Demîrtaş: Dewletê jî û hikûmetê jî dît ku Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe

  • rojane
  • 18:48 7 Nîsan 2022
  • |
img
ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku di pêvajoya çareseriyê de ji bo aştiyê têkoşiyane û got: "Abdullah Ocalan ji bo aştiyê têkoşiya. Dewletê jî û hikûmetê jî samîmiyeta wî dît."
 
Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ku li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn kirin, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. 11’emîn danişîna dozê ku 22 kes tê de bi awayekî girtî tên darizandin, di roja 11’emîn de li Eywana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. 
 
Piştî navberê jinên siyasetmedar ên girtî di nezaretê de strana bi tirkî “Diren ha Diyarbekir diren. Direnmektir sana can veren” gotin. Dengê stranên jinên siyasetmedar ji hêwana dadgehê jî hat bihîstin. 
 
Danişîn piştî navberê bi hatina heyeta dadgehê dewam kir. 
 
Bi hatina heyetê re aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat xwest biaxive. Akat diyar kir ku nerihet e, testa Covîd-19'ê kiriye û lewam dixwaze biaxive û piştî axaftinê biçe. Akat, têkildarî beyanên şahidan axivî. Akat got: "Xwezî gava em li hêwana SEGBÎS'ê bûna we beyanên şahidên nepen bigiratan. Gava em dixwazin em nikarin bên hêwana SEGBÎS'ê. Dixwazim di warê beyanên şahidên nepen de heyetê rexne bikim. Gava şahid Kerem Gokalp hat guhdarkirin we û dozger bi baldan guh lê kir. We negot, 'Çi eleqeya vê bi dosyeyê re heye.' Lê hûn tim mudaxileyî parastinên me dikin. We gotibû 'fînanmana terorîzmê.' Ji ber propagandayê dozek li min hatibû vekirin, lê Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê di wê dozê de bi 'fînansa rêxistinê' ceza li min birî. Derbarê min de dozke ji ber 'fînansa terorê' hatibe vekirint une ye. Dozeke ji ber propagandayê hatibû vekirin hebû, lê ji ber ku nikaribûn bi propagandayê ceza li min bibirîn rabûn ji 'fînansa terorê' ceza li min birîn. Ev jî kûmpasek e. Ez pir aşkere dibêjim, ez ê di vê dozê de jî bereat bikim." 
 
Piştî Akatê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş parastina xwe ji cihê mayî domand. 
 
Demîrtaş, di parastina xwe de daxuyaniyên xwe yên têkildarî aştiyê û rawestandina çekan de yên wê demê yeko yeko xwendin. Demîrtaş, piştî xwendina daxuyaniyên xwe yên têkildarî aştiyê û rawestandina çekan, got: "Kesekî 14 salan li çiyê bi çekê geriyaye û paşê poşman bûye hatiye û xwestiye jiyana xwe ya asayî bidomîne û dozger jî ew qebûl kiriye. Serçava, lê tenê 93 rojan di girtîgehê de maye. Lê em hê jî bi îthamkirinan tên darizandin. Dozger Ahmet Altûn me wekî musebîbê bûyerên Kobanê didarizîne. Lê em serî natewînin û tawiz nadin. Ji lew re em xwedî rêgez in, xwedî ehlaq in. Ev heyeta HDP'ê ji bo aştiyê, ji bo rawestandina çekan xebitî. Lê niha girtiye. Lê divê heyeta we ya dadgehê berbayî têkiliyên berjwendiyî yên siyasî nebe." 
 
OCALAN JI BO AŞTIYÊ XEBITÎ
 
Demîrtaş, di berdewamiya axaftina xwe de got: "Divê hûn bibînin; gotinên gotinên Kerem Gokalp ên derbarê min û Kamûran Yuksek de derew in. Niha hê jî li derve dibêjin, 'HDP tu tişt nekir, ji bo aştiyê tiştek nekir.' Me gelek tişt kirin. Biryara şer hatibû girtin û me tu tiştek nekir, me nikaribû bide sekinandin. Me di dema pêvajoya çareseriyê de li Qendîlê, li Îmraliyê, li Enqereyê vîna çareseriyê dît. Mirov, esker û ên li çiyê şer nexwestin, lê hin kesan şer xwest. Em xwedî rêgez in, xwedî ehlaq in. Em ehlê siyaseta demokratîk in. Polîtîkayên ku partiya me heya niha bi rê ve birine ev ein. Gotina 'bila tecrîda li Îmraliyê rabe' ev e. Gotina 'Ger hevdîtin bi Îmraliyê re bê kirin dê çek rawestin' a HDP'ê ji ber vê ye. Ez 8 caran, heyeta me 30 caran çû Îmraliyê. Me HDP, samimiyeta Abdullah Ocalan dît. Abdullah Ocalan ji bo aştiyê têkoşiya. Dewletê jî û hikûmetê jî samîmiyeta wî dît. Baş tê bîra min, min li Îmraliyê kesekî ku digot 'Ez dixwazim berî bimirim vî karî bi dawî bikim. Lewma ji destê kê çi tê divê bike' dît."
 
Demîrtaş, destnîşan kir ku ew heya niha tu carî nebûne ehlê tahdeyê. 
 
Piştî axaftina Demîrtaş, siyasetmedar parêzer axivîn û piştî parêzeran jî siyasetmedar Alp Altinors axivî. 
 

Sernavên din

09/04/2022
13:45 Helbestvan Emîralî Yagan rehmet kir
13:37 Li Stewrê du malbat bi hev ketin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:23 Rapirsîna nîsanê: Dengê AKP'ê daketine ji sedî 28,9'an
13:06 Sancar: Demokrasiya herêmî bingeha Tifaqa Demokrasiyê ye
11:48 DAIŞ’ê li Mexmûrê 2 şivan revandin
11:36 Nivîskar Nezîr Çakan ji doza Kobanê tehliye bû
11:35 Malbata Şenyaşar: Yên ku vê zilmê jinedîtî ve tên dê winda bikin
10:23 Destê girtiyan kelemçe kirin û li wan dan
10:15 Yolerî: Tecrîd, sepaneke îşkenceyê ye
09:52 Li Girtîgeha Amedê hişyariya 'qedexeya' strana kurdî
09:51 Dê teqawid ber bi Enqereyê ve bimeşin: Xizanî tercîha desthilatdariyê ye
09:15 Halê sûrên dîrokî yên ku tên restorekirin!
09:15 Bang li PDK'ê kirin: Dev ji vê şaşiyê berdin
09:14 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê guh neda biryarên dadgehê
09:14 Giliyê îşkenceya li Timoqê hat kirin: Ez dikarim kesekî teşxîs bikim
09:06 Li Girtîgeha Rihayê cihêkariya 'e-Goruş'ê
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2022'YAN
08/04/2022
21:56 Li Kerboranê mirinek bi guman
21:45 Parlementerên çûn cem Tûglûkê: Nexweşîna wê girantir bûye
20:10 ÎHD bû mêvanê Sifreya Edaletê ya malbata Şenyaşarê
19:14 Li Wanê zabiteyan êriş bir ser welatiyan
19:01 Ber bi Îdlîbê ve sewqîyata eskerî
16:29 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 112’emîn de ye
15:49 Di Doza Qontaxê de dadgehê cezayê li polîs hatiye birin kêm dît
15:26 Doza Kobanê: Heke hûn Destûra Bingehîn nas nakin tişta we girê dide çî ye?
15:15 Mehmet Sevînç bi dirûşman hate definkirin
15:01 Ayla Akat Ata bi şewba koronayê ket
14:08 Cerdevan li Zap, Avaşîn û Metînayê xwezayê talan dikin
13:52 Melayê mizgeftê cenazeyê Mehmet Sevînç neşûşt
13:40 Bernameya 1’ê Gulanê aşkera bû: Em hemû kesî vedixwînin qadan
13:03 Rojnameger Hîkmet Tunç îfade da
12:59 Bi hêceta ‘tevli dersên ehlaqê nebûye’ nayê berdan
12:46 Li Wanê erdhej çêbû
12:37 Nobeta Edaletê di roja 396'an de ye
12:37 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:26 ‘Ez dixwazim bêtirs bijîm’
12:15 Bûldan: Wê jin siberojên ronî ava bikin
11:44 Girtiyê nexweş rojnamevan Ayik nehat berdan
11:43 'Bi neberdana girtiyên nexweş re mekanîzmaya îdamê xistine meriyetê’
11:15 Sîbel Akdenîz hat berdan
11:11 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde bûn
10:51 Parêzer Ballikaya: Divê TBB û Baroya Stenbolê ji bo Tugluk bi peywira xwe rabin
10:49 ‘Faîlên demboriyê dozger in, divê bên darizandin’
10:12 Aborînas Şahînoz: Ne wezîrên aboriyê lê divê polîtîka biguherin
10:11 ‘Kumpanya Med’ klasîkên berê û yên nûjen digihîne hev
09:48 Ji ber bihabûnê sewalvanî bûye eziyet!
09:36 ‘Misilmaniya hikûmetê tenê bi devkî ye’
09:34 HDP'ê şandeya girtîgehê ava kir: Dê seredanên me bidomin
09:08 'Armanca destdirêjiyê parçekirina tevna civakî ye'
09:06 Xebata 'çîrokên jinên girtî' didome
