Sancar: Xelasiya ji pêşeroja tarî di Tifaqa Demokrasiyê de ye

img
MÛGLA - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, destnîşan kir ku Tirkiye ber bi pêşerojeke tarî ve diçe û anî ziman ku xelasî di Tifaqa Demokrasiyê de ye. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 4’emîn Kongreya xwe ya Awarte bi tev li bûna Hevserokê Giştî yê partiyê Mîthat Sancar li Şanoya Ser Vekirî ya Prof. Dr. Şadan Gokovali ya li navçeya Menteşe ya Mûglayê li dar xist. Qada kongreyê ku bi alên HDP’ê hate xemilandin ve pankartên “Girtiyên nexweş berdin” , “Denîz Poyraz nemir e” , “Em ê bi hev re biguherînin. Niha dema jinê ye” û “Em di 1’ê Gulanê de li qadan in. Em ê selteneta heramiyan hilweşînin” daliqandin. Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî, nûnerên partiyên siyasî, sendika, rêxistinên ekolojiyê û gelek endamên partiyê tev li kongreyê bûn. 
 
Kongreya ku bi pêşkeşkirina stranan a Bajar dest pê kir, bi rêzgirtinê berdewam kir. 
 
‘JI BO KU EM SERBIKEVIN EM DERKETIN RÊ’
 
Hevseroka HDP’a Mûglayê Fûlya Erdogan xwest ku Aysel Tûglûk û hemû girtiyên siyasî bên berdan û wiha got: “Em weke HDP, kedkar û hemû Tirkiye ji bo ku serbikevin ketin rê û em ê serbikevin jî.”
 
Hevserokê HDP’a Bajêr Nîhat Gencosman jî wiha axivî: “Hevalên ku werin rêveberiya nû wê ala têkoşînê hildin û pêşdetir bibin. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin û em ê ne ji bo sîstemeke ku ciwan hewl didin jê birevin ji bol ê bimînin têbikoşin.”
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî şewatên di 29’ê Tîrmeha 20212An de li daristanên Mûglayê derketibûn bi bîr xist û wiha got: “Divê ew tiştên wê rojê qewimîn qet neyên ji bîr kirin. Ew şewat ne tenê felaketeke xwezayî bû di heman demê de felaketeke rêveberiyê bû. Ew texrîbat di encama hişmenteiya pergal û deshilatê de derketin holê. Me 13 hezar û 700 hektar daristanên xwe winda kirin. Em bi mezinkirina têkoşîna xwe teqez hişmendiya talankirinê biguherînin.”
 
HIŞMENDIYA AVAKIRINÊ YA HDP’Ê 
 
Sancar, destnîşan kir ku HDP hatiye ku vê pergala li welat biguherîne û veguherîne û wiha berdewam kir: “Heta ku demokrasiya herêmî neyê bihêzkirin, li ser vê aştî neyê avakirin û hedefa komareke demokratîk ku van di nava xwe de nehewîne û armanca komareke demokratîk nebe ne pêkan e ku vê hilweşîn, talan û şêlandinê rawestîne. Ji ber wê em rastî zextan tên. Dizanin ku yekane alternatîf fikriyata HDP’ê ye. Dizanin ku hêz û hişmendiya ku çanda aştiya demokratîk a pêşerojê baş bike li vir e.”
 
‘EM Ê PÊŞIYA ÊRIŞAN BIGIRIN’
 
Sancar, da zanîn ku piştî coşa Newrozê ji ber ji wê coşê tirsiyan li her derê pêla binçavkirinan dan destpêkirin û wiha pê de çû: “Mûgla û navçeyên me jî ji vê nesîbê xwe girtin. Her roj sê sê, pênc pênc binçavkirin çêdibin. Armanc çav tirsandin û paş ve gav dane avêtine. Lê nikarin me bitirsînin, rastiyekê derdixînin holê ew bi xwe ditirsin. Em ê bi têkoşîneke hevpar pêşiya van êrişan bigirin. Em ê meşa xwe ya ber bi komareke demokratîk ve bi biryarî bidomînin.”
 
‘YEKANE RÊYA XELASIYÊ TIFAQA MEZIN A DEMOKRASIYÊ YE’
 
Sancar, bi lêv kir ku hevrûbûna bi Qirqirina Ermenan re di rêya ber bi çanda demokratîk û aştiyê ve diçe de girîng e û anî ziman ku bi înkarkirina komkujî û qirqirinan aştî nikare were damezrandin. Sancar, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Heke sed sal in li vî welatî kedkarên kurd, tirk, ereb, çerkes, elewî, laz, xirîstiyan hêj tê xwestin bibin dijminên hev, ji ber desthilatên îro dixwazin ji mîrateya wê hişmendiyê sûdê bigirin. Ji ber vê em dibêjin divê hevrûbûn û başkirina birînan pêk were. Avakirina komareke demokratîk ku her kes bi nasname û baweriya xwe re wekhev be, yekane rêya derketinê ye. Di rêya wê derê de yekane rê tifaqa mezin a demokrasiyê û têkoşîneke hevpar a xurt e.”
 
RÊVEBERIYA NÛ HATE HILBIJARTIN
 
Piştî axaftina Sancar raporên xebat û malî hatin xwendin. Di hilbijartinê de Fûlya Erdogan û Emîn Yaşar weke hevserok hatin hilbijartin. 
 
Rêxistina HDP’a Aydinê jî 4’emîn Kongreya xwe ya Awarte li eywaneke dawetê ya navçeya Efelerê li dar xist. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterê HDP’ê Mûrat Çepnî, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî û gelek kes beşdar bûn. 
 
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay ku di kongreyê de axivî, bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê da û wiha got: “AKP û MHP bi berxwedana gelan ber bi têkçûnê ve diçe. Ji bo ku temenê desthilata xwe dirêj bikin serî li şer dan. Ya herî bi êş jî vê yekê bi PDK’ê re dike. 
 
‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ RAKIN’ 
 
Gunay, bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan jî û got: “Divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û bila bi birêz Ocalan re dîsa pêvajoya aştiyê were destpêkirin. Çareserî ne di polîtîkayên şer û tecrîdê de ye. Çareserî di Îmraliyê de ye. Çareserî birêz Ocalan e. Em ê weke HDP pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê misoger bikin.”
 
Piştî axaftinan Aysel Batyar Onsel û Mûhîttîn Saygi weke hevserokên HDP’a Aydinê hatin hilbijartin. 
 
 
 

Sernavên din

27/04/2022
14:26 Bi hezaran kesan li ser sînor bang li PDK’ê kir: Ma hûn ji xinayetê şerm nakin?
14:17 ‘Rewşa xebatkarên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe’
13:34 Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin
13:33 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hate ragihandin
13:02 Emîne Şenyaşar: Ne yek du kesan malbata min kuştin, gelek kes hebûn
12:02 Siyasetmedar û karmendên binçavkirî hatin berdan
11:41 Kalkan: Rejîma AKP-MHP’ê dê li Zapê hilweşe
11:19 Aldar Xelîl: Em êrişên li dijî Şengalê ji nêz ve dişopînin
10:55 Li wekîlê berê yê HDP’ê ji doza jê beraet kiribû piştî 13 salan ceza birîn
09:36 Cenazeyê Îlçîn li Êlihê hate veşartin
09:24 Gelê Amedê bertek nîşanî hevkariyê da: Barzanî ne kurd e lê birayê Erdogan e
09:11 Malbata Denîz Poyraz: Herkesê xwedî wijdan bila bê danişînê
09:10 ‘Neberdana Tûglûk tê wateya darvekirina belavî demê hatiye kirin'
09:09 Nebatên li çiyayan şîn dibin li bazarê cihê xwe girtin!
09:09 Fêkiya çiyayên bilind Rêvas
09:08 Li Qerejdaxê ji ber hişkesaliyê xêrûber kêm bûye
09:08 Sê gundên Xelfetiyê 13 sal in ji ber ava kanalîzasyonê bêzar bûne!
09:07 Jinên ku tev li sifreya edaletê bûn: Qêrîna Emîne Şenyaşar bibîhizin
09:06 Aydenîz: PDK bi helwesta xwe zirarê dide yekitiya neteweyî
09:05 Banga cerdevanên berê li cerdevanên niha: Li dijî birayê xwe çek ranekin
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2022'YAN
26/04/2022
23:54 Li Silopiyayê lîstika 'Dansa Drama ya Bisih' hate lîstin
22:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Divê kurd li dijî êrişan bibin yek
21:47 Biryara tayînkirina Waliyê Nînovayê ya Qeymeqamtiya Şengalê hate betalkirin
20:49 Malbatên girtiyan serdana EMEP’ê kirin
20:24 Derbarê Omer Ocalan de lêpirsîn hate destpêkirin
19:32 Hate îdiakirin ku li Dêrsimê zilamekî xwe kuştiye
19:24 Li Herêma Kurdistanê 3 eskerên din hatin kuştin
18:09 Li pêş Nûnertiya NY'yê ya Hewlêrê êriş hatin şermezarkirin
17:01 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: Divê kontrola serbixwe bê kirin
16:38 Di Nobeda Edaletê de banga hevgirtina li dijî ‘faşîzmê’ hat kirin
16:24 415 kesan ji bo azadiya Ocalan danezanek weşand
16:13 Ciwanên kurd li Bernê PDK şermezar kirin
16:11 Bûldan: Îktidar şer vediguhezîne Rojhilata Navîn
15:58 Nobeta Edaletê: Ne hiqûq û ne jî edalet li dora AKP’ê nema ye
15:50 Doza Fatma Altinmakas hate taloqkirin
15:01 Di Nobeta Edaletê de bi çepikan şermezar kirin
14:52 Careke din kesên ku ji bo daxwazên girtiyan dimeşin Enqerê binçav kirin
14:37 Êrişkarê kedkarên tenduristiyê hat girtin
14:36 Navenda Mafên Jinan a Baroyê Amedê ji bo doza Peymana Stenbolê bang kir
14:16 Erdogan û Putin bi telefonê hevdîtin kirin
13:39 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:30 Doza Kobanê: Helwesta heyeta dadgehê ji Fermana Islahatê cudatir nîne
13:28 Welatiyê ku rexneya Ocalan li serokê Partiya Yenîlîk kiribû hate binçavkirin
13:18 Emîne Şenyaşar: Dixwazim êdî şîna xwe bigirim
12:47 Li Mereşê zarokek hat kuştin
12:41 Daxwaza betalkirina doza Beştaş hate redkirin
12:11 Tevî biryara DMME’yê jî dê doza Uca bidome
11:41 Remzî Kartal: Wê ji vî şerî encam negirin
11:22 Girtiyan ji bo êrişên AKP-PDK’ê bang kir: Divê her kes tev li têkoşînê bibe
11:18 Cerdevanan bertek nîşanî şer dan û dest ji çekan berdan
11:13 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 21’emîn de ye
10:59 Mehmet Ocalan: Siyaseta malbata Barzanî bi kurdan dide windakirin
10:50 Gundê Zorê mînaka talankirinê ye
10:46 Li Qerejdaxê rengê bûkaniyan veguherî pêşengehek sirûştî
09:51 Lîmakê înşeata nexweşxaneyê da sekinandin: Xwest heqê îhaleyê bê zêdekirin
09:44 ‘Ji bo bidawîkirina zilma li ser girtiyan hewcehî bi piştgiriyeke xurt heye’
09:36 Girtiyê ku perçeyê şarapnelê di serê wî de ye nayê berdan
09:34 'Destkeftiyên kurdan li Tirkiyeyê trawma çêdikin'
09:10 Demîr: Girseya Newrozê dê biherike 1’ê Gulanê
09:06 Rêxistinên hiqûqê: Divê daxwaza Malbata Şenyaşar bicih were
09:05 Li ser xeta sînor bang li malbata Barzanî kirin ku ‘dest ji xiyanetê’ berde
09:04 Malbatên girtiyan û windayan: Li dijî şer rabin ser pêya
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2022'YAN
25/04/2022
22:53 Piştî biryara Doza Geziyê li ber edliyeyê 'Nobeda Edaletê' hat destpêkirin
21:19 Artêşa Iraqê kete navenda Şengalê
19:27 Di Doza Geziyê de cezayê muebbeta giran dan Osman Kavala
18:22 Partiyên siyasî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
17:54 Li Bazîdê 3 kes hatin girtin
17:40 Polîsê ku li parêzer xistibû hêj li ser karê xwe ye
17:17 Îdianameya Sutçu ku êrişî HDP’ê kiribû hate qebûlkirin
17:02 80 cenazeyên leşkeran anîn Nexweşxaneya Geverê
16:57 Li Rihayê protestoya sergoyê
16:51 60 kesên ji HAK-PAR'ê îstîfa kirin derbasî HDP’ê bûn
16:39 Di çalakiya Nobeta Edaletê de bertek nîşanî AKP-PDK’ê dan
16:23 Di Doza Kobanê de hîn bû ku şahid e: Ev îfade yên min nînin
15:55 Di Doza Kobanê de SEGBÎS li parêzeran hate qedexekirin!
15:27 Ji bo 1’ê Gulanê li Mêrsînê bang kirin
15:18 TAJÊ: Destkeftiyên Şengalê xeta me ya sor e
15:08 Kedkar dê di 1’ê Gulanê de li Êlihê dakevin qadan
14:36 Cezayê girtîgehê yê Demîrtaş hat xerakirin
14:22 Li welatiyê ku strana kurdî distriya xistin û binçav kirin
14:15 Malbata Şenyaşar: Dewletê qebûl kir ku komkujî bi organîze hatiye kirin
14:10 Bîlançoya şerê li derveyî sînor hate aşkerakirin
13:51 Kesên dixwestin ji bo daxwazên girtiyan ber bi Enqereyê ve bimeşin hatin binçavkirin
13:42 Metîn Şengîl ê ku hevjîna xwe ya berda bû qetil kir hate girtin
13:33 DAIŞ’ê li Qereçoxê êriş kir
13:29 Partiyên siyasî û saziyên civakî: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
13:05 Nûrî Mehmûd: Tirkiye çi bike PDK jî heman tiştî dike
12:34 Pêşmergeyên Dêrîn: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
12:20 Rojnameger Altan: Têkçûna 4’emîn a li Zapê nêz e
11:36 Şahidên komkujiya malbata Şenyaşar: Yek kes ji vir zindî dernakeve!
10:22 Bi çeka polîs êrişî xebatkarên tenduristiyê kir
09:49 Parêzerê malbata Şenyaşar: Em ê serî li AYM’ê bidin
09:23 Hilberînerên mişmişan ku qeşayê li mişmişên wan da li benda piştgiriyê ne
09:22 AYM'ê qedexeya tîpa 'w' ya navên kurdî weke binpêkirin qebûl nekir
09:22 Talîban jinên ku revandin di berdêla tapo de berda
09:20 Leşkeran li gelek deverên gundê Timoqê dar birîne û erd vedane
09:19 Emîne Şenyaşar: Kujer tenê ne 4 kes bûn
09:18 Çalakgerê rojiya mirinê Yildirim: Em ê nebin temaşevanê lîstika tê leyîstin