Li Girtîgeha Amedê hişyariya 'qedexeya' strana kurdî

  • rojane
  • 09:52 9 Nîsan 2022
  • |
img

AMED - Li Girtîgeha Hejmara 1 a Ewlehiya Bilind a Amedê gardiyanan, di 21'ê Adarê de ji ber stranên kurdî girtiyan hişyar kirin û gotin ku gotina stranên kurdî "qedexe" ye û gefa tundiya fîzîkî û cezayên dîsîplînê li girtiyan xwarin. 

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê, hefteya borî serdana girtîgehên li Amed, Xarpêt, Meletî, Erzîngan, Erzirom û Baybûrtê kirin û derbarê pirsgirêkên ku dijîn de bi girtiyan re hevdîtin kirin. Girtiyan, di hevdîtinan de binpêkirinên mîna sînordarkirina feeliyetên civakî, qedexeyên derbarê kurdî de û mehmeleya xerab hatin rojevê. Endamê Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê Parêzer Şemdîn Şahîn ku tevlî van hevdîtinan bûbû, derbarê rewşa li girtîgehan de axivî. 
 
‘HEMÛ GIRTÎGEHAN DA BINPEKIRINA MAFAN HEYE’
 
Şemdîn Şahîn, diyar kir ku weke komele serdana girtîgehan dikin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi çavê xwe dibînin û wiha got: "Girtî nikarin mafên xwe bi kar bînin û wan tecrîd dikin. Di meha 25'ê adarê de li Girtîgeha Hejmara 1 a Ewlehiya Bilind a Amedê, girtiyek ji ber çûye nexweşxaneyê di bin navê qarantînayê de wî tecrîd kirine. Dema ku girtî diçe odeya qarantînayê gardiyan lê ferz dikin ku kincên xwe di cîhaza XRAY re derbas bike. Ji ber ku girtî li dijî wan dertê û dibêje pêkanîna wan pêkanîneke li dijî hiqûqê ye 5 gardiyan êrişî girtî dikin. Girtî ji bo girtina rapora derpkirinê serî li îdareyê dide. Lê rexmî serlêdanê jî girtî nabin nexweşxaneyê."
 
ŞERTÊN LEŞKERÎ
 
Sahîn, da zanîn ku piştî bûyerê gardiyanê serkêş bi 10 gardîyanan re diçe qawişa girtiyên siyasî û 3 girtiyan bi erdê ve kaş dike û wan dibe qawişên cuda û ev tişt got: "Gardiyanê serkêş, bi van gotinan 'Tişta ku ez bixwazim dikarin bi kesê ku ez diyar bikim bidim kirin, kes nikare tişte bi min bike" gefan dixwe. Dîsa dema ku gardiyan dikevin qawişan nîzama leşkerî li girtiyan ferz dikin. Girtiyan bi rengê ku valahî di navbera wan de bimîne dikin qawişên cuda. Gardiyana ji girtiyan re gotiye ev ferman ji Enqerê hatiye."
 
STRANÊN KURDÎ QEDEXE NE
 
Di berdewama axaftina xwe de Sahîn, bi lev kir ku di 21'ê Adarê de gardiyanan girtiyan hişyar kiriye ku gotina stranên kurdî "qedexe" ye û derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: "Bi tundiya fizîkî û cezayên dîsîplînê gef li girtiyan xwarine. Ev rewş nîşan dide ku mêjiyê dewletê di mijara zimanê kurdî de qet neguheriye. Her çiqas qenaleke mîna TRT Kurdî hebe jî em dibînin ku vê qenal tenê ji bo propagandayê bi kar tînin. Bi qedexekirina stranên kurdî pratîka Esat Oktay Yildiran nîşşan didin. Bi vê dixwazin vê peyamê bidin, 'Di nav sînorên ku min diyar kiriye de tu azadî, li gorî diyarkirinên min tu dikarî bi kurdî biaxivî."
 
POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ
 
Şahîn, destnîşan kir ku rapora ku derbarê binpêkirinên mafan de amade kiriye ji saziyên pêwîst re şandine û gilî kirine û wiha dawî li axaftina xwe anîn: "Lê bi tu awayî li me venegeriyane. Ev tê wateya parastina berpirsyaran. Bi vî awayî gardiyan jî hêz digirin û binpêkirinên mafan didomînin. Çawa ku faîlên zarokên kurd ên li kolanan tên kuştin bi bêcezahiştinên tên xelatkirin, li girtîgehan jî dewlet polîtîkaya bêcezahiştinê dimeşîne. Çi dibe bila bibe di îşkenceyê de demborîbûn tuneye. Em ê xebatên xwe yên binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bidomînin. Bêguman wê rojek ev dosya ji refan dakevin."
 
MA / Mehmet Guleş
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

13/04/2022
15:58 ‘Em dixwazin edalet pêk were’
15:52 Aqûbeta efrîniyê li Kayseriyê hatibû binçavkirin nayê zanîn
15:45 Şandeya HDP, OHD û ÎHD’ê çû serdana girtîgehan
15:40 Li Stenbolê 1’ê Gulanê wê li Maltepeyê were pîrozkirin
15:38 TTB: Polîtîkaya xelet a desthilatdariyê a kir ku di pandemiyê de bêhtir kes bimirin
15:38 Li ber ATK'ê bang kirin ku cenaze ji girtîgehan dernekevin
15:05 Li Amedê starta 1'ê Gulanê hat dayîn
14:39 'Di êrişa parêzer de divê lêpirsîneke bibandor bê destpêkirin'
14:24 Li Dêrsimê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
13:52 Li Rihayê destdirêjî li pitikekê hate kirin
13:51 Li dijî binçavkirinan nerazîbûn: Gelê kurd dê bi ser bikeve û AKP jî têk biçe
13:24 ÎSÎG: Di 3 mehan de 347 karker jiyana xwe ji dest dane
13:16 Walîtiya Dêrsimê îşkenceya polîsan parast
13:11 Doza girtinê li Komeleya Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin vekirin
13:02 Li Rezanê înşeata mizgeftekê hilweşiya: 6 karker birîndar bûn
12:57 Xelkê Cizîrê: Ew çiqas êriş bikin em ê ewqas mezin bibin
12:19 Şaredariya AKP’ê serokên komîsyonê ku digotin ‘Diz heye’ ji peywirê girt
11:55 Malbata Şenyaşar: Kesên ku bi dayikê rondik dibarînin gelo misilman in?
11:51 Malbata girtiyê li Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da: Bi îşkenceyê hate qetilkirin
11:51 Bi heman qanûnê biryara binçavkirina 91 HDP’iyan dan û malê DAIŞ’iyan lê vegerandin
11:41 Qeyda deng ku îşkenceya li Silîvriyê vedibêje radestî dozgeriyê kir
11:21 Îmîr: Wê gelê Botanê serê xwe netewîne
10:52 Ji Sifreya Edaletê bang kirin: Em ê edaletê pêk bînin
10:38 Li Qersê bihostek berf bariya
10:38 Daxwaznameyên girtiyan ên giliyan nayên qebûlkirin
10:33 Doza Muharrem Taş: Di bûyerê de Wezareta Tenduristiyê ji sedî 80 biqisûr e
09:39 Derbarê welatiyê astengdar ku zabitayan lêdabû de lêpirsîn hat destpêkirin
09:16 Ûca: Tifaqa Rojava û Şengalê ji dîwaran pir mezintir e
09:15 Amedî: Ên nijadperestiyê dikin bila nebêjin em misilman in
09:14 'Yê wan bi milyonan dolar heye yê me jî xwezaya me heye'
09:14 Bi 3 zaravayên kurdî sepana 'Qurana Kurdî'
09:13 Li Amedê sifreyeke Remezanê û rastiya krîza li welat
09:13 Karadag: Naxwazin şîna malbatan bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2022'YAN
12/04/2022
20:40 Platforma Ked û Demokrasiyê bû mêvanê 'Sifra Edaletê' ya malbata Şenyaşar
20:25 Li Wanê 3 kes hatin girtin
20:17 Gardiyanan cilêt û benik danîne cem girtiyên ku xwekuştin li wan hatiye ferzkirin!
19:43 Ji kesên hatin binçavkirin navê 34 kesan eşkere bû
17:10 Buldan: Operasyona dawî li ser navê DAIŞ’ê hate kirin
16:29 Doza parêzeran ji bo amadekirina mutalayê hat taloqkirin
16:14 Li ber Girtîgeha Kiriklarê gazî kirin: Bila tecrîd bê rakirin
16:04 Parlamenteran êrişa li dijî HDP’ê ji Fûat Oktay pirsîn
16:03 Li Girtîgeha Panosê amadekariya êrişê dikin!
15:45 Cenazeyê Yilmaz ê li Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da hate definkirin
15:17 Malbatên girtiyan bertek nîşanî mirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê dan
15:01 Welatiyê ku ji sedî 80 felc e ji bo piştevaniyê çû serdana HDP’ê
14:34 'Jinên ku hatin binçavkirin û girtin bi lêgerîna tazî re rûbirû mane'
14:20 Qeyda dengê girtiyê di venihêrîna awarte de: Gardiyan dibêjin xwe bi daliqînin
14:19 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ‘îşkenceya komî’: Nebin şirîkên sûc
14:07 Dede: Binçavkirinên îro êrişa li dijî pûçkirina delîlên Doza Kobanê ye
13:27 Li Îdirê cenazeyê du kesan hat dîtin
13:26 Li Cizîrê deriyên malan hatin şikandin, li jineke 50 salî dan
13:20 Di roja 400’emîn a Nobeta Edaletê ji bo îfadeyê bang li Emîne Şenyaşar kirin
13:14 Cenazeyê girtiyê ku jiyana xwe ji dest da, nîşanî malbata wî nedan
13:07 Derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê: Dozger û şahidê nepen heman in
12:26 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê banga hestiyariyê hat kirin
12:25 Hikûmeta Iraqê êdî dê nefta Herêma Kurdistanê kontrol bike
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:22 HDP bi Partiya Çep a Almanyayê re civiya
11:15 Ji bo cezayê dîsîplînê ku dabûn Yuksekdagê serî li AYM’ê dan
11:08 Li Girtîgeha Sîlîvriyê îşkence: 6 girtiyan hewl dan xwe bikujin
10:36 Xelkê Cizîrê li ber deriyê HDP’ê nobetê digire: Em ê li ber xwe bidin
10:35 Walîtiyê xwest bi ‘Koliya Remezanê’ ser îşkenceyê bigire!
10:27 Êrişî rojnamevan Ergun Poyraz kirin
10:12 Hinceta berdana polîsê Eser qetilkirî: Peywîrdarê cemaweriyê ye
10:03 ‘Di her hilbijartinê de propagandaya nexweşxaneya nehatiye çêkirin dikin’
10:00 Dê ji bo cezayên disîplînê yên li Ocalan hatine birîn serî li AYM'ê bidin
09:54 Li Geliyê Şêx Cûma operasyona leşkerî
09:47 Li Silîvriyê di encama îşkenceyê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:43 Di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê
09:00 4 sal in kurê xwe nabîne: Malbat jî bi sirgûnkirina girtiyan tên cezakirin
09:00 Kela Çemdînê bûye axur
09:00 Koçerên berê xwe didin zozanan: Wisa biçe dê sewalvanî nemîne
09:00 Şêlandina şaredariya AKP'î li e-maîlê aliqî
09:00 Welat bi welat, bajar bi bajar li kurê xwe digere
09:00 Dayikên Aştiyê: Em taştê bin ew ê jî firavîn bin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2022'YAN
11/04/2022
20:02 Bûldan bû mêvana 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşar
17:17 Ciwanê li Çewligê polîsan lê da: Çima îşareta ulkucuyan nakî?
17:04 Rewşa girtiyê nexweş Topçu di rojeva Meclisê de ye
16:32 Oluç: Hûn nikarin vîna xelkê Cizîrê têk bibin
16:17 Nobeta Edaletê ya li Wanê: Hiqûq li gorî mirovan nayê guhertin
16:03 'Gelo şûştina cenaze qedexe ye?'
15:46 Bertek nîşanî qeyûm û wekîlê AKP’î dan: Dixwazin nelirêtiyên xwe veşêrin
15:42 Tedawiya parêzerê ku polîsekî lê dabû didome
15:32 Dayika Pinar Gultekîn ji ser hişê xwe çû
15:12 Li Rihayê avê nadin cotkaran
14:44 Êrişa li dijî avahiya HDP’a Cizîrê hate şermezarkirin
14:39 Jinan ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:38 Hevserokê SES'a Amedê Guldîken: Angaştan ronî bikin
14:35 Guven: Di tu axaftina min de sûc nîne
14:30 'Gelo DAIŞ’iyê ku jina êzdî revandî li Enqereyê bi rehetî digere?’
13:51 Serokê Baroya Şirnexê: Ewlehiya canê kesî ji me tune ye
13:42 ‘Bila ev dar bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan’
13:17 Li herêma Bestayê zextê li gundiyan dikin ku daran bibirin
12:49 PZK'ê serdana ajansa me kir
12:42 Ferît Şenyaşar: Bila daxwaza me ya edaletê bi cih were
12:35 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
12:29 Ji 26 rêxistinan daxuyaniya hevpar: Divê Newala Qesaba bibe qada hafizeya civakî
10:59 Ajokarên 17 TIR'an li Zaxo di hesarê de man!