09:06 Dayika rojnamevanê girtî û nexweş: Girtiyan berdin
09:06 Sercerdevan bi çeka dewletê Mûsa Çelîk kuştiye
09:06 Av û axa gundiyan dikin qurbana komirê
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2022'YAN
07/04/2022
23:59 Li Amedê şanoya 'Bûka Lekî'
19:12 Nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyan hat definkirin
19:00 Cenazeyê Sevînç radestî malbatê hat kirin
18:48 Demîrtaş: Dewletê jî û hikûmetê jî dît ku Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe
17:33 Demîrtaş: ‘Şahid’ li xwe mikûr hat ku dozger Ahmet Altun kompas kiriye
17:19 'Ji bo em xwedî li Tûglûk derketin lêpirsîn hate destpêkirin'
16:59 Beştaş: Cînayetên li girtîgehan rawestînin
16:55 Li Wanê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
16:33 Li Erziromê 3 kes hatin girtin
16:13 Cezayê pereyan li kesên ku Newroz pîroz kirin hate birîn
15:55 Cenazeyê Mehmet Sevînç gihîşt ATK'ê
15:41 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî mirina Sevînç dan
15:34 Malbatên li Stenbolê di Nobeda Edaletê de ne: Em ê çalakiyên xwe bidomînin
15:16 Lawyers For Lawyers: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:02 Wê cenazeyê Sevînç sewqî ATK'a Îzmîrê bê kirin
14:30 Malbatên girtiyan: Mirinên heyî dê li me rûnenin
14:25 Çemê Botanê reş diherike!
14:09 Ji 6 rojnamevanan re cezayê hepsê hat xwestin
14:08 Diyanetê li Amedê cih neda zimanê kurdî!
14:01 Gunay: Bi milyonan kes li hêviya vekirina deriyên Îmraliyê ne
13:56 Li Meletiyê du rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
13:40 Bertekên li dijî projeya ‘bermayiyan’ a Şaredariya Dêrsimê didomin
13:35 Serweta mala Barzaniyan a li Amerîkayê derket holê
13:05 Malbata Şenyaşar: Qeydên deng îtîrafên mudaxileya darazê ne
13:04 Rapirsiya zimanê kurdî: Xelk dixwaze kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Peykerê Yûsif Gulo hate çêkirin
12:23 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
12:10 Girtî Mehmet Sevînç jiyana xwe ji dest da
11:52 Derbarê rojnamevan Onver de îdianame hat amadekirin
11:38 Sarica: Bi milyonan parêzerên Ocalan hene
11:07 2 çêlekên wî mane wan jî difiroşe!
11:03 Şirnex û Mêrdîn di nava tozê de man
11:02 'Divê berpirsyarên îşkenceyê hesab bidin'
10:45 Li Şirnexê gur ketin nava kêriyekî pez
09:29 Li Wanê duh û îro 24 kes hatin binçavkirin
09:07 Bi moşekan êrişî Hewlerê kirin
09:06 Dr. Berwarî: Dê şirîkatiya PDK-Tirkiyeyê destkeftiyên kurdan ji holê rake
09:04 Şêniya Ben û Senê: Dewlet hat, ev der kir çolistan
09:04 Li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin
09:04 Tevgera Ekolojiyê dê kampanyaya 'şitildanînê' bike kampanyeyek berdewamî
09:04 Di 17 saliya xwe de hat girtin, di 47 saliya xwe de hat berdan
09:04 'Polîtîkaya bêcezahiştinê bi polîs û leşkeran kurdan dide kuştin'
09:04 Çîftçî: Li Hewlêrê çavgirtî û dest kelemçekirî îfadeya min girtin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2022'YAN
06/04/2022
21:56 Ji bo girtiyên nexweş îmze hatin berhevkirin
19:05 Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan