Dayika Ferhan Yilmaz: Kurê min hate kuştin

  • rojane
  • 12:27 18 Nîsan 2022
  • |
img
ÊLIH - Dayika Ferhan Yilmaz, Sabriye Yilmaz diyar kir ku ew di roja çarşemê de bi kurê xwe re axivî bû û wiha got: “Lê di roja şemiyê de darbesta wî derket. Kurê min xwe nekuşt. Kurê min hate kuştin.” 
 
Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê 60 gardiyanan bi ser qawîşa girtiyan de girtibû û îşkence lê kiribûn. Di encama îşkenceyê de girtiyê bi navê Ferhan Yilmaz hatibû qetilkirin. Dîmenên îşkenceya li Yilmaz hatiye kirin derketibûn holê û hêj jî di rojevê de ne. Li gel ku dîmenên îşkenceyê derketibûn û malbatê qala îşkenceyê kiribû jî rêveberiya girtîgehê îdia kir ku Yilmaz ji ber “krîza dil” jiyana xwe ji dest da ye. Di girteka mirinê ya nexweşxaneyê de jî sedema mirina Yilmaz weke “nexweşiya şewbê” hatibû destnîşankirin. Dozgerî ku derheqê îşkenceyê de tiştek negot, nûçeyên têkildarî mijarê hedef girt. Berevajî gotinên rayedaran, malbata Yilmaz ji destpêkê heta niha diyar dike ku kurê wan hatiye kuştin. Dayika Yilmaz, Sabriye Yilmaz (60) bûyera heyî û serpêhatiya xwe ya koçberiyê bi ajansa me re parve kir. 
 
 
‘GUNDÊ ME HATE ŞEWITANDIN’
 
Yilmaz, di axaftina xwe de gelek caran xwest ku berpirsyarên mirina kurê wê bên darizandin û da zanîn ku dê dev ji vê bûyerê bernedin. Malbata Yilmaz, li gundê Tanze yê Sason a Êlihê dijiya û piştî ku di sala 1994’an de gundê wan hatî şewitandin, koçî Stenbolê bûn. Yilmaz, qala wan rojan kir û wiha got: “Jiyana me ya li gund xweş derbas dibû lê gundê me şewitandin. Tu derfetên me nemabûn lewma neçarî koçberiyê bûn. Bi salan em di jêrzemînan de jiyan. Zarokên me rojên zor û zehmet derbas kirin. Em xizan bûn û li Stenbolê jî me rojeke xweş derbas nekir. Birçitî, xizanî, hejarî, me her tiştek dît. Em li derve bûn, xizan bûn û li bajarekî cuda bûn. Min dixwest li bajarê xwe bijîm lê nebû. Tu tiştek di destê me de nema. Her tişt şewitandin. Mereq û kedera min, xaka min bû.” 
 
‘TÊM ÎŞKENCEKIRIN’
 
Bi domdarî Yilmaz da zanîn ku di nava 4 salan de zexta li ser kurê wê qet xelas nebûbû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurê min digot; ‘têm îşkencekirin. Tî û birçî têm hiştin.’ Nedihiştin ku em pêdiviyên wî bişînin girtîgehê. Rehetî nedidan ber kurê min. Raste rast îşkence dikirin. Dema çûyîm hevdîtina wî, ji min re got ku rewşa wî baş nîne û dixwaze qawîşa xwe biguherîne. Lê neguherandin.”
 
‘KURÊ MIN KUŞTIN’
 
Di berdewamê de Yilmaz destnîşan kir ku beriya mirinê, kurê wê lê geriya bû û ev hûrgilî parve kirin: “Ferhan ji min re got ku hevdîtina vekirî heye û xwest ez biçim serdana wî. Lê ez nexweşa şekirê me lewma min nekarî biçim serdanê. Piştre xwest ku bidîmen biaxive. Lê înterneta min tune bû lewma min nekarî pê re biaxivim. Du roj mabûn ku dê kurê min bihata berdanê. Lê kurê min kuştin.” 
 
CENAZE NÎŞAN NEDAN 
 
Yilmaz, bi lêv kir ku piştî agahiya mirinê kurê xwe çûye nexweşxaneyê û ew kêlî wiha vegot: “Lê li nexweşxaneyê cenazeyê wî nîşanî min nedan. Kurê min, ji min veşartin. Ji ewil gotin; ‘krîza dil derbas kiriye.’ Ji bo ku meseleyê fêm bikim, min bangî kurê xwe yê mezin kir. Me telefon kir lê gotin ku divê em li wan negerin. Ji me re gotin; ‘herin girtîgehê.’ Lê dema em çûyîn wê derê jî tiştek ji me re nehate gotin û cenaze nîşanî me nedan. Min cenazeye kurê xwe nedît. Gelek leşker û polîs li pêşiya girtîgehê hebûn. Kesekê din jî li pêşiya nexweşxaneyê hebû û gotin; ‘krîza dil derbas kiriye.’ Baş e 2 kes çawa krîza dil derbas dikin? Ji bo dîtina cenaze em bi saetan sekinîn lê nîşanî me nedan.” 
 
‘ÎNTÎHAR NEKIR, EW KUŞTIN’
 
Têkildarî îdiayên girtîgehê ku digotin; “krîza dil derbas kiriye” jî Yilmaz ev tişt anî ziman: “Ez van îdiayan qebûl nakim. Kurê min întîhar nekir. Li ser tevahiya laşê wî birîn hebûn. Ew kuştin. Krîza dil derbas nekir. Ji pozê wî heta devê wî, her devera wî şikandine. Ruh di kurê min de nehiştibûn û her devera wî teqandibûn. Kurê min 4 salan li girtîgehê hate îşkencekirin. Girtîgehê ew kuşt ne kesekê din. Di roja çarşemê de bi wî re axivîm. Di roja şemiyê de jî cenazeyê wî hat. Dewlet çima li me negeriya û serxweşî neda? Em jî li vê dewletê dijîn. Çima tiştekî wiha negotin? Malbatên tevahiya girtiyên li wê girtîgehê niha bifikarin.” 
 
‘EZ Ê HEQÊ ZAROKÊ XWE BIXWAZIM’
 
Dayik Sabriye Yilmaz got ku ew tenê heqê zarokê xwe dixwaze û axaftina xwe wiha qedand: “Zarokê me li ber çavên me tune kirin. Xwedê heqê me li gel wan nehêle. Kê kurê min kuştibe bila aşkere bikin. Hêvîdarim kê kurê min xistibe vî hatlî ew bi xwe jî bikeve heman halî. Zarokê min mir bila qet nebe zarokên kesekê din nemire. Heta mirinê jî ez ê dev ji dozê bernedim. Ez ê doza kurê xwe bidomînim û heqê wî bixwazim.” 
 
MA / Fethî Balaman - Eylem Akdag
 

Sernavên din

20/04/2022
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2022'YAN
19/04/2022
21:06 Li Kampa Holê 3 jin hatin qetilkirin
21:00 Gelê Sinûnê: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
20:14 Dayikên Aştiyê û TJA bûn mêvanê 'Sifra Edaletê'
19:13 Amed di bin toz û telazê de ma
17:29 Bêbextî li kesên di lêpirsîna Kobanê de hatin binçavkirin ferzkirin
17:10 ÎHD'ê rapora binpêkirina mafên jinan aşkere kir
16:44 Parastina HDP’ê pêşkêşî AYM’ê hat kirin
16:37 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî şer dan: Dê ev şer jî encam nede
16:37 Walitiyê îşkenceya li Timoqê piştî 20 rojan red kir
16:34 Cerdevanan li Bestayê dîsa dest bi birîna daran kirin
16:24 Di doza malbata Diril de Apro Diril dîsa hat girtin
16:19 Nobeta Edaletê ya li Wanê veguhestin pêş girtîgehê
16:09 Di bin navê ‘hevdîtina li gel midûr’ de wan sewq kirin
16:02 Doza Komkujiya Konyayê: 2 deqe dîmen jê hatiye birin
15:58 OHD’ê ‘cihekariya’ li girtîgehên Rihayê kir rapor
15:47 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan beraet bû
15:14 Sancar: Îktidar dixwaze bi vî şerî emrê xwe dirêj bike
14:47 Malbatên Nobeta Edaletê: Bila çareseriyekê bo zarokên me bibînin
14:38 YNK: Berpirsyarê êrişên Tirkiyeyê PDK ye
14:03 Çapemeniya cîhanê li Ûkraynayê dijî şer li Kurdistanê şer diparêze
13:46 Li Girtîgeha Qubînê îşkence heye!
13:34 Malbata Şenyaşar: Lêgerîna me ya edaletê di bin zilmê de berdewam dike
13:25 Doza rojnamevan Hayrî Demîr taloq bû
13:16 14 roj in di greva birçîbûnê de ne
12:51 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
12:39 Çapemeniya AKP’ê bû cara 8’an ku manşeta ‘operasyona dawî’ lê dike
12:31 Li Qilêbanê karkerek hat binçavkirin
11:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:24 BTK’ê agahiyên derbarê kujer Altun de neda
11:23 ‘Li girtîgehan polîtîkaya kuştinê ya demdirêj dimeşînin’
11:21 Dorpêça li ser Timoqê didome: Çi karê kesekê 80 salî di girtîgehê de heye?
11:15 Serokkomarê Iraqê Salih: Êrişên Tirkiyeyê nayên qebûlkirin
11:09 Ji partî û rêxistinên sivîl ên Bakur bang: Divê hemû kurd li dijî şerê Tirkiyê û helwesta PDK'ê derkevin
10:58 Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Êriş ji bo selametiya AKP-MHP'ê ne
10:29 MXDŞ: Em ê li ber xwe bidin û destkeftiyên xwe biparêzin
10:02 Taşçier: Ji ber çêkirina dîwarê Şengalê dê dîrok PDK’ê efû neke
09:41 Sadr bertek nîşanî şerê Tirkiyeyê da
09:24 Çiyayê Cûdî bi kulîlkên kesk, sor û zer xemilî
09:19 Wezareta Parastinê: Di şer de serpelek hate kuştin
09:16 Xelkê Amedê: Divê PDK dev ji xiyanetê berde û bi gelê xwe re be
09:09 Girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir hat îşkencekirin
09:09 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye 46 roj in di hucreyê de ye
09:09 Endamê KNK'ê yê berê Hîcab: PDK zirarê dide destkeftiyên kurdan
09:08 Hilberînerên mişmişan ên Meletiyê: Bila ev der bibe 'Herêma Afetê'
09:07 Kaçmaz: Çavkaniya krîz aborî jî û îşkenceya li welêt jî tecrîd e
09:07 Di projeya qeyûm de li gorî şertnameyê tevnegariyan û kevirê erzan bi kar anîn
09:06 Endama RJAK'ê Reşîd: Herêma Kurdistanê ji bo jinan biewle nîne
09:03 Bi salan e Tirkiye û PDK cenazeyên zarokên wan desteser kiriye
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:52 Artêşa Iraqê careke din êrişî Şengalê kir
08:34 HDP’ê bersiva Kiliçdaroglu da: Gelo çareseriya te ev e?
18/04/2022
22:27 Ji Amedê gelek balafirên şer rabûn
19:42 Rihayî bûn mêvanê 'Sifra Edaletê' ya malbata Şenyaşarê
19:05 Artêşa Iraqê êriş bir ser Asayişa Êzidxanê
18:36 Li gundê Timoqê Yildirim ê 80 salî jî hat girtin
18:20 HDP: Ev şer, şerê dirêjkirina temenê desthilatê ye
16:43 'Heta edalet bicih were em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin’
16:41 Li Amedê ji 66 kesan 4 kes hatin girtin
16:20 Parêzerê ku polîs ew birîndar kiribû ji nexweşxaneyê hat derxistin
15:53 Wê HDP sibê parastina xwe radestî AYM'ê bike
15:27 Li Enqere, Îzmîr û Wanê bernameyên 1’ ê Gulanê hatin aşkerekirin
15:21 Beştaş: Desthilata ku nikare krîza navxweyî çareser bike şerekî nû da destpêkirin
15:20 Zaroka ku bi ceyranê ve zeliqî jiyana xwe dest da
15:04 ‘Ya girîng azadiya gelê me ye’
14:41 Şandeya ÎHD, OHD û Baroya Amedê: Li Girtîgeha Amedê îşkence hatiye kirin
14:10 Êrişa li dijî daxuyaniya 1’ê Gulanê şermezar kirin: Dê li her deverê xurt bê pîrozkirin
13:55 Emîne Şenyaşar cara 16’emîn ji bo îfadeyê birin qereqolê
13:41 Li Pirsûsê gengeşiya DEDAŞ’ê: 2 kes hatin binçavkirin
13:28 Bi stickeran bal kişandin ser tecrîd û zextên li girtîgehan
13:21 Li herêmên Zap û Avaşînê pevçûnên dijwar
12:56 Beyanên têtîkkêş Altûn û kesên li otelê mabûn di heman dosyayê de ne
12:50 Li gorî Konjonkturê dozê vekirine
12:31 Derbarê rojnamevan Şahîn de wê mutalaa were amadekirin
12:27 Dayika Ferhan Yilmaz: Kurê min hate kuştin
11:44 Bi hevkariya AKP-PDK'ê operasyoneke nû dest pê kir
11:32 ‘Dozger ji bo girtina Karabaş sûc afirand’
10:52 Li Hezroyê DEDAŞ cezayên fahîş li gundiyan dibire
10:51 Li ser sînorê Îranê du welatî bi îşkenceya tazî re rûbirû man
10:51 Înfaza Sîncar ji ber cezayê dîsîplînê yê beriya 17 salan hate şewitandin
09:14 PDK hêzên xwe sewqî Kurêjaro dike
09:00 Derbarê 3 kesên êrişî avahiya HDP’a Yuregirê kiribûn de doz hat vekirin
09:00 ‘Li pişt tundiya polîsan mekanîzma parastinê ya meqamên îdarî heye’
09:00 ‘Gardiyan wek çeteyan tevdigerin’
09:00 Biryara dozvenekirinê ji bo dosyeya penaberê kuştî hat dayîn
09:00 Ji bo xwezaya xwe ji 7 salî heta 70 salî têdikoşin: Ev der xaka me ye
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2022'YAN
17/04/2022
22:38 Derbarê bavê Denîz Poyraz de doz hat vekirin
22:30 Tirkiye herêma Zap, Metîna û Avaşînê bombebaran dike
20:27 Li Wanê 101 penaber hatin binçavkirin
16:51 Li quntarê Çiyayê Cûdî Cejna Paskalyayê
16:39 Êrişa li dijî HDP’a Edeneyê hate protestokirin
16:23 Platforma Demokrasiyê: Bi projeyên xwe xelkê Amedê neçarî koçberiyê dikin
16:14 Encama hilbijartina Odeya Bijîşkan a Amedê diyar bû
15:50 ‘Dawiya AKP’ê hatiye lewma bi destê çeteyan êrişî şoreşgeran dike’
14:11 Li dijî avahiya HDP’ê ya Çukurovayê êriş hate kirin
14:11 Artêşa Tirkiyeyê li Biradostê 12 ciwan girtin û aqûbeta wan nayê zanîn
13:52 Sancar: Dem dema bi cih anîna peyamên Newrozê ye
12:12 Tevî biryara dadgehê jî înşaeta mizgeftê didome
11:48 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin