Lê ev bes nake. Em neçar in ku çavkaniyên vê zîhniyeta şer a li dijî gelan, baweriyan, xakê û kedê xwedî dike jî tune bikin. Anku em neçarin ku vê pergalê biguherînin. Erê rast e em ê vê desthilatdariyê têk bibin lê em naxwazin desthilatdariyeke xwedî heman zîhniyetê li şûna wê bi cih bibe. Lewma me li ser bingeha demokrasiyeke xurt, aştiyeke mayînde û hemwelatîtiya wekhev Rêya 3’yemîn pêş xist û mezin dikin. Ev rê dê bi xwe re aştî û demokrasiyê bîne Tirkiyeyê. Dê pergaleke wisa ava bike ku heq û hiqûqa hemû bindestan, yên keda wan tê xwarin û li derveyî civakê hatine hiştin teslîmî wan bike. Lewma em di Rêya 3’yemîn de bibiryar in. Newroz, nîşaneya herî berbiçave bê ka Rêya 3’yemîn çiqas bihêz bi pêş ketiye. Di Newrozê de ji desthilatdariyê re gotin ku hûn bi polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka kurd, bi polîtîkaya zilmê ya li girtîgehan û tecrîdê nikarin encamekî bi dest bixin.” 
 
PEYAMA MILYONAN 
 
Bi domdarî Sancar gotina Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu ku digot; “Kurd ji HDP’ê hez nakin” bi bîr xist û wiha pê de çû: “A rast hewce nake mirov navê wan jî li vir bîne. Li qadên Newrozê bersiveke wisa xurt hate dayîn ku dinya alemê dît bê ka kurd ji kê hez dikin. Dinya alemê dît ku em aştî, edalet û azadiyê dixwazin. Xelkê got ku hûn çi dikin bikin, çiqas êriş dikin bikin lê em ê li vir bin.” 
 
NIFTEYA AŞTIYA MEZIN 
 
Mîthat Sancar, daxuyand ku HDP gel e û wiha got: “Tevî hemû zext û kompasan jî bi baweriyeke mezin û bi israr rêya xwe didomîne. Bi Tifaqa Demokrasiyê re jî xwe digihîne girseyên mezintir. Di vê rêyê de gavên serkeftî tên avêtin û geşedanên girîng çêdibin. Peyama Newrozê ne tenê ji bo desthilatdariyê lê ji bo partiyên muxalîf jî bû. Bi vekirî gotin; ‘heke hûn guherînê bixwazin wê demê bi wêrek tevbigerin.’ Ev welat, bi aştiyê dikare were guhertin. Nifteya aştiya mezin, çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk e.” 
 
‘EM Ê GOVENDA AZADIYÊ BIGERÎNIN’
 
Sancar, anî ziman ku dem dema mezinkirina Rêya 3’yemîn e û wiha derbirî: “Ji ewilî divê em ji xwe bawer bin. Divê em israra xwe ya di vê rêyê de hîn mezintir bikin. Wê demê dê bibînin ku serkeftin teqez ê ya me be. Dê bedelên me dayîn vala neçin û rêhevalên me yên li girtîgehan dîl hatine girtin jî werin berdan. Êdî nêz e ku em li vir bi hev re govenda azadiyê bigerînin.”
 
‘DI ŞEXSÊ KURKUT DE CIWAN HEDEF HATIN GIRTIN’
 
Di berdewamê de Sancar bal kişand ser girîngiya Newrozê û ev tişt anî ziman: “Divê peyamên di Newrozê de hatine dayîn baş bên nirxandin. Di serî de em, peyam dan hemû kesî. Berpirsyartiya HDP’ê zêdetir kir. Ji bo ku em hêjayî vîn, hêvî û israra gelê xwe bin, divê em bêhtir bixebitin. Me ev peyam girt. Her wiha em Kemal Kurkut, wî mirovê delal bi bîr tînin. Cînayeteke vekirî, darazeke bêedalet û pegaleke zalimane. Bi vê cînayetê ne tenê şexsê Kemal Kurt hedef hat girtin, her wiha xwestin vîn, coş û hêviya aştiyê ya ciwanan jî hedef bigirin. Dixwazin ciwanan bitirsînin. Biryara dadgehê jî bi heman mebestê hat dayîn. Lê di Newroz û kongreyê de em dibînin ku ciwan pêl bi pêl beşdar dibin. Ev ciwan dê pêşeroja xwe bi destên xwe ava bikin.”
 
HEDEF 3 PARLAMENTER IN
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axaftina xwe wiha qedand: “Dem dema HDP’ê ye. Divê xelkê Meletiyê dev ji armanca xwe ya 3 parlamenteran bernede. Em ê vê vîna xurt a yekitiya baweriyan a Meletiyê di hilbijartina pêş de veguhêzin Meclisê. Dem dema gavên nû ye. Ne polîtîkayên dizî, derewîn, tuneker û şer ên dewletê û ne jî sozên xapînok ên di bin navê guherînê de tên kirin. Dê her du jî nebin. Dem dema Rêya 3’yemîn e. Dema dema wê ye ku bi HDP’ê re tifaqeke demokrasiyê ya mezin bê avakirin. Guhertin dê bi vê re were. Em ber bi pêş ve, ber aştiya mezin, demokrasî, hemwelatiya wekhev û edaletê ve dimeşin. Em ê pergaleke wisa ava bikin ku hemû mexdûr û bindestên vî welatî di nava jiyaneke aştiyane û adilane de bijîn.” 
 
Piştî axaftinan jî hilbijartin hatin kirin. Di encama hilbijartinê de Perîhan Yucekaya û Yûsûf Bozkuş weke hevserokên nû yên HDP’a Meletiyê hatin hilbijartin. 
 

Sernavên din

04/04/2022
10:33 Di Doza Kobanê de bêyî ku dozname bê xwendin beyanên gilîkeran tê girtin
10:12 Wezaret xwedî li DEDAŞ’ê derket û got: Di mirina Yûnûs ê 2 salî de xemsarî tune ye!
10:10 Qeyûm li Geverê erseyan derxist ber firotinê
09:22 Celalettîn Can: Ocalan vîneke siyasî ya dîrokî ye
09:03 Xûça girtiyê nexweş Yilmaz: Heke bimire jî bila li mala xwe bimire!
09:03 Malbatên li Stenbolê Nobeta Edaletê digirin: Em ê qedexeyan nas nekin
09:03 Amedî: Heke şer hebe halxweşî tuneye
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2022'YAN
03/04/2022
22:28 Li Qamişlo teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn
20:41 Sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşar fireh bû
18:44 Li Qoserê hemşîrekî întihar kir
18:33 Otela tomarkirî ku Mûsa Anter midurtiya wê kiribû hat hilweşandin
17:51 Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Kûnî ji peywirê hat dûrxistin
17:40 Ji girtiyan peyama 4'ê Nîsanê
17:08 AYM’ê girtina Yuksekdag a ji Doza Kobanê weke binpêkirin qebûl nekir
16:24 Li Wanê Nobeta Edaletê: Daxwazên malbatan qebûl bikin
16:08 Artêşa Iraqê li Şengalê bi ser gundên ereban de girtin û gef lê xwarin
15:55 Girtiya jin tedawiya bikelemçe red kir û bijîşk gef lê xwar
15:31 Jinan ji bo rojbûna Ocalan şitil danîn
15:11 Bi hezaran kes tev li Kongreya Meletiyê bû: Çareserî, Rêya 3’yemîn e
14:16 Xelkê Îslahiyeyê ji bo protestokirina kanên madenê rê girt
13:30 Zilamekî hevjîn û kurê xwe qetil kir
12:54 Malbata Şenyaşar: Hiqûq, ezmûna xwe ya herî girîng li pêşiya edliyeyê dide
12:46 TJA: Em ê 4’ê Nîsanê bi coşa Newrozê pîroz bikin
12:31 JINNEWS hat astengkirin: Nûçeyên me wan aciz dike
11:51 Amara bi şilêran xemilî
11:32 Tirkiye û komên girêdayî wê êrişî Eyn Îsayê kir
11:22 Partî û rêxistinan bo azadiya Ocalan bang kir û gel jî piştgirî da
10:40 Ocalan: Azadiya min girêdayî azadiya gelê kurd e
10:00 TJA’yê ji bo Amarayê bang kir: Di 4’ê Nîsanê de qedera kurdan guherî
09:33 Ji ber wêneyên Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya doz li muzîkjen Bayrakoglû hat vekirin
09:17 Ji bo girtî derve nebînin paceyan bi qartonan digirin
09:15 ‘Armanceke Ocalan hebû û ji bo bigihê wê armancê hewl dida'
09:12 Qadeke nû ya tecrîdê: Girtîgehên Tîpa S
09:10 Hatûn Alataş: Metîn hat îşkencekirin lê paş de gav neavêt
09:08 Bêyî ku haya wî jê hebe ew kirine endamê AKP'ê
09:04 Qileban a mîna bihûştê bi bendavan talan dikin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re ne rewa ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2022'YAN
02/04/2022
18:15 Nivîskarê ermenî Migirdîç Marosyan jiyana xwe ji dest da
16:45 Nobeda Edaletê ya Wanê berdewam dike
16:45 Di meha Adarê de li 13 rojnamevanan 32 sal ceza hat birîn
15:58 Jinan bi boneya 4’ê Nîsanê şitil çandin
15:39 Rewşa Menteş ê ji sedî 68 astengdar e xerab dibe
15:31 Xizmên Windakiriyan: Ji bo edaletê wê têkoşîn bidome
15:14 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî banga berdanê
15:01 Li Hezroyê 3 kes hatin binçavkirin
14:50 Yuksekdag: Em ê berxwedana xwe zêdetir bikin
14:38 PENa Kurd êrişa li dijî Ferhad Merdê şermezar kir
14:16 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsî
13:50 Malbata Turkoglu yê 26 sal berê hat windakirin: Em dest jê bernadin
13:42 SES’a Bakirkoyê xelat da ajansa me
13:05 Iraq Şengalê dorpêç dike: Li ser sînor baregeh tên avakirin
12:46 Rojnamevan Evîn Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
11:47 Helbestvan Merdê yê birîndar bûbû: Nikarin vîna me bişikînin
11:43 Malbata Şenyaşar wê li pêş edliyeyê fitara xwe bike
11:29 Têkildarî kuştina Mehmet Aslan gilî hatkirin
11:28 Ji bo Ocalan 73 şitil hatin çandin
10:48 Têkoşîna komek ciwan a li metropolan: Bihara Bêdawî
10:34 Rewşa 3 rojnamevanên girtî giran e: Divê demildest bên berdan
10:33 'Em ê pênûsa Evîn Bûldan û xeyalên wê li erdê nehêlin'
10:16 ‘Jidayikbûna birêz Ocalan jidayikbûna kurdbûna îradeya azad e’
09:14 Lêpirsîneke 13 salan: Wezaret û walîtî lîsteya personelan naşîne
09:14 Jinên ku 17 sal in diçin Amarayê: Werin em bi hev re 4'ê Nîsanê pîroz bikin
09:14 'Bi ruhê berxwedêr ê Newrozê ber bi 4'ê Nîsanê ve'
09:14 Darazê ji bo gotina 'duzimanî dê bibe sedema perçebûnê' got ne sûc e
09:14 Girtiyê her du gurçikên wî xera bûne ji ber rapora ATK'ê nayê berdan
09:03 Guneş ê hat berdan: Bi ser qawîşan de dihat girtin, pirtûk dihatin desteserkirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2022'YAN
01/04/2022
19:27 Rojnamevan Yilmaz xelata xwe diyarî Emîne Şenyaşarê kir
18:56 Li Sîlopyayê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
17:50 Li Êlihê hewldanên provakasyonê
17:10 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê kampanyaya danîna daran da destpêkirin
17:08 Li Girtîgeha Bakirkoyê gef li girtiyên jin xwarin
16:36 'Heta daxwazên dayikan pêk neyên dê aştî neyê vî welatî’
16:31 Li Erziromê jinek hat kuştin
16:16 Di êrişa Tirkiyeyê de li Tirbêspiyê welatiyek hate kuştin
15:59 Ji ber twîta 9 sal berê xwest doz li Demîrtaş bê vekirin
15:58 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê derbasî qonaxek din bû
14:52 TTB’ê li ser ekolojiyê û tenduristiya jinan civat li dar xist
14:31 Ji Başaran banga tifaqa jinan: Werin em bi hev re biaxivin
13:39 Malbata Şenyaşar di rojeva Meclîsê de ye: Em nadin jibîrkirin
13:36 Hefteya pêşiyê dê di Doza Kobanê de îtîrafkar bên guhdarîkirin
13:30 Li Amedê û Êlihê xebatkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
12:58 Ser qetlîama Pasûrê bi hêceta ‘demboriyê’ hat girtin
12:35 Dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê dan Ocalan
12:18 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:04 Tirkiyê li Tirbêspiyê êrişî wesayitekê kir
12:02 Li Stewrê 6 kes hatin berdan
11:43 Malbata Şenyaşar: Ya ku pîroz, jiyaneke birûmet û adilane ye
11:32 Lêpirsîna fîkandinê bi dozvenekirinê bi encam bû
11:32 Li Pêrtagê 7 kes ji sûcê “îstîsmara zayendî” hatin girtin
11:32 Ciwanê ku di Newrozê de hatibû binçavkirin li ser îtîrazê hate berdan
10:50 Xwendekarên kurd hatin berdan
10:20 Surçî: Ji bilî PDK’ê hemû kurd li dijî şerê navxweyî ne
10:15 Mafê berdana Kara yê 29 sal in girtî ye tê astengkirin
10:06 Gundê Dewşenê bi tariyê û bêaviyê re dikeve meha Remezanê
09:48 Rojnameger Denîz: Bi dîwar re Şengalê dorpêç dikin
09:30 OGK’ê vexwend konferansê: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinbûyî ye
09:05 Bi daxwaza azadiya Ocalan di 4'ê Nîsanê de ber bi Amarayê ve