Şaredariya Rihayê li şûna îhaleyê bi rêbaza “temîna rasterast’ dixebite

img

RIHA - Derket holê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ku di destê AKP’ê de ye,  di sala 2021’an de bi rêbaza temînkirina rasterast, 50 milyon û 500 hezar TL xerc kiriye û bi vê yekê re pêvajoya îhaleyê bi tevahî ji holê rakiriye. 

Komîsyona Venihêrînê ku ji encûmenan pêk tê, rapora xwe ya hatin û çûnên sala 2021’an a Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya di bin rêveberiya AKP’ê de temam kir. Rapor, di rûniştina meha nîsanê de kete rojevê û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şerh danî ser raporê. Di sedema şerhê de HDP’ê diyar kir ku lêçûnên şaredariyê pêşkeşî komîsyona venihêrînê nehatine kirin û agahî û belgeyên lêçûnên keyfî jî nehatine aşkerakirin. 
 
Di hinceta xwe de HDP’ê destnîşan kir ku wan di rapora xwe ya şerhê de daxwaz kiriye ku ji bo komîsyonê kesên pispor bên diyarkirin lê ev daxwaza wan ji hêla endamên AKP’ê û serokê komîsyonê ve hatiye redkirin. Di nîşeya xwe de HDP’ê hemû lêçûnên fizûlî yên şaredariyê yek bi yek diyar kirin.
 
9 MILYON Û 700 HEZAR TL AVANS DANE OFÎSA ALAVAN
 
Di raporê de hat gotin ku di sala 2021’an de bi rêbaza temîna rasterast, 50 milyon û 500 hezar TL hatine xerckirin û têkildarî vê temînê jî tu belge yan jî agahî ji komîsyonê re nehatine şandin. Ev yek jî bû sedema şerha HDP’ê. Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku şaredariyê 9 milyon û 700 hezar TL avans da ye Ofîsa Amûran a Dewletê û nehatiye destnîşankirin bê ka ev lêçûn li gorî çi hatine diyarkirin û belgeyên vê nehatine nîşandan.
 
LÊÇÛNÊN ÇAPEMENIYÊ BO MÊVANAN XERC KIRINE! 
 
HDP’ê di rapora xwe ya şerhê de da zanîn ku ji 9 milyon û 972 hezar TL’yên ji bo çapemeniyê hatine veqetandin 8 milyon û 965 hezar TL jê hatine xerckirin lê lêçûnên ji bo mêvanan jî di nava van lêçûnan de hatine destnîşankirin. 
 
ŞUŞKÎ Û ÎKMALA MAKÎNEYAN BELGE NEDAN! 
 
Di raporê de HDP’ê destnîşan kir ku Daîreya Îkmalkirina Makîneyan û Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê (ŞUŞKÎ) pirsên di rapora venihêrînê de hatine kirin ne bersivandine û ji bo pirsên bê ka kê ev makîne kirê kirine û bi çiqasî hatine kirêkirin jî ev bersiv da ye: “Îhale hatiye dayîn û bi bedêla wî jî hatine kirêkirin. Derfetên me nînin ku em tevekan bînin vê derê.” HDP’ê da zanîn ku bi vê yekê re ewraqên heyî ji komîsyona venihêrînê hatine veşartin. ŞUŞKÎ’yê ev pirsên di raporê de jî bêbersiv hiştin: “Panelên rojê di çi rewşê de ne? Dahata dayîn û standinê çiqas e û ji bo ceyranê çiqas pere hatiye dayîn? Îhaleyên bîrên avê bi kîjan rêbazê hatine dayîn û we dayîne kê? ŞUŞKÎ’yê bi makîneyên xwe heta niha çend bîrên avê vekirine?” 
 
Rapora venihêrînê ku HDP’ê şerh danîbû ser, li meclisa şaredariyê bi piraniya dengan hate erêkirin. 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

30/08/2022
10:23 Vûrgûn: Dewlet li hemberî girtiyan sûc dike û wan dikuje
09:54 Endamê KNK'ê Ûzûn: OPCW cotstandartiyê dike
09:50 Konsera Îlkay Akkaya hat qedexekirin
09:03 Piştî îstifakirina şaredarê AKP'î mifetîşan li şaredariyê kon veda
09:03 Aytaç: Siyaseta 'vîna neteweyî' ya maseya şeşalî dê bibe cihê gelek Erdoganan
09:00 Jinên hezexî 5 sal in naçin şaredariyê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2022'YAN
29/08/2022
22:51 4 roj in tu xeber ji girtiyê ku gardiyanan lêxistiye nayê girtin
22:20 Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kiriklarê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:20 Piştî 7 salan cenazeyê Arslan li Erziromê hat veşartin
18:55 Çalakiya greva birçîbûnê ya Polat di roja 29'an de ye
18:41 Li Îzmîrê xeleka ji mirovan hat çêkirin
17:47 Li Sakaryayê êriş birin ser karkerên demsalî: 2 kes birîndar bûn
17:21 Tirkiyeyê êriş bir ser gundê Behreva yê Şengalê
17:18 Daxuyaniya KCD'ê ya ji bo Mexmûrê: Berdewama dijminatiya AKP-MHP'ê ya li hemberî kurda ye
16:31 Li Bexdayê qedexeya derketina derve hate ragihandin
16:17 Komeleya Jinan a Starê: Hûn nikarin bi tundiyê serî bidin tewandin
16:16 Esnafên Bazarcixê bertek nîşanî krîza aborî dan: Êdî bes e
16:09 Ji Mexmûrê bertek nîşanî êrişê dan
15:48 Di Doza Kobanê de daxwaza parêzeran hat redkirin
15:39 Li Bazîdê ji bo têkoşîna bi tiryakê re bang hate kirin
15:30 BES'ê ji ber nûkirina peymana promosyonê daxuyanî da
15:12 Baroya Amedê giliyê berpirsên ku cenazeye Arslan di kîs de dabûn kir
15:09 Leşkeran agir berdan daristana gundê Marûnisê
14:38 Piştî birîna daran û çêkirina kuleyên leşkeri rê hate asfaltkirin
14:03 Demîrtaş: MHP gefan li dozgerên ku guhdariya fermanên wan nakin dixwe
13:57 Beşa ewil a klîbên ‘Konserên Tamarayê’ hat weşandin, dê xebat bidome
13:04 Tirkiyeyê Mexmûr bombebaran kir
12:18 Polîsan rojnamevanên Nobeta Edaletê dişopînin asteng kirin
11:47 Li Wargeha Holê 12 kes hatin binçavkirin
11:45 Ava ku 10 sal şûnda hatiye berdan negihişt zeviyê!
10:59 Hestiyên Arslan piştî 7 salan di tûrikekî de radestî malbata wî hatin kirin
10:49 Xelkê Wanê: Qesra ku lêçûnên wê ji berîka gel diçe bila hilweşe
09:09 Parêzera Ocalan: Nikarin felsefeya Ocalan tecrîd bikin
09:05 Botan dê li dijî şer aştiyê biqîre
09:04 Azad Huseyîn: Hêza tu kesî têrê nake ku îradeya li Rojava bişkîne
09:03 Omer Ocalan: Qedexekirina konser û festîvalan bingeha xwe ji tecrîdê digire
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2022'YAN
28/08/2022
20:22 Şeva piştevaniya bi rojnamevanên girtî re: Em ê her deynê xwe bidin
20:10 Mele Sidik Turhalli hat bibîranîn
17:01 HDP’ê li Xelfetiyê gel vexwend çalakiya 1’ê Îlonê
16:43 Meha 128’emîn a komkujiyê: Roboskê ezmûna dewlet û desthilatê ye
16:43 Li Kampa Holê unîformayên bi alên tirk hatin dîtin
15:36 Li Dêrsimê îşkenceya sîstematîk a leşker û polîsan heye
15:10 Polîsan gule berdan drona li ser miduriyeta polîsan digeriya
14:51 Endamê Tevgera Azadiyê di êrişeke çekdarî de hat qetilkirin
14:38 Çawişê pispor ê jinek tacîz kir, li ser kesên bertek nîşan dan jî gule barandin
14:26 Derbarê midurê polîsan Zengîn ê êrişî rojnamevanan kir de lêpirsîn hate destpêkirin
13:55 Jin wê daxwazên xwe veguhêzin qadên 1’ê Îlonê
13:48 AKP nikare li Zapê pêş bikeve, PDK jê re rê çêdike
13:21 Li ser axa ku jê hatiye dinê jiyaneke nû: Armanc gundekî komîn e
11:50 Malbata Şenyaşar ji Wezîr Bozdag pirsî: Malbata vê dayikê kê qetil kir?
11:36 Salih Muslim: Hevdîtinên Enqereyê û Şamê ne çareserî ye
10:58 Ceyran tune, xwarinê li ser kuçikî çêdike
10:23 HABER-SEN wê li dijî bêhiqûqiyan ber bi Enqereyê ve bimeşe
09:04 21 kesî jiyana xwe ji dest dabû: Heman xetere ji bo hemû navçeyan derbasdar e
09:03 Di dema sewqa ji bo ATK'ê 4 rojan xwarin nedane Bazo Yilmazê hat qetilkirin
09:02 Ji bo mafê xwe yê tenduristiyê di greva birçîbûnê de ye, dayika wî jî li ber girtîgehê ye
09:01 Rêgeza 'bingehîn' a Tifaqa Ked û Azadiyê: Çareseriya meseleya kurd
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2022'YAN
27/08/2022
22:24 Cerdevanan êriş bir ser jinan
19:31 Bîlançoya 3 rojan a operasyona li Kampa Holê hat ragihandin
17:34 Li Cûdiyê operasyona eskerî dest pê kir
16:40 Li çiyayê Qereçoxê li dijî DAIŞ’ê operasyon hat destpêkirin
16:38 Ji Alî Erbaş daxuyaniya Dêrikê: Qeza ye, em ê sebr bikin
16:11 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yûlû bê berdan
16:04 Dê li Iraqê danişîna fesixkirina parlamentoyê bê kirin
15:51 Li gel raporan jî girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye nayê berdan
15:32 Ebrû Tîmtîk li ser gora xwe hat bibîranîn
15:01 Soylû cara 41'emîn soza ‘qedandinê’ da: 29’ê cotmehê 2023
14:05 Li Dîlokê çawişek pispor hat kuştin
14:02 Ji bo ferdên malbata Bîrlîk û Alabalik daxwaza edaletê hat kirin
13:38 Şandeya HDP'ê serdana Bajaroka Narliyê kir
13:17 Xizmên Windakiriyan û ÎHD li aqûbeta windakiriyan pirsîn
12:36 Li girtîgeha Wan û Beşîkduzu greva birçîbûnê: Bila daxwaz bên qebûlkirin
12:21 Li Geverê ciwanê ku bi guman jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Em ji bo her kesî edaletê dixwazin
10:57 Li Wanê girtiyên bi koronayê ketine nayên tedawîkirin
09:13 Xwişkên Leyla Karaaslan: Bi salan îşkence li xwişka me hat kirin lê her kes bêdeng ma
09:03 Li Îdirê qeyûm bi xala 18'an gel mexdûr dike
09:02 Komîteya Wezîran ji bo Ocalan li benda parastina Tirkiyeyê ye!
09:02 Gergerlîoglû: Tifaqa Cumhûr û Miletê di rantê de bi hev re ne
09:01 Banga ji bo şeva hevgirtina çapemeniya azad: Rojnamevan ne bêxwedî ne
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2022'YAN
26/08/2022
23:49 Li Geverê mirineke bi guman
23:33 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bî dawî bû: Tavşantepe bi ser ket
19:18 Li Hezexê jin li dijî qetilkirina jinan meşiyan
18:05 ATK'ê bi hinceta ku 'wergêrê kurdî tune ye' guh li çîroka Ozerê nekir
17:52 Çalakiya li ber Girtîgeha Denîzliyê di roja 12'an de ye
16:08 Kolberek hat qetilkirin
15:49 Operasyona li Holê berdewam dike: 27 DAIŞ'î hatin girtin
15:08 Di êrişên Til Rifatê de kesekî din jî hat qetilkirin
15:02 ‘Desthilatê welat ber bi karesatê ve kaş kir’
14:39 HDP: Wezîrê Dadê ji mirinên girtîgehê berpirsyar e
14:14 HDP’ê ji bo Aysel Tûglûkê serî li Saziya Venêrîna Cemaweriyê da
13:59 Şewata daristanê ya Colemêrgê ku 15 rojan berdewam dikir xwe bi xwe vemirî
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:01 Ciwanên HDP'î bi malbata Şenyaşar re nobetê digirin
12:30 Ji bo Aysel Tûglûkê bang kir: Nebin şirîkê sûcê dewlet, desthilat û ATK’ê
11:43 Save the Children: Di êrişên SÎHA’yan de 40 zarok mirin an jî birîndar bûn