Parêzerên Doza Kobanê: Vê dozê weke amûrê tolhildanê bi kar tînin

  • rojane
  • 15:57 9 Nîsan 2022
  • |
img
EQNERE - Parêzerên Doza Kobanê bi mebesta vegotina bêhiqûqiyên di dozê de tên kirin, daxuyanî dan. Parêzeran, diyar kir ku dosya bi rêzeşahidan tê domandin û doz weke amûreke tolhildanê tê bikaranîn. 
 
Endamên Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parêzerên Doza Kobanê, têkildarî geşedanên di dozê de, li hotêleke Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Berpirsyar Umît Dede axivî. Dede, da zanîn ku Doza Kobanê, dozeke kompasê ye. Dede, anî ziman ku serokê dadgehê yê ku îdianame qebûl kirî û pêvajoya darizandinê daye destpêkirin jî endamê komeke çete ye. 
 
DESTWERDANÊN KU ÎKTÎDAR LI DOZÊ DIKE
 
Di daxuyaniyê de parêzer Cahît Kirkazak bal kişand ser destwerdanên îktîdarê yên ji destpêka dozê heta niha û wiha got: “Helwesta îktîdarê, ya şirîkê wê ya siyasî û ya şandeya dadgehê ya di dema dozê de vê rastiyê nîşan dide. Di halê hazir de xuyaye ku daraza Tirkiyeyê radestî çeteyan, cemaetan û rêxistinan bûye. Desthilatdariya Tirkiyeyê ji bo ku ajandaya xwe pêk bîne, hewl da li ser çeteya Atadedeler û Bahtiyar Çolak Doza Kompas a Kobanê bidomîne. Li gorî agahiyên li ser çapemeniyê hatine parvekirin, Çolak duyemîn serkirdeyê çeteya Atadedelere û ji poşmaniya karîger sûd girtiye. Xuyaye ku desthilatdarî vê dozê bi destê çeteyan didomîne. Dema lêpirsîna derheqê çeteya Atadedeler didomiya, endamên vê koma çete di îfadeyên xwe de Bahçelî, Soylu û MÎT weke referans nîşan didan. Gelo rola Bahçelî û Soylu ya di Doza Kompasê ya Kobanê de çi ye? Em baş pê dizanin ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 22’yê kanûna 2020’an de biryara xwe ya bo Demîrtaş aşkere kir. Bahçelî jî piştî vê biryarê ferman da û got ku divê ev doz hêj sala 2021’an xelas nebûyî bi encam bibe. Hefteyek piştre jî ev doz hate vekirin.” 
 
‘DOSYAYEKE KU BI RÊZEŞAHIDAN TÊ DOMANDIN’
 
Di berdewamê de Kirkazak destnîşan kir ku di 11’emîn danişîna dozê de hinek şahid hatine guhdarkirin û wiha pê de çû: “Dosya, xwe dispêre twîta ku HDP’ê parve kiribû û şahidên ku dozger hewl dide bibîne. Hinek şahidan got ku tenê mafê protestokirinê hatiye bikaranîn. Di roja çarşemê ku kesek ji me li wir nebû, dadgehê li şahidê bi navê ABC123 guhdarî kir. Em li wir nebûn û me nekarî pirsan ji şahid bikin. Ev yek jî bi kêrî karê dadgehê hat. Me gotibû ku ev dosya, dosyayeke bi rêzeşahidan tê domandine. Di navbera rûniştinê de dadgehê jî ev kes weke şahid guhdarî kir. Di vê danişînê de şahidên aşkere Samî Baran û Kerem Gokalp hatin guhdarîkirin. Lê dadgehê tiştê ku dixwest bi dest nexist. Samî Baran got ku nexweş bû, di dema îfadedayînê de derman bi kar tînan, çavên wî nedidîtin û ev yek ji karmendên emniyetê re jî gotiye. Wî bi xwe got ku karmendên emniyetê bi hinek ewraqên amade re hatine gel wî, tiştên hatine nivîsandin ji axaftina wî dirêjtir bûn û wî jî ji polîsan re gotiye; ‘çavên min nabînin ku tiştên we nivîsandine bixwînim. Lê heke we tiştên ku min negotin li vir nivîsandibin, ez ê di demên pêş de qiyametê rakim.’ Samî Baran hem li ser parvekirina xwe ya Facebookê û hem jî di danişînê de ev tişt anîn ziman. Bi zelalî got ku îfadeyên derheqê kesên tên darizandin de wî nedayîne. Got ku kesên di dosyayê de tên darizandin xebatên legal ên HDP’ê meşandine û îfadeya li emniyetê jî red kir.” 
 
