Êrişa li dijî avahiya HDP’a Cizîrê hate şermezarkirin

  • rojane
  • 14:44 11 Nîsan 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Polîsan îro di danê sibehê de bi ser avahiya HDP’ê ya Cizîrê de girtin û 5 HDP’î binçav kiribûn. Serdegirtina avahiya partiyê bi çalakiyekê hate protestokirin. 
 
Hêzên polîsên tîmên taybet îro di saetên serê sibehê de bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê de girtin û 5 kes binçav kirin.
 
Di serdegirtinê de deriyên avahî hatin şikandin û polîsan bi botên xwe dan ser cilnimêjan. Polîsan du saetan li avahiya HDP’ê lêgerîn kirin û piştre jî li taxên Cûdî, Dagkapi, Nûr, li gundê Dîrseklî û li xaniyên komelî yên Dîrsekliyê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de Hevserokê HDP’a Cizîrê Mesût Nart, ji rêveberên HDP’ê yên navçeyê ku keça wê Yasemîn Çikmaz di jêrzemînên wehşetê yên Cizîrê de hatibû qetilkirin Esmer Çıkmaz a 50 salî, Osman Kuçuk, Maruz Erîş û Şerîf Elçîoglu hatin binçavkirin. Rêxistina HDP’a Cizîrê li dijî êrîşa li ser avahiya wan hatiye kirin, li ber deriyê partiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Dîmenên wehşetê” hate vekirin. Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Hasan Ozguneş û Nûran Îmîr, rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan, hevşaredarên HDP’ê yên Silopiyayê, aktivîstên TJA’yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’a Şirnexê Abdullah Gungen diyar kir ku bi awayeke nehiqûqî ser avahiya partiya wan de hatiye girtin û wiha got: “Di dema serdegirtinê de avahiya partiyê belave kirin, hevserok û hevalên me yên rêveber hatin binçavkirin. Sedema vê êrişê, bêtehemûliya li hemberî 8’ê Adar û Newrozê ye. Lê divê ji bîr nekin ku gelê Botanê û kurd dê serî li ber van polîtîkayên qirêjî netewînin. Bedêla wê çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin û paş de gav neavêjin.” 
 
‘NIKARIN TÊKOŞINA ME TÊK BIBIN’
 
Piştre parlamenter Nûran Îmîr axivî. Îmîr, destnîşan kir ku her cara ku AKP-MHP tengav dibe êrişî partiya wan dike û wiha domand: “Bi van êrişan hewl dide xwe rewa nîşan bide. Lê ew tiştekî her tim ji bîr dikin, her êrişeke wan me bêhtir û xurt û mezin dike. Ev êrişa hovane encama dijminatiya li kuradn e. Îspata bêtehemûliya li hemberî hebûna gelê kurd e. Ev bi sedan sala ye em kurd hebûn, em îro jî hene û dê her hebin jî. Tu polîtîka û zextên we dê nekarin pêşî li ber têkoşîna me bigirin.” 
 
 ‘BÊHIQÛQÎ YE’
 
Di daxuyaniyê de parlamenter Hasan Ozguneş jî axivî û ev tişt anî ziman: “Faşîzma wê ya olîgarşîk her carê li ser televîzyonan qala ol û girîngiya wê dike. Lê vê hişmendiya faşîzan di meha Remezanê de jî êriş kir. Ev, durûtî û bêhiqûqî ye. Roj naçe ku hûn ji me re nebêjin teror. Îcar îro çi bû, duh çi bû? Ma kesek hate kuştin? Ma em li eniya şer in? Mirov hinek biexlaq dibe, piçek şerm divê di mirov de hebe. Hûn ne bi qanûnî û ne jî biexlaqî tevdigerin. Ka ji min re bibêjin çi hebû, çi çêbû? Ma hûn nikarin bangî rêveberan bikin û derî bi mifteyan vekin? Di zîhniyeta we de ruhê terorê heye. Li gorî pîvanên exlaqî tevbigerin. Em ê li dijî her kiryareke we ya dermirovî têbikoşin.” 
 
Piştî axaftinan, beşdaran çalakiya rûniştinê li dar xist û çalakiya xwe dirûşmên “Bijî berxwedana HDP’ê” û “Bijî berxwedana Botanê” bi dawî kirin. 
 
Hat ragihandin ku li dijî êrîşan, bi tevlibûna rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan dê li avahiya HDP’a Cizîrê 3 rojan nobet bê girtin. 
 

