Ji duh heta îro operasyonên bêencam ên derveyî sînor

  • rojane
  • 12:08 20 Nîsan 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Tirkiyeyê ji sala 1983’yan heta niha bi mebesta “tunekirina PKK’ê” li dijî Herêma Federal a Kurdistanê 17 jê tevgerên sereke, bi dehan operasyonên leşkerî li dar xistin. Lê ne encamek jê girt û ne jî karî pirsgirêka kurd çareser bike. 
 
Tirkiye ku ev bi salane di pirsgirêka kurd de neçareseriyê ferz dike, hem li hundir û hem jî li derveyî welat li dijî siyasetmedar û gelê kurd êrişên xwe didomîne. Vê neçareseriyê jî bi operasyonên derveyî sînor hîn girantir dike. Di çarçoveya operasyonên ku navê “pence” lê kiriye û di sala 2019’an de dabûn destpêkirin, di 18’ê nîsanê de dîsa dest bi operasyoneke nû kir. Di çarçoveya vê êrişê de gelek deverên Herêma Federal a Kurdistanê bi balafirên şer, balafirên bêmirov (SÎHA) û bi helîkopteran bombebaran dike. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî ji hêla bejahî ve piştgiriyê dide Tirkiyeyê. 
 
Tevî ku Tirkiyeyê li dijî Herêma Federal a Kurdistanê gelek caran êriş pêk anîn, heta niha encamek bi dest nexistiye. Her carê bi beşdariya bi dehhezaran leşker û cerdevanan, bi balafirên şer û topan êriş dan destpêkirin lê nekarî hebûna kurdan a li herêmê tune bike. Asta şer her ku çû dijwartir kir. PDK ku di demên destpêkê de li dijî van êrişan derdiket, ji sala 1990’an û şûn de li gel piştgiriyê, her wiha gelek caran raste rast di şer de cih girt. 
 
Me, êrişên Tirkiyeyê yên ji demên berê heta niha kiribûn lê encamek jê negirtibûn dane ber hev. 
 
ÊRIŞA EWIL DI 1984’Ê DE KIRIN
 
Tirkiyeyê êrişa xwe ya ewil a li dijî Herêma Federal a Kurdistanê di sala 1984’an de kir. Di sala 1983’yan de di navbera Tirkiye û hikûmeta Iraqê de “Peymana Ewlekariya Sînor û Hevkariyê” hate îmzekirin û bi vê peymanê re derfet ji Tirkiyeyê re hate dayîn ku heta 10 kîlomîtroyan bikare bikeve nava xaka Başûr. Artêşa Tirkiyeyê di çarçoveya vê peymanê de, di 26’ê gulana sala 1983’yan de “Operasyona Şopandina Germ” da destpêkirin. Di operasyonê de 7 hezar leşker hebûn û ev leşker bi qasî 5 km’an ketin nava xaka başûrê Kurdistanê. Êrişên ku dem bi dem dihatin kirin, di 2’yê hezîrana sala 1983’yan de bi vekişîna leşkeran bi dawî bû. Di êrişên 11’ê cotmeha sala 1984’an ên li dijî herêmê de dîsa hêzên kurd hedef hatin girtin. Serokê PDK’ê yê wê demê Mesûd Barzanî bertek nîşanî wan êrişan dabû û di tîrmeha sala 1983’yan de jî bi protokola “Rêgezên Piştevaniyê yên PDK-PKK’ê” re tifaqek îmze kiribû. 
 
ÊRIŞA HEWAYÎ YA EWIL: BERTEKÊN QADA NAVNETEWEYΠ
 
Tirkiyeyê yekemîn car di 15’ê tebaxa sala 1986’an de li dijî Herêma Federal a Kurdistanê êrişa hewayî kir. Di 12’ê tebaxê de li Çelê ya Colemêrgê 14 leşker hatibûn kuştin û li ser vê yekê operasyon hatibû destpêkirin. Di operasyonê de 10 balafir û 8 hezar leşkeran cih girtibû. Di qada navneteweyî de yekemîn car Rêberê Lîbyayê Muammer Qedafî bertek nîşanî êrişên hewayî yên Tirkiyeyê dabû û gotibû ku ev êriş nayên qebûlkirin. Îranê jî bertekeke tund nîşan da û got ku ev bizava Tirkiyeyê nayê qebûlkirin û diyar kiribû ku kurdên sivîl hatine kuştin. Di demên piştre di 4’ê adara sala 1987’an de Tirkiyeyê bi beşdariya 30 balafirên şer, li dijî herêmê bombebaraneke giran pêk anîbû. Di van êrişan de Îran, Lîbya û PDK’ê bertekên tund nîşan dan. 
 
SALÊN 90’Î BI ÊRIŞAN DEST PÊ KIR
 
Tirkiyeyê di 4’ê tebaxa sala 1991’an de di serî de Xakûrkê, gelek deverên Herêma Kurdistanê di çarçoveya “Tevgera Gêzik” de bi dijwarî bombebaran kir. Piştî van êrişên di navberên cuda de hatine kirin, mezintirîn êriş di 12’ê cotmeha 1992’yan de hate kirin. Di êrişê de nêzî 15 hezar leşker, tank, helîkopter û balafirên şer cih girt. Êriş, 20 rojan berdewam kir, gelemperî li dijî Çiyayê Xantûrê hate kirin û Heftanîn jî rastî êrişeke dijwar a balafirên şer hat. 
 
Di êrişa 28’ê çileya 1994’an de jî herêma Zelê ya li nêzî Silêmaniyeyê ji hêla balafirên şer ên Tirkiyeyê ve bi dijwarî hate bombebarankirin. Artêşa tirk piştre bi tevlibûna 35 hezar leşkeran, di 21’ê adara 1995’an de bi sernavê “Tevgera Pola” operasyon da destpêkirin. Di serî de Heftanîn, gelek deverên Herêma Kurdistanê ji hêla balafirên şer ên Tirkiyeyê ve bi dijwarî hatin bombebarankirin. Di êrişê de 64 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. 
 
PIŞTÎ 1996’AN ÊRIŞ HÎN DIJWARTIR BÛN 
 
Operasyona bi navê “Atmaca” ku di şeva 5’ê nîsana sala 1996’an de li navçeyên Licê, Hêne, Pasûr û Dara Hênê hatiye destpêkirin, di demên piştre de veguhestin derveyî sînor. Di çarçoveya êrişê de gelek herêmên kurdan ji hêla bejahî û hewayî ve rastî êrişên dijwar hatin. Di operasyonê de zêdetirî 40 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Di 14’ê hezîrana heman salan de vêcarê di çarçoveya “Operasyona Şemaqê” de herêmên Botê, Sinat, Avaguzê, Birkê Evdal, Elagiş û Heftanînê ji hêla balafirên şer ve bi dijwarî hatin bombebarankirin. Her wiha di 30’ê kanûna sala 1996’an de jî artêşa Tirkiyeyê li dijî herêma Sinatê operasyon da destpêkirin û herêm bi dijwarî bombebaran kir. Di van êrişan de 11 leşker hatin kuştin. 
 
DI SALA 1997’AN DE WINDAHIYÊN MEZIN 
 
“Tevgera Çekûç” ku di 14’ê gulana 1997’an de dest pê kir û 2 meh û nîvan domiya, mezintirîn operasyona li dijî herêmê bû. 200 hezar leşker û cerdevan beşdarî operasyonê bûn û herêm bi dijwarî hate bombebarankirin. Pêşmergeyên Barzaniyan jî beşdarî operasyonê bûn û di bin kontrola Fermandariya Asayîşê ya Cendirmeyan de tevgeriyan. Di heman demê de qesra Sedam Huseyîn a li Sersingê jî weke biryargeh hatibû bikaranîn. Êriş her wiha ji bejahî ve jî hatibûn kirin. Di êrişê de 13 jê serpêl, bi giştî 114 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.  
 
Di “Operasyona Şeveqê” ku weke berdewamiya “Tevgera Çekûçê” hatibû destpêkirin de 15 hezar leşker û cerdevan beşdar bûn û di 25’ê îlona 97’an de dest pê kir. Di operasyonê de herêmên di bin bandora PKK’ê de hedef hatin girtin. Ev herêm hem hatin bombebarankirin û hem jî ji hêla bejahî ve êriş li dijî çêbûn. Di operasyonê de 31 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Di 23’yê nîsana sala 1998’an de “Operasyona Mûrat” hate destpêkirin û 40 hezar leşker û cerdevan beşdarî operasyonê bûn. Operasyona ku li Amed, Çewlik, Mûş û Bêdlisê hatibû destpêkirin, piştre veguhestin derveyî sînor. Artêşa Tirkiyeyê da zanîn ku di sê rojên ewil ên pevçûnan de 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. 
 
ÊRIŞ DI 2007’AN DE DÎSA ZÊDE BÛN
 
Piştî van salan, di sala 1999’an û di demên cuda de hinek êrişên din ên biçûk hatin kirin. Lê ev pêvajoya ku heta demekî dirêj wiha ajot, di sala 2007’an de bi êrişeke nû ya TSK’ê ve dîsa dest pê kir. Di 16’ê kanûna sala 2007’an de artêşa Tirkiyeyê herêmên Zap, Avaşîn û Xakûrkê  bi dijwarî bombebaran kir. Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku bombebaran 10 rojan domiyaye, 10 jîngeh hedef hatine girtin û sivîlekî jiyana xwe ji dest da ye. 
 
DI SALA 2008’AN DE ‘TEVGERA ROJÊ’
 
Di 15’ê çile û 4’ê sibata sala 2008’an de artêşa Tirkiyeyê herêmên Zap-Şîvê, Avaşîn-Basyan û Xakûrkê bi dijwarî bombebaran kir. Piştî van bombebaranan jî di 21’ê sibata sala 2008’an de dest bi “Tevgera Rojê” kirin û heta 29’ê sibatê jî berdewam kir. Di vê êrişê de 10 hezar leşkeran sînor derbas kir. Di operasyonê de herêmên Zap, Xakûrkê û Avaşînê hem ji hêla balafirên şer û hem jî ji hêla topan ve hatin bombebaran û topbarankirin. Di dema êrişan de 4 pirên li herêmê jî hatin rûxandin. Pîlot jî di nav de, di êrişê de 24 leşker û 3 cerdevan mirin. Ji ber êrişên vê demê hatine kirin, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-moon, DYA, Almanya û Ingilistan jî di nav de gelek welatan bertek nîşan dan. 
 
ÊRIŞÊN HEWAYÎ YÊN DI SALÊN 2011-15’AN DE
 
Di navbera 17’ê tebax û 24’ê cotmeha sala 2011’an de artêşa Tirkiyeyê li dijî Herêma Federal a Kurdistanê gelek êrişên hewayî pêk anîn. Balafirên şer ên Tirkiyeyê di serî de Qendîl û derdora Kato, gelek dever bi dijwarî bombebaran kirin. Di dema van êrişan de gelek jîngehên sivîlan jî hatin rûxandin û xelkê herêmê neçarî koçberiyê hate kirin. 
 
DI GOTINÊ DE DAIŞ DI KIRINÊ DE PKK HEDEF GIRTIN 
 
Di 23’yê tîrmeha 2015’an de serpêlê bi navê Yalçin Nane di encama gulebarana ji milê Sûriyeyê ve hatiye kirin de jiyana xwe ji dest da. Piştî vê yekê, TSK’ê ragihand ku dê operasyonê bide destpêkirin. Di 25’ê tîrmehê de “Operasyona Şehîd Yalçin Nane” da destpêkirin. Li şûna ku DAIŞ’ê hedef bigirin, artêşa Tirkiyeyê li dijî herêmên Zap, Metîna, Basyan, Qendîl, Xakûrkê, Heftanîn, Avaşîn û Garê hedef girtin. Ev herêmên navborî ji hêla balafirên şer ve bi dijwarî hatin bombebarankirin. 
 
DEST BI AVAKIRINA BAREGEHAN KIRIN
 
Artêşa Tirkiyeyê di 11’ê adara sala 2018’an de vêcarê jî “Tevgera Biryardariyê” da destpêkirin. Berevajî operasyonên berê, TSK’ê vêcarê li deverên cuda yên Herêma Federal a Kurdistanê dest bi avakirina baregehên leşkerî kir. Di dema operasyonê de artêşa tirk bi qasî 15 km’an bi nav sînorê Başûr ve çû û li deverên stratejîk noqteyên leşkerî ava kirin. Ev baregeh, bi alîkariya rêveberiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê hatin çêkirin. Li gel êrişên bejahî, her wiha bi balafirên şer ên li Tirkiyeyê herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê gelek caran rastî êrişan hatin. 
 
‘OPERASYONÊN PENCE’
 
Artêşa Tirkiyeyê herî dawî jî di 28’ê gulana sala 2019’an de li dijî herêma Xakûrkê di bin navê “Operasyona Pence” de êrişên xwe domandin. Êrişa ewil heta 12’ê tîrmeha sala 2019’an berdewam kir. Di çarçoveya êrişê de gundên Saye, Sevek û Hellemûn ên navçeya Rewandizê hatin bombebarankirin. Di êrişan de 2 leşker hatin kuştin. Demekî kin piştre di 13’ê tîrmeha sala 2019’an de bi navê “Operasyona Pence-2” êrişeke din hate destpêkirin û herêmên Zaxo-Barzan jî bûn hedefa êrişan. Di van êrişan de herêmên Xelîfan, Koner, Şoşnê, Girê Şoşnê, Çiyadil, Geliyê Kevrût, Xakûrkê,  Geliyê Miharê û çoltarê Biradostê bi dijwarî hatin topbaran û bombebarankirin. Piştî bombebaranê jî “Operasyona Pence-3” dest pê kir û herêma Heftanînê hedef hat girtin. Di dema êrişan de quntara Kanî Dizê û Serê Ziraran û çoltarên gundên Xelîfan, Geliyê Reş û Lêlikanê bi dijwarî hatin topbarankirin. 
 
BOMBARANA DIJWAR A LI SER HERÊMÊ 
 
Di 15’ê hezîrana sala 2020’an di çarçoveya “Operasyona Pence-Baz” de bi awayekî hemwext Şengal, Mexmûr, Zap, Heftanîn, Avaşîn, Qendîl û Derabî bi dijwarî hate bombebarankirin. Piştî operasyonê, Wezareta Karên Derve ya Iraqê bangî Sefîrê Tirkiyeyê yê Iraqê Fatîh Yildiz kir û nota da Tirkiyeyê. Du roj piştî Operasyona Pence-Bazê anku di 17’ê hezîrana sala 2020’an de Tirkiyeyê li dijî başûrê Heftanînê Operasyona Pence-Piling da destpêkirin. Rayedarên Tirkiyeyê dan zanîn ku hêzên wan di çarçoveya Operasyonên Penceyê de 40 km’an ketine nava sînorê başûrê Kurdistanê. Di van êrişan de 2 leşkerên Iraqê hatin kuştin. 
 
KOMKUJIYA GAREYÊ
 
Di çarçoveya “Operasyona Pence” de, artêşa Tirkiyeyê vêcarê jî xwest di 10’ê sibata 2021’an de ji hêla hewayî ve leşkeran deyne Siyanê ya li herêma Gareyê û Operasyona Pence-Baz-2 da destpêkirin. Di çarçoveya vê operasyonê de, di şeva 14’ê sibatê de ji bo leşker û polîsên di destê PKK’ê de êrişî herêma Gareyê kir. Di vê êrişê de 13 leşker û polîsên di destê PKK’ê de hatin kuştin. Di 24’ê nîsana 2021’an de jî bi awayekî hemwext operasyonên “Pence-Brûsk” û “Pence Şevjeng” dan destpêkirin. Di van êrişan de herêmên Metîna û Avaşîn-Basyanê bi dijwarî hatin bombebarankirin. AKP-PDK ku di çarçoveya van tevgeran de êrişên xwe didomandin, herî dawî jî di 18’ê nîsanê de li dijî Herêma Federal a Kurdistanê operasyon dan destpêkirin. Di serî de CHP, hemû partiyên muxalîf ên Tirkiyeyê jî piştgirî dan vê operasyonê. 
 
ÇARESERÎ DI ŞER DE DÎTIN
 
Di serdemeke ku krîzên aborî û siyasî her ku diçe girantir dibin de Tirkiyeyê tu carî tişta ku dixwest ji van êrişan bi dest nexist. 17 jê tevgerên sereke, li dijî herêmê bi dehan operasyon hatin kirin. Di her êrişê de digotin; ‘em ê rêxistinê tune bikin” û “me bi hezaran endamên rêxistinê kuştin.” Lê bi her vegerê re xwe bi xwe derewîn derxistin. Ji sala 1984’an heta niha 8 serokwezîran li Tirkiyeyê 13 hikûmet avakirin û mîna AKP’ê, van hikûmetan tevekan jî çareserî di şer de dîtin. Di dema AKP’ê de jî bi dehan operasyon hatin kirin. Lê ne wekî wan digot “PKK tune bû” û ne jî pirsgirêka kurd çareser bû. 
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

05/09/2022
16:32 Greva birçîbûnê ya girtiyên nexweş di roja 9’emîn de ye
16:25 Malbatên girtiyan ji Sîncanê bang kirin: Bêhiqûqiyan bi dawî bikin
15:59 Nerazîbûnên Semra Guzel: Kurd serî natewînin
15:31 ‘Bila kuştina Adem Kara bê ronîkirin’
15:25 Ji bo Meşa Cûdî bang kirin: Hemanên ekolojîk bi şer ji holê tê rakirin
14:11 Semra Guzel: Muxalefet jî perçeyek ji vî karî ye
13:01 Ferît Şenyaşar: Ev şerma rayedarên dewletê ye
12:38 ‘Doza Çepikan’ a jinan dê sibê bê dîtin
11:58 ANF: Di 3 rojan de 3 helîkopter hatin xistin
11:30 Di êrişên Tirkiyê de 110 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
11:14 Bêcezatî tundiyê zêde dike: Di meha tebaxê de 30 jin û 6 zarok hatin qetilkirin
10:56 Wezareta Parastinê: Helîkoptereke Skorsky ji ber ‘pirsgirêkên teknîkî’ ket
10:32 Girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 83 salî rakirin nexweşxaneyê
09:02 Şîrketên madenê xwezaya Pîranê wêran dikin
09:01 Turk: Hewldana dîmenên sertewandinê nîşaneya dijminatiya kurdan e
09:01 ‘Semra Guzel nîşan da ku kurd û jin serî natewînin’
09:00 20 rojnamevan bi îbareya ‘veşarî’ hatine fîşkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2022'YAN
04/09/2022
23:55 Xelatên Tûrnûvaya Kemal Kûrkût diyarî rojnamevanên girtî hat kirin
19:38 Polîsan di binçavan de gefa kuştinê li ciwanê HDP’yî xwarin
18:23 Ji Semra Guzel peyam: Biryar siyasî ye, em ê bi ser bikevin
17:04 Hate îdiakirin ku jina ciwan întîhar kiriye
16:29 Li Metînayê piştî bombebaranê şewat derket
16:19 7 partî û rêxistin: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
16:08 ‘Em ê heta dawî vîna xwe biparêzin’
15:12 Baroya Şirnexê û Colemêrgê ji bo Semra Guzelê daxuyanî da
15:02 DAKAP: Bila desthilata mêr baş bizanibe ku em jin serî natewînin
13:35 Bûldan: Semra Guzel serê xwe netewand, ji desthilatê re bû ders
12:27 Malbata Şenyaşar: Em tenê edaletê dixwazin
12:26 Li Zapê helîkoptereke din hate xistin
12:06 DFG: 2 rojnamevanên din hatin girtin, hejmara rojnamevanên girtî derket 79'an
11:31 ‘Semra Guzel vîna 6 milyon hilbijêran e’
10:50 Bi çekê gef li rojnamevanan xwarin: Divê rêxistinê pîşeyî deng derxînin
10:03 Li Wanê bikaranîna hişbirê zêde bûye: Li ber deriyê dibistanan tê firotin
09:08 Rojnamevanê girtî Ataman: Lêgerîna tazî li min kirin
09:06 Li girtîgehê silavdayîn jî hatiye qedexekirin!
09:05 Li dijî lîsteya terorê 23 hezar îmze berhev kirine
09:01 Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê: Li herêmê tundî tê nixumandin
09:00 29 sal derbas bûn: Hem êşa wî hem jî serbilindiya wî mezin e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2022'YAN
03/09/2022
22:55 Parlementera HDP'ê Semra Guzel hat girtin
22:17 Semra Guzel: Xwestin serî bitewînim, lê min netewand
20:12 Semra Guzel bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
18:59 Îfadeya Semra Guzelê ya li dozgeriyê bi dawî bû
18:49 Binçavkirina Semra Guzelê şermezar kirin
16:59 Di çalakiya malbatên girtiyan de tundî û binçavkirin
16:36 Li Zapê helîkopterek Skorsky hat xistin
16:32 Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê banga berdana girtiyên nexweş kirin
16:32 Li Êlihê li kujerên Sîncar, Kiliç û Ozdemîr hatin pirsîn
15:26 Hewldan ku serê Semra Guzel bitewînin
14:57 Erdogan, bi Putin re axivî
14:51 Dayikên Şemiyê dê giliyê polîsên êriş birin ser wan bikin
13:43 Hat îdiakirin ku li Hezexê 2 leşker bi ‘xeletî’ birîndar bûne
13:24 Baroya Mêrdînê: Divê ji bo kuştina Kara lêpirsîn bê destpêkirin
13:17 Xizmên Windakiriyan xwestin kujerên Hatîce Atalay bên dîtin
12:58 Meclisa Jinan a HDP’ê: Semra Guzel îradeya me ye
12:51 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hefteyek ma
12:05 Semra Guzel sewqî edliyeyê kirin
12:05 Rojnamevanên gefa kuştinê li wan hat xwarin: Em li ser karê xwe ne
11:31 MÎT'ê 3 hunermendên Efrînî li Stenbolê revandin
11:04 Li 4 bajarên mezin rapirsî: HDP yekemîn e, AKP têk diçe
10:46 Ji Malbata Şenyaşar bo Bozdag: Di hiqûqê de cotstandartî heye
10:37 Girtiyê nexweş ku li ber mirinê ye hat tehliyekirin
10:24 ÎHD: Divê rayeya bikaranîna çekan a polîsan bê sînordarkirin
09:34 Parêzerên ku bi Guzel re hevdîtin kirin, îdiayan derewandin
09:07 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê: Armanc çareserkirina pirsgirêkan e
09:06 Dîroka bajêr bi xalîçeyan dide nasîn
09:04 Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê qedexeya Walîtiya Amedê de biryara binpêkirinê da
09:02 Rapora otopsiyê ya mirina bi guman: Bila bi lêpirsîna edlî bê ronîkirin
09:01 Încîn: Girtîgeh divê ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2022'YAN
02/09/2022
21:24 Semra Guzel hat binçavkirin
21:20 Genel-Îş: Dest nedin nanê karkeran
20:48 Kesên li Bazîdê hatin binçavkirin hatin berdan
17:34 ÎHD’a Rihayê ‘Nobeda Aştiyê’ da destpêkirin
16:15 Li girtîgehê mirina biguman
15:57 ‘Bila derbarê polîsên gef li rojnamegeran xwaribûn de lêpirsîn bê destpêkirin’
15:57 Gulîzar Kahraman: Ez naxwazim bêm kuştin
15:06 Bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin: Bila tecrîd bê rakirin
14:40 Sancar bertek nîşanî kuştina li Midyadê da: Bêcezahiştin bûyeran zêdetir dikin
14:37 Polîsan êrişî kesên li dijî hişbirê daxuyanî didan kir
14:25 Daxwaza di 1’ê Îlonê de derket pêş: Ji bo Abdullah Ocalan azadî
14:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:53 Lêpirsîna rojnameger Deger bi biryara neşopandinê bi encam bû
13:34 Polîsan li Wanê bi demançeyê gefa kuştinê li rojnamevanan xwar
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:14 Parêzer Sarica: Heke Tirkiye ‘mafê hêviyê’ pêk neîne wê danekirin bikevin rojevê
13:05 Ji şahidê veşarî yê Doza Kobanê îdiayên kopî bike-bizeliqîne
12:47 Emîne Şenyaşar: Heya edalet neyê ez ê ji vir ranebim
12:47 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:41 Şaredariya CHP’î piştî bertekan ji bo konserê eywan da
10:40 Li Cizîrê ciwanekî hewl da ku xwe bikuje
10:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Hakan Arslan bi meşaleyan meşiyan
10:11 Malbata ciwanê li Midyadê hat kuştin: Dewletê lawê me kuşt
09:39 Artêşa tirk êrişî nûçegihanên ANHA'yê kir
09:08 Birayê girtiyê nexweş Yalçin: Ev meseleya hemû civakê ye
09:06 'Oldarên piştgiriyê didin AKP'ê zilma wê rewa dikin'
09:04 'Neqşerêya Tifaqa Ked û Demokrasiyê amade ye'
09:02 'Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê muxalefeteke rast bike'
09:01 Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Bolûyê 'mafê sohbetê' qedexe kir