Bi operasyonan re çûna zozanan jî tê astengkirin

  • rojane
  • 09:00 20 Nîsan 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Bi operasyona derveyî sînor a Tirkiyeyê, çûna zozanan a koçeran jî tê astengkirin. Koçerên ku çûna wan zozanan hatiye astengkirin destnîşan kirin ku wisa bidome dê heywanên wan zerikî bibin û bertek nîşan dan. 

Piştî ku Tirkiyeyê bi tevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê operasyon da destpêkirin, çûna zozanan a koçerên li herêmê jî tê astengkirin. Koçerên ku tevî hemû astengiyan jî dixwazin ku xwe bigihînin zozanan, her cara ku hewl didin rastî astengiyên eskeran tên. Bi vê re pezên koçeran bandoreke nebaş ji germayê distînin. Koçerên ku ji navçeya Nisêbîn a Mêrdînê û ji navçeya Şax a Wanê ji bo biçin zozanan hatine, li bendê ne pêşî li ber wan bê vekirin. 
 
Koçeran bertek nîşanî vê yekê da û xwestin demildest operasyon bi dawî bibe û pêşî li ber wan bê vekirin. 
 
'NASNAMEYÊN ME DESTESER KIRIN' 
 
Ji koçeran ê ku ji Nisêbînê hatine û hewl didin ku biçin navçeya Elbax a Wanê Şakîr Derveş (52) du rojin di rê de ye. Derveş, bertek nîşanî vê astengiyê da û got: " Ev 2-3 rojin em di rê de ne. Em dixwazin derbasî zozanên navçeya Elbax a Wanê bibim. Lê Walitiya Şirnexê destûr nade ku em derbas bibin. Ji duh heya niha leşker li pey me ne û nahêlin ku em li cihekî bisekinin. Em ji wan daxwaz dikin ku çûyina zozanan serbest bikin. Koçer guneh in. Hemû li pey hev ketine. Em nêçar in ku pezê xwe bibin zozanan. Heger ev pez neçe zozanan wê gelek zehmet bibe. Ne av heye, ne çêre heye û ne jî cihê ku em lê bisekinin heye. Dibêjin qedexe ye. Her sal ji me re dibêjin qedexe ye. Ji me re dibêjin heta 1'ê Gulanê divê hûn bisekin. Heta 1'ê Gulanê ev peze wê li ku derê biçêre, wê li ku avê vexwe û wê li ku bisekine? Em niha 20 kom bi hev re ne. Heta 2-3'ê rojên din wê bibe 100 kom. Kom jî dikevin pey hev, tên. Leşkeran ji me re got, em ê ceza li we bibirin. Jixwe nasnameyên me desteser kirine û hê nedane me. Êdî çi cezayê bidin me, ez nizanim. Nasnameyên hemû şivanan desteser kirine. Debara me li ser sewalkariyê ye. Êdî debar gelek zehmet bûye. Ev pez neçe zozanan nikare sax bimîne. Em mecbûr in ku pez bibin cihê hênik. Yan na wê gişt mirar bibe û zerik bibe. Em jî însan in, em dixwazin ku bi serbest biçin zozanan. Heger ku zozanan qedexe bikin wê nêçar bimînin ku pezê xwe bifiroşin û vê carê jî wê li ser navê sewalkariyê tiştek nemîne."
 
Ji koçerên ku ji navçeya Şax a Wanê hatine Durê Aksû (70), jî anî ziman ku her sal ew rastî hincetên bi vî rengî tên û wiha axivî: "Ev 5 sal in nahêlin ku em bi serbestî biçin zozanên xwe. Her sal vê demê vî tiştî tînin serê me. Carna dibêjin ji zilaman re qedexe ye,carna dibêjin ji zarokan re qedexe ye,carna jî dibêjin hûn neyên. Em heta ku kaxizan nestînin nahêlin em derbas bibin. Berê serbest bû. Her sal tiştekî dikin hincet ku em derbas nebin. Îsal jî çûne Besta dara dibirin û ji ber wê nahêlin em biçin. Berê tiştekî wiha tune bû. Par sê caran pezê me zîvirandin. Heywanên me hemû zerikî bûn. Hin dibêjin herin, hin dibêjin neçin. Keyfî tevdigerin. Ji me hez nakin û dibêjin bila kurd biqelin." 
 
SERÊ PEZÎ 190 LÎRE CEZAYÊ PERE JÊ RE BIRÎN
 
Ji koçeran Dîvalî Aksu (36) jî bilêv kir ku heta operasyon bi dawî nebin wê destûr neyê dayin ku ew derbas bibin û got: "Her di dema çûyînê de ji me re dibêjin qedexe ye. Ji me re dibêjin heta 1'ê Gulanê hûn ê bisekinin. Heta ku operasyonên xwe bi dawî nekin wê nehêlin ku em derbas bibin. Dema ku xelas bû û wê bibêjin derbas bibin. Rê nadin û herkesî didin sekinandin. Kaxiza destûrê didin û pişt re jî dibêjin, hûn ê serê pezî 190 lîreyan bidin. Serê pezî 190 lîre jî 30-40 hezar dike. Ev tişt nayê qebûlkirin. Debara me li ser pezî ye. Tenê karê me pezxwedîkirin e. Xwedîkirina pez jî zehmet bûye. Destûr bide jî û nede jî em ê biçin. Heta 1'ê Gulanê wê kî li vir bisekine? Heta sibê dusiban em ê biçin. Bihêlin û nehêlin jî em ê derbas bibin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

05/09/2022
16:32 Greva birçîbûnê ya girtiyên nexweş di roja 9’emîn de ye
16:25 Malbatên girtiyan ji Sîncanê bang kirin: Bêhiqûqiyan bi dawî bikin
15:59 Nerazîbûnên Semra Guzel: Kurd serî natewînin
15:31 ‘Bila kuştina Adem Kara bê ronîkirin’
15:25 Ji bo Meşa Cûdî bang kirin: Hemanên ekolojîk bi şer ji holê tê rakirin
14:11 Semra Guzel: Muxalefet jî perçeyek ji vî karî ye
13:01 Ferît Şenyaşar: Ev şerma rayedarên dewletê ye
12:38 ‘Doza Çepikan’ a jinan dê sibê bê dîtin
11:58 ANF: Di 3 rojan de 3 helîkopter hatin xistin
11:30 Di êrişên Tirkiyê de 110 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
11:14 Bêcezatî tundiyê zêde dike: Di meha tebaxê de 30 jin û 6 zarok hatin qetilkirin
10:56 Wezareta Parastinê: Helîkoptereke Skorsky ji ber ‘pirsgirêkên teknîkî’ ket
10:32 Girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 83 salî rakirin nexweşxaneyê
09:02 Şîrketên madenê xwezaya Pîranê wêran dikin
09:01 Turk: Hewldana dîmenên sertewandinê nîşaneya dijminatiya kurdan e
09:01 ‘Semra Guzel nîşan da ku kurd û jin serî natewînin’
09:00 20 rojnamevan bi îbareya ‘veşarî’ hatine fîşkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2022'YAN
04/09/2022
23:55 Xelatên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût diyarî rojnamevanên girtî hat kirin
19:38 Polîsan di binçavan de gefa kuştinê li ciwanê HDP’yî xwarin
18:23 Ji Semra Guzel peyam: Biryar siyasî ye, em ê bi ser bikevin
17:04 Hate îdiakirin ku jina ciwan întîhar kiriye
16:29 Li Metînayê piştî bombebaranê şewat derket
16:19 7 partî û rêxistin: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
16:08 ‘Em ê heta dawî vîna xwe biparêzin’
15:12 Baroya Şirnexê û Colemêrgê ji bo Semra Guzelê daxuyanî da
15:02 DAKAP: Bila desthilata mêr baş bizanibe ku em jin serî natewînin
13:35 Bûldan: Semra Guzel serê xwe netewand, ji desthilatê re bû ders
12:27 Malbata Şenyaşar: Em tenê edaletê dixwazin
12:26 Li Zapê helîkoptereke din hate xistin
12:06 DFG: 2 rojnamevanên din hatin girtin, hejmara rojnamevanên girtî derket 79'an
11:31 ‘Semra Guzel vîna 6 milyon hilbijêran e’
10:50 Bi çekê gef li rojnamevanan xwarin: Divê rêxistinê pîşeyî deng derxînin
10:03 Li Wanê bikaranîna hişbirê zêde bûye: Li ber deriyê dibistanan tê firotin
09:08 Rojnamevanê girtî Ataman: Lêgerîna tazî li min kirin
09:06 Li girtîgehê silavdayîn jî hatiye qedexekirin!
09:05 Li dijî lîsteya terorê 23 hezar îmze berhev kirine
09:01 Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê: Li herêmê tundî tê nixumandin
09:00 29 sal derbas bûn: Hem êşa wî hem jî serbilindiya wî mezin e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2022'YAN
03/09/2022
22:55 Parlementera HDP'ê Semra Guzel hat girtin
22:17 Semra Guzel: Xwestin serî bitewînim, lê min netewand
20:12 Semra Guzel bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
18:59 Îfadeya Semra Guzelê ya li dozgeriyê bi dawî bû
18:49 Binçavkirina Semra Guzelê şermezar kirin
16:59 Di çalakiya malbatên girtiyan de tundî û binçavkirin
16:36 Li Zapê helîkopterek Skorsky hat xistin
16:32 Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê banga berdana girtiyên nexweş kirin
16:32 Li Êlihê li kujerên Sîncar, Kiliç û Ozdemîr hatin pirsîn
15:26 Hewldan ku serê Semra Guzel bitewînin
14:57 Erdogan, bi Putin re axivî
14:51 Dayikên Şemiyê dê giliyê polîsên êriş birin ser wan bikin
13:43 Hat îdiakirin ku li Hezexê 2 leşker bi ‘xeletî’ birîndar bûne
13:24 Baroya Mêrdînê: Divê ji bo kuştina Kara lêpirsîn bê destpêkirin
13:17 Xizmên Windakiriyan xwestin kujerên Hatîce Atalay bên dîtin
12:58 Meclisa Jinan a HDP’ê: Semra Guzel îradeya me ye
12:51 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hefteyek ma
12:05 Semra Guzel sewqî edliyeyê kirin
12:05 Rojnamevanên gefa kuştinê li wan hat xwarin: Em li ser karê xwe ne
11:31 MÎT'ê 3 hunermendên Efrînî li Stenbolê revandin
11:04 Li 4 bajarên mezin rapirsî: HDP yekemîn e, AKP têk diçe
10:46 Ji Malbata Şenyaşar bo Bozdag: Di hiqûqê de cotstandartî heye
10:37 Girtiyê nexweş ku li ber mirinê ye hat tehliyekirin
10:24 ÎHD: Divê rayeya bikaranîna çekan a polîsan bê sînordarkirin
09:34 Parêzerên ku bi Guzel re hevdîtin kirin, îdiayan derewandin
09:07 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê: Armanc çareserkirina pirsgirêkan e
09:06 Dîroka bajêr bi xalîçeyan dide nasîn
09:04 Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê qedexeya Walîtiya Amedê de biryara binpêkirinê da
09:02 Rapora otopsiyê ya mirina bi guman: Bila bi lêpirsîna edlî bê ronîkirin
09:01 Încîn: Girtîgeh divê ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2022'YAN
02/09/2022
21:24 Semra Guzel hat binçavkirin
21:20 Genel-Îş: Dest nedin nanê karkeran
20:48 Kesên li Bazîdê hatin binçavkirin hatin berdan
17:34 ÎHD’a Rihayê ‘Nobeda Aştiyê’ da destpêkirin
16:15 Li girtîgehê mirina biguman
15:57 ‘Bila derbarê polîsên gef li rojnamegeran xwaribûn de lêpirsîn bê destpêkirin’
15:57 Gulîzar Kahraman: Ez naxwazim bêm kuştin
15:06 Bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin: Bila tecrîd bê rakirin
14:40 Sancar bertek nîşanî kuştina li Midyadê da: Bêcezahiştin bûyeran zêdetir dikin
14:37 Polîsan êrişî kesên li dijî hişbirê daxuyanî didan kir
14:25 Daxwaza di 1’ê Îlonê de derket pêş: Ji bo Abdullah Ocalan azadî
14:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:53 Lêpirsîna rojnameger Deger bi biryara neşopandinê bi encam bû
13:34 Polîsan li Wanê bi demançeyê gefa kuştinê li rojnamevanan xwar
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:14 Parêzer Sarica: Heke Tirkiye ‘mafê hêviyê’ pêk neîne wê danekirin bikevin rojevê
13:05 Ji şahidê veşarî yê Doza Kobanê îdiayên kopî bike-bizeliqîne
12:47 Emîne Şenyaşar: Heya edalet neyê ez ê ji vir ranebim
12:47 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:41 Şaredariya CHP’î piştî bertekan ji bo konserê eywan da
10:40 Li Cizîrê ciwanekî hewl da ku xwe bikuje
10:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Hakan Arslan bi meşaleyan meşiyan
10:11 Malbata ciwanê li Midyadê hat kuştin: Dewletê lawê me kuşt
09:39 Artêşa tirk êrişî nûçegihanên ANHA'yê kir
09:08 Birayê girtiyê nexweş Yalçin: Ev meseleya hemû civakê ye
09:06 'Oldarên piştgiriyê didin AKP'ê zilma wê rewa dikin'
09:04 'Neqşerêya Tifaqa Ked û Demokrasiyê amade ye'
09:02 'Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê muxalefeteke rast bike'
09:01 Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Bolûyê 'mafê sohbetê' qedexe kir