Sernavên din

26/08/2022
11:30 Cenazeyê Atsak piştî mehekê hate veşartin
11:18 Li Akkûyûyê 500 karker ji kar hatin avêtin
11:02 TMMOB’ê Rapora Dêrikê aşkera kir: Meyla rê nêzî ji sedî 10’an e
10:39 Jiyaneke ku ji bo azadiyê hatiye bexşandin
09:29 Li Wanê şivanek mirî hate dîtin
09:03 Kaçan: GGM eynî wekî girtîgehan e
09:03 Terzî Muzeyyen: Bila tu jin nebêjin ez nikarim bikim
09:02 Jêrebihura Ofîsa Amedê bûye cihê kêşana tiryakê
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2022'YAN
25/08/2022
21:52 Li cihê dar lê tên birîn qeza: Ajokar mir
20:17 Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê: Di mehekê de 7 kes hatine darvekirin
18:46 Piştî mehekê cenazeyê Atsak dan malbatê
18:29 Dê 6 rêxistin û partiyên siyasî nexşerêya xwe di Îlonê de eşkere bikin
18:01 Firdevs Babat li ser gora xwe hat bibîranîn
17:18 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
17:01 Erdogan sînyala operasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
16:51 Li Konyayê li 13 girtiyên hatin sewqkirin lêgerîna tazî hate ferzkirin
16:38 6 partî û rêxistin li Stenbolê civiyan
16:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê kirin
16:09 Li Mêrsînê qedexeya konserê hate şermezarkirin
15:31 Li Edeneyê wê mitînga 1’ê Îlonê were lidarxistin
15:28 Li Girtîgeha Aydinê mirineke biguman
14:35 Ciwanê ku dixwest derbasî Tirkiyeyê bibe di Çemê Hezilê de xeniqî
14:29 Gunay: Derdekî Tirkiyeyê yê çareseriyê hebe bila ji Sûriyeyê derkeve
14:15 Li Basayê ciwanek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:02 Di 19 rojan de ji mazotê re ji sedî 11,22; ji benzînê re jî ji sedî 5,61 zem hat kirin
13:31 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe negirtin
13:09 Daxuyaniya 1’ê Îlonê dê li Kadikoyê be
13:06 Greva birçîbûnê ya li Beşîkduzuyê ket roja 42’yan
13:06 Malbata Şenyaşar bi polîsan paşve gav da avêtin!
12:25 Di mehekê de 6 kolber hatin kuştin
12:19 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:16 Rojnamevan Turfent, sewqî Girtîgeha Depê hate kirin
10:26 Li Dêrikê tevî ku proje hebûye jî rêya derdorê nehatiye çêkirin
10:00 Çiya Kurd: Lihevhatina rejîma tirk a bi Şamê re dê ji Sûriyeyê re xizmetê neke
09:02 Derûnnas Aslan: Li Mêrsînê li hemberî ciwanên kurd êrişeke taybet heye
09:02 Li Çewligê daristan tên qirkirin: Bila rêxistinên civakî peywirê hilgirin
09:02 Derbarê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Bûdak de doz hat vekirin
09:01 Rojnamevan Işik: Polîtîkaya dij-kurd kir ku Erdogan polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê berevajî bike
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2022'YAN
24/08/2022
19:25 Dayik û her sê zarokên xwe yên hatin qetilkirin li cem hev hatin veşartin
18:33 Karaaslanê ku hevjîna xwe û sê zarokên xwe kuştin hat girtin
17:12 ‘Neberdana Aysel Tûglûkê tolhildana siyasî ye’
16:54 Jinên KESK’î bi Emîne Şenyaşar re nobet girtin
15:30 Makbûle Ozer sewqî ATK’ya Stenbolê hate kirin
15:21 Kaçmaz: Bi SÎHA'yan zarok tên kuştin, divê herkes peywîra xwe bi cih bîne
14:16 Cîranên Karaaslanê gotin: Herkesê dizanî lê kesê tiştek nekir
13:48 Li Mêrsînê Mela Kazim hate binçavkirin
13:42 Li Wanê starta xebatên 1’ê Îlonê hate dayîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Em ne di heman keştiyê de ne
12:45 Malbatên girtiyan li ber ATK'ê bang kirin: Divê girtî berî ku jiyana xwe ji dest bidin bên rojevê
