Muslim: Ji bilî berxwedanê çi rê li ber me nînin

  • rojane
  • 09:14 6 Nîsan 2022
  • |
img

RIHA - Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, bertek nîşanî bêdengiya dewletên li hemberî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got: "Tirkiye li Rojava êrişî hemû kurdan dike. Em ê li hemberî êrişan rêxistina xwe xurt bikin û li ber xwe bidin. Ji bilî berxwedanê li ber me çi rê nîne."

Êrişên Tirkiyeyê yên hewayî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Tirkiye di çar rojên ewil ên meha Nîsanê de 4 caran bi SÎHA'yan êriş birin ser herêmê û di van êrişan de 8 kes birîndar bûn. Di 1'ê Nîsanê de êriş bir ser wesayîtekê û di vê êrişê de hunermend Ferhadê Merdê ji tê de 2 kes birîndar bûn kesekî jiyana xwe ji dest da. Piştî vê êrişê bi rojekê li navçeya Zirgan a Hesekê 10 gund hatin bombebarankirin û di vê bombeberanê de jî welatiyek birîndar bû. Di heman rojê de êrişî wesayîteke din jî hat kirin ku di wesayîtê de endamê Fermandarîya Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Orm Marûkî hebû. Maruk û wergerê pê re birîndar bûn. Herî dawî di 4'ê Nîsanê de gundê Zîrgana cardin hat bombeberankirin û di vê bombebaranê de jî 3 kes birîndar bûn.
 
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, bêdengiya qada navdewletî ya li hemberî êrişan rexne kir û êrişên tên kirin nirxandin. 
ÊRIŞ DIDOMIN
 
Muslim, bibîr xist ku êrişên dewleta Tirkiyeyê ev demek dirêj e berdewam dikin û ji bo armanca van êrişan got: "Êrişên dewleta tirk ji 2019'an heya niha nesekinîne. Pîşti êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî, êriş tu carî nesekinîn. Du agirbest hatin îmzekirin; yek bi ABD'ê re, yek jê jî bi Ûris re. Lê dîsa jî êriş heya îro nehatine sekinandin. Êriş carinan zêde dibin carinan jî kêm dibin, lê tu carî nehatine rawestandin. Tu carî ji peymanan re rêz nehatiye girtin. Ji pîvanên ehlaqî re jî rêz nayê girtin. Her roj mirov tên kuştin. Li Qamişlo Yûsif Gulo yê 82 salî tevî 2 nevîyên xwe hat kuştin. Li Kobanê 5 ciwan hatin kuştin. Her roj gundê me tên bombebarankirin. Ev hovîtiya faşîzma tirka dide xuyakirin. Ne tenê gelê kurd, dixwazin hemû gelên herêmê qir bikin. Di 4'ê Nîsanê de êriş birin ser gelê suryanî. Di vê êrişê de kesekî jiyana xwe ji dest da. Di êrişê de hunermend Ferhadê Merdê birîndar bû. Merdê diçû pîrozbahiya eyda gelê suryanî Ekîto. Ev hovîtî tu carî nesekinîye."
 
'ARMANC VALAKIRINA HERÊMÊ YE'
 
Muslim, anî ziman ku armanca êrişan valakirina herêmê ye û got: "Dixwazin gel ji herêmê derkevin û cih û warên xwe biterikenin. Dixwazin di navbera gelê kurd û gelên din de dijminatiyê çêbikin. Êrişên ne li ber çavan jî hene. Endamên DAIŞ'ê rojane tên girtin û dibêjin me perwerde ji tirkî girtiye. Dibêjin, li cihê dewleta tirk dagirkirî cihên me yên perwerdeyê hene. Ev êriş tevahî ye. Ev êriş û hovîtî ji 2014'an heya îro berdewam dikin."
 
'ŞERÊ BERJEWENDIYAN'
 
Muslim, bertek nîşanî bêdengiya dewletan a li hemberî êrişan jî da. Muslim di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Agirbest hatin îmzakirin, lê ji bo hesabên wan ên li Sûriyeyê li hev nekevin, ne xema wan e kurd hatine kuştin an jî jî qirkirin. Tu carî ji bo parastina kurdan xwe amade nekirine. Berjewendiyên wan bi dewleta tirk re hene. Hêzên di bin kontrola dewleta tirk de niha li gelek dewletên cîhanê di êrişan de tên bikaranîn. Ûkrayna, Azerbêcan, Lîbya û hwd. Li her cihî bi hev re ne. Kurd ne xema wan in. Barê giran dikeve ser milê me. Em çi qasî dikarin xwe biparêzin? Em çawa dikarin êrişan vala derxînin? Em pişta xwe nadin dewletên navneteweyî ji ber ku ew li berjewendîyê xwe mêze dikin."
 
