Ji partî û rêxistinên sivîl ên Bakur bang: Divê hemû kurd li dijî şerê Tirkiyê û helwesta PDK'ê derkevin

  • rojane
  • 11:09 19 Nîsan 2022
  • |
img

AMED - KCD, DBP, TJA, HDP, Dayikên Aştiyê û gelek rêxistinên sivîl bi daxuyaniyeke hevpar êrişa li dijî Herêma Federal a Kurdistanê ku bi hevkariya PDK’ê tên kirin şermezar kirin û bang li tevahiya kurdan kirin ku li dijî şerê Tirkiyeyê ku bi hevkariya PDK’ê dike xwedî helwest bin û bertek nîşan bidin.

 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Dayikên Aştiyê, Komeleya 78’an, Komeleya Piştgirî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Winda Kirin (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Med (MED-TUHAD-FED), Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê, Komeleya Piştevaniya Civakî ya bi Koçberan re û Çandê (GOÇ-DER)  têkildarî operasyona Tirkiyeyê ya ku bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê daye destpêkirin daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz, Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP’ê Feleknas Uca, endamên Dayikên Aştiyê û nûnerên gelek saziyên demokratîk ên bajêr amade bûn. Daxuyanî li pêşiya avahiya DBP’ê ya Amedê hate dayîn. Daxuyaniya bi kurdî ji hêla Feleknas Uca û ya bi tirkî jî ji hêla Saliha Aydenîz ve hate xwendin. 
 
 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Hikûmeta AKP-MHP’ê bi rûxandina maseya Muzakereya Demokratîk re dawî li Peymana Dolmabahçeyê anî û ji  Darbeya 7’ê Hezîranê heta niha li Tirkiyeyê polîtîkayên herî giran ên şer, înkar û îmhayê yên li ser gelê kurd û gelên Tirkiyeyê didomîne. Pirsgirêka kurd a ku pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê ye. Li şûna vê pirsgirêkê bi rêbazên muzakereyên demokratîk çareser bike, israra xwe ya di polîtîkayên şer de didomîne. Ev pêvajoya ku bi tecrîda Îmraliyê dest pê kir, bi dagirkirina herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên Rojava, bi girtina wekîlên hilbijartî, bi destê qeyûman ve desteserkirina şaredariyan, bi îşkence û qetlîamên li dijî girtiyên siyasî yên di zindanan de, bi operasyonên li dijî xebatkarên siyaseta demokratîk û gelê kurd, bi komploya girtina HDP’ê, girtin, îşkence û qetlîaman bênavber berdewam kir. Li gel van pêkanînan jî gelê kurd serê xwe netewand û berxwedana xwe hîn mezintir kir. 
 
ÊRIŞAN DUH ENCAM NEDAN Û DÊ ÎRO JÎ NEDIN
 
Di Newroza 2022’yan de bi milyonan kes herikî qadan û helwesta xwe nîşan dan. Xuyaye ku AKP-MHP ji bo parastin û domandina desthilatdariya xwe, dixwaze êrişên xwe zêdetir bikin. Ji Newrozê heta niha bi hezaran welatiyên me yên li Kurdistanê, di encama operasyonên çavtirsandinê de hatine binçavkirin û girtin. Lê belê ev pêkanîn çawa ku duh encam nedan, îro û sibe jî dê encam nede. Em êrişa artêşa Iraqê ya duh a li ser Şengalê jî li gel vî şerê qirêj bi tundî şermezar dikin û diyar dikin ku em bi têkoşîna gelê Şengalê re ne.
 
JI BO RAYA GIŞTÎ YA KURD BANG
 
Li ser vê bingehê em bi taybetî jî bang li gelê kurd, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, rewşenbîr û hunermendên kurd, komên olî û rayedarên Kurdistanê dikin ku li hemberî vî şerê qirêj, li hemberî hemû hêzên ku di vî şerî de cih digirin û PDK’ê bi helwesteke hevpar berteka xwe nîşan bidin û xwedî li berjewendiyên civakî yên gelê kurd derkevin.
 
BANG LI GELÊN TIRKIYEYÊ KIRIN
 
Ev polîtîkayên şer ên qirêj, îmha û înkarê tenê bandorê li gelê kurd nake. Gelên Tirkiyeyê jî di dîroka xwe de bi talana herî mezin a siyasî, aborî û xwezayî re rû bi rû mane. Heta ku  pirsgirêka kurd çareser nebe, ev pirgirêkên piralî jî ji holê ranabin. Ên ku hêviya vê yekê dikin jî  di nav xeletiyeke mezin de ne. Ên ku li hemberî şerên li herêmê û cîhanê bertek nîşan didin û li hemberî êrîşên li dijî gelê kurd û gelê Kurdistanê bêdeng dimînin, şirîkê van polîtîkayên şer in. Ên ku êrîşên dagirkeriyê û şerên hegemonyayê yên ku li ser axa Filistînê û Ukraynayê pêk tê, bi awayeke tund şermezar dikin û helwesta xwe nîşan didin; Heta ku heman helwestê  li hemberî polîtîkayên şer û înkarê yên li ser Kurdistanê û gelê Kurd jî nîşan nedin, divê neyê hêvîkirin ku Tirkiye bibe welatekî demokratîk.
 
Em bang li hemû şoreşger, sosyalîst, demokrat û rewşenbîr-hunermendên Tirkiyeyê dikin ku li dijî van polîtîkayên şer bi gelê kurd re bin. Ev şer herî zêde bandorê li civaka Tirkiyeyê dike û wê ev bandor bidome. Roj bi roj wê rejîma dîktatorî pêş bikeve, demokrasî lawaz bibe, talana aborî berdewam bike.
 
Li ser vê bingehê em bang li hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku li hemberî van polîtîkayên şerê qirêj, siyaseta aştiyê pêş bixin û bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin.”
 
Saziyên ku daxuyanî îmze kirin ev in: “KCD, DBP, HDP, TJA, Dayikên Aştiyê, Komeleya 78’an, MEBYA-DER, MED-TUHAD-FED, MER-DER, Komeleya Çandê ya Dîcle Firat û GOÇ-DER.” 
 
DAYIKÊN AŞTIYÊ: SADDAM WE JÎ ELIMANDIYE KÎMYASALÊ 
 
Piştî daxuyanî hat dayîn, endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Hava Kiran jî axivî û wiha got:
 
“Em wek dayikan bangî Barzanî dikin. Êdî navê birêz ji ser zimanê me çûye. Yanî eger wî Helebceyê ji bîra kiribe, ‘dibê elîf û bê ez elimandim dersek çê’. Saddam jî wî elimand dersa kîmyasalê, şidetê, kuştinê, girtinê. Wî dersa Saadam hilanî ye. Wî dersa însanetiyê hilneda ye. Gelê kurd wek lîderekî lê dinêrî. Eger wextê ku Saddam qulîbî kêfa gelêk urd hat. Kurdên bakur gotin, ‘me lingek Kurdistanê li başûr danî’. Lê mixabin me nizanibû dijminê herî giran ji xwe re çêkiriye. Îro zarokên kurdan ji bo azadiya vî gelî, li başûr berxwedanek mezin dikin. Lê ew qatilê zarokên kurd û tirkan tev de ye. Eger li çiyayê Kurdistanê bombebaran dibe, ev tiştek ne ji rêzê ye. Em wî şermezar dikin. Em dibêjin te Helebce, zilma Saddam ji bîra kir, lê tu jî bûyî Saddamê duyemîn. Di demek nêzîk de ew ê destê dayikan di qirika we de be. Yê we jî hema eşîrkî tenê ye, xwe bi xwe ye.” 
 
 
 
 

Sernavên din

20/04/2022
09:00 Xelkê Amedê: Dewlet dixwaze kurdan bêvîn bihêle
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2022'YAN
19/04/2022
21:06 Li Kampa Holê 3 jin hatin qetilkirin
21:00 Gelê Sinûnê: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
20:14 Dayikên Aştiyê û TJA bûn mêvanê 'Sifra Edaletê'
19:13 Amed di bin toz û telazê de ma
17:29 Bêbextî li kesên di lêpirsîna Kobanê de hatin binçavkirin ferzkirin
17:10 ÎHD'ê rapora binpêkirina mafên jinan aşkere kir
16:44 Parastina HDP’ê pêşkêşî AYM’ê hat kirin
16:37 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî şer dan: Dê ev şer jî encam nede
16:37 Walitiyê îşkenceya li Timoqê piştî 20 rojan red kir
16:34 Cerdevanan li Bestayê dîsa dest bi birîna daran kirin
16:24 Di doza malbata Diril de Apro Diril dîsa hat girtin
16:19 Nobeta Edaletê ya li Wanê veguhestin pêş girtîgehê
16:09 Di bin navê ‘hevdîtina li gel midûr’ de wan sewq kirin
16:02 Doza Komkujiya Konyayê: 2 deqe dîmen jê hatiye birin
15:58 OHD’ê ‘cihekariya’ li girtîgehên Rihayê kir rapor
15:47 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan beraet bû
15:14 Sancar: Îktidar dixwaze bi vî şerî emrê xwe dirêj bike
14:47 Malbatên Nobeta Edaletê: Bila çareseriyekê bo zarokên me bibînin
14:38 YNK: Berpirsyarê êrişên Tirkiyeyê PDK ye
14:03 Çapemeniya cîhanê li Ûkraynayê dijî şer li Kurdistanê şer diparêze
13:46 Li Girtîgeha Qubînê îşkence heye!
13:34 Malbata Şenyaşar: Lêgerîna me ya edaletê di bin zilmê de berdewam dike
13:25 Doza rojnamevan Hayrî Demîr taloq bû
13:16 14 roj in di greva birçîbûnê de ne
12:51 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
12:39 Çapemeniya AKP’ê bû cara 8’an ku manşeta ‘operasyona dawî’ lê dike
12:31 Li Qilêbanê karkerek hat binçavkirin
11:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:24 BTK’ê agahiyên derbarê kujer Altun de neda
11:23 ‘Li girtîgehan polîtîkaya kuştinê ya demdirêj dimeşînin’
11:21 Dorpêça li ser Timoqê didome: Çi karê kesekê 80 salî di girtîgehê de heye?
11:15 Serokkomarê Iraqê Salih: Êrişên Tirkiyeyê nayên qebûlkirin
11:09 Ji partî û rêxistinên sivîl ên Bakur bang: Divê hemû kurd li dijî şerê Tirkiyê û helwesta PDK'ê derkevin
10:58 Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Êriş ji bo selametiya AKP-MHP'ê ne
10:29 MXDŞ: Em ê li ber xwe bidin û destkeftiyên xwe biparêzin
10:02 Taşçier: Ji ber çêkirina dîwarê Şengalê dê dîrok PDK’ê efû neke
09:41 Sadr bertek nîşanî şerê Tirkiyeyê da
09:24 Çiyayê Cûdî bi kulîlkên kesk, sor û zer xemilî
09:19 Wezareta Parastinê: Di şer de serpelek hate kuştin
09:16 Xelkê Amedê: Divê PDK dev ji xiyanetê berde û bi gelê xwe re be
09:09 Girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir hat îşkencekirin
09:09 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye 46 roj in di hucreyê de ye
09:09 Endamê KNK'ê yê berê Hîcab: PDK zirarê dide destkeftiyên kurdan
09:08 Hilberînerên mişmişan ên Meletiyê: Bila ev der bibe 'Herêma Afetê'
09:07 Kaçmaz: Çavkaniya krîz aborî jî û îşkenceya li welêt jî tecrîd e
09:07 Di projeya qeyûm de li gorî şertnameyê tevnegariyan û kevirê erzan bi kar anîn
09:06 Endama RJAK'ê Reşîd: Herêma Kurdistanê ji bo jinan biewle nîne
09:03 Bi salan e Tirkiye û PDK cenazeyên zarokên wan desteser kiriye
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:52 Artêşa Iraqê careke din êrişî Şengalê kir
08:34 HDP’ê bersiva Kiliçdaroglu da: Gelo çareseriya te ev e?
18/04/2022
22:27 Ji Amedê gelek balafirên şer rabûn
19:42 Rihayî bûn mêvanê 'Sifra Edaletê' ya malbata Şenyaşarê
19:05 Artêşa Iraqê êriş bir ser Asayişa Êzidxanê
18:36 Li gundê Timoqê Yildirim ê 80 salî jî hat girtin
18:20 HDP: Ev şer, şerê dirêjkirina temenê desthilatê ye
16:43 'Heta edalet bicih were em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin’
16:41 Li Amedê ji 66 kesan 4 kes hatin girtin
16:20 Parêzerê ku polîs ew birîndar kiribû ji nexweşxaneyê hat derxistin
15:53 Wê HDP sibê parastina xwe radestî AYM'ê bike
15:27 Li Enqere, Îzmîr û Wanê bernameyên 1’ ê Gulanê hatin aşkerekirin
15:21 Beştaş: Desthilata ku nikare krîza navxweyî çareser bike şerekî nû da destpêkirin
15:20 Zaroka ku bi ceyranê ve zeliqî jiyana xwe dest da
15:04 ‘Ya girîng azadiya gelê me ye’
14:41 Şandeya ÎHD, OHD û Baroya Amedê: Li Girtîgeha Amedê îşkence hatiye kirin
14:10 Êrişa li dijî daxuyaniya 1’ê Gulanê şermezar kirin: Dê li her deverê xurt bê pîrozkirin
13:55 Emîne Şenyaşar cara 16’emîn ji bo îfadeyê birin qereqolê
13:41 Li Pirsûsê gengeşiya DEDAŞ’ê: 2 kes hatin binçavkirin
13:28 Bi stickeran bal kişandin ser tecrîd û zextên li girtîgehan
13:21 Li herêmên Zap û Avaşînê pevçûnên dijwar
12:56 Beyanên têtîkkêş Altûn û kesên li otelê mabûn di heman dosyayê de ne
12:50 Li gorî Konjonkturê dozê vekirine
12:31 Derbarê rojnamevan Şahîn de wê mutalaa were amadekirin
12:27 Dayika Ferhan Yilmaz: Kurê min hate kuştin
11:44 Bi hevkariya AKP-PDK'ê operasyoneke nû dest pê kir
11:32 ‘Dozger ji bo girtina Karabaş sûc afirand’
10:52 Li Hezroyê DEDAŞ cezayên fahîş li gundiyan dibire
10:51 Li ser sînorê Îranê du welatî bi îşkenceya tazî re rûbirû man
10:51 Înfaza Sîncar ji ber cezayê dîsîplînê yê beriya 17 salan hate şewitandin
09:14 PDK hêzên xwe sewqî Kurêjaro dike
09:00 Derbarê 3 kesên êrişî avahiya HDP’a Yuregirê kiribûn de doz hat vekirin
09:00 ‘Li pişt tundiya polîsan mekanîzma parastinê ya meqamên îdarî heye’
09:00 ‘Gardiyan wek çeteyan tevdigerin’
09:00 Biryara dozvenekirinê ji bo dosyeya penaberê kuştî hat dayîn
09:00 Ji bo xwezaya xwe ji 7 salî heta 70 salî têdikoşin: Ev der xaka me ye
09:00 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2022'YAN
17/04/2022
22:38 Derbarê bavê Denîz Poyraz de doz hat vekirin
22:30 Tirkiye herêma Zap, Metîna û Avaşînê bombebaran dike
20:27 Li Wanê 101 penaber hatin binçavkirin
16:51 Li quntarê Çiyayê Cûdî Cejna Paskalyayê
16:39 Êrişa li dijî HDP’a Edeneyê hate protestokirin
16:23 Platforma Demokrasiyê: Bi projeyên xwe xelkê Amedê neçarî koçberiyê dikin
16:14 Encama hilbijartina Odeya Bijîşkan a Amedê diyar bû
15:50 ‘Dawiya AKP’ê hatiye lewma bi destê çeteyan êrişî şoreşgeran dike’
14:11 Li dijî avahiya HDP’ê ya Çukurovayê êriş hate kirin
14:11 Artêşa Tirkiyeyê li Biradostê 12 ciwan girtin û aqûbeta wan nayê zanîn
13:52 Sancar: Dem dema bi cih anîna peyamên Newrozê ye
12:12 Tevî biryara dadgehê jî înşaeta mizgeftê didome