12:19 Cenazeyê zarokê ku ketibû Çemê Dîcleyê hat dîtin
12:10 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir | LEZGÎN
12:09 Li herêma Aşkîtayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:06 Girtî: Mirinên li girtîgehan qetlîamên plankirî ne
11:39 Li Enqereyê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:36 Malbatên li Dêrikê bertek nîşanî ‘pereyê xwînê’ dan: Êş bi pereyan nayê nixumandin
10:03 Mafên civakî yên rojnamegerên girtî tên astengkirin
09:45 Kekê Babat ê Fîrdevs qetil kir ji tecawizê hate girtin
09:41 AYM'ê derbarê mirina girtiyê nexweş de biryara 'binpêkirina mafê jiyanê' da
09:07 Rojnamevan Bîlgîn: Rûsya, Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên van êrişan in
09:06 Ji ber ku li dijî îstîmlaqkirina gundê xwe derketin derbarê wan de lêpirsîn hate destpêkirin
09:01 Di biryara derbarê Gok de ne behsa nûçeyan ne jî rojnamevaniyê hatiye kirin
09:00 ‘Desthilat ji ber ku xwîn jê diçe, êrişê dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê'
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:55 Li Hezexê komkujiya mêr: 4 kes hatin qetilkirin
23/08/2022
20:14 Li Rihayê çalakiya li dijî tiryakê
20:07 Selahattîn Encu hat binçavkirin
18:17 Ji Wanê bang kirin: Em ji mirinên li girtîgehan re bêdeng nemînin
17:31 Jin çûn şîna li Dêrikê
17:26 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Babatê dan: Ewlehiya jinan nema
16:45 ‘Em ê nobetê heya girtiyên nexweş tên berdan bidomînin’
16:26 Dixwazin malbatên Dîlok û Dêrikê bi ‘perê xwînê’ bêdeng bikin
16:17 Lavrov: Divê destûr ji êrişên nû yên leşkerî yên li Bakurê Sûriyeyê re neyê dayîn
15:59 Li Rihayê hejmara girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de derket 30’an
15:41 Li Edliyeya Îskenderûnê teqînek pêk hat
15:33 Bayindir: Ocalan hêza çareseriyê ye
15:03 TMMOB’a ku Nobeta Edaletê dîdomîne: Em ê têkoşînê bidomînin
14:30 KESK bi malbata Şenyaşar re di Nobeta Edaletê de ye
13:58 Malbata Şenyaşar Nobeta Edaletê di bin dorpêçê de didomîne
13:47 Ji bo betalkirina biryara bi binçavkirinê li Şaredariya Akdenîzê hatibû girtin doz hate vekirin
13:43 12 roj in daristanên li gundê Marûnisê dişewitin
13:09 Xizmên girtiyan: Zarokên me derman bikin
12:57 Ji Ocalan 17 meh in agahî nayên girtin
12:26 Aryen Komê ji bo şeva piştevaniyê banga piştgiriyê kir
11:27 Rêyên 7 taxên Îdirê ev 2 sal in nayên çêkirin
10:50 Zarokêkî 10 salî di Çemê Dîcleyê de winda bû
10:48 Tevlibûna pîrozbahiyên Milazgirê ku Erdogan dê beşdar bibe kirin mecbûrî
10:27 Li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin
10:08 Hate îdiakirin ku Fîrdevs Babat bi çeka cerdevanan hatiye qetilkirin
09:03 ‘Dewlet ji mirinên li girtîgehan berpirsiyar e'
09:03 Aydenîz: Li dijî tecrîdê divê têkoşîna hevpar bê mezinkirin
09:02 ‘Bazo Yilmaz ji bo têkoşînê her tişt da ber çavên xwe'
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2022'YAN
22/08/2022
19:26 Sancar: A li Dêrikê ne qeza, cinayet e
19:05 Şaredarê AKP’î yê ceza lê hatiye birîn vê carê çû serdana walî, dozger û dadger
17:01 33 partiyên siyasî û rêxistinan bang li hikumeta Şamê kir: Bi Tirkiyeyê re tu peymanan çênekin
16:27 Ji bobelata ku Cengîz Holdîng bûbû sedem re qedexeya weşanê hat dayîn
16:27 Koç: Ji her mirina li girtîgehan em ê Wezîrê Dadê berpirsyar bigirin
16:24 Li Sîlopyayê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin