Ji duh heta îro operasyonên bêencam ên derveyî sînor

  • rojane
  • 12:08 20 Nîsan 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Tirkiyeyê ji sala 1983’yan heta niha bi mebesta “tunekirina PKK’ê” li dijî Herêma Federal a Kurdistanê 17 jê tevgerên sereke, bi dehan operasyonên leşkerî li dar xistin. Lê ne encamek jê girt û ne jî karî pirsgirêka kurd çareser bike. 
 
Tirkiye ku ev bi salane di pirsgirêka kurd de neçareseriyê ferz dike, hem li hundir û hem jî li derveyî welat li dijî siyasetmedar û gelê kurd êrişên xwe didomîne. Vê neçareseriyê jî bi operasyonên derveyî sînor hîn girantir dike. Di çarçoveya operasyonên ku navê “pence” lê kiriye û di sala 2019’an de dabûn destpêkirin, di 18’ê nîsanê de dîsa dest bi operasyoneke nû kir. Di çarçoveya vê êrişê de gelek deverên Herêma Federal a Kurdistanê bi balafirên şer, balafirên bêmirov (SÎHA) û bi helîkopteran bombebaran dike. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî ji hêla bejahî ve piştgiriyê dide Tirkiyeyê. 
 
Tevî ku Tirkiyeyê li dijî Herêma Federal a Kurdistanê gelek caran êriş pêk anîn, heta niha encamek bi dest nexistiye. Her carê bi beşdariya bi dehhezaran leşker û cerdevanan, bi balafirên şer û topan êriş dan destpêkirin lê nekarî hebûna kurdan a li herêmê tune bike. Asta şer her ku çû dijwartir kir. PDK ku di demên destpêkê de li dijî van êrişan derdiket, ji sala 1990’an û şûn de li gel piştgiriyê, her wiha gelek caran raste rast di şer de cih girt. 
 
Me, êrişên Tirkiyeyê yên ji demên berê heta niha kiribûn lê encamek jê negirtibûn dane ber hev. 
 
ÊRIŞA EWIL DI 1984’Ê DE KIRIN
 
Tirkiyeyê êrişa xwe ya ewil a li dijî Herêma Federal a Kurdistanê di sala 1984’an de kir. Di sala 1983’yan de di navbera Tirkiye û hikûmeta Iraqê de “Peymana Ewlekariya Sînor û Hevkariyê” hate îmzekirin û bi vê peymanê re derfet ji Tirkiyeyê re hate dayîn ku heta 10 kîlomîtroyan bikare bikeve nava xaka Başûr. Artêşa Tirkiyeyê di çarçoveya vê peymanê de, di 26’ê gulana sala 1983’yan de “Operasyona Şopandina Germ” da destpêkirin. Di operasyonê de 7 hezar leşker hebûn û ev leşker bi qasî 5 km’an ketin nava xaka başûrê Kurdistanê. Êrişên ku dem bi dem dihatin kirin, di 2’yê hezîrana sala 1983’yan de bi vekişîna leşkeran bi dawî bû. Di êrişên 11’ê cotmeha sala 1984’an ên li dijî herêmê de dîsa hêzên kurd hedef hatin girtin. Serokê PDK’ê yê wê demê Mesûd Barzanî bertek nîşanî wan êrişan dabû û di tîrmeha sala 1983’yan de jî bi protokola “Rêgezên Piştevaniyê yên PDK-PKK’ê” re tifaqek îmze kiribû. 
 
ÊRIŞA HEWAYÎ YA EWIL: BERTEKÊN QADA NAVNETEWEYΠ
 
Tirkiyeyê yekemîn car di 15’ê tebaxa sala 1986’an de li dijî Herêma Federal a Kurdistanê êrişa hewayî kir. Di 12’ê tebaxê de li Çelê ya Colemêrgê 14 leşker hatibûn kuştin û li ser vê yekê operasyon hatibû destpêkirin. Di operasyonê de 10 balafir û 8 hezar leşkeran cih girtibû. Di qada navneteweyî de yekemîn car Rêberê Lîbyayê Muammer Qedafî bertek nîşanî êrişên hewayî yên Tirkiyeyê dabû û gotibû ku ev êriş nayên qebûlkirin. Îranê jî bertekeke tund nîşan da û got ku ev bizava Tirkiyeyê nayê qebûlkirin û diyar kiribû ku kurdên sivîl hatine kuştin. Di demên piştre di 4’ê adara sala 1987’an de Tirkiyeyê bi beşdariya 30 balafirên şer, li dijî herêmê bombebaraneke giran pêk anîbû. Di van êrişan de Îran, Lîbya û PDK’ê bertekên tund nîşan dan. 
 
SALÊN 90’Î BI ÊRIŞAN DEST PÊ KIR
 
Tirkiyeyê di 4’ê tebaxa sala 1991’an de di serî de Xakûrkê, gelek deverên Herêma Kurdistanê di çarçoveya “Tevgera Gêzik” de bi dijwarî bombebaran kir. Piştî van êrişên di navberên cuda de hatine kirin, mezintirîn êriş di 12’ê cotmeha 1992’yan de hate kirin. Di êrişê de nêzî 15 hezar leşker, tank, helîkopter û balafirên şer cih girt. Êriş, 20 rojan berdewam kir, gelemperî li dijî Çiyayê Xantûrê hate kirin û Heftanîn jî rastî êrişeke dijwar a balafirên şer hat. 
 
Di êrişa 28’ê çileya 1994’an de jî herêma Zelê ya li nêzî Silêmaniyeyê ji hêla balafirên şer ên Tirkiyeyê ve bi dijwarî hate bombebarankirin. Artêşa tirk piştre bi tevlibûna 35 hezar leşkeran, di 21’ê adara 1995’an de bi sernavê “Tevgera Pola” operasyon da destpêkirin. Di serî de Heftanîn, gelek deverên Herêma Kurdistanê ji hêla balafirên şer ên Tirkiyeyê ve bi dijwarî hatin bombebarankirin. Di êrişê de 64 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. 
 
PIŞTÎ 1996’AN ÊRIŞ HÎN DIJWARTIR BÛN 
 
Operasyona bi navê “Atmaca” ku di şeva 5’ê nîsana sala 1996’an de li navçeyên Licê, Hêne, Pasûr û Dara Hênê hatiye destpêkirin, di demên piştre de veguhestin derveyî sînor. Di çarçoveya êrişê de gelek herêmên kurdan ji hêla bejahî û hewayî ve rastî êrişên dijwar hatin. Di operasyonê de zêdetirî 40 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Di 14’ê hezîrana heman salan de vêcarê di çarçoveya “Operasyona Şemaqê” de herêmên Botê, Sinat, Avaguzê, Birkê Evdal, Elagiş û Heftanînê ji hêla balafirên şer ve bi dijwarî hatin bombebarankirin. Her wiha di 30’ê kanûna sala 1996’an de jî artêşa Tirkiyeyê li dijî herêma Sinatê operasyon da destpêkirin û herêm bi dijwarî bombebaran kir. Di van êrişan de 11 leşker hatin kuştin. 
 
DI SALA 1997’AN DE WINDAHIYÊN MEZIN 
 
“Tevgera Çekûç” ku di 14’ê gulana 1997’an de dest pê kir û 2 meh û nîvan domiya, mezintirîn operasyona li dijî herêmê bû. 200 hezar leşker û cerdevan beşdarî operasyonê bûn û herêm bi dijwarî hate bombebarankirin. Pêşmergeyên Barzaniyan jî beşdarî operasyonê bûn û di bin kontrola Fermandariya Asayîşê ya Cendirmeyan de tevgeriyan. Di heman demê de qesra Sedam Huseyîn a li Sersingê jî weke biryargeh hatibû bikaranîn. Êriş her wiha ji bejahî ve jî hatibûn kirin. Di êrişê de 13 jê serpêl, bi giştî 114 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.  
 
Di “Operasyona Şeveqê” ku weke berdewamiya “Tevgera Çekûçê” hatibû destpêkirin de 15 hezar leşker û cerdevan beşdar bûn û di 25’ê îlona 97’an de dest pê kir. Di operasyonê de herêmên di bin bandora PKK’ê de hedef hatin girtin. Ev herêm hem hatin bombebarankirin û hem jî ji hêla bejahî ve êriş li dijî çêbûn. Di operasyonê de 31 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Di 23’yê nîsana sala 1998’an de “Operasyona Mûrat” hate destpêkirin û 40 hezar leşker û cerdevan beşdarî operasyonê bûn. Operasyona ku li Amed, Çewlik, Mûş û Bêdlisê hatibû destpêkirin, piştre veguhestin derveyî sînor. Artêşa Tirkiyeyê da zanîn ku di sê rojên ewil ên pevçûnan de 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. 
 
ÊRIŞ DI 2007’AN DE DÎSA ZÊDE BÛN
 
Piştî van salan, di sala 1999’an û di demên cuda de hinek êrişên din ên biçûk hatin kirin. Lê ev pêvajoya ku heta demekî dirêj wiha ajot, di sala 2007’an de bi êrişeke nû ya TSK’ê ve dîsa dest pê kir. Di 16’ê kanûna sala 2007’an de artêşa Tirkiyeyê herêmên Zap, Avaşîn û Xakûrkê  bi dijwarî bombebaran kir. Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku bombebaran 10 rojan domiyaye, 10 jîngeh hedef hatine girtin û sivîlekî jiyana xwe ji dest da ye. 
 
DI SALA 2008’AN DE ‘TEVGERA ROJÊ’
 
Di 15’ê çile û 4’ê sibata sala 2008’an de artêşa Tirkiyeyê herêmên Zap-Şîvê, Avaşîn-Basyan û Xakûrkê bi dijwarî bombebaran kir. Piştî van bombebaranan jî di 21’ê sibata sala 2008’an de dest bi “Tevgera Rojê” kirin û heta 29’ê sibatê jî berdewam kir. Di vê êrişê de 10 hezar leşkeran sînor derbas kir. Di operasyonê de herêmên Zap, Xakûrkê û Avaşînê hem ji hêla balafirên şer û hem jî ji hêla topan ve hatin bombebaran û topbarankirin. Di dema êrişan de 4 pirên li herêmê jî hatin rûxandin. Pîlot jî di nav de, di êrişê de 24 leşker û 3 cerdevan mirin. Ji ber êrişên vê demê hatine kirin, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-moon, DYA, Almanya û Ingilistan jî di nav de gelek welatan bertek nîşan dan. 
 
ÊRIŞÊN HEWAYÎ YÊN DI SALÊN 2011-15’AN DE
 
Di navbera 17’ê tebax û 24’ê cotmeha sala 2011’an de artêşa Tirkiyeyê li dijî Herêma Federal a Kurdistanê gelek êrişên hewayî pêk anîn. Balafirên şer ên Tirkiyeyê di serî de Qendîl û derdora Kato, gelek dever bi dijwarî bombebaran kirin. Di dema van êrişan de gelek jîngehên sivîlan jî hatin rûxandin û xelkê herêmê neçarî koçberiyê hate kirin. 
 
DI GOTINÊ DE DAIŞ DI KIRINÊ DE PKK HEDEF GIRTIN 
 
Di 23’yê tîrmeha 2015’an de serpêlê bi navê Yalçin Nane di encama gulebarana ji milê Sûriyeyê ve hatiye kirin de jiyana xwe ji dest da. Piştî vê yekê, TSK’ê ragihand ku dê operasyonê bide destpêkirin. Di 25’ê tîrmehê de “Operasyona Şehîd Yalçin Nane” da destpêkirin. Li şûna ku DAIŞ’ê hedef bigirin, artêşa Tirkiyeyê li dijî herêmên Zap, Metîna, Basyan, Qendîl, Xakûrkê, Heftanîn, Avaşîn û Garê hedef girtin. Ev herêmên navborî ji hêla balafirên şer ve bi dijwarî hatin bombebarankirin. 
 
DEST BI AVAKIRINA BAREGEHAN KIRIN
 
Artêşa Tirkiyeyê di 11’ê adara sala 2018’an de vêcarê jî “Tevgera Biryardariyê” da destpêkirin. Berevajî operasyonên berê, TSK’ê vêcarê li deverên cuda yên Herêma Federal a Kurdistanê dest bi avakirina baregehên leşkerî kir. Di dema operasyonê de artêşa tirk bi qasî 15 km’an bi nav sînorê Başûr ve çû û li deverên stratejîk noqteyên leşkerî ava kirin. Ev baregeh, bi alîkariya rêveberiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê hatin çêkirin. Li gel êrişên bejahî, her wiha bi balafirên şer ên li Tirkiyeyê herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê gelek caran rastî êrişan hatin. 
 
‘OPERASYONÊN PENCE’
 
Artêşa Tirkiyeyê herî dawî jî di 28’ê gulana sala 2019’an de li dijî herêma Xakûrkê di bin navê “Operasyona Pence” de êrişên xwe domandin. Êrişa ewil heta 12’ê tîrmeha sala 2019’an berdewam kir. Di çarçoveya êrişê de gundên Saye, Sevek û Hellemûn ên navçeya Rewandizê hatin bombebarankirin. Di êrişan de 2 leşker hatin kuştin. Demekî kin piştre di 13’ê tîrmeha sala 2019’an de bi navê “Operasyona Pence-2” êrişeke din hate destpêkirin û herêmên Zaxo-Barzan jî bûn hedefa êrişan. Di van êrişan de herêmên Xelîfan, Koner, Şoşnê, Girê Şoşnê, Çiyadil, Geliyê Kevrût, Xakûrkê,  Geliyê Miharê û çoltarê Biradostê bi dijwarî hatin topbaran û bombebarankirin. Piştî bombebaranê jî “Operasyona Pence-3” dest pê kir û herêma Heftanînê hedef hat girtin. Di dema êrişan de quntara Kanî Dizê û Serê Ziraran û çoltarên gundên Xelîfan, Geliyê Reş û Lêlikanê bi dijwarî hatin topbarankirin. 
 
BOMBARANA DIJWAR A LI SER HERÊMÊ 
 
Di 15’ê hezîrana sala 2020’an di çarçoveya “Operasyona Pence-Baz” de bi awayekî hemwext Şengal, Mexmûr, Zap, Heftanîn, Avaşîn, Qendîl û Derabî bi dijwarî hate bombebarankirin. Piştî operasyonê, Wezareta Karên Derve ya Iraqê bangî Sefîrê Tirkiyeyê yê Iraqê Fatîh Yildiz kir û nota da Tirkiyeyê. Du roj piştî Operasyona Pence-Bazê anku di 17’ê hezîrana sala 2020’an de Tirkiyeyê li dijî başûrê Heftanînê Operasyona Pence-Piling da destpêkirin. Rayedarên Tirkiyeyê dan zanîn ku hêzên wan di çarçoveya Operasyonên Penceyê de 40 km’an ketine nava sînorê başûrê Kurdistanê. Di van êrişan de 2 leşkerên Iraqê hatin kuştin. 
 
KOMKUJIYA GAREYÊ
 
Di çarçoveya “Operasyona Pence” de, artêşa Tirkiyeyê vêcarê jî xwest di 10’ê sibata 2021’an de ji hêla hewayî ve leşkeran deyne Siyanê ya li herêma Gareyê û Operasyona Pence-Baz-2 da destpêkirin. Di çarçoveya vê operasyonê de, di şeva 14’ê sibatê de ji bo leşker û polîsên di destê PKK’ê de êrişî herêma Gareyê kir. Di vê êrişê de 13 leşker û polîsên di destê PKK’ê de hatin kuştin. Di 24’ê nîsana 2021’an de jî bi awayekî hemwext operasyonên “Pence-Brûsk” û “Pence Şevjeng” dan destpêkirin. Di van êrişan de herêmên Metîna û Avaşîn-Basyanê bi dijwarî hatin bombebarankirin. AKP-PDK ku di çarçoveya van tevgeran de êrişên xwe didomandin, herî dawî jî di 18’ê nîsanê de li dijî Herêma Federal a Kurdistanê operasyon dan destpêkirin. Di serî de CHP, hemû partiyên muxalîf ên Tirkiyeyê jî piştgirî dan vê operasyonê. 
 
ÇARESERÎ DI ŞER DE DÎTIN
 
Di serdemeke ku krîzên aborî û siyasî her ku diçe girantir dibin de Tirkiyeyê tu carî tişta ku dixwest ji van êrişan bi dest nexist. 17 jê tevgerên sereke, li dijî herêmê bi dehan operasyon hatin kirin. Di her êrişê de digotin; ‘em ê rêxistinê tune bikin” û “me bi hezaran endamên rêxistinê kuştin.” Lê bi her vegerê re xwe bi xwe derewîn derxistin. Ji sala 1984’an heta niha 8 serokwezîran li Tirkiyeyê 13 hikûmet avakirin û mîna AKP’ê, van hikûmetan tevekan jî çareserî di şer de dîtin. Di dema AKP’ê de jî bi dehan operasyon hatin kirin. Lê ne wekî wan digot “PKK tune bû” û ne jî pirsgirêka kurd çareser bû. 
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

22/04/2022
13:07 HDP: Em banga xwedî derketina heqîqeta mîrateya Rojnameya Kurdistanê dikin
12:51 Malbata Şenyaşar: Ji ber ku dozger teref digire zilm didome
12:35 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 17’emîn de ye
12:31 Koyluoglû: Xeta PDK’ê li ser perçekirina kurdan e
12:08 Pirsa ecêb a ‘Lêpirsîna Kobanê’: Gelo têkiliya te bi Fona Sîgortaya Bêkariyê re çi ye?
10:58 Li Kurêjahro şerek dijwar diqewime
10:47 Koç: Rojhilata Navîn li ser Kurdistanê tê dîzaynkirin
10:47 Tirkiyeyê êrişî Kobanê kir
10:06 Polîsan bi ser HDP’a Bazîdê de girtin: 3 kes hatin binçavkirin
10:02 Li Rihayê wesayît kete qenala avê: 3 kes mirin 2 kes jî winda bûn
09:42 Jina ku li Qilebanê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
09:03 Ji ber Facebookê doz li welatiyê 74 salî vekirin!
09:03 Leşkerê ku li dijî PKK'ê şer kiriye: Ez bi têkneçûna PKK'ê baş dizanim
09:03 Qedexeya li gundê Timoqê 24 roj in didome
09:03 'Ev pergal wisa nabe werin em bi hev re wê biguherînin'
09:03 Ji ber gotina 'em gotinên wî lê vedigerînin' li Çaglar Demîrel doz hat vekirin
09:03 Pirsa Dayikên Aştiyê ya ji Barzanî: Birayê te kî ye?
09:03 Dayikên Aştiyê bang kirin: Divê hemû kurdên welatparêz li dijî vî şerî bisekinin
09:03 Bi operasyonê re dest bi birîna daran jî kirin: Dawî li talankirina xwezayê bînin
09:02 ‘Zarokên girtî rastî tundî, heqaret û lêdanê tên’
09:00 Şeniyên Amedê: Sedema krîza aborî, şer e
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2022'YAN
21/04/2022
20:28 Koma Dostaniya Kurdan a YE’yê êrişên Tirkiyeyê şermezar kir, ji bo muzakereyê bang kir
19:36 Yenî Yaşam abonetiya e-Gazete dide destpêkirin
18:15 MLSA'yê ji bo rojnamevan Turfent serî li DMME'yê da
17:43 Til Temir hat bombekirin: 3 kes birîndar bûn
16:40 Xizmên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin
16:03 PYD: Em li dijî şerê qirkirin û xiyanetê ne
15:21 Kedkar çûn serdana malbata Şenyaşar
14:24 Xizmên girtiyan: Hewceye gavên şênber bên avêtin
14:03 Li Rûsyayê êrişên Tirkiyeyê û PDK hate şermezarkirin
13:53 Meletiyan lêgerîna zêran şermezar kir
13:53 ÎHD: Penaberekê ku hewl didan bi darê zorê li welatê wî vegerînin xwe kuşt
13:35 Gelê Wanê vexwendin 1’ê Gulanê: Li dijî faşîzmê werin têkoşînê
12:21 Gunay: Divê gel, partî û rêveberiya Başûr li dijî dagirkeriyê rabin
12:21 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Serokwezîrê berê yê Iraqê Malikî li dijî êrişa Tirkiyeyê derket
11:49 Malbata Şenyaşar: Eynika edaletê li pêş Edliyeya Rihayê ye
11:48 Danişîna doza Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
11:44 Kasal ê li Sîlîvriyê ji ber îşkenceyê neçar ma întîhar bike bi dayika xwe re hevdîtin kir
11:26 Hevserokê KNK'ê Karamus: PDK dixwaze Başûr bike vîlayeta Tirkiyeyê
11:16 Li ber avahiya TUGVA'yê teqîn pêk hat
11:15 CPT nexşe weşand: Tirkiye hewl dide li Başûr 5 baregehên nû ava bike
10:40 Togrûl greva birçîbûnê bir rojeva meclisê
10:39 Rojnamevan Işik: Ev şer wê xetereyê bide siberoja Tirkiyeyê
09:48 Cerdevanan li Çiyayê Gabarê jî dest bi birîna daran kirin
09:13 Bajar bi madenvaniyê talan kirine: Armanc Meletiyeke sertewandî ye
09:10 Muslum Karak ê ji ber kurdbûna xwe bedêlên giran daye: Çi hewce be em hazir in
09:08 Rojnamevaniya kurdî 124 salî ye: Ava behrê bi vexwarinê naqede
09:08 Rojnameger Kaya: Ev şer dê pêşeroja kurdan diyar bike
09:07 ‘PDK xiyanetê li gelê kurd dike’
09:06 Ji ber înşeata qeyûm hindik maye dêra sûryaniyan hilweşe
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:58 YBŞ: Artêşa Iraqê bi zextên PDK û Tirkiyeyê êrişî Şengalê dike
20/04/2022
23:17 Wezareta Karên Derve ya Iraqê Erdogan li derewê qeliband
23:01 Silêmanî bi meşeke girseyî êriş şermezar kirin
20:52 Barzanî li xwe mikur hat: Tirkiye ji sînorê me êrişê dibe ser PKK'ê
20:32 KCD û DBP bûn mêvanê Sifra edaletê
17:09 Tirkiyeyê li Kobanê ji hewayê ve êriş bir ser wesayîtekê
17:01 Li Stenbolê banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
16:49 Kurtalan: Girtî tên kuştin, dibêjin ‘întîhar kiriye’
16:45 Parlamenterê Iraqê: Li pişt êrişê Hikûmeta Kazimî heye
16:24 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Li Şengalê bi êrişan re Çarsema Sor jî hat pîrozkirin
15:47 Di Nobeta Edaletê de banga ji bo Barzanî: Aqilê xwe bîne serê xwe û birayê xwe nekuje
15:44 TJA: Divê PDK dest ji xeletiyê berd e
15:33 Ji ber gendeliyê cîgirê qeyûm ji wezîfeyê hat girtin
15:32 Di êrişa doza Dedeogullari de daxwazên parêzeran hatin redkirin
15:32 Erdogan ji bo hevkariyê spasiya Barzanî kir
15:01 Mazlum Dûrsûn ê ku berdana wî salek hat taloqkirin tehliye bû
15:01 Malbatên girtiyan: Kaygusuz ê ku dest û lingên wî tune ne çima nayê berdan?
14:42 Parêzer xwest ku doza MEBYA-DER’ê bê betalkirin
14:42 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogullari de polîs bi nakokî axivîn
14:22 Malbatên girtiyan astengkirina polîsan şermezar kirin
13:48 RTUK’ê cezayê pere li Amed Radyoyê birî
13:47 Mesrûr Barzanî li Londonê hat şermezarkirin
13:34 Ûca bertek nîşanî êrişa Şengalê da: Siyaseta şer wê wan ji hilweşînê xelas neke
13:32 HDK: Em li dijî şer rabin û bêdeng nemînin
13:32 Xwê û şekirê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
13:06 Li Amed û Dersimê gelek kes hatin binçavkirin
12:58 Elî Kerîmî: PDK parçeyeke Împaratoriya Osmanî ya nû ye
12:51 Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê didomîne
12:34 Doza Dedeogûllari: Polîs li zeviya malbata kujer xebitîne
12:08 Ji duh heta îro operasyonên bêencam ên derveyî sînor
11:43 Dozger ji girtî re gotiye: Ez bûma min ê te bi dar ve bikira
11:30 Hizbûlaha Iraqê li dijî Tirkiyeyê banga çalakiyan kir
11:14 Dayikên Botanî bang li Barzanî kirin: Destên xwe ji xwîna zarokên me bikişînin
10:59 Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê bir rojeva AYM’ê
10:44 Parlamenterê YNK’ê: Ev êriş ne li dijî PKK’ê li dijî nasnameya kurdan e
10:11 DFG: Rojnamegeriya kurdî ruhekî nû da çapemeniya cîhanê
10:10 Hevserokên DBP û HDP’ê: Heke PDK dev ji vê siyaseta qirêjî bernede dê têk biçe
10:07 Dîcle: Statûya Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye
09:57 Qereqolê zarokên ku birîndar bûn sûcdar kirin: Hin kesan ji we re got li wir biteqînin?
09:44 Li dijî otobusa gardiyanan êriş pêk hat: Gardiyanek mir
09:00 Bi operasyonan re çûna zozanan jî tê astengkirin
09:00 Rojnamevan Denîz Aydin: Windayên Tirkiyeyê gelek in
09:00 Wanî: PDK tu qîmet ji xwe re nehiştiye
09:00 Hinceta şewitandina înfazê: Dev ji hevalên xwe bernedaye
09:00 Xulaseya sewalvaniyê: Lîtreya avê bi 8 TL, ya şîr bi 5 TL
09:00 Hevjîna Siddik Guler: Ji bo min her roj mirin e çavê min her tim li rê ye