Wezaret xwedî li DEDAŞ’ê derket û got: Di mirina Yûnûs ê 2 salî de xemsarî tune ye!

  • rojane
  • 10:12 4 Nîsan 2022
  • |
img
ENQERE - Zarokê 2 salî Yûnûs Emre Bînen li Farqînê ji ber ku ceyran hatibûn qutkirin, ji sermayê jiyana xwe ji dest da. Wezaretê îdia kir ku di mirina Bînen de xemsariya DEDAŞ’ê tune ye.
 
Zarokê bi navê Yûnûs Emre Bînen ku nexweşê bronşîtê bû û maskeyê oksîjenê bi kar di anî, ji ber ku li Farqînê ceyran hatibûn birîn, ji sermayê jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî mijarê parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosun bi daxwaza ku Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî bibersivîne, pêşnûmepirsek dabû Meclisê. Wezaretê bersiv da pirsên parlamenter Tosun. 
 
GELO LÊPIRSÎN HATIYE DESTPÊKIRIN?
 
Di pêşnûmepirsê de Tosun ev pirs ji wezaretê kirin: “Gelo haya wezareta we ji sepanên DEDAŞ’ê ku bi taybet jî mafê jiyana welatiyên nexweş binpê dike heye yan na? Yûnûs Emre Bînen zarokekî nexweş bû û ji ber ku ceyran hatibû qutkirin, malbatê nekarî alavên tedawiya wî bi kar bîne lewma jî jiyana xwe ji dest da. Gelo derheqê mijarê de we lêpirsîneke bibandor daye destpêkirin an na? Ji ber mijara behsa xeberê, gelo derheqê tu peywirdarekî de bi sedema ku ji xemsariyê rê li ber mirinê vekiriye û mafê sûdgirtina ji xizmetên cemaweriyê bin pê kiriye tu lêpirsîn hatine destpêkirin an na? Li bajarên kurdan DEDAŞ bi sepanên xwe xelkê mexdûr dike. Gelo haya we ji van sepanan heye? Di vê mijarê de gelo dê hewldaneke wezareta çê bibe?” 
 
BI RÊZIKNAMEYÊ BERSIV DA 
 
Wezaretê jî di bersiva xwe de de destnîşan kir ku sedema qutbûna ceyranên li bajêr, navçe û gundan li ser malpera înternetê ya DEDAŞ’ê hatine weşandin û ev agahî her meh bi Serokatiya Saziya Sererastkirina Piyasaya Enerjiyê (EPDK) re tên parvekirin. Bi domdarî Wezaretê wiha got: “Kargehên belavkirina ceyranê yên li herêmê neçarin ku kar û barên weke qutkirina ceyranê, vekirin, tehaqûq, cezayê derengdayînê û hwd. li gorî qanûnan bikin. Heke di vê mijarê de neheqiyek hebe, mezêxer ji ewilî divê serî li kargehê bidin. Ger encamek jê derneket, mafê wan heye ku serî li EPDK’ê bidin. Di encama lêkolînê de heke kargeh neheq derkeve, dê fişarên pêwîst li wê kargehê bên kirin.” 
 
‘XEMSARÎ TUNE YE’
 
Têkildarî pirsa derheqê Bînen de jî wezaretê ev bersiv da: “Têkildarî mirina behsa xeberê tu belgeyeke fermî radestî kargeha ceyranê nehatiye kirin. Di lêkolîn û lêpirsîna kargehê ya piştî bûyerê de derket holê ku mirina heyî ne ji ber sepan an jî terkexemiya kargehê çêbûye.” 
 
ÇI BÛBÛ?
 
Zarokê bi navê Yûnûs Emre Bînen (2 salî) ku malbata wî li Taxa Camî ya Farqînê dijî, nexweş bû û makîneya hilmê bi kar tîna. Ji ber ku ceyrana malê hatibû qutkirin, malbata wî nekarî makîneyê bixebitîne û di şeva 12’ê kanûnê de ji ber sermayê rewşa wî giran bû. Li ser vê yekê malbatê gihand nexweşxaneyê lê zarok Bînen jiyana xwe ji dest da. Bijîşkan da zanîn ku ji ber sermayê dilê Bînen sekiniye û wisa jiyana xwe ji dest da ye. 
 
Têkildarî mijarê DEDAŞ’ê îdia kir ku ji bo abonetiya malbata Bînen di 3’yê hezîranê û di 9’ê mijdarê de îxbarname şandine lê serlêdanek bo wan nehatiye kirin. Her wiha DEDAŞ’ê îdia kir ku ji bo birîna ceyrana malê di 10’ê kanûnê de çûyîne malê lê kesek li malê nebû lewma jî ceyran nebirîne. DEDAŞ’ê îdia kir ku di şeva 12’ê kanûnê de wan ceyran qut nekirine û di mirina Bînen de berpirsyartiya wan nîne. 
 
Dayika Bînen, Meryem Bînen jî têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî bû û berevajî gotinên DEDAŞ’ê, diyar kiribû ku demekî dirêj bû ku ceyrana wan hatibû qutkirin. Bavê Bînen, Ozcan Bînen jî îdiayên DEDAŞ’ê red kiribû û gotibû ku ceyrana wan hatibû qutkirin. 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Midûrê DEDAŞ’ê piştî mirina zarok Yûnûs Emre Bînen, di 20’ê kanûna 2021’an de ji bo vexwarina çayê gazî malbatê kiribû.
 

Sernavên din

04/04/2022
10:33 Di Doza Kobanê de bêyî ku dozname bê xwendin beyanên gilîkeran tê girtin
10:12 Wezaret xwedî li DEDAŞ’ê derket û got: Di mirina Yûnûs ê 2 salî de xemsarî tune ye!
10:10 Qeyûm li Geverê erseyan derxist ber firotinê
09:22 Celalettîn Can: Ocalan vîneke siyasî ya dîrokî ye
09:03 Xûça girtiyê nexweş Yilmaz: Heke bimire jî bila li mala xwe bimire!
09:03 Malbatên li Stenbolê Nobeta Edaletê digirin: Em ê qedexeyan nas nekin
09:03 Amedî: Heke şer hebe halxweşî tuneye
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2022'YAN
03/04/2022
22:28 Li Qamişlo teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn
20:41 Sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşar fireh bû
18:44 Li Qoserê hemşîrekî întihar kir
18:33 Otela tomarkirî ku Mûsa Anter midurtiya wê kiribû hat hilweşandin
17:51 Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Kûnî ji peywirê hat dûrxistin
17:40 Ji girtiyan peyama 4'ê Nîsanê
17:08 AYM’ê girtina Yuksekdag a ji Doza Kobanê weke binpêkirin qebûl nekir
16:24 Li Wanê Nobeta Edaletê: Daxwazên malbatan qebûl bikin
16:08 Artêşa Iraqê li Şengalê bi ser gundên ereban de girtin û gef lê xwarin
15:55 Girtiya jin tedawiya bikelemçe red kir û bijîşk gef lê xwar
15:31 Jinan ji bo rojbûna Ocalan şitil danîn
15:11 Bi hezaran kes tev li Kongreya Meletiyê bû: Çareserî, Rêya 3’yemîn e
14:16 Xelkê Îslahiyeyê ji bo protestokirina kanên madenê rê girt
13:30 Zilamekî hevjîn û kurê xwe qetil kir
12:54 Malbata Şenyaşar: Hiqûq, ezmûna xwe ya herî girîng li pêşiya edliyeyê dide
12:46 TJA: Em ê 4’ê Nîsanê bi coşa Newrozê pîroz bikin
12:31 JINNEWS hat astengkirin: Nûçeyên me wan aciz dike
11:51 Amara bi şilêran xemilî
11:32 Tirkiye û komên girêdayî wê êrişî Eyn Îsayê kir
11:22 Partî û rêxistinan bo azadiya Ocalan bang kir û gel jî piştgirî da
10:40 Ocalan: Azadiya min girêdayî azadiya gelê kurd e
10:00 TJA’yê ji bo Amarayê bang kir: Di 4’ê Nîsanê de qedera kurdan guherî
09:33 Ji ber wêneyên Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya doz li muzîkjen Bayrakoglû hat vekirin
09:17 Ji bo girtî derve nebînin paceyan bi qartonan digirin
09:15 ‘Armanceke Ocalan hebû û ji bo bigihê wê armancê hewl dida'
09:12 Qadeke nû ya tecrîdê: Girtîgehên Tîpa S
09:10 Hatûn Alataş: Metîn hat îşkencekirin lê paş de gav neavêt
09:08 Bêyî ku haya wî jê hebe ew kirine endamê AKP'ê
09:04 Qileban a mîna bihûştê bi bendavan talan dikin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re ne rewa ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2022'YAN
02/04/2022
18:15 Nivîskarê ermenî Migirdîç Marosyan jiyana xwe ji dest da
16:45 Nobeda Edaletê ya Wanê berdewam dike
16:45 Di meha Adarê de li 13 rojnamevanan 32 sal ceza hat birîn
15:58 Jinan bi boneya 4’ê Nîsanê şitil çandin
15:39 Rewşa Menteş ê ji sedî 68 astengdar e xerab dibe
15:31 Xizmên Windakiriyan: Ji bo edaletê wê têkoşîn bidome
15:14 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî banga berdanê
15:01 Li Hezroyê 3 kes hatin binçavkirin
14:50 Yuksekdag: Em ê berxwedana xwe zêdetir bikin
14:38 PENa Kurd êrişa li dijî Ferhad Merdê şermezar kir
14:16 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsî
13:50 Malbata Turkoglu yê 26 sal berê hat windakirin: Em dest jê bernadin
13:42 SES’a Bakirkoyê xelat da ajansa me
13:05 Iraq Şengalê dorpêç dike: Li ser sînor baregeh tên avakirin
12:46 Rojnamevan Evîn Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
11:47 Helbestvan Merdê yê birîndar bûbû: Nikarin vîna me bişikînin
11:43 Malbata Şenyaşar wê li pêş edliyeyê fitara xwe bike
11:29 Têkildarî kuştina Mehmet Aslan gilî hatkirin
11:28 Ji bo Ocalan 73 şitil hatin çandin
10:48 Têkoşîna komek ciwan a li metropolan: Bihara Bêdawî
10:34 Rewşa 3 rojnamevanên girtî giran e: Divê demildest bên berdan
10:33 'Em ê pênûsa Evîn Bûldan û xeyalên wê li erdê nehêlin'
10:16 ‘Jidayikbûna birêz Ocalan jidayikbûna kurdbûna îradeya azad e’
09:14 Lêpirsîneke 13 salan: Wezaret û walîtî lîsteya personelan naşîne
09:14 Jinên ku 17 sal in diçin Amarayê: Werin em bi hev re 4'ê Nîsanê pîroz bikin
09:14 'Bi ruhê berxwedêr ê Newrozê ber bi 4'ê Nîsanê ve'
09:14 Darazê ji bo gotina 'duzimanî dê bibe sedema perçebûnê' got ne sûc e
09:14 Girtiyê her du gurçikên wî xera bûne ji ber rapora ATK'ê nayê berdan
09:03 Guneş ê hat berdan: Bi ser qawîşan de dihat girtin, pirtûk dihatin desteserkirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2022'YAN
01/04/2022
19:27 Rojnamevan Yilmaz xelata xwe diyarî Emîne Şenyaşarê kir
18:56 Li Sîlopyayê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
17:50 Li Êlihê hewldanên provakasyonê
17:10 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê kampanyaya danîna daran da destpêkirin
17:08 Li Girtîgeha Bakirkoyê gef li girtiyên jin xwarin
16:36 'Heta daxwazên dayikan pêk neyên dê aştî neyê vî welatî’
16:31 Li Erziromê jinek hat kuştin
16:16 Di êrişa Tirkiyeyê de li Tirbêspiyê welatiyek hate kuştin
15:59 Ji ber twîta 9 sal berê xwest doz li Demîrtaş bê vekirin
15:58 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê derbasî qonaxek din bû
14:52 TTB’ê li ser ekolojiyê û tenduristiya jinan civat li dar xist
14:31 Ji Başaran banga tifaqa jinan: Werin em bi hev re biaxivin
13:39 Malbata Şenyaşar di rojeva Meclîsê de ye: Em nadin jibîrkirin
13:36 Hefteya pêşiyê dê di Doza Kobanê de îtîrafkar bên guhdarîkirin
13:30 Li Amedê û Êlihê xebatkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
12:58 Ser qetlîama Pasûrê bi hêceta ‘demboriyê’ hat girtin
12:35 Dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê dan Ocalan
12:18 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:04 Tirkiyê li Tirbêspiyê êrişî wesayitekê kir
12:02 Li Stewrê 6 kes hatin berdan
11:43 Malbata Şenyaşar: Ya ku pîroz, jiyaneke birûmet û adilane ye
11:32 Lêpirsîna fîkandinê bi dozvenekirinê bi encam bû
11:32 Li Pêrtagê 7 kes ji sûcê “îstîsmara zayendî” hatin girtin
11:32 Ciwanê ku di Newrozê de hatibû binçavkirin li ser îtîrazê hate berdan
10:50 Xwendekarên kurd hatin berdan
10:20 Surçî: Ji bilî PDK’ê hemû kurd li dijî şerê navxweyî ne
10:15 Mafê berdana Kara yê 29 sal in girtî ye tê astengkirin
10:06 Gundê Dewşenê bi tariyê û bêaviyê re dikeve meha Remezanê
09:48 Rojnameger Denîz: Bi dîwar re Şengalê dorpêç dikin
09:30 OGK’ê vexwend konferansê: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinbûyî ye
09:05 Bi daxwaza azadiya Ocalan di 4'ê Nîsanê de ber bi Amarayê ve