‘MHP’Ê DOZ BI RAYA GIŞTÎ RE PARVE KIR’
 
Bi domdarî Kirkazak anî ziman ku Alîkarê Serokê Giştî yê MHP’ê Fethî Yildiz bi twîtekê doz bi raya giştî re parve kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “20 deqe piştî ketina vê dozê ya ser UYAP’ê, bêyî ku haya parêzer û raya giştî jê çêbibe, Fethî Yildiz ku ne aliyekî dosyayê ye û ne jî peywireke wî di dosyayê de heye, bi twîtekê hejmara dosyayê û sûcên tê de tên kirin bi berfirehî parve kir. Ev yek nîşanî me dide ku ev dosya li Navenda Giştî ya MHP’ê hate amadekirin an jî koma çete ya Atadedelerê ev îdianame amade kir û radestî MHP’ê kir. Weke ku tê zanîn dema endamê HSK’ê îstîfa kirî diyar kir ku li ser daxwaza Serokê Giştî yê MHP’ê îstîfa kiriye. Destwerdana MHP’ê berbiçav e.” 
 
DESTWERDANA SOYLU
 
Parêzer Kirkazak her wiha da zanîn ku destwerdana wezîrê karên hundir Suleyman Soylu a di dosyayê de ji hêla her kesekî ve tê zanîn û ev agahî dan: “Soylu bi awayekî vekirî li ser medyayê destwerdana dosyayê kir. Daraza Tirkiyeyê radestî çete û cemaetan hatiye kirin. Weke tê zanîn bi taybet jî Dadgeha Bilind di navbera cemaetan de hatiye parvekirin. Em paş pê dizanin ku burokrasiya darazê ya FETO di doza KCK’ê de hewl da siyaseta kurd tesfiye bike. Di halê hazir de jî koma çete ya Atadedeler, MHP û Soylu hewl didin siyaseta kurd tune bikin.” 
 
‘TIŞTA KU DADGEHÊ DIXWEST PÊK NEHAT’ 
 
Piştre jî parêzer Çîgdem Kozan di civîna çapemeniyê de axivî û çend şahidên di rûniştina dawî de hatine guhdarîkirin bi bîr xist. Kozan, wiha domand: “Şahidê bi navê Kerem Gokalp ji poşmaniya karîger sûd girtiye û dadgehê ji me re got ku dixwaze têkildarî vê dozê îfadeyan bide. Kerem Gokalp îfadeya xwe li Şirnexê dide û ev îfade 6 saetan didome lê di girtekê de weke saetek û 20 deqeyan hatiye destnîşankirin. Kerem Gokalp da zanîn ku dozger xwestiye têkildarî Doza Kobanê îfadeyê wî wergire. Baş e lê haya dozgerekî li Şirnexê çawa bi dosyayeke li Enqereyê dibe? Me got ku ev yek nepêkan e. Kerem Gokalp tînin Enqereyê û daxwaznameyekî ji wî distînin. Tevî ku me gelek caran xwest ku ev daxwazname li dosyayê were zêdekirin lê nekirin. Kerem Gokalp bi dûvdirêjî axivî lê derheqê dosyayê de tiştekî şênber negot. Dadgehê qet gotina wî nebirî û hewl da tiştekî ji gotinên wî derxîne. Tê gotin ku îfadeyên şahidan li ser fermanê hatine girtin lê şahid cuda diaxivin û dibêjin ku ji bo îfadedayînê hatine. Gotinên şahidan hev nagirin. Îfadeyên ku dozger Ahmet Altun amade kirine bi gotinên şahidan têk çûn.” 
 
NELIRÊTIYÊN DADGEHÊ 
 
Yek ji parêzerên dozê Mavîş Aydin jî di daxuyaniyê de diyar kir ku dosya ev nêzî saleke di asta peyketinê de ye û wiha berdewam kir: “Îfadeyên şahidan li TEM’ê hatine girtin û ev jî derhiqûqî ye. Şêweyê guhdarîkirina şahidan li dijî CMK’ê ye. Dadgehê ber bi dawiya sala 2021’an de bi hinceta ku serokê dadgehê yê berê Bahtiyar Çolak bi şewba koronayê ketiye, navber dabû danişînê û piştre jî serokê dadgehê guherand. Bi hatina wî re kesek ji vê dozê tehliye nebûbû lê Vezîr Çakan şevê din tehliye bû. Bi vê geşedanê em keyfxweş bûn.” 
 
‘WEKE AMÛREKE TOLHILDANÊ TÊ BIKARANÎN’ 
 
Seroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Enqereyê û yek ji parêzerên dozê Şevîn Kaya jî daxuyand ku ev doz weke dozeke tolhildanê tê bikaranîn û axaftina xwe wiha qedand: “Heke gotin di cih de be ji kesên tên darizandin tol tê hilîn. Gelek nehiqûqî tên kirin. Hêj jî mîkrofona hevalên me û ya kesên tên darizandin tê girtin.  Periyodên danişînan jî bo me êdî veguherîne îşkenceyê. Dosyayên parêzerên ên cuda û kesên ji vê dosyayê tên darizandin jî karên wan ên cuda hene. Me gelek caran ev yek anî ziman lê tiştek neguherî. Danişîn, di rewşeke nebitendurist de tên kirin. Em hîn bûn ku miwekîlên me bi şewba koronayê ketine. Banga me ji bo hemû kesî ew e ku beşdarî danişîna dozê bibin ku dê di 25’ê nîsanê de bê lidarxistin.” 
 

Sernavên din

12/04/2022
14:20 Qeyda dengê girtiyê di venihêrîna awarte de: Gardiyan dibêjin xwe bi daliqînin
14:19 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ‘îşkenceya komî’: Nebin şirîkên sûc
14:07 Dede: Binçavkirinên îro êrişa li dijî pûçkirina delîlên Doza Kobanê ye
13:27 Li Îdirê cenazeyê du kesan hat dîtin
13:26 Li Cizîrê deriyên malan hatin şikandin, li jineke 50 salî dan
13:20 Di roja 400’emîn a Nobeta Edaletê ji bo îfadeyê bang li Emîne Şenyaşar kirin
13:14 Cenazeyê girtiyê ku jiyana xwe ji dest da, nîşanî malbata wî nedan
13:07 Derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê: Dozger û şahidê nepen heman in
12:26 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê banga hestiyariyê hat kirin
12:25 Hikûmeta Iraqê êdî dê nefta Herêma Kurdistanê kontrol bike
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:22 HDP bi Partiya Çep a Almanyayê re civiya
11:15 Ji bo cezayê dîsîplînê ku dabûn Yuksekdagê serî li AYM’ê dan
11:08 Li Girtîgeha Sîlîvriyê îşkence: 6 girtiyan hewl dan xwe bikujin
10:36 Xelkê Cizîrê li ber deriyê HDP’ê nobetê digire: Em ê li ber xwe bidin
10:35 Walîtiyê xwest bi ‘Koliya Remezanê’ ser îşkenceyê bigire!
10:27 Êrişî rojnamevan Ergun Poyraz kirin
10:12 Hinceta berdana polîsê Eser qetilkirî: Peywîrdarê cemaweriyê ye
10:03 ‘Di her hilbijartinê de propagandaya nexweşxaneya nehatiye çêkirin dikin’
10:00 Dê ji bo cezayên disîplînê yên li Ocalan hatine birîn serî li AYM'ê bidin
09:54 Li Geliyê Şêx Cûma operasyona leşkerî
09:47 Li Silîvriyê di encama îşkenceyê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:43 Di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê
09:00 4 sal in kurê xwe nabîne: Malbat jî bi sirgûnkirina girtiyan tên cezakirin
09:00 Kela Çemdînê bûye axur
09:00 Koçerên berê xwe didin zozanan: Wisa biçe dê sewalvanî nemîne
09:00 Şêlandina şaredariya AKP'î li e-maîlê aliqî
09:00 Welat bi welat, bajar bi bajar li kurê xwe digere
09:00 Dayikên Aştiyê: Em taştê bin ew ê jî firavîn bin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2022'YAN
11/04/2022
20:02 Bûldan bû mêvana 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşar
17:17 Ciwanê li Çewligê polîsan lê da: Çima îşareta ulkucuyan nakî?
17:04 Rewşa girtiyê nexweş Topçu di rojeva Meclisê de ye
16:32 Oluç: Hûn nikarin vîna xelkê Cizîrê têk bibin
16:17 Nobeta Edaletê ya li Wanê: Hiqûq li gorî mirovan nayê guhertin
16:03 'Gelo şûştina cenaze qedexe ye?'
15:46 Bertek nîşanî qeyûm û wekîlê AKP’î dan: Dixwazin nelirêtiyên xwe veşêrin
15:42 Tedawiya parêzerê ku polîsekî lê dabû didome
15:32 Dayika Pinar Gultekîn ji ser hişê xwe çû
15:12 Li Rihayê avê nadin cotkaran
14:44 Êrişa li dijî avahiya HDP’a Cizîrê hate şermezarkirin
14:39 Jinan ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:38 Hevserokê SES'a Amedê Guldîken: Angaştan ronî bikin
14:35 Guven: Di tu axaftina min de sûc nîne
14:30 'Gelo DAIŞ’iyê ku jina êzdî revandî li Enqereyê bi rehetî digere?’
13:51 Serokê Baroya Şirnexê: Ewlehiya canê kesî ji me tune ye
13:42 ‘Bila ev dar bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan’
13:17 Li herêma Bestayê zextê li gundiyan dikin ku daran bibirin
12:49 PZK'ê serdana ajansa me kir
12:42 Ferît Şenyaşar: Bila daxwaza me ya edaletê bi cih were
12:35 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
12:29 Ji 26 rêxistinan daxuyaniya hevpar: Divê Newala Qesaba bibe qada hafizeya civakî
10:59 Ajokarên 17 TIR'an li Zaxo di hesarê de man!
10:25 Nivîskar Yaray: Dewlet bi astengkirina ziman dixwaze kurdan tune bike
10:25 Polîsan bi ser avahiya HDP’ê ya Cizîrê de girt
10:01 Li Şaredariya Cizîrê talan e: Parka Çarkendalê ji bo 25 salan hate bexşkirin
09:44 Dolmîşa penaberan qeza kir: 4 kes mirin 25 kes birîndar bûn
09:08 Şaredariya AKP’yî ji bo xwarin û diyariyan 792 hezar lîre xerc kiriye
09:07 Wezareta Navxweyî ji qetilkirina Pîtek 'berpirsiyar' hat dîtin
09:02 Sûr pêşkeşî komele û cemaetan hate kirin
09:02 Guldexwînan Qerejdax xemiland
09:02 Ji ber ku malzemeyên tibî nînin li nexweşxaneyê emeliyat nayên kirin
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2022'YAN
10/04/2022
22:59 Li Girtîgeha Panosê çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin
22:38 Polîsê ku li parêzer xist parastina ‘psîkolojiya min nebaş bû’ kir
21:31 25’emîn xelatên Metîn Goktepe hatin dayîn
20:02 Ji ber koronayê 32 kesan jiyana xwe ji dest da
18:09 Karabaş ê hatibû îşkencekirin careke din hate binçavkirin
16:33 Bi boneya rojbûna Ocalan a 73’yemîn şitil hatin danîn
16:05 Polîsek bi qestî wesayîta xwe li parêzer qeliband
15:51 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî tecrîdê hate dayîn
15:50 Meclîsa Jinan a HDP’ê çû serdana jinên axa xwe diparêzin
15:35 Keşeyê sûryanî Eksen li gundê xwe hat veşartin
15:27 Sancar: Em ê îktidarê biqewirînin û vê pergalê jî biguherînin
12:58 Qurbaniyên Qetlîama Enqereyê hatin bibîranîn
12:34 Li Fransayê hilbijartina serokkomariyê pêk tê
11:54 Hunermend Yûnis Das: Albûma min bila bo pêşketina ziman bibe gavek
11:20 Malbata Şenyaşar: Zilma mezin edaleta derengmayî ye
11:13 Ji malbata Barzanî bo şêwirmendê wekîla Îngilîz 400 hezar sterlîn
09:25 ‘Êdî em nikarin tirşikê jî çêkin'
09:11 'Tûfana serîhildiriyê' Uveyş Ocalan
09:09 Endamên BTS'ê dê biçin Enqereyê û mulaqatê protesto bikin
09:07 Gava behsa îşkenceyê kir telefon hat qutkirin
09:06 'Neberdana Tûglûk îşkence ye'
09:04 'Qanûna hilbijartinê xetere ye ji bo ewlehiya sindoqan'
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2022'YAN
09/04/2022
18:51 'Bila kedkarên hatine îxrackirin cardin vegerin ser karê xwe'
16:48 Li Helebê li dijî ambargoya Şamê meşa girseyî
16:39 ÎHD: Di nava 5 salan de 255 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
16:25 Ji bo girtiya nexweş Semîre Dîrekçî banga berdanê kirin
16:21 Ji nexweşxaneyê birin girtîgehê: Berdana wî tê astengkirin
15:58 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kir û 2 leşker kuştin
15:57 Nameyên 'bertîlê' yên parlamenterên AKP'ê derketin holê
15:57 Parêzerên Doza Kobanê: Vê dozê weke amûrê tolhildanê bi kar tînin
15:25 Turkdogan: Li Tirkiyeyê herkes edaletê dixwaze
14:43 Jinên HDP’î çûn serdana Ergun ku hevjînê wê hewl da bikuje
14:27 Artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê li Efrînê 3 sivîl revandin
14:26 Aqûbeta Yedîgol ku beriya 41 salan winda bûbû pirsîn
13:57 AYM’ê girtina Leyla Guven derhiqûqî dît
13:47 Hevserokê ÎHD Turkdogan: Divê Pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê çareser bibe