'KURD TUNE TEN HESIBANDIN' 
 
Muslim bal kişand ser bêdengiya dewleta Sûriyeyê jî û got: "Îro em parçeyek ji dewleta Surî ne. Dewleta Surî heya niha ji bo sekinandina êrişan tiştek nekiriye. Tu kes hebûna ma qebûl nake, hebûna kurda nayê qebûlkirin. Pirsgirêk di vir de ye. Dema hebûna kurdan hatibûna qebûlkirin wê demê me karîbû bêje wê tiştek çêbe, lê hebûna kurda nayê qebûlkirin. Rûsya êrişî Ûkrayna dike, hemû dewletê Evropayê radibin ser lingan, nerazîbûna xwe tînin ziman. Dibêjin qanûnên navneteweyî hene. Ev qanûnên navneteweyî tenê ne ji bo neteweyekê, tenê ne ji bo dewletekê ne. Lê ji bo kurdan tu kes lê xwedî dernakeve. Êriş li ser kurdên Başûr jî dibin, dewleta Iraqê jî tiştekî nake. Ji ber ku statûyek tune ye, em nikarin ji dewletên navneteweyî re bibêjin em dibin êrîşan de ne." 
 
'TENÊ DIBÊJIN EM XEMGÎN IN' 
 
Muslim, da zanîn ku Rêvebiriya Xweser hemû êrişên tên kirin dike rapor û ji bo vê ev tişt gotin: "Saziyên me hene, van êrişan dikin rapor. Çi aliyên rêveberî bi wan re rûnên, ew van raporan digihînin wan. Li her derî tînin ziman. Lê ew alî tim dibêjin 'em pir xemgîn in, tiştên dibin ne rast in.' Wisa dibêjin lê di pratîkê de tiştekî nakin. Ji ber ku yên vî şerî bi rê ve dibin hêzê hegemon in û bi faşîzma tirk re jî berjewendiyên wan hene. Maye li ser me, em dikarin çi bikin? Em ê kê giliyê kê bikin? Ev sûç li dijî mirovahiyê ye, lê saziyên navdewletî dimeyzenîn. Li DMME'yê pir şertên zehmet hene. Tirkî ev qasi li DMME'yê tê darizandin lê mafê me tune em gilî bikin. Ji ber ku em ne di Yekîtîya Ewropayê de ne. Qebûl nakin. Dema ji tirkî serlêdan tên kirin pêşî dozgerîyê herêmî hemû serlêdanan dikin. Kesên ku di êrişê de jiyana xwe ji dest dan, dê malbatê wan wê dozê herêmî li kê vekin? Dewlet dikarin serlêdana bikin. Dema em serlêdan dikin dibêjin 'Hun kî ne?' hebûna kurdan nayê qebûlkirin. Ji ber wê êriş li ba dewleta tirk dîmînin. Lê hema gişt qeydkirî ne. Em dikin rapor. Ku roj hat, bê guman em ê hesabê wan êrişan bbipirsin. "
 
'GEL TOLHILDAN DIXWAZE' 
 
Muslim, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku gelê Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ji ber van êrişan pir qehiriye û bi vî awayî dawî li axaftina xwe anî: "Gel hêviya xwe di hêzê xwe de dibîne. Gel derdê xwe ji şandeyê ji derve tên re dibêjin. Gel giş dixwaze tola wan were hildan. Gel hênik nabe heya gel venegere warê xwe. Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî, êrişên li ser hemû kurdan in. Dibînin ku li Rojava îro projeyek heye, 4 parçeyên Kurdistanê pişgiriyê dide vê projeyê. Tirkî ji bo wê hêrs dibe û êriş dike. Ne tenê ji kurdên Rojava, dixwazin bi êrişan heyfê ji tevahiya kurdan hilînin. Êrişên li Bakur jî hene, Başûr jî hene. Gele me divê rêxistina xwe xurt bike. Divê gelê me di vê hişmendîyê de be. Em çi qasî xwe birêxistin bikin, çi qasî têkiliyên me çêbibin em ê ew qasî li ber xw ebidin. Ji ber ku ji bilî berxwedanê çu rê li ber me nîn e."
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

06/04/2022
16:46 Ji pêş Edliyeya Îzmîrê bang kirin: Bila daxwaz bên qebûlkirin
16:45 Beştaş cilên Leyla Guven ku girtîgehê qedexe kiribû li xwe kir
16:05 ‘Divê civak li her qadê bertekan nîşan bide’
15:47 Rojnamegerê DYA’yî: Darbekarên 12’ê Îlonê û yên êrişî kurdan kirin ji hêla IMET’ê ve hatin perwerdekirin
15:46 Doza SES’ê: Xebatên me yên sendîkayê hatine îlegelîzekirin
15:46 Rojnameger Alataş li ser gora xwe hat bibîranîn
15:19 Malbatên girtiyan: Pirsgirêkan çareser bikin wê sibê pir dereng be
15:09 Parêzeran serdana Aysel Tugluk kir: Nexweşiya wê girantir bûye
14:53 Li Êlihê operasyona leşkerî
12:53 Li Wanê 13 kes hatin binçavkirin
12:35 Malbata Şenyaşar: Werin em li ber deriyê edliyeyê bi hev re fitareyê bikin
12:26 AYM: Cezakirina ji ber greva birçîbûnê binpêkirina maf e
12:23 Bergiriya qeyûm a qenalîzasyonê: Kevir, lastîk, qove
12:17 MLSA’yê bo rojnamevan Ugur serî li DMME’yê da
12:03 Li ser xeta sînorê Başûr sewqiyeta leşkerî
11:23 Doza SES’ê dest pê dike: Em li pişt mafdariya xwe ne
10:08 Jinek li Edeneyê hate qetilkirin
09:42 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê hişyariya provokasyonê hat kirin
09:16 Chomsky piştgirî da kampanyaya azadiya Ocalan
09:15 Li Mêrdînê 3 kes hatin girtin
09:14 Muslim: Ji bilî berxwedanê çi rê li ber me nînin
09:13 Karataş ê ÎHD'î: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye
09:13 Şaredariyê bi gundiyan borî da stendin lê av neda
09:06 Polîsan li pêşiya Mescîda Hz. Omer kon vedan: Bi kamerayê cemaetê aciz dikin
09:05 Dayika Civan Boltan: Heke edalet hebûna dê di girtîgehan de girtiyên nexweş tune bûna
09:05 Cenazeyên du xwişkên winda: Yek di destê PDK’ê de ye, yek jî di destê Tirkiyeyê de ye
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2022'YAN
05/04/2022
23:36 Ji bo malbatên girtiyan şahiyeke piştevaniyê hate lidarxistin
21:45 Malbata girtiyê ku xwîn çûye ser mejiyê wî: Bûyereke bi guman e
18:53 Kişanak: Ê dibêje ez pak im ê xwe ji dosyeyê xelas bike
17:14 Têkildarî 38 siyasetmedarên kurd mutalaa nehat amadekirin
17:01 Nahêlin kes bikeve gundê îşkence lê hatibû kirin
16:53 Ji bo parlamenterên HDP’ê yên berê û yên niha daxwaza girtinê kirin
16:42 Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin kirin
16:28 Nobeta Edaletê ya Îzmîrê li ÎHD’ê berdewam kir
16:14 Ji bo Aysel Tugluk bang li baroyan kirin: Êdî bikevin nava tevgerê
16:11 Serokê Dadgehê dayika Hêlîn Şen derxist ber derî
16:08 Sancar: Em ê vê pergala desthilatdariyê teqez biguherînin
15:20 Parêzeran ji bo 5’ê Nîsanê daxuyanî dan: Pîşeya me di bin gefan de ye
14:59 Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Edalet dê rojekî bo her kesî lazim bike
14:52 Li nivîskarê Evrenselê ji ber ‘Heqaret li Erdogan kiriye’ doz hat vekirin
14:46 Xwendekarên MED-DER’ê piştgirî dan kampanyaya danîna şitlan
14:33 Li pêşiya Walîtiya Îzmîrê neraziya li dijî bêkariyê
14:25 Bi helîna berfê re li Qersê lehî rabûn: 30 mal di bin avê de man
14:17 Li Antalyayê amadekariyên 1’ê Gulanê dest pê kirin
14:16 Maşîneya zirxî li Amedê li wesayîtekê xist: 3 kes birîndar bûn
14:09 Yuksekdag: Hûn nikarin vê dozê weke kesên li Qesrê dixwazin bidomînin
13:59 Bêyî agahiya wê par kiribûn endama AKP’ê û duh jî kirine endama BBP’ê
13:52 7 partî û rêxistinên siyasî banga 1’ê Gulanê kirin
13:45 Malbata Şenyaşar: Zilma darazê berdewam e
13:29 Ji parvekirina Abdullah Ocalan beraet kir
12:53 Doza Kobanê: Hûn di şexsê me de gelê me didarizînin
12:40 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:26 7 salên piştî 5’ê Nîsanê: Şer, krîzên piralî û têkçûn
12:18 Şaredariya Wêranşarê ku 80 TL'yî simît kirî ji bo polisan wesayît kirê kir
11:54 Li Bodrumê 30 kes hatin binçavkirin
10:35 Doza SES’ê xwe dispêre beyanên ‘şahidên’ Doza Kobanê
10:30 Jin Jinnewsê çeteleya tundiyê: Di adarê de 26 jin hatin kuştin
10:20 Ji girtîgehê derket, du jin qetil kirin, zarokek birîndar kir
10:07 Gelek navdarên cîhanê ji bo Ocalan banga azadiyê kirin
09:04 'Heya tecrîd hebe dê rewşa Kurdistan û Tirkiyeyê xerabtir be'
09:03 'Kes nizane Remezan e, mirov her roj birçî ne'
09:03 Pirsa 'Hûn ji bo weazan xoce dixwazin an na?' ji girtiyan kirine
09:03 Masîvan ji ber bihabûnê kelekên xwe difiroşin
09:03 Kesî xwe neda ber îhaleya qeyûm
09:03 Kamaç: Berjewendiyên partiyê zirarê didin destkeftiyên kurdan
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2022'YAN
04/04/2022
17:24 ÎHD’ê bertek nîşanî îşkenceya eskeran a li Timoqê da
17:06 Serokê TBB'ê serdana HDP'ê kir
16:58 Li Mêrdînê 2 karker birîndar bûn
16:57 Li Ewropa û Rûsyayê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin
16:42 DÎSK’ê bo 1’ê Gulanê bang kir: Têkoşîna me dê pergalê biguherîne
16:28 Li gelek navendan pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê: Divê Ocalan azad bibe
16:09 Di Nobeta Edaletê de rojbûna Ocalan pîroz kirin
16:03 Ciwanên kurd li pêşiya CPT’yê bûn: Azadî ji Ocalan re
15:42 Leşkeran kîs xist serê wî û 4 rojan îşkence lê kirin!
15:35 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
15:20 Jinên ku xwe gihandin Xelfetiyê: Azadiya Ocalan azadiya me ye
15:18 HDP’ê şerh danî ber teklîfa qanûnê
14:43 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê: Serokê dadgehê delîl tune kirin
14:28 Li gundê Kobanê ku Ocalan lê mabû 4’ê Nîsanê bi coş hate pîrozkirin
14:24 Dadgehê cezayê li rojnameger Dogan hatibû birîn betal kir
14:24 Doza Kobanê: Şahid îfadeya xwe ya li emniyetê red kir
14:23 Malbata Şenyaşar: Em bang li rayedaran dikin ku biwijdan bin
13:53 Li Xelfetiyê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê: Kurdan li Kurdistanê dîsa aj da
13:40 Rojbûna Ocalan li mala ku lê ji dayik bû hate pîrozkirin
13:39 'Em ê her xelatê bidin nûçeyên xwe’
13:32 16 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan
13:14 Îşkence lê kirin, hêstira wî kuştin û rapora derbkirinê jî nedanê
12:58 Li Colemêrgê zexta ‘operasyona derveyî sînor’ li cerdevanan tê kirin
12:35 MXDŞ: Civaka êzdî bi saya fikrên Ocalan rê li ber fermanan girt
12:20 Li Erziromê 3 endamên HDP’ê hatin binçavkirin
12:02 Li Colemêrgê yek jê zarokê 3 salî 6 kes hatin binçavkirin
11:48 Gelê kurd diherike Amarayê
11:27 TUÎK: Enflasyon ji sedî 61 e
ENAG: Enflasyon ji sedî 142 ye
11:26 Lîstikvana Amedsporê: Em ê serê xwe netewînin
11:15 Îstînafê rojnameya Sabahê mehkûm kir
11:04 Li Esenyurtê jinek hate qetilkirin
10:53 Kaya: Ji ber ku em pêşeng in em di hedefê de ne
10:45 Li gundê Amarayê şitil hatin danîn