Cotkar û sewalkarên Bismilê: Sedema krîzê pirsgirêka kurd e

img

AMED - Gundiyên li navçeya Bismilê, derbarê bandora krîza aborî ya li ser xwe de axivin û destnîşan kirin ku qrîzeke kur aborî li welat heye û weke sedem jî pirsgirêk kurd nîşan dan. 

Krîza aborî ya li Tirkiyeyê roj bi roj kûrtir dibe. Her ku diçe zêdetir bandorê li civakê dike. Krîz bandorê tenê li mirovên li bajaran nake, di heman demê de li gundiyên ku hilberînê dikin jî dike. Ji ber bandora li ser wan gundî di hilberînê de zehmetî dikişînin û ji ber vê rewşê gelek jî bi gazînin. Gundiyên ku li gundê Koselî yê navçeya Bismilê ya Amedê dijîn û cotkarî û sewalkariyê dikin, zemên ku li gorî sala borî hatine ser tiştên ku di cotkarî û sewalkariyê de bi kar tînin didine berhev û rewşa qrîzê ya li welat radixin ber çavan. Ji ber bihabûna mazot, gubre û êm sewalan debara gundiyan gelek zehmet bûye.
 
Gundiyên ku derbarê krîza aboriyê de me mîqrefon dirêjî wan kir, gilî û gazinên xwe yên ji ber bihabûnê anîn ziman û û destnîşan kirin ku ji ber polîtîkayên şer ku li Kurdistanê tên meşandin krîza aboriyê li welat peyda bûye. 
 
 
GUNDÎ PERÎŞAN IN
 
Welatî Newzat Karakoç ku 20 sal in cotkariyê dike û bi xwedîkirina sewalan re mijûl dibe, diyar kir ku bi hatina mehên biharê re dest bi çandiniya pembû û garis kirine û wiha qala rewşa ku têde ne kir: "Aborî qet ne baş e, em nikarinê torbekî arvan bikirin. Torbekî arvan bûye 300 lîre dîsa torbê êm sewalan jî wisa ye. Kesên ku sewalan xwedî dikin edî nikarin tiştekî bikirin. Xelk perişan bûye. Cotkarên me nikarin garis û pembû deynin. Lîtreyek mazot bûye 25 lire. Ji ber vê jî êdî kes nilkare êrde xwe jî bajo. Em garis û pembû diçînim û bi sondajê av didin. Ew jî ji ber ku ceyran 2-3 qat zêde bûye lêçûneke zede lê diçe. Ji ber bihabûne cotkar perişan bûne."
 
SEDEM POLÎTÎKAYÊN ŞAŞ ÊN DESTHILATÊ NE
 
Karakoç, bihayên tiştan ên sala borî û îsal jî da berhev û bi lev kir ku li gorî sala borî her tişt 2-3 qat biha bûye û bi van gotinan polîtikayên desthilatê rexne kir: “Berê me dikaribû debara xwe bikira. Aborî ewqas xirab nebû. Berê êm sewalan 80 lire bû lê niha bûye 300 lîre. Ji ber ku zêde bûye em êdî nikarinê sewalan jî xwedî bikin. Berê min 25 pez xwedî dikir lê ji ber ku zêde biha bûye ez êdî nikarim xwedî bikim. Kesên ku xwedî dikin jî tenê 2-3 heb hiştine.  Ji ber polîtîkayên şaş ên desthilatê aborî xirab bûye. Haya wan ji gel tûneye. Bi rêye gel tên desthilatê lê haya wan ji gel namîne û ji ber vê jî rewşa gel nizanin."
 
ÇARE GUHERTINA DESTHILATÊ YE
 
Di berdewamê de Karakoç, bal kişand ser polîtikayên AKP'ê ku ji bo butçeya şer pareke zêde vediqetine û ev tişt got: "Ji bo ku krîz çareser bibê divê desthilat bê guhertin. Heke neguhere wê ev rewş bi vî avayî berdewam bike. Ji bo vê jî divê herkes destê xwe bike bin kevir û hewl bide vê rewşê biguherîne. Em wisa nekin wê hale me perîşan bibe. Çek û balafiran dkirin. Li şûna wan heke alikariya gel bikin wê gel ewqas nekeve tengasiyê. Di vê sîstemê de dewlemend dîsa dewlemend dibe û xizan jî xizan dibe. Gere aşitî pêk were û kurd azad bibin da ku qeyran jî çareser bibe."
 
‘DEDAŞ BÛYE HEVPARÊ ME’
 
Welatî Wahdet Altûndere jî ku bi cotkariyê debara xwe dike jî da zanîn ku ew jî êrde xwe bi sondajê av dide û ji ber bihayê ceyranê mesrefên wan zêde dibin û wiha got: "DEDAŞ bûye hevparê cotkaran, berhemên ku em derdixin ji sedî 30yî diçe mesrefa ceyranê ya DEDAŞ'ê. Tiştê ma jî diçe heqê gubrê û xebatkaran. Ji ber vê em cotkar jî dikevin tengasiyê. Min li Stenbole 5 daîreyên xwe firot û ji bop çandiniyê hatim gund lê niha tû tiştek di destê min de nemaye. DEDAŞ'ê 300 hezar lîre pere ji  min stand. Min tenê 300 hezar lîre daye heqê ceyranê. Wekî din mesref li gubre û mazotê jî kiriye. Sala borî 300 milyar ketim hundir. Dewlet tûcarî bi cotkaran re eleqedar nebûye. Tûcarî endezyarek neşandine gundan û rewşa gundan pirs nekiriye. Dema em perê DEDAŞ’ê nedin wê dest deynin ser berhemên me."
 
'ÇIMA EV DIBIN WEZÎR?'
 
Altûndere, bertek nîşanî gotinên ku dewlet alîkarî dide gundiyan da û wiha pêde çû: "Dewlet dibêje ku ji bo piştgiriyê qredî dide gundiyan lê ev derew e. Ka krediya ji bo cotkaran li ku ye? Tirkiyê têk çûye. Wê gundî çawa 5 kîlo firîngî bikire. Mirîşk bûye 60 lire. Dewlet çima alikariya gel nake. Ketine xema berjewendiya xwe. Pergala yekkesî nabe. Edî bila biçin. Alîgirên xwe dora xwe kom kiriye. Kesên ku ji tiştekî fêhm nakin ew anîne ser Wezareta Aboriyê. Wezirê çandiniyê jî wiha ye. Çima ev dibin wezîr? Berê em biçûk bûn her malê 100 sewalên hebûn lê niha tu li nav gund bigerî dê tu nikaribî 10 sewal jî peyda bikî."
 
'TIRS Û FERZKIRIN NE ÇARE YE'
 
Di dawiya axaftina xwe de Altûndere jî destnîşan kir ku sedema krîzê polîtikayên şer e û ev tişt gotin: "Edî tirk û kurd mecbûr in ku li hev werin. 20 sal in dewlet ji şer re butçe vediqetîne. Pere dikin şer û tiştek ji gundî, cotkar û esnefan re namîne. Pirsgireka dewletê bi gel re heye, bila edî fêhm bikin bi tirs û ferzkirine tû tişt çareser nabe. Gundî ji ber tirsa polis û leşkeran nikarin biçin ser zevîyên xwe. Krîza aboriye giredayî pirsgireka kurd e."
 
‘TIŞT GELEK BIHA BÛNE'
 
Welatî Bûrhan Gunes jî destnîşan kir ku li gorî sala borî tişt gelek biha bûne û wiha axivî: "Me berê dikaribû 300 donim erd bajon. Li niha pere ku me berê 200 donim pê diajot nikarin 10 doniman jî bajon. Perê ku berê me pê 4 teneke rûn dikirî niha em nikarin tenekekî rûn jî bikirin. Teneke rûn bûye 700 lire. Em sewalan xwedî dikin berê me dikaribû bi hezarek lîre 10 torbe êm bikirin lê niha em nikarin 3 torbe jî êm bikirin. Torbe genim bûye 400 lire. Kesên ku genimê wan tune wê çawa bikaribe genim bikire."
 

Sernavên din

30/08/2022
10:23 Vûrgûn: Dewlet li hemberî girtiyan sûc dike û wan dikuje
09:54 Endamê KNK'ê Ûzûn: OPCW cotstandartiyê dike
09:50 Konsera Îlkay Akkaya hat qedexekirin
09:03 Piştî îstifakirina şaredarê AKP'î mifetîşan li şaredariyê kon veda
09:03 Aytaç: Siyaseta 'vîna neteweyî' ya maseya şeşalî dê bibe cihê gelek Erdoganan
09:00 Jinên hezexî 5 sal in naçin şaredariyê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2022'YAN
29/08/2022
22:51 4 roj in tu xeber ji girtiyê ku gardiyanan lêxistiye nayê girtin
22:20 Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kiriklarê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:20 Piştî 7 salan cenazeyê Arslan li Erziromê hat veşartin
18:55 Çalakiya greva birçîbûnê ya Polat di roja 29'an de ye
18:41 Li Îzmîrê xeleka ji mirovan hat çêkirin
17:47 Li Sakaryayê êriş birin ser karkerên demsalî: 2 kes birîndar bûn
17:21 Tirkiyeyê êriş bir ser gundê Behreva yê Şengalê
17:18 Daxuyaniya KCD'ê ya ji bo Mexmûrê: Berdewama dijminatiya AKP-MHP'ê ya li hemberî kurda ye
16:31 Li Bexdayê qedexeya derketina derve hate ragihandin
16:17 Komeleya Jinan a Starê: Hûn nikarin bi tundiyê serî bidin tewandin
16:16 Esnafên Bazarcixê bertek nîşanî krîza aborî dan: Êdî bes e
16:09 Ji Mexmûrê bertek nîşanî êrişê dan
15:48 Di Doza Kobanê de daxwaza parêzeran hat redkirin
15:39 Li Bazîdê ji bo têkoşîna bi tiryakê re bang hate kirin
15:30 BES'ê ji ber nûkirina peymana promosyonê daxuyanî da
15:12 Baroya Amedê giliyê berpirsên ku cenazeye Arslan di kîs de dabûn kir
15:09 Leşkeran agir berdan daristana gundê Marûnisê
14:38 Piştî birîna daran û çêkirina kuleyên leşkeri rê hate asfaltkirin
14:03 Demîrtaş: MHP gefan li dozgerên ku guhdariya fermanên wan nakin dixwe
13:57 Beşa ewil a klîbên ‘Konserên Tamarayê’ hat weşandin, dê xebat bidome
13:04 Tirkiyeyê Mexmûr bombebaran kir
12:18 Polîsan rojnamevanên Nobeta Edaletê dişopînin asteng kirin
11:47 Li Wargeha Holê 12 kes hatin binçavkirin
11:45 Ava ku 10 sal şûnda hatiye berdan negihişt zeviyê!
10:59 Hestiyên Arslan piştî 7 salan di tûrikekî de radestî malbata wî hatin kirin
10:49 Xelkê Wanê: Qesra ku lêçûnên wê ji berîka gel diçe bila hilweşe
09:09 Parêzera Ocalan: Nikarin felsefeya Ocalan tecrîd bikin
09:05 Botan dê li dijî şer aştiyê biqîre
09:04 Azad Huseyîn: Hêza tu kesî têrê nake ku îradeya li Rojava bişkîne
09:03 Omer Ocalan: Qedexekirina konser û festîvalan bingeha xwe ji tecrîdê digire
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2022'YAN
28/08/2022
20:22 Şeva piştevaniya bi rojnamevanên girtî re: Em ê her deynê xwe bidin
20:10 Mele Sidik Turhalli hat bibîranîn
17:01 HDP’ê li Xelfetiyê gel vexwend çalakiya 1’ê Îlonê
16:43 Meha 128’emîn a komkujiyê: Roboskê ezmûna dewlet û desthilatê ye
16:43 Li Kampa Holê unîformayên bi alên tirk hatin dîtin
15:36 Li Dêrsimê îşkenceya sîstematîk a leşker û polîsan heye
15:10 Polîsan gule berdan drona li ser miduriyeta polîsan digeriya
14:51 Endamê Tevgera Azadiyê di êrişeke çekdarî de hat qetilkirin
14:38 Çawişê pispor ê jinek tacîz kir, li ser kesên bertek nîşan dan jî gule barandin
14:26 Derbarê midurê polîsan Zengîn ê êrişî rojnamevanan kir de lêpirsîn hate destpêkirin
13:55 Jin wê daxwazên xwe veguhêzin qadên 1’ê Îlonê
13:48 AKP nikare li Zapê pêş bikeve, PDK jê re rê çêdike
13:21 Li ser axa ku jê hatiye dinê jiyaneke nû: Armanc gundekî komîn e
11:50 Malbata Şenyaşar ji Wezîr Bozdag pirsî: Malbata vê dayikê kê qetil kir?
11:36 Salih Muslim: Hevdîtinên Enqereyê û Şamê ne çareserî ye
10:58 Ceyran tune, xwarinê li ser kuçikî çêdike
10:23 HABER-SEN wê li dijî bêhiqûqiyan ber bi Enqereyê ve bimeşe
09:04 21 kesî jiyana xwe ji dest dabû: Heman xetere ji bo hemû navçeyan derbasdar e
09:03 Di dema sewqa ji bo ATK'ê 4 rojan xwarin nedane Bazo Yilmazê hat qetilkirin
09:02 Ji bo mafê xwe yê tenduristiyê di greva birçîbûnê de ye, dayika wî jî li ber girtîgehê ye
09:01 Rêgeza 'bingehîn' a Tifaqa Ked û Azadiyê: Çareseriya meseleya kurd
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2022'YAN
27/08/2022
22:24 Cerdevanan êriş bir ser jinan
19:31 Bîlançoya 3 rojan a operasyona li Kampa Holê hat ragihandin
17:34 Li Cûdiyê operasyona eskerî dest pê kir
16:40 Li çiyayê Qereçoxê li dijî DAIŞ’ê operasyon hat destpêkirin
16:38 Ji Alî Erbaş daxuyaniya Dêrikê: Qeza ye, em ê sebr bikin
16:11 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yûlû bê berdan
16:04 Dê li Iraqê danişîna fesixkirina parlamentoyê bê kirin
15:51 Li gel raporan jî girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye nayê berdan
15:32 Ebrû Tîmtîk li ser gora xwe hat bibîranîn
15:01 Soylû cara 41'emîn soza ‘qedandinê’ da: 29’ê cotmehê 2023
14:05 Li Dîlokê çawişek pispor hat kuştin
14:02 Ji bo ferdên malbata Bîrlîk û Alabalik daxwaza edaletê hat kirin
13:38 Şandeya HDP'ê serdana Bajaroka Narliyê kir
13:17 Xizmên Windakiriyan û ÎHD li aqûbeta windakiriyan pirsîn
12:36 Li girtîgeha Wan û Beşîkduzu greva birçîbûnê: Bila daxwaz bên qebûlkirin
12:21 Li Geverê ciwanê ku bi guman jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Em ji bo her kesî edaletê dixwazin
10:57 Li Wanê girtiyên bi koronayê ketine nayên tedawîkirin
09:13 Xwişkên Leyla Karaaslan: Bi salan îşkence li xwişka me hat kirin lê her kes bêdeng ma
09:03 Li Îdirê qeyûm bi xala 18'an gel mexdûr dike
09:02 Komîteya Wezîran ji bo Ocalan li benda parastina Tirkiyeyê ye!
09:02 Gergerlîoglû: Tifaqa Cumhûr û Miletê di rantê de bi hev re ne
09:01 Banga ji bo şeva hevgirtina çapemeniya azad: Rojnamevan ne bêxwedî ne
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2022'YAN
26/08/2022
23:49 Li Geverê mirineke bi guman
23:33 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bî dawî bû: Tavşantepe bi ser ket
19:18 Li Hezexê jin li dijî qetilkirina jinan meşiyan
18:05 ATK'ê bi hinceta ku 'wergêrê kurdî tune ye' guh li çîroka Ozerê nekir
17:52 Çalakiya li ber Girtîgeha Denîzliyê di roja 12'an de ye
16:08 Kolberek hat qetilkirin
15:49 Operasyona li Holê berdewam dike: 27 DAIŞ'î hatin girtin
15:08 Di êrişên Til Rifatê de kesekî din jî hat qetilkirin
15:02 ‘Desthilatê welat ber bi karesatê ve kaş kir’
14:39 HDP: Wezîrê Dadê ji mirinên girtîgehê berpirsyar e
14:14 HDP’ê ji bo Aysel Tûglûkê serî li Saziya Venêrîna Cemaweriyê da
13:59 Şewata daristanê ya Colemêrgê ku 15 rojan berdewam dikir xwe bi xwe vemirî
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:01 Ciwanên HDP'î bi malbata Şenyaşar re nobetê digirin
12:30 Ji bo Aysel Tûglûkê bang kir: Nebin şirîkê sûcê dewlet, desthilat û ATK’ê
11:43 Save the Children: Di êrişên SÎHA’yan de 40 zarok mirin an jî birîndar bûn