MXDŞ: Em ji çareserî û berxwedanê re amade ne

  • rojane
  • 18:26 24 Nîsan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê, helwesta xwe ya li dijî êrişên Artêşa Iraqê yên li ser Şengalê aşakera kir û ev tişt got: "Çareserî be çareserî, êrîş be heya dawî berxwedanî."
 
Îro li Şengalê civînek girîng pêk hat. Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê (MXDŞ), bi hemû nûnerên sazî û dezgehên xwe re li Şehîdgeha Ş. Berxwedan û Ş. Dilgeş civiya û rewşa siyasî ya Iraq, Şengal û cîhanê nirxand. Di civînê de rewşa Şengalê û êrîşên artêşa Iraqê yên li ser Hêzên Parastina Şengalê (YBŞ), Peymana 9’ê Cotmehê, êrîşên li ser qadên parastina medya jî di nav de gelek mijar hatin nirxandin. Di civînê de nûnerên YBŞ-YJŞ’ê, Asayîşa Êzîdxanê, PADÊ, TAJÊ, nûnerên rêxistinên civakî û ji herêmên ku ereb dijîn jî nûnerên meclisên gel amade bûn.
 
Di dawiya civînê de meclisê bi amadebûna nûnerên xwe daxuyanî da û helwesta xwe ya li dijî êrîşên Artêşa Iraqê yên di demên dawî de li ser Şengalê pêk tîne aşkera kir.
 
Daxuyanî ji aliyê Endamê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên ve hate xwendin.   
 
Daxuyaniya MXDŞ’ê wiha ye:
 
"Di demên dawî de hem li cîhanê hem jî li Rojhilata Navîn li hemberî gel û baweriyan car din polîtîkayên şer têne meşandin. Şerê Ukrayna-Rusyayê nîşan da ku hemû mirovahî di esas de di bin xeteriya şer, koçberî, mirin û birîndariyê ye. Li Rojhilata Navîn jî roj nîne bê şer û pevçûn derbas bibe. Herî dawî dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya malbata Barzaniyan li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê dest bi êrîşên dagirkeriyê kirin. Armanc û hedefa dewleta Tirk û PDK’ê ya ji van êrîşan tê zanîn. Dixwazin hêza azadiya gelan, hêza parastina gelan tune bikin û pîlanên xwe yên dagirkirina herêmê bimeşînin.
 
Hemwextê êrîşên li ser qadên gerîla, di 18’ê Nîsanê de artêşa Iraqê bi fermana hikumeta Kazimî berê xwe da Şengalê û dest bi dorgirtina noqteyên Asayîşa Êzîdxanê kir. Artêşê, ji hêzên parastina Şengalê xwest ku dest ji noqteyên xwe berdin û teslîmî artêşê bikin. Di encama dorgirtin û êrîşên artêşa Iraqê de jî li gelek deverên Şengalê şer û pevçûn derketin. Beriya her tiştî em dixwazin bêjin ku eger şerekî dijwar û berfireh çênebûye, ev ji ber helwesta Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên parastina Şengalê ye. Ji ber ku artêşa Iraqê ji bo şerekî dijwar û demdirêj destpê bike çi ji dest hate kiriye, lê ji ber ku em xwe li ber gelên Iraqê berpirsyar dibînin me heya niha rê nedaye vî şerî giran.
 
PARASTINA ŞENGALÊ PARASTINA HEMÛ IRAQÊ YE 
 
Niha gelek kes dipirse û meraq dike, gelo artêşa Iraqê çima êrîşê Şengalê dike? Gelo yên ku dixwazin ev şer destpê bike û berdewam bike kî ne? Eger şerekî destpê bike ev dikeve xizmeta kîjan hêzan? Gelo ev şerê Iraqê ye an jî parçeyek şerê dewleta Tirk a dagirker û PDK ye? Em wekî meclisa  Xweser a Şengalê li bersiva van pirsan digerin û dixwazin dewleta Iraqê jî bersiveke rast bide van pirsan û helwesta xwe zelal bike.
 
Di fermana 2014’an de tu hêz berpirsyariya xwe ya li hemberî civaka Êzidî û Şengalê bicih neanî. Artêşa Iraqê pişta  xwe da  civaka me û ji Şengalê reviya. PDK’ê bi îxaneteke mezin li ser Şengalê bazarî kirin. Dewleta tirk a dagirker bi destê DAIŞ’ê xwest koka me biqedîne. Lê bi piştevaniya gerîlayên PKK’ê û ciwanên me , me hebûna xwe, ola xwe, çiyayê xwe parast û me xwe gihand van rojan. Me Çiyayê Şengalê parast lê di rastiyê de me hemû Iraqê parast. DAIŞ’ê hemû Nînovayê da ber xwe û fetih kir lê Çiyayê Şengalê rê neda DAIŞ’ê. Ev rastî ji tarîxê heya roja me berdewam kiriye û îro jî rastî neguheriye. Parastina Şengalê, parastina Nînovayê ye. Parastina Nînovayê parastina hemû Iraqê ye.
 
WÊ IRAQ JÎ BIBE PARÇYEKE DÎROKA FERMANAN?
 
Herkes baş dizane ku piştî artêşa Iraqê ji Şengalê reviya, yekem car me ala Iraqê li Şengalê bilind kir û parast. Sazî û dezgehên hikumetê bi hevkarî û piştgiriya me vegeriyan Şengalê. Tiştê ku em dixwazin bêjin ev e; me di fermanê de hem hebûna xwe parast hem jî hebûna Iraqê parast. Îro çi dibe sedem ku artêşa Iraqê berê çekên xwe dide ser zarokên Êzidiyan, zarokên Şengalê. Rast e, em dizanin şûrê Osmaniyan her li ser serê me bûye, û em dizanin PDK dixwaze dezkeftiyên civaka me  tune bike. Lê em dipirsin, piştî DAIŞ, dewleta tirk û PDK’ê wê artêşa Iraqê jî bi Êzidiyan re şer bike? Wê dewleta Iraqê jî bibe parçeyek ji dîroka fermanên Êzidiyan? Ev pirseke dîrokî ye ku em ji Iraqê dipirsin û bersiva vê pirsê dixwazin.
 
Em baş dizanin ku ev êrîşên dawî berdewama Peymana 9’ê Cotmehê ye. Yên ev peyman îmza kiribûn ev êrîşên dawî dimeşînin, artêşa Iraqê dişînin ser gelê me. Hevkarên vê peymanê ne ku sînorê Rojavayê Kurdistanê û Şengalê bi dîwaran qut dikin. Em dixwazin car din bînin bîra herkesî, di fermanê de bi sedhezaran Êzidî ji vê sînorê derbas bûn û xwe gihandin cihên ewle. Her kes dizane ku çeteyên DAÎŞ’ê ne ji sînorên Roajva belkû ji nava xaka îraqê êrîşî ser me kirin û gelê me di komkujiyê re hate derbaskirin.Bi sedan şervanên YPG û YPJ’ê ji vê sînorê hatin û xwe gihandin hawara me. Eger civaka me ji fermanê xwe rizgar kiribe, ji ber sînorê Rojavayê Kurdistanê û Şengalê ye.
 
EM SER DIDIN LÊ SIR NADIN 
 
Niha hun vê sînorê bi dîwar û sîman digirin. Em baş dizanin ku ev te çi wateyê? Dijminên Êzidiyan ji me re dibêjin ku “Yan hunê teslîmê me bibin, yan jî emê fermanên nû bînin serê we.” Em baş dizanin ku ev polîtîkaya dorgirtin û teslîmgirtinê ye. Lê em ji dîroka xwe piştrast in; Em ser didin lê sir nadin, em li ber xwe didin lê teslîm nabin.
 
Em ji vir bang li hêzên siyasî yên Iraqê, gel û baweriyên Iraqê, rayedarên Iraqê dikin. Hikumeta îraqê  wekî hevkarê dewleta Tirk û PDK’ê, dijminatiya civaka Êzidî û Şengalê dike. Ev plan û siyaset Iraqê ber bi parçebûnê ve dibe. Ev plana Osmaniya Nû ye ku dixwazin Nînovayê bikin parezgeha Komara Tirkiyeyê. Ev parçeyek ji plana Mîsak-i Mîllî ya dewleta Tirk e. Ew kes û aliyên ku her roj behsa siyada Iraqê dikin vê rastiyê nabînin gelo?  Dewleta Tirk û PDK dixwazin Şengalê jî, Nînovayê jî, Kerkûkê jî ji Iraqê qut bikin. Ma ev rastî nayê dîtin?
 
Em wekî civaka Êzidî, wekî gelên Şengalê di ferqa van pîlanan de ne. Emê li hemberî vê pîlanê bi hemû hêz û baweriya xwe li ber xwe bisekinin. Em ji vir bang li hemû aliyên siyasî yên Iraqê dikin, li dijî vê pîlana Dewleta Tirk, PDK û hikûmeta îraqê  derkevin. Artêşa Iraqê artêşa dewletê ye, ne artêşa hizb û aliyan e. Lazim e ev artêş bi ser Şengalê de bi ser civaka Êzidî de neyê şandin.
 
EM JI ÇARSERIYÊ RE JÎ Û JI BERXWEDANÊ RE JÎ AMADE NE 
 
Me berê jî got, em niha jî dibêjin. Ji bo ku rewşa Şengalê di çarçoweya dewleta federal a Iraqê de, li gor destûra bingehîn çareser bibe em ji diyalog, hevdîtin û çareseriyê re amade ne. Di van rojên dawî de çiqas hevdîtin hatine kirin lê tu encamekî erênî derneketiya pêş. Hevdîtinên ku wê ji nehe û şûnde jî dewam bikin, em wek civaka Êzidî li bendê ne ku wê rêz li daxwazên me bêna girtin, eger rêz li daxwaza mafê me yê rewa neyê girtin, ji rûdana her buyerekê li herêmê hikûmeta îraqê berpirsiyare. Em bang li dewleta Iraqê dikin ku li hemberî pîlana dewleta tirk a dagirker û PDK’ê bi hev re bisekinin. Em van hêzan ji mesela Şengalê dûr bixin û li rêyên çareseriyê bigerin. Û em bawer in, çareseriya li Şengalê wê siyade, yekîtî û hebûna Iraqê xurt bike. Ji bo vê jî lazim e artêş vegere ser erka xwe ya esasî, parastina sînorên Iraqê, parastina hebûna Iraqê bike.
 
Lazim e dest ji polîtîkayên dorgirtin, gef, zext û êrîşan berdin. Eger na, em ji vê derê car din ji bo hemû gelê xwe, gelên Iraqê û cîhanê radigihînin. Tu kes nikare bi gef, zext û êrîşan îradeya me teslîm bigire. Tu kes nikare çavê me bitirsîne û paş de gav bi me bide avêtin. Me 73 ferman dîtine, me ji bo parastina bîr û baweriya xwe bi dehezaran şehîd dane. Me di pêşengiya egîd û mêrxasan de pişta DAIŞ’ê û dewleta tirk şikandiye. Em girêdayî dîroka xwe ya berxwedanê ne, em girêdayî xewn û xeyalên Mam Zekî, Mam Beşîr, Ş.Seit, Ş.Zerdeşt, Ş.Dijwar in. Me carekî soza Şengala xweser û azad daye û em vê sozê naxwin.
 
WÊ BERPIRSYARIYA ŞER A HIKÛMETA IRAQÊ BE
 
Em hêvî dikin ku dewleta Iraqê îradeya azad a Şengalê esas bigire û pê re çareseriyê pêş bixe lê eger hikumeta Kazimî bi piştgiriya dewleta tirk a dagirker û PDK’ê bi ser me ve were, emê heya dawiyê li ber xwe bidin. Deskeftiyên Şengalê, deskeftiyên Rêveberiya Xweser a Şengalê bi ked û xwîna şehîdan ava bûne. Çi dibe bila bibe em dest ji deskeftiyên gelê xwe bernadin. Lazim e hêzên siyasî yên Iraqê rê li ber vê polîtîkaya şer a hikumeta îraqê  bigirin, eger negirin û rê li ber şerekî were vekirin ew ê di berpisyariya wan de be.
 
Herî dawî em bang li hemû civaka Êzidî dikin ku bi tifaq û yekîtî bersiva van êrîşan bidin. Bi taybet civaka Êzidî ya li Ewropayê lazim e ji bo Şengalê di asta seferberiyê de bikevin nav liv û tevgerê. Em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku li ber pîlanên PDK’ê û dewleta tirk bisekinin, piştgiriya xwe ya ji bo Şengalê bi her awayî nîşan bidin. Em bang li raya giştî ya cîhanê, saziyên navneteweyî û hemû mirovahiyê dikin,lazim e ew jî bikevin tevgerê, statuya Şengalê nas bikin û li dijî fermanên nû bisekinin. Em soz didin ku wê yekîtî, tifaq û berxwedana gelê me Şengala xweser û azad mîsoger bike."
 
Daxuyanî bi dirûşmên, “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bijî Êzîdxana azad” û “Bimire Xiyanet“ bi dawî bû.
 

Sernavên din

27/04/2022
14:26 Bi hezaran kesan li ser sînor bang li PDK’ê kir: Ma hûn ji xinayetê şerm nakin?
14:17 ‘Rewşa xebatkarên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe’
13:34 Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin
13:33 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hate ragihandin
13:02 Emîne Şenyaşar: Ne yek du kesan malbata min kuştin, gelek kes hebûn
12:02 Siyasetmedar û karmendên binçavkirî hatin berdan
11:41 Kalkan: Rejîma AKP-MHP’ê dê li Zapê hilweşe
11:19 Aldar Xelîl: Em êrişên li dijî Şengalê ji nêz ve dişopînin
10:55 Li wekîlê berê yê HDP’ê ji doza jê beraet kiribû piştî 13 salan ceza birîn
09:36 Cenazeyê Îlçîn li Êlihê hate veşartin
09:24 Gelê Amedê bertek nîşanî hevkariyê da: Barzanî ne kurd e lê birayê Erdogan e
09:11 Malbata Denîz Poyraz: Herkesê xwedî wijdan bila bê danişînê
09:10 ‘Neberdana Tûglûk tê wateya darvekirina belavî demê hatiye kirin'
09:09 Nebatên li çiyayan şîn dibin li bazarê cihê xwe girtin!
09:09 Fêkiya çiyayên bilind Rêvas
09:08 Li Qerejdaxê ji ber hişkesaliyê xêrûber kêm bûye
09:08 Sê gundên Xelfetiyê 13 sal in ji ber ava kanalîzasyonê bêzar bûne!
09:07 Jinên ku tev li sifreya edaletê bûn: Qêrîna Emîne Şenyaşar bibîhizin
09:06 Aydenîz: PDK bi helwesta xwe zirarê dide yekitiya neteweyî
09:05 Banga cerdevanên berê li cerdevanên niha: Li dijî birayê xwe çek ranekin
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2022'YAN
26/04/2022
23:54 Li Silopiyayê lîstika 'Dansa Drama ya Bisih' hate lîstin
22:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Divê kurd li dijî êrişan bibin yek
21:47 Biryara tayînkirina Waliyê Nînovayê ya Qeymeqamtiya Şengalê hate betalkirin
20:49 Malbatên girtiyan serdana EMEP’ê kirin
20:24 Derbarê Omer Ocalan de lêpirsîn hate destpêkirin
19:32 Hate îdiakirin ku li Dêrsimê zilamekî xwe kuştiye
19:24 Li Herêma Kurdistanê 3 eskerên din hatin kuştin
18:09 Li pêş Nûnertiya NY'yê ya Hewlêrê êriş hatin şermezarkirin
17:01 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: Divê kontrola serbixwe bê kirin
16:38 Di Nobeda Edaletê de banga hevgirtina li dijî ‘faşîzmê’ hat kirin
16:24 415 kesan ji bo azadiya Ocalan danezanek weşand
16:13 Ciwanên kurd li Bernê PDK şermezar kirin
16:11 Bûldan: Îktidar şer vediguhezîne Rojhilata Navîn
15:58 Nobeta Edaletê: Ne hiqûq û ne jî edalet li dora AKP’ê nema ye
15:50 Doza Fatma Altinmakas hate taloqkirin
15:01 Di Nobeta Edaletê de bi çepikan şermezar kirin
14:52 Careke din kesên ku ji bo daxwazên girtiyan dimeşin Enqerê binçav kirin
14:37 Êrişkarê kedkarên tenduristiyê hat girtin
14:36 Navenda Mafên Jinan a Baroyê Amedê ji bo doza Peymana Stenbolê bang kir
14:16 Erdogan û Putin bi telefonê hevdîtin kirin
13:39 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:30 Doza Kobanê: Helwesta heyeta dadgehê ji Fermana Islahatê cudatir nîne
13:28 Welatiyê ku rexneya Ocalan li serokê Partiya Yenîlîk kiribû hate binçavkirin
13:18 Emîne Şenyaşar: Dixwazim êdî şîna xwe bigirim
12:47 Li Mereşê zarokek hat kuştin
12:41 Daxwaza betalkirina doza Beştaş hate redkirin
12:11 Tevî biryara DMME’yê jî dê doza Uca bidome
11:41 Remzî Kartal: Wê ji vî şerî encam negirin
11:22 Girtiyan ji bo êrişên AKP-PDK’ê bang kir: Divê her kes tev li têkoşînê bibe
11:18 Cerdevanan bertek nîşanî şer dan û dest ji çekan berdan
11:13 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 21’emîn de ye
10:59 Mehmet Ocalan: Siyaseta malbata Barzanî bi kurdan dide windakirin
10:50 Gundê Zorê mînaka talankirinê ye
10:46 Li Qerejdaxê rengê bûkaniyan veguherî pêşengehek sirûştî
09:51 Lîmakê înşeata nexweşxaneyê da sekinandin: Xwest heqê îhaleyê bê zêdekirin
09:44 ‘Ji bo bidawîkirina zilma li ser girtiyan hewcehî bi piştgiriyeke xurt heye’
09:36 Girtiyê ku perçeyê şarapnelê di serê wî de ye nayê berdan
09:34 'Destkeftiyên kurdan li Tirkiyeyê trawma çêdikin'
09:10 Demîr: Girseya Newrozê dê biherike 1’ê Gulanê
09:06 Rêxistinên hiqûqê: Divê daxwaza Malbata Şenyaşar bicih were
09:05 Li ser xeta sînor bang li malbata Barzanî kirin ku ‘dest ji xiyanetê’ berde
09:04 Malbatên girtiyan û windayan: Li dijî şer rabin ser pêya
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2022'YAN
25/04/2022
22:53 Piştî biryara Doza Geziyê li ber edliyeyê 'Nobeda Edaletê' hat destpêkirin
21:19 Artêşa Iraqê kete navenda Şengalê
19:27 Di Doza Geziyê de cezayê muebbeta giran dan Osman Kavala
18:22 Partiyên siyasî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
17:54 Li Bazîdê 3 kes hatin girtin
17:40 Polîsê ku li parêzer xistibû hêj li ser karê xwe ye
17:17 Îdianameya Sutçu ku êrişî HDP’ê kiribû hate qebûlkirin
17:02 80 cenazeyên leşkeran anîn Nexweşxaneya Geverê
16:57 Li Rihayê protestoya sergoyê
16:51 60 kesên ji HAK-PAR'ê îstîfa kirin derbasî HDP’ê bûn
16:39 Di çalakiya Nobeta Edaletê de bertek nîşanî AKP-PDK’ê dan
16:23 Di Doza Kobanê de hîn bû ku şahid e: Ev îfade yên min nînin
15:55 Di Doza Kobanê de SEGBÎS li parêzeran hate qedexekirin!
15:27 Ji bo 1’ê Gulanê li Mêrsînê bang kirin
15:18 TAJÊ: Destkeftiyên Şengalê xeta me ya sor e
15:08 Kedkar dê di 1’ê Gulanê de li Êlihê dakevin qadan
14:36 Cezayê girtîgehê yê Demîrtaş hat xerakirin
14:22 Li welatiyê ku strana kurdî distriya xistin û binçav kirin
14:15 Malbata Şenyaşar: Dewletê qebûl kir ku komkujî bi organîze hatiye kirin
14:10 Bîlançoya şerê li derveyî sînor hate aşkerakirin
13:51 Kesên dixwestin ji bo daxwazên girtiyan ber bi Enqereyê ve bimeşin hatin binçavkirin
13:42 Metîn Şengîl ê ku hevjîna xwe ya berda bû qetil kir hate girtin
13:33 DAIŞ’ê li Qereçoxê êriş kir
13:29 Partiyên siyasî û saziyên civakî: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
13:05 Nûrî Mehmûd: Tirkiye çi bike PDK jî heman tiştî dike
12:34 Pêşmergeyên Dêrîn: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
12:20 Rojnameger Altan: Têkçûna 4’emîn a li Zapê nêz e
11:36 Şahidên komkujiya malbata Şenyaşar: Yek kes ji vir zindî dernakeve!
10:22 Bi çeka polîs êrişî xebatkarên tenduristiyê kir
09:49 Parêzerê malbata Şenyaşar: Em ê serî li AYM’ê bidin
09:23 Hilberînerên mişmişan ku qeşayê li mişmişên wan da li benda piştgiriyê ne
09:22 AYM'ê qedexeya tîpa 'w' ya navên kurdî weke binpêkirin qebûl nekir
09:22 Talîban jinên ku revandin di berdêla tapo de berda
09:20 Leşkeran li gelek deverên gundê Timoqê dar birîne û erd vedane
09:19 Emîne Şenyaşar: Kujer tenê ne 4 kes bûn
09:18 Çalakgerê rojiya mirinê Yildirim: Em ê nebin temaşevanê lîstika tê leyîstin