Bêbextî li kesên di lêpirsîna Kobanê de hatin binçavkirin ferzkirin

  • rojane
  • 17:29 19 Nîsan 2022
  • |
img
ENQERE - Dema 48 kesên di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de hatine binçavkirin cara duyemîn hate dirêjkirin. Kesên li dadgeriyê hatin guhdarkirin diyarkirin ku rastî îşkenceyê hatine. Atalay Bayrak bi lêv kir ku jê hatiye xwestin ku bêbextiyê li kesên di bin çavan de bike. 
 
Di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daye destpêkirin de ji 91 kesên ku derbarê wan de biryara girtinê hatibû dayîn 48 jê hatibûn binçavkirin. 48 kes îro derxistin dadgeriyê. 
 
DOZGERIYÊ XWEST DEMA BINÇAVKIRINÊ WERE DIRÊJKIRIN
 
Dozgeriyê ji ber “dosyaya lêpirsînê berfireh e, komkirina delîlan bi zehmet e, materyalên dîjîtal ên li ser gumanbaran nehatine lêkolînkirin, kirariyên îfadeyan berdewam dike” xwest cara duyemîn dema binçavkirinê were dirêjkirin. 
 
CARA EWIL HATIN GUHDARKIRIN
 
48 kesên di saetên serê sibê de anîn Edliyeya Enqereyê û derxistin 3’yemîn Dadgeha Cezayê Sûlh a Enqereyê têkildarî daxwaza dozger îfadeyên wan hatin wergirtin. Kesên hatine binçavkirin bi bîr xistin ku 8 roj in di bin çavan de ne, diyar kirin ku şertên nezaretxaneyê li dijî mafên mirovan e” û xwestin demildest bên berdan. 
 
EZ Û HEVJÎNA MIN DI BIN ÇAVAN DE NE’
 
Mûrat Kaçar ê di bin çavan de wiha got: “Ez û hevjîna xwe li vir in. Me zarokekî 4 salî heye. Ev 8 roj in hem her du jî di bin çavan de ne. Di 8 rojan de îfadeyên me nehatine wergirtin. Dixwazim îfadeya min were girtin û demildest bêm berdan.”
 
‘XWESTIN EZ BÊBEXTIYÊ BIKIM’
 
Atalay Bayrak ê îfadeya wî hat wergirtin jî diyar kir ku 8 roj in di bin çavan de ye, di vê pêvajoyê de tu kirarî nehatine kirin û wiha got: “Ji min xwestîn ku derbarê kesên di bin çavan de bêbextiyê bikim. Ji ber ku min ew kes min nas nedikirin derbarê kesê de min îfade neda. Kirariyên binçavkirinê bêhiqûqî ne. Dixwazim demildest bêm berdan.”
 
DI BIN ÇAVAN DE KESÊN 75 Û 77 SALÎ HENE
 
Şahîn Eroglû jî bi lêv kir ku 77 salî ye û xwest demildest bê berdan. Necmettîn Aslan jî da zanîn ku 75 salî ye û got: “Ez naxwazim dema binçavkirinê were dirêjkirin. Pirsgirêkên min ên tenduristiyê hene. Dibe ku ez qeyranê derbas bikim.”
 
‘LI MIDURIYETA POLÎSAN ÎFADEYA MIN NIKARE WERE GIRTIN’
 
Metîn Kilavûz ê hate binçavkirin jî wiha got: “Ez 25 sal in parêzeriyê dikim. Binçavkirina me li dijî hiqûqê ye. Ji ber ku ez parêzer im li miduriyeta polîsan nikare îfadeya min were girtin. Em mexdûr in. Ez dixwazim îfadeya min bê wergirtin û demildest bêm berdan.”
 
KESÊN KU BERAET KIRINE JÎ HENE
 
Gelek kesên din ên hatin binçavkirin jî diyar kirin ku têkildarî van îdiayan beriya niha jî hatine darizandin berat kirine û bi dosyayeke dubare re rûbirû ne. 
 
DESTÊN WAN BI PAŞ VE KELEMÇE KIRIN
 
Mûstafa Demîr jî anî ziman ku ji ber bi paş ve kelemçekirin nikare destê xwe yê rastê bikarbîne û got: “Ev dosyeyeke dubare ye. Dixwazim demildest bêm berdan.” Nîzamettîn Onar jî ragihand ku destên wî bi paş ve hatine kelemçekirin û got: “Ez bi heman îdiayan hatim darizandin û beraet kir. Dixwazim demildest bêm berdan. Huseyîn Vûral jî destnîşan kir ku destên wan bi paş ve hatine kelemçekirin û xwest were berdan. 
 
DEMA BINÇAVKIRINÊ HATE DIRÊJKIRIN
 
Dadgeriyê piştî ifadeyên daxwaza dozger a têkildarî dema dirêjkirina binçavkirinê qebûl kir û biryara ku dosyayê careke din bişîne dozgeriyê da. 
 
Biryara veşartî ya li ser dosyayê didome, kesên hatin binçavkirin careke din birin miduriyeta polîsan. 
 

Sernavên din

22/04/2022
12:51 Malbata Şenyaşar: Ji ber ku dozger teref digire zilm didome
12:35 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 17’emîn de ye
12:31 Koyluoglû: Xeta PDK’ê li ser perçekirina kurdan e
12:08 Pirsa ecêb a ‘Lêpirsîna Kobanê’: Gelo têkiliya te bi Fona Sîgortaya Bêkariyê re çi ye?
10:58 Li Kurêjahro şerek dijwar diqewime
10:47 Koç: Rojhilata Navîn li ser Kurdistanê tê dîzaynkirin
10:47 Tirkiyeyê êrişî Kobanê kir
10:06 Polîsan bi ser HDP’a Bazîdê de girtin: 3 kes hatin binçavkirin
10:02 Li Rihayê wesayît kete qenala avê: 3 kes mirin 2 kes jî winda bûn
09:42 Jina ku li Qilebanê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
09:03 Ji ber Facebookê doz li welatiyê 74 salî vekirin!
09:03 Leşkerê ku li dijî PKK'ê şer kiriye: Ez bi têkneçûna PKK'ê baş dizanim
09:03 Qedexeya li gundê Timoqê 24 roj in didome
09:03 'Ev pergal wisa nabe werin em bi hev re wê biguherînin'
09:03 Ji ber gotina 'em gotinên wî lê vedigerînin' li Çaglar Demîrel doz hat vekirin
09:03 Pirsa Dayikên Aştiyê ya ji Barzanî: Birayê te kî ye?
09:03 Dayikên Aştiyê bang kirin: Divê hemû kurdên welatparêz li dijî vî şerî bisekinin
09:03 Bi operasyonê re dest bi birîna daran jî kirin: Dawî li talankirina xwezayê bînin
09:02 ‘Zarokên girtî rastî tundî, heqaret û lêdanê tên’
09:00 Şeniyên Amedê: Sedema krîza aborî, şer e
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2022'YAN
21/04/2022
20:28 Koma Dostaniya Kurdan a YE’yê êrişên Tirkiyeyê şermezar kir, ji bo muzakereyê bang kir
19:36 Yenî Yaşam abonetiya e-Gazete dide destpêkirin
18:15 MLSA'yê ji bo rojnamevan Turfent serî li DMME'yê da
17:43 Til Temir hat bombekirin: 3 kes birîndar bûn
16:40 Xizmên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin
16:03 PYD: Em li dijî şerê qirkirin û xiyanetê ne
15:21 Kedkar çûn serdana malbata Şenyaşar
14:24 Xizmên girtiyan: Hewceye gavên şênber bên avêtin
14:03 Li Rûsyayê êrişên Tirkiyeyê û PDK hate şermezarkirin
13:53 Meletiyan lêgerîna zêran şermezar kir
13:53 ÎHD: Penaberekê ku hewl didan bi darê zorê li welatê wî vegerînin xwe kuşt
13:35 Gelê Wanê vexwendin 1’ê Gulanê: Li dijî faşîzmê werin têkoşînê
12:21 Gunay: Divê gel, partî û rêveberiya Başûr li dijî dagirkeriyê rabin
12:21 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Serokwezîrê berê yê Iraqê Malikî li dijî êrişa Tirkiyeyê derket
11:49 Malbata Şenyaşar: Eynika edaletê li pêş Edliyeya Rihayê ye
11:48 Danişîna doza Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
11:44 Kasal ê li Sîlîvriyê ji ber îşkenceyê neçar ma întîhar bike bi dayika xwe re hevdîtin kir
11:26 Hevserokê KNK'ê Karamus: PDK dixwaze Başûr bike vîlayeta Tirkiyeyê
11:16 Li ber avahiya TUGVA'yê teqîn pêk hat
11:15 CPT nexşe weşand: Tirkiye hewl dide li Başûr 5 baregehên nû ava bike
10:40 Togrûl greva birçîbûnê bir rojeva meclisê
10:39 Rojnamevan Işik: Ev şer wê xetereyê bide siberoja Tirkiyeyê
09:48 Cerdevanan li Çiyayê Gabarê jî dest bi birîna daran kirin
09:13 Bajar bi madenvaniyê talan kirine: Armanc Meletiyeke sertewandî ye
09:10 Muslum Karak ê ji ber kurdbûna xwe bedêlên giran daye: Çi hewce be em hazir in
09:08 Rojnamevaniya kurdî 124 salî ye: Ava behrê bi vexwarinê naqede
09:08 Rojnameger Kaya: Ev şer dê pêşeroja kurdan diyar bike
09:07 ‘PDK xiyanetê li gelê kurd dike’
09:06 Ji ber înşeata qeyûm hindik maye dêra sûryaniyan hilweşe
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:58 YBŞ: Artêşa Iraqê bi zextên PDK û Tirkiyeyê êrişî Şengalê dike
20/04/2022
23:17 Wezareta Karên Derve ya Iraqê Erdogan li derewê qeliband
23:01 Silêmanî bi meşeke girseyî êriş şermezar kirin
20:52 Barzanî li xwe mikur hat: Tirkiye ji sînorê me êrişê dibe ser PKK'ê
20:32 KCD û DBP bûn mêvanê Sifra edaletê
17:09 Tirkiyeyê li Kobanê ji hewayê ve êriş bir ser wesayîtekê
17:01 Li Stenbolê banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
16:49 Kurtalan: Girtî tên kuştin, dibêjin ‘întîhar kiriye’
16:45 Parlamenterê Iraqê: Li pişt êrişê Hikûmeta Kazimî heye
16:24 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Li Şengalê bi êrişan re Çarsema Sor jî hat pîrozkirin
15:47 Di Nobeta Edaletê de banga ji bo Barzanî: Aqilê xwe bîne serê xwe û birayê xwe nekuje
15:44 TJA: Divê PDK dest ji xeletiyê berd e
15:33 Ji ber gendeliyê cîgirê qeyûm ji wezîfeyê hat girtin
15:32 Di êrişa doza Dedeogullari de daxwazên parêzeran hatin redkirin
15:32 Erdogan ji bo hevkariyê spasiya Barzanî kir
15:01 Mazlum Dûrsûn ê ku berdana wî salek hat taloqkirin tehliye bû
15:01 Malbatên girtiyan: Kaygusuz ê ku dest û lingên wî tune ne çima nayê berdan?
14:42 Parêzer xwest ku doza MEBYA-DER’ê bê betalkirin
14:42 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogullari de polîs bi nakokî axivîn
14:22 Malbatên girtiyan astengkirina polîsan şermezar kirin
13:48 RTUK’ê cezayê pere li Amed Radyoyê birî
13:47 Mesrûr Barzanî li Londonê hat şermezarkirin
13:34 Ûca bertek nîşanî êrişa Şengalê da: Siyaseta şer wê wan ji hilweşînê xelas neke
13:32 HDK: Em li dijî şer rabin û bêdeng nemînin
13:32 Xwê û şekirê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
13:06 Li Amed û Dersimê gelek kes hatin binçavkirin
12:58 Elî Kerîmî: PDK parçeyeke Împaratoriya Osmanî ya nû ye
12:51 Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê didomîne
12:34 Doza Dedeogûllari: Polîs li zeviya malbata kujer xebitîne
12:08 Ji duh heta îro operasyonên bêencam ên derveyî sînor
11:43 Dozger ji girtî re gotiye: Ez bûma min ê te bi dar ve bikira
11:30 Hizbûlaha Iraqê li dijî Tirkiyeyê banga çalakiyan kir
11:14 Dayikên Botanî bang li Barzanî kirin: Destên xwe ji xwîna zarokên me bikişînin
10:59 Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê bir rojeva AYM’ê
10:44 Parlamenterê YNK’ê: Ev êriş ne li dijî PKK’ê li dijî nasnameya kurdan e
10:11 DFG: Rojnamegeriya kurdî ruhekî nû da çapemeniya cîhanê
10:10 Hevserokên DBP û HDP’ê: Heke PDK dev ji vê siyaseta qirêjî bernede dê têk biçe
10:07 Dîcle: Statûya Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye
09:57 Qereqolê zarokên ku birîndar bûn sûcdar kirin: Hin kesan ji we re got li wir biteqînin?
09:44 Li dijî otobusa gardiyanan êriş pêk hat: Gardiyanek mir
09:00 Bi operasyonan re çûna zozanan jî tê astengkirin
09:00 Rojnamevan Denîz Aydin: Windayên Tirkiyeyê gelek in
09:00 Wanî: PDK tu qîmet ji xwe re nehiştiye
09:00 Hinceta şewitandina înfazê: Dev ji hevalên xwe bernedaye
09:00 Xulaseya sewalvaniyê: Lîtreya avê bi 8 TL, ya şîr bi 5 TL
09:00 Hevjîna Siddik Guler: Ji bo min her roj mirin e çavê min her tim li rê ye
09:00 Xelkê Amedê: Dewlet dixwaze kurdan bêvîn bihêle