Parlamenter Dede: Li ser xeta sînor nêçîra mirovan dest pê kiriye

  • rojane
  • 11:03 17 Nîsan 2022
  • |
img
COLEMÊRG - Parlamenterê HDP’ê Saît Dede diyar kir ku komkujiyên li ser sînor têne kirin, polîtîkaya dewletê ye û wiha got: “Em niha bi pergaleke wisa rû bi rû ne ku bêyî bibêjin bê ka kî ji kîjan malbat, eşîr an jî partiyê ye, êrişî mafê jiyanê yê hemû kurdan tê kirin. Tekane rê ew e ku em bi hev re têbikoşin.” 
 
Ciwanê bi navê Tahsîn Yalçin (21), li ser xeta sînor a di navbera navçeya Rûbarok a Colemêrgê û Herêma Federal a Kurdistanê di encama gulebarana leşkeran de hate qetilkirin. Bi qetilkirina Yalçin re, kuştinên li ser sînor careke din kete rojevê. Bi taybet jî piştî ku AKP’ê hevdîtinên li Îmraliyê di navbera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û dewletê de bi dawî kirin, bi hinceta “ewlehiya sînor” bi dehan kurd hatin qetilkirin. Li gorî çavkaniyên cuda, di navbera salên 2016-2022’yan de li seranserî Colemêrgê 3 jê zarok bi giştî 17 kes di encama gulebarana leşkeran de hatin qetilkirin û 17 kes jî birîndar bûn. 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê Saît Dede têkildarî komkujiyên li ser xeta sînor bi ajansa me re axivî. 
 
‘POLÎTÎKAYEKE BIZANEBÛN E’
 
Saît Dede da zanîn ku dewlet, welatiyên ser sînor bi zanebûn qetil dike û wiha got: “Ji vê yekê mebest ew e ku herêmê vala bikin. Ev polîtîka bi zanebûn tê meşandin. Pîşesazî li vê herêmê tune ye, bazirganî tê qedexekirin û xelkê herêmê nikare ji yek xizmetên cemaweriyê sûd bigire. Van tiştan bes nabînin ku di nava rojê de welatî li nava baxçeyên xwe, li pêşiya malên xwe yan jî li geştê tên qetilkirin. Qadekî derhiqûqî ava dikin. Dixwazin xelkê herêmê dev ji herêm û gundên xwe berde. Êşên giran li ser xeta sînor hatin jiyîn û nêçîra mirovan dest pê kiriye. Gelemperiya kesên hatine qetilkirin, ji pişt ve hatine gulebarankirin. Her wiha bi awayekî dermirovî nêz dibin û nahêlin birîndar bên dermankirin. Tu kesê ku ji xwe re dibêje mirov, vê nêzikatiyê qebûl nake. Di nava êşê de jiyana xwe ji dest didin. Heta nahêlin ambûlans jî bên cihê bûyerê. Gelek bûyerên bi vî rengî hene. Bi taybet jî ev sepan li ser sînorê Rûbarokê heye.” 
 
‘FAÎL BI MERTALÊ NECEZAKIRINÊ TÊN PARASTIN’
 
Bi domdarî Dede diyar kir ku leşker “sûcê cînayetê”dikin û wiha domand: “Lê dadgeh, bi mertalê necezakirinê wan diparêze. Bêguman ev tenê çendek bûyerin ku haya raya giştî jê bûye. Baş e lê yên nehatine bihîstin? Gelek qereqol li Herêma Federal a Kurdistanê hene. Bi hinceta ‘binpêkirina sînor’ gelek kes tên qetilkirin. Di hinek bûyeran de cesedan kaş dikin û dibin deverên nêzî sînor. Walîtî, bêyî ku şerm û fedî bike dibêje; ‘binpêkirina sînor.’ Em jî ji walî dipirsin; erê baş e ma bedela binpêkirina sînor kuştin e? Hûn li gorî qanûnên kîjan dewletê tevdigerin? Hewl didin bi van gotinan, kiryarên xwe rewa bikin. Tevahiya van kuştinan, cînayet in. Lê mixabin dema em li pratîka darazê dinihêrin, dibînin ku bi mertalê necezakirinê tên parastin.” 
 
‘ŞEREKÎ PIRALÎ DI MERIYETÊ DE YE’
 
Di berdewamê de Dede destnîşan kir ku li dijî gelê kurd şerekî piralî tê meşandin û axaftina xwe wiha qedand: “Tekane rêya li hemberî vê zîhniyetê, têkoşîneke hevpar e. Sedema van bûyeran, israra polîtîkaya tundiyê ya di pirsgirêka kurd de ye. Neçareserkirina vê pirsgirêkê rê li ber bûyerên bi vî rengî yên dermirovî vedike. Li dijî gelê kurd şerekî topyekûn hatiye destpêkirin. Pergaleke wisa li pêşberî me ye ku bêyî bibêje ev kes ji filan malbat, eşîr an jî partiyê ye, mafê jiyanê yê hemû kurdan hedef digire. Hewceye em êdî vê rastiyê bibînin. Heke em nebin yek û bi hev re têbikoşin, dê ev bûyer her ti serê me bên. Tenê rêyek heye ku em vê lîstikê vala derxînin ku ew jî têkoşîna hevpar e. Em ê hesaba van bêhiqûqiyan tevan jî li pêşberî darazê ji wan bipirsin.” 
 
MA / Hakan Yalçin 
 

Sernavên din

17/04/2022
13:52 Sancar: Dem dema bi cih anîna peyamên Newrozê ye
12:12 Tevî biryara dadgehê jî înşaeta mizgeftê didome
11:48 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:38 Malbata Şenyaşar: Qanûn, di destê dozgeran de veguherîne şûrê zilmê
11:33 Cenazeyê Yalçin ku li ser sînor hatibû qetilkirin hate definkirin
11:29 Gefa kuştinê ya li Sîlîvriyê didome: 2 girtî ketin greva birçîbûnê
11:03 Parlamenter Dede: Li ser xeta sînor nêçîra mirovan dest pê kiriye
10:34 Teatra Sî dê li sê bajarên Bakur lîstika ‘Tu ne Gara yî’ pêşkeş bike
10:09 Velî Saçilik: Em neçarin ku li dijî tecrîdê têbikoşin
09:44 Koma Hinek Henek bi pênc lîstikên nû derket pêşberî bînerên xwe
09:04 Çepnî: Dewlet dixwaze herêmê ji mirovan xalî bike
09:02 ‘Dixwazin dosyeya ku rûxiyaye bi ruh û can bikin'
09:01 Kocsondî yê li derveyî sînor lêkolîn kirin: PDK raporên tibbî guherandine
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2022'YAN
16/04/2022
19:06 Li Stenbolê îşkenceya li girtîgehan hat protestokirin
17:50 Rojnamevan Koçer hat berdan
17:11 PENa Kurd: Em binçavkirina rojnamevan Kadrî Esen şermizar dikin
16:59 Şêx Cengî: PDK’ê biryar daye ku vî gelî bikin qurbanê xwe
16:15 Li Edeneyê doza girtina KCDP'ê hat protestokirin
16:14 ÎHD’ê aqûbeta rewşenbîrên ermen pirsî
15:55 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Yalçin bê berdan
15:41 ÎHD’ê bang kir ku girtiya nexweş Ozbek were berdan
15:22 KESK’ê xwest endamên wan vegerin karên xwe
14:50 Midûriyeta Girtîgehan ji bo girtiyê nexweş Ozkan parastina ‘xemsarî nîne’ kir
14:35 Li Edeneyê di serdegirtina malê de 2 polîs birîndar bûn
14:21 Xizmên Windayan li aqûbeta Cemal Kavak pirsîn
14:17 Bûldan: Jin dê teqez edaletê bînin ser vê axê
13:45 Li sînorê Rûbarokê ciwanek hate qetilkirin
13:42 Dayikên Şemiyê rewşenbîrên ermen bi bîr anîn
12:18 Zarokê ku tizbî hejand di serdegirtina polîsan de hate binçavkirin
12:04 Dadgehê di lêpirsîna Kobanê de bergirî danî ser mal û milkê 91 kesan
11:44 Rojnamevan Kadrî Esen hat berdan
11:43 ‘Berxwedana gel kumpasa wan pûç kir’
11:21 Parêzerê ku bi tundiya polîs re rûbirû mabû: Ez ê dest ji bûyerê bernedim
11:14 Malbata Şenyaşar: Rayedarekî ku ji Xwedê bitirse nîne?
11:04 Roger Waters bo ku gîtara xwe bide hunermend Nûdem tê Tirkiyeyê
10:58 Li Cizîrê li ber çavê rayedaran Çemê Dîcleyê tê talankirin!
10:32 Ûca: Dewlet her ku vedişêre jinên êzdî li Enqereyê derdikevin holê
10:00 Ji bo Ocalan serlêdana li CPT'yê: Demildest peywira xwe pêk bîne
09:58 Girtiyê ji ber dermanên xwe xwestin lêdan, şandin Erziromê
09:23 Du bajarên qedîm ên bêxwedî: Soxmatar û Şûayîp
09:15 ‘Êdî kes nikare kerengan jî bikire’
09:07 Pişta wan dişikê lê rojê 90 lîreyî qezenc dikin
09:06 Bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê ber bi 1'ê Gulanê ve
09:05 Koç ê HDP'î: Girtîgeh û hiqûq bi Wezareta Karên Navxweyî ve hatine girêdan
09:05 Girtiyê bi tayê dikeve xistine hucreyê
09:04 Beştaş bertek nîşanî lêpirsîna Kobanê da: Di dosyayê de ‘sextekarî’ kirin
09:00 ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2022'YAN
15/04/2022
23:03 Barzanî û Erdogan li hev civiyan
20:11 Partiya Saadetê bû mêvanê 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşarê
19:12 Rojnamevan Esen ê di binçavan de bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî
18:31 Nobeda Edaletê: Bila tahde û mirin bi dawî bibin
18:20 Mesrûr Barzanî dê hevdîtinê bi Erdogan re bike
18:11 Karabaş ê îşkence lê hatibû kirin hat girtin
17:01 Karabaş ê hatibû îşkencekirin cara 3’yemîn hate binçavkirin
16:54 OHD’ê panela ‘Kurd û qirkirin, Helebçe’ li dar xist
16:53 Şaxa ÎMO ya Amedê: Şaredariya Rezanê sûc dike
16:36 Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Kavala bidome
16:23 Nobeta Edaletê: Em bibin dengê girtiyan
16:09 Leşker nahêlin koçer li Şirnexê pezê xwe ji tunelê derxînin
15:14 ‘Hewl didin rastiyên li Sîlîvriyê veşêrin”
15:02 Îşkence û mirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê li pêş ATK’ê hatin şermezarkirin
14:24 Dema binçavkiriyên di lêpirsîna Kobanê de hate dirêjkirin
14:09 Tedawiya 2 zarokên ku birîndar bûbûn didome
14:09 Dê 1’ê Gulanê li Mêrsînê bê pîrozkirin
14:04 Dêrsim dê 1’ê Gulanê li Qada Seyîd Riza pîroz bike
14:01 HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê: Bila kêmtirîn mûçeyê teqawidan bibe 5 hezar TL
13:43 Ferît Şenyaşar: Yên ku netêkoşin hem maf û hem jî rûmeta xwe winda dikin
13:43 Dadgehê qedexeya lîstika kurdî parast: Ji bo domdariya dewletê
13:28 Berdana polîsê tundî li parêzer kir hate şermezarkirin
13:27 Li Amedê 66 kes hatin binçavkirin
13:16 Dadgeha Bilind dozeke di nava doza girtina HDP’ê de xera kir
13:00 10 girtiyên ku li Sîlîvriyê hewl dabûn întîhar bikin sewqî 10 girtîgehên cuda hatin kirin
12:24 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:08 ‘Em ê berxwedana Botanê li seranserî Tirkiyeyê belav bikin’
11:59 Li Girtîgeha Kurkçulerê lêgerîna tazî hate ferzkirin
11:20 3 girtiyên piştî 30 salan hatin berdan bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin
11:14 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islehiyeyê di roja 10’an de didome
11:08 ‘AKP winda dike, HDP bihêztir dibe’
11:03 Gardiyanên li Sîlîvriyê hêj jî li ser karê xwe ne!
10:19 Girtiyê 70 salî Harmanci nikare sexbêra xwe bike
10:18 Turkdogan: AKP’ê ji bo rêxistinên paralel qadên nû vekirin
09:13 Çerkezoglû: Em ê têkoşînê veguhêzînin 1'ê Gulanê
09:13 Esnafên Kuçeya Şeytên bê sîfteh dikanên xwe digirin
09:11 Bedêla projeyên rizandî yên qeyûm: 10 milyon û nîv TL
09:11 Li herêmê beranberiya 'mafê jiyanê': Mafê nekuştinê!
09:09 Xizmên girtiyan: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:34 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
07:22 Xwediyê Îmtiyazê yê Xwebûnê Esen hate binçavkirin
14/04/2022
19:23 Mazlûm Ebdî hevdîtin bi generalê nû yê Rojhilata Navîn ê DYA'yê re kir
18:17 Li Girtîgeha Amedê li dijî binpêkirinên mafan greva birçîbûnê
17:04 Hevserokê HDP’a Cizîrê Nart hate berdan
16:52 Kesê ku îstîsmara zayendî li zarokekî kirî hate girtin
16:47 Li Êlihê karkerekî jiyana xwe ji dest da
16:46 'Li girtîgehan sepanên 12’ê Îlonê hene’
16:46 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir: Edalet wiha tê kuştin
16:31 Li Girtîgeha Bafrayê lêgerîna nava dev ferz dikin
16:30 Nayê zanîn bê ka 4 girtiyên hatine sewqkirin bi ku de birine
16:12 OHD’ê ji ber îşkenceya li Sîlîvriyê gilî kir