Velî Saçilik: Em neçarin ku li dijî tecrîdê têbikoşin

  • rojane
  • 10:09 17 Nîsan 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Endamê MYK’a HDP’ê û yek ji berxwedêrên zindanan Velî Saçilik bal kişand ser binpêkirin û mirinên li girtîgehan û wiha got: “Em neçarin ku li dijî tecrîdê têbikoşin.” 
 
Li gorî daneyên Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê, kapasîteya girtîgehên Tirkiyeyê 271 hezar û 823 kes in. Lê belê ji meha adara îsal ve li girtîgehên Tirkiyeyê bi giştî 314 hezar û 502 kes tên ragirtin. 43 hezar kes bi ser kapasîteya girtîgehan de niha tên ragirtin û li gel vê yekê, binpêkirinên li girtîgehan jî her ku diçe zêdetir dibin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); 604 jê giran niha bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene û ji sala 2021’an heta niha herî kêm 59 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de li gorî daneyên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV); di 4 mehên destpêkê yên sala 2020’an di çileyê de 3, di sibatê de 4, di adarê de 5 û di meha nîsanê de jî 3 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Ji bo gelemperiya van mirinan, rêveberiyên girtîgehan weke sedem “krîza dil” û ji bo hinekan jî “întîhar” nîşan dan. Girtiyê bi navê Ferhan Yilmaz di 12’ê nîsanê de li Girtîgeha Sîlîvrî ya Stenbolê jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya girtîgehê ji bo mirina Yilmaz ji ewil got “krîza dil derbas kiriye” û demek piştre jî di rapora nexweşxaneyê de hat gotin ku “Yilmaz ji ber nexweşiyeke şewbê” jiyana xwe ji dest da ye. Lê di dîmenên li ser çapemeniyê hatine parvekirin de şopên birînê, xwîn, werimîn û parçebûnê hebûn  
 
GIRTIYÊN KU DI 2022’YAN DE JIYANA XWE JI DEST DANE 
 
Li gorî Rapora Binpêkirinên Mafan ên Rojane yên TÎHV’ê, navên kesên ku di sala 2022’yan de li girtîgehan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane wiha ne: 
 
MEHA ÇILEYÊ 
 
* Girtiyê bi navê Mehmet Hanefî Bîlgîn ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dihat ragirtin. Ji bo berdana Bîlgîn 5 meh mabûn û ev 30 sal bûn di girtîgehê de bû. Bîlgîn, di 30’ê çileyê de jiyana xwe ji dest da. 
 
*Girtiyê bi navê Ramazan Turan (70) ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê dihat ragirtin û 22 roj bûn di hucreya yekkesî de bû, di 21’ê çileyê de jiyana xwe ji dest da. 
 
* Girtiyê bi navê Mûrat E. ku li Girtîgeha Tîpa M a Wanê dihate ragirtin, di 13’ê çileyê de jiyana xwe ji dest da. 
 
MEHA SIBATÊ
 
* Girtiyê nexweş Turgay Denîz (39) ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Metrîs a Stenbolê dihat ragirtin, piştî ku rewşa wî giran bûyî rakirin nexweşxaneyê û di 2’yê sibatê de jiyana xwe ji dest da. 
 
* Girtiyê bi navê Sezen Alan di 20’ê sibatê de li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Girtiyê bi navê Îsa Yaşar (57), li Girtîgeha Tîpa T a Kirikkaleyê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Girtiyê bi navê Taner Işildan di 23’yê sibatê de li Girtîgeha Tîpa M a Bîlecîkê jiyana xwe ji dest da. 
 
MEHA ADARÊ 
 
* Girtiyê bi navê Ercan Eke (35) di 6’ê adarê de li Girtîgeha Şakran a Alîaga a Îzmîrê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Girtiyê nexweş Hayrî Karaş ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dihat ragirtin, 10 roj piştî berdanê di 15’ê adarê de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Amedê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Girtiyê bi navê Sînan Kaya (28) ku li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê di hucreya yekkesî de dihat ragirtin, di 20’ê adarê de jiyana xwe ji dest da. 
 
*Girtiyê bi navê Can Guder (20) di 22’yê adarê de li Girtîgeha Tîpa F a Wanê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Girtiyê bi navê Abdullah Boran (80) ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dihate ragirtin, di 23’yê adarê de li nexweşxaneya ku dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. 
 
MEHA NÎSANÊ 
 
*Girtiyê bi navê Mehmet Sevînç ku li Girtîgeha Akhîsar a Manîsayê di hucreya yekkesî de dihat ragirtin, di 3’yê nîsanê de jiyana xwe ji dest da. 
 
*Girtiyê bi navê Ferhan Yilmaz û girtiyekî ku navê wî nehate zanîn, di 12’ê nîsanê de li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvrî ya Stenbolê jiyana xwe ji dest dan. 
 
Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Velî Saçilik ku di “Operasyonên Vegera Jiyanê” de li Girtîgeha Burdurê milekî wê jê hatibû kirin, têkildarî binpêkirinên li girtîgehan bi ajansa me re axivî. 
 
‘TECRÎD, LI HER DEVERÊ BELAV BÛ’ 
 
Valî Saçilik, bi bîr xist ku di dema 12’ê Îlonê de dema li dijî tecrîda ku darbekaran dixwest li civakê ferz bikin li ber xwe dida milê xwe winda kir û wiha got: “Dewletê dixwest bi tîpên F’yê re pergala tecrîdê têxe meriyetê ku kesek kesekî nebîne, kesek nebe şahidê mirin û zilma li hundir. Ji bo ku hem li hundir û hem jî li derve tecrîd berbelav nebe û civak teslîm neyê girtin, me jî li ber xwe da. Di roja me de tîpên F hatin çêkirin û tecrîd li her devera civakê berbelav bû.” 
 
‘DEWLET DIXWAZE CIVAKÊ TESLÎM BIGIRE’ 
 
Bi domdarî Saçilik anî ziman ku generalên ku tîpên F ava kiribûn, bi operasyonên Ergenekonê ketibûn van girtîgehan û wiha domand: “Lê bi dek û dolabên cuda xwe avêtin GATA’yan. Ji ber ku nekarîn li tîpên F bijîn. Gotin ku ev pergal nayê ragirtin. Di operasyonên 15’ê Tîrmehê de jî gelek ji van generalan ketin van girtîgehan. Piştre me bihîst ku van kesan întîhar kirine yan jî bi rengekî guman jiyana xwe ji dest dan. Di halê hazir de dewlet bi êrişa têkbirina giştî re dixwaze civakê teslîm bigire. Lewma jî girtîgeh veguherandîne. Bi hincetên weke ‘întîhar kir, ji nexweşiyê mir’, mirovan tune dikin. Çendek roj berê li Stenbolê cînayet kirin û gotinên wan derew derketin. Sedema ku em dixwazin tecrîdê bişikînin jî ev e. Heke girtiyên siyasî li girtîgehan bên kuştin û yên edlî bên îşkencekirin, ev nîşan dide ku dê tu carî demokrasî neyê, azadiya me bê bisînorkirin û hewayê tirsê serwer bikin.” 
 
‘SEDEMA QEWIMÎNÊN HEYÎ ZÎHNIYETA FAŞÎST E’ 
 
Di berdewamê de Saçilik diyar kir ku tecrîd ne tenê mayîna 10 an jî 30 hezar kesan a li cihekî girtî ye û wiha pê de çû: “Li ser van girtiyan, di heman demê de azadiya 83 milyon hemwelatiyên vî welatî tê dîlgirtin. Lewma em li dijî tecrîdê derdikevin. Sedema tunebûna milê min ê rastê, zîhniyeta MHP’ê ya faşîst e ku digot; ‘pirsgirêka li girtîgehan dikare bi 2 kîloyên siyanûrê bê çareserkirin.’ Niha jî zîhniyeta şirîkê wê AKP ye. Her kesê ku serî li ber vê rejîmê netewîne, dibe were girtin. Lewma em neçarin ku li dijî tecrîdê derkevin. Em neçarin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê derkevin. Em neçarin li dijî tecrîda li tîpa F û ya li her qada civakê derkevin.” 
 
‘HEWCEYE EM LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊBIKOŞÎN’ 
 
Saçilik, destnîşan kir ku dijderketina tecrîdê peywira her mirovekî ye û axaftina xwe wiha xelas kir: “Ne ku em kurd an jî çepgirin lewma divê li dijî derkevin. Ji ber ku em mirov in lewma em neçarin ku li dij derkevin. Ji ber vê ye ku dijderketina tecrîdê, têkoşîna mirovahiyê ye. Têkoşîna li dijî faşîzmê ye. Banga min ji bo hemû malbat, xizmên girtiyan û civakê ew e ku li dijî cînayet, îşkence û tecrîda li ser girtîgehan derkevin û li ber xwe bidin. Em dikarin bi ser kevin. Dema me pêşî li tecrîdê û mirina mirovan girt, wê demê em ê rojên gelek xweştir bibînin.” 
 

Sernavên din

17/04/2022
13:52 Sancar: Dem dema bi cih anîna peyamên Newrozê ye
12:12 Tevî biryara dadgehê jî înşaeta mizgeftê didome
11:48 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:38 Malbata Şenyaşar: Qanûn, di destê dozgeran de veguherîne şûrê zilmê
11:33 Cenazeyê Yalçin ku li ser sînor hatibû qetilkirin hate definkirin
11:29 Gefa kuştinê ya li Sîlîvriyê didome: 2 girtî ketin greva birçîbûnê
11:03 Parlamenter Dede: Li ser xeta sînor nêçîra mirovan dest pê kiriye
10:34 Teatra Sî dê li sê bajarên Bakur lîstika ‘Tu ne Gara yî’ pêşkeş bike
10:09 Velî Saçilik: Em neçarin ku li dijî tecrîdê têbikoşin
09:44 Koma Hinek Henek bi pênc lîstikên nû derket pêşberî bînerên xwe
09:04 Çepnî: Dewlet dixwaze herêmê ji mirovan xalî bike
09:02 ‘Dixwazin dosyeya ku rûxiyaye bi ruh û can bikin'
09:01 Kocsondî yê li derveyî sînor lêkolîn kirin: PDK raporên tibbî guherandine
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2022'YAN
16/04/2022
19:06 Li Stenbolê îşkenceya li girtîgehan hat protestokirin
17:50 Rojnamevan Koçer hat berdan
17:11 PENa Kurd: Em binçavkirina rojnamevan Kadrî Esen şermizar dikin
16:59 Şêx Cengî: PDK’ê biryar daye ku vî gelî bikin qurbanê xwe
16:15 Li Edeneyê doza girtina KCDP'ê hat protestokirin
16:14 ÎHD’ê aqûbeta rewşenbîrên ermen pirsî
15:55 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Yalçin bê berdan
15:41 ÎHD’ê bang kir ku girtiya nexweş Ozbek were berdan
15:22 KESK’ê xwest endamên wan vegerin karên xwe
14:50 Midûriyeta Girtîgehan ji bo girtiyê nexweş Ozkan parastina ‘xemsarî nîne’ kir
14:35 Li Edeneyê di serdegirtina malê de 2 polîs birîndar bûn
14:21 Xizmên Windayan li aqûbeta Cemal Kavak pirsîn
14:17 Bûldan: Jin dê teqez edaletê bînin ser vê axê
13:45 Li sînorê Rûbarokê ciwanek hate qetilkirin
13:42 Dayikên Şemiyê rewşenbîrên ermen bi bîr anîn
12:18 Zarokê ku tizbî hejand di serdegirtina polîsan de hate binçavkirin
12:04 Dadgehê di lêpirsîna Kobanê de bergirî danî ser mal û milkê 91 kesan
11:44 Rojnamevan Kadrî Esen hat berdan
11:43 ‘Berxwedana gel kumpasa wan pûç kir’
11:21 Parêzerê ku bi tundiya polîs re rûbirû mabû: Ez ê dest ji bûyerê bernedim
11:14 Malbata Şenyaşar: Rayedarekî ku ji Xwedê bitirse nîne?
11:04 Roger Waters bo ku gîtara xwe bide hunermend Nûdem tê Tirkiyeyê
10:58 Li Cizîrê li ber çavê rayedaran Çemê Dîcleyê tê talankirin!
10:32 Ûca: Dewlet her ku vedişêre jinên êzdî li Enqereyê derdikevin holê
10:00 Ji bo Ocalan serlêdana li CPT'yê: Demildest peywira xwe pêk bîne
09:58 Girtiyê ji ber dermanên xwe xwestin lêdan, şandin Erziromê
09:23 Du bajarên qedîm ên bêxwedî: Soxmatar û Şûayîp
09:15 ‘Êdî kes nikare kerengan jî bikire’
09:07 Pişta wan dişikê lê rojê 90 lîreyî qezenc dikin
09:06 Bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê ber bi 1'ê Gulanê ve
09:05 Koç ê HDP'î: Girtîgeh û hiqûq bi Wezareta Karên Navxweyî ve hatine girêdan
09:05 Girtiyê bi tayê dikeve xistine hucreyê
09:04 Beştaş bertek nîşanî lêpirsîna Kobanê da: Di dosyayê de ‘sextekarî’ kirin
09:00 ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2022'YAN
15/04/2022
23:03 Barzanî û Erdogan li hev civiyan
20:11 Partiya Saadetê bû mêvanê 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşarê
19:12 Rojnamevan Esen ê di binçavan de bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî
18:31 Nobeda Edaletê: Bila tahde û mirin bi dawî bibin
18:20 Mesrûr Barzanî dê hevdîtinê bi Erdogan re bike
18:11 Karabaş ê îşkence lê hatibû kirin hat girtin
17:01 Karabaş ê hatibû îşkencekirin cara 3’yemîn hate binçavkirin
16:54 OHD’ê panela ‘Kurd û qirkirin, Helebçe’ li dar xist
16:53 Şaxa ÎMO ya Amedê: Şaredariya Rezanê sûc dike
16:36 Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Kavala bidome
16:23 Nobeta Edaletê: Em bibin dengê girtiyan
16:09 Leşker nahêlin koçer li Şirnexê pezê xwe ji tunelê derxînin
15:14 ‘Hewl didin rastiyên li Sîlîvriyê veşêrin”
15:02 Îşkence û mirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê li pêş ATK’ê hatin şermezarkirin
14:24 Dema binçavkiriyên di lêpirsîna Kobanê de hate dirêjkirin
14:09 Tedawiya 2 zarokên ku birîndar bûbûn didome
14:09 Dê 1’ê Gulanê li Mêrsînê bê pîrozkirin
14:04 Dêrsim dê 1’ê Gulanê li Qada Seyîd Riza pîroz bike
14:01 HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê: Bila kêmtirîn mûçeyê teqawidan bibe 5 hezar TL
13:43 Ferît Şenyaşar: Yên ku netêkoşin hem maf û hem jî rûmeta xwe winda dikin
13:43 Dadgehê qedexeya lîstika kurdî parast: Ji bo domdariya dewletê
13:28 Berdana polîsê tundî li parêzer kir hate şermezarkirin
13:27 Li Amedê 66 kes hatin binçavkirin
13:16 Dadgeha Bilind dozeke di nava doza girtina HDP’ê de xera kir
13:00 10 girtiyên ku li Sîlîvriyê hewl dabûn întîhar bikin sewqî 10 girtîgehên cuda hatin kirin
12:24 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:08 ‘Em ê berxwedana Botanê li seranserî Tirkiyeyê belav bikin’
11:59 Li Girtîgeha Kurkçulerê lêgerîna tazî hate ferzkirin
11:20 3 girtiyên piştî 30 salan hatin berdan bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin
11:14 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islehiyeyê di roja 10’an de didome
11:08 ‘AKP winda dike, HDP bihêztir dibe’
11:03 Gardiyanên li Sîlîvriyê hêj jî li ser karê xwe ne!
10:19 Girtiyê 70 salî Harmanci nikare sexbêra xwe bike
10:18 Turkdogan: AKP’ê ji bo rêxistinên paralel qadên nû vekirin
09:13 Çerkezoglû: Em ê têkoşînê veguhêzînin 1'ê Gulanê
09:13 Esnafên Kuçeya Şeytên bê sîfteh dikanên xwe digirin
09:11 Bedêla projeyên rizandî yên qeyûm: 10 milyon û nîv TL
09:11 Li herêmê beranberiya 'mafê jiyanê': Mafê nekuştinê!
09:09 Xizmên girtiyan: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:34 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
07:22 Xwediyê Îmtiyazê yê Xwebûnê Esen hate binçavkirin
14/04/2022
19:23 Mazlûm Ebdî hevdîtin bi generalê nû yê Rojhilata Navîn ê DYA'yê re kir
18:17 Li Girtîgeha Amedê li dijî binpêkirinên mafan greva birçîbûnê
17:04 Hevserokê HDP’a Cizîrê Nart hate berdan
16:52 Kesê ku îstîsmara zayendî li zarokekî kirî hate girtin
16:47 Li Êlihê karkerekî jiyana xwe ji dest da
16:46 'Li girtîgehan sepanên 12’ê Îlonê hene’
16:46 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir: Edalet wiha tê kuştin
16:31 Li Girtîgeha Bafrayê lêgerîna nava dev ferz dikin
16:30 Nayê zanîn bê ka 4 girtiyên hatine sewqkirin bi ku de birine
16:12 OHD’ê ji ber îşkenceya li Sîlîvriyê gilî kir