Ozturk: Êrişkar jî piştgirên wan jî wê winda bikin

  • rojane
  • 09:18 25 Nîsan 2022
  • |
img

AMED - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê da û ev tişt got: "Kesên ku vê êrişê dane destpêkirin û kesên ku têde cih digirin jî wê winda bikin."

Serokwezîrê Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî di 15'ê nîsanê de serdana Tirkiyeyê kiribû û li Stenbolê bi Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan û Musteşarê MÎT'ê ya Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anîbû. Piştî vê serdanê di 17'ê nîsanê de Tirkiyeyê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê ku sala borî jî di van rojan de êriş dabû destpêkirin, bi hevkariya PDK'ê êrişeke mezin a nû da destpêkirin. Êrîşa Tirkiyeyê di nav kurdan de bûye sedema bertekên mezin. Ji her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê partî û tevgerên kurdan li dijî êrişê derdikevin û hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re şermezar dikin. 
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, derbarê êrişê û helwesta PDK'ê ya ji bo êrişê de axivî û nirxandinên girîng kirin. 
 
'DESTPÊKA DAGIRKIRINÊ TECRÎDE'
 
Berdan Ozturk, diyar kir ku divê êrişa Tirkiyeyê ya li dijî herêmê weke "dagirkirina Kurdistanê" were şîrovekirin û got ku Tirkiye ji sala 2014'an ve plana dagirkeriyê kiriye meriyetê û lingekî vê polîtîkayê "plana çokşikandinê" ku piştî girankirina tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Ozturk, destnîşan kir ku dewletên emperyalîst piştgirî didin hewldana dagirkeriye û wiha got: "Desthilat bi girankirina tecridê û "plana çokşikandinê" xwest ku destketiyê kurdan tune bike.  Ev dagirkirin jî di vê çerçovêyê de hat destpêkirin. Bi rastî di vê pêvajoyê de sekna ku PDK nîşan dide naye qabûlkirin. Li her çar parçeyên Kurdistanê gel bedelên giran da û di deskeftiyan de xwîna bi hezeran mirovan heye. Ji ber vê tu partiyeke Kurdistanê nikare bi desthilata AKP-MHP'ê re tevbigere.
 
'ARMANC TUNEKIRINE KURDAN E'
 
Ozturk, xwest ku ji her çar aliyên Kurdistanê gelê kurd bertek nîşanî êrişê bide û wiha got: "Bi taybetî jî hewceye ku gelê başûrê Kurdistanê sekna xwe bide nîşandan û bertekek mezin derxe holê.  Plana Desthilata AKP-MHP’ê avakirina Osmaniya nû ye. PKK'ê dikin hincet û hewl didin Kurdistanê dagir bikin. Armanca wan a esasî dagirkirina Kurdistan û tunekirina kurdan e." Ozturk, ji bo serdana Mesrûr Barzanî ya Îngilistanê jî ev tişt anîn ziman: "Îngilistan ji berê ve dixwaze li Rojhilat a Navîn ê aktorek mezin be. Di piştperdeya zilma ku li kurdan tê kirin de Îngilistan heye. Îngilisan her tim piştgiriya dijminê kurdan kiriye. Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya bi vî rengî bi rastî jî kurdan êşand."
 
'KESÊN DI DAGIRKIERIYÊ DE CIH DIGIRIN WÊ WINDA BIKIN'
 
Di berdewamê de Ozturk, bi lêv kir ku piştî bombebarankirina Mexmûr û Şengalê Serokê Herêma Kurdistanê karibûye serdana Enqerê bike û bi Erdogan re hevdîtin bike û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Bi dehan sal in kesên êrişên derveyî sînor pêk tînin winda dikin. Kesên ku vê êrişê dane destpêkirin û kesên ku têde cih digirin jî wê winda bikin. Vi destê kurd ku ketiye xwîna gelê kurd jî wê winda bike. Yên qezenc bikin dîsa gelê kurd û gelên dijberî şer bin. Di serî de gelê kurd herkes sekna vê rêveberiyê bi awayekî zelal dibîne û dibêje ku çi ye. Divê ev weke "şerê birakujiyê" neyê nirxandin. Hûn bertekên gelê başûrê Kurdistanê yê li dijî êrişan dibinînin.  Di destpêkê de gelê hevparbûna hewldana dagirkeriyê şaş dibîne. Divê ev bertek zêde bibin. Dubare dibêjim; kesên ku bi vana re tevbigerin wê winda bikin."
 
MA / Ergîn Çaglar
 
 
 
 
  
 
 

Sernavên din

29/04/2022
09:10 ‘Wê dîrok xiyanetê binivîsîne’
09:10 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Werin em li dijî şer rabin
09:10 Ozbîngol: Yên ku qetlîamê asteng nekirin û dengê xwe nekirin şirîkê sûc in
09:10 'Qeyûm du erdên şaredariyê firot alîgiran’
09:07 6 sal in derbarê mirina Harûn û Ayşenûra biçûk de doz nehatiye vekirin!
09:04 Sewalkarî qedandin: Çareserî pergala demokratîk e
09:03 ‘Divê li dijî binpêkirinan xwedî li Nobeda Edaletê bê derketin’
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2022'YAN
28/04/2022
22:24 Cezayê mehrûmiyetê li Serokê Duyemîn ê Amedsporê hat birîn
20:53 'Heta birêz Ocalan azad nebe, pirsgirêka kurd jî çareser nabe'
20:04 Ji ser Sifreya Edaletê bang: Qîrîna edaletê bibihîzin
18:01 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' hişmendiya pergalê rexne dike
16:46 Dozgerê Şûreya Dewletê xwest ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê were betalkirin
16:33 'Heta ku edalet neyê Roboskî wê neyê Tirkiyeyê'
16:02 Xizmên girtiyan bi dirûşman meşiyan
15:56 Jinan giliya 'mobînga' qeyûm kir
15:35 Berdevka HDP'ê Gunay: AKP dixwaze bi şer emrê xwe dirêj bike
15:16 Nûrî Mehmûd îdiayên PDK’ê derewand: PDK hewl dide hevkariya xwe veşêre
14:47 Malbatên girtiyan: Em ê cejna zarokên xwe li pêşiya girtîgehê pîroz bikin
14:45 Doza Peymana Stenbolê: Rayeya serokkomar ya betalkirina peymanê nîne
14:28 Dayika Aştiyê Îne Akgun rehmet kir
14:19 Doza Kobanê: Hevserokatî bi têkoşîna jinan hat bidesxistin
13:58 Tîma qeyûm bi bêdengî hate firotin
13:49 Cendirmeyan li Mersînê 6 kes binçav kirin
13:36 Sercerdevanên Dêrgulê sîxurtiyê li koçerên dixwazin biçin zozanan ferz dike
13:01 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me bû daxwaza bi milyonan kesan
12:17 Li Wanê berteka li dijî êrişê: Desthilatdariya AKP-MHP’ê di êrişê de PDK’ê bi kar tîne
12:16 Bernameya meha gulanê ya Şanoya Bajêr a Amedê
12:04 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Mirina ku bi aşkerayî dihat: Kê Bêrîvan Alturk qetil kir?
11:17 Doza Peymana Stenbolê dest pê kir
10:47 Erdogan diçe serdana Erebistana Siûdî
10:42 Jinek li Îzmîrê rastî êrişê hat
10:29 Nîşeyên ku 10 sal berê girtiye kirin hinceta cezayê hucreyê
10:25 Nûrî El Malikî: Ji bo dewleta tirk hemû kurd wekî hev in
09:52 Li gel ku dema qedexeyê xelas bûye jî nahêlin bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:12 Ji girtî Sezaî Memîş agahî nayên girtin
09:10 Parlamenterên HDP’ê: Çalakiya malbatan qîrîna li dijî neheqiyê ye
09:09 Kujerê Denîz Poyraz dê bi 300 pirsên çeperast bê lêpirsînkirin
09:08 Hêrsa li dijî şer belav dibe: Barzanî wê çawa li çavên me binêre?
09:06 Li Herêma Kurdistanê hêzên taybet ên derveyî pêşemergeyan kî ne, çawa tên bikaranîn?
09:05 Hevserokê ÎHD’a Colemêrgê: Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2022'YAN
27/04/2022
22:32 Li Silopiya bekçiyek li mala xwe mirî hat dîtin
22:17 Li Silêmaniyê êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin
21:48 Kadrî Gurel ê ku Ozturk Yilmaz rexne kiribû hat berdan
21:27 Malbatên girtiyan di xwarina fitarê de civiyan
21:15 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê derket pêşberî temaşevanan
20:20 Başaran: Wê kujer hesabên rijandina rondikên çavê Emîne Şenyaşar bidin
18:48 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Gezî rûmeta me ye
17:10 Malbatên girtiyan serdana CHP’ê kirin
16:54 Qismekî doza Kişanak û Tuncel bi Doza Kobanê re kirin yek
16:45 Di qetilkirina Poyraz de daxwaza bila aliyê organîzeyî bê lêkolînkirin hate redkirin
16:29 Nobeta Edaletê: Zilm gihişt asta herî jor
16:13 Parêzerên malbata Şenyaşar, ji dozgeriyê hin belgeyên ku ne ‘veşartîne’ xwestin
15:49 Rapora 3 mehan a 21 girtîgehan: Herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan pêk hatin
15:31 Buldan: Xwedî li çalakiya dayikan derkevin
14:35 Jin wê ji bo Peymana Stenbolê sibê li Enqereyê bin
14:26 Bi hezaran kesan li ser sînor bang li PDK’ê kir: Ma hûn ji xinayetê şerm nakin?
14:17 ‘Rewşa xebatkarên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe’
13:34 Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin
13:33 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hate ragihandin
13:02 Emîne Şenyaşar: Ne yek du kesan malbata min kuştin, gelek kes hebûn
12:02 Siyasetmedar û karmendên binçavkirî hatin berdan
11:41 Kalkan: Rejîma AKP-MHP’ê dê li Zapê hilweşe
11:19 Aldar Xelîl: Em êrişên li dijî Şengalê ji nêz ve dişopînin
10:55 Li wekîlê berê yê HDP’ê ji doza jê beraet kiribû piştî 13 salan ceza birîn
09:36 Cenazeyê Îlçîn li Êlihê hate veşartin
09:24 Gelê Amedê bertek nîşanî hevkariyê da: Barzanî ne kurd e lê birayê Erdogan e
09:11 Malbata Denîz Poyraz: Herkesê xwedî wijdan bila bê danişînê
09:10 ‘Neberdana Tûglûk tê wateya darvekirina belavî demê hatiye kirin'
09:09 Nebatên li çiyayan şîn dibin li bazarê cihê xwe girtin!
09:09 Fêkiya çiyayên bilind Rêvas
09:08 Li Qerejdaxê ji ber hişkesaliyê xêrûber kêm bûye
09:08 Sê gundên Xelfetiyê 13 sal in ji ber ava kanalîzasyonê bêzar bûne!
09:07 Jinên ku tev li sifreya edaletê bûn: Qêrîna Emîne Şenyaşar bibîhizin
09:06 Aydenîz: PDK bi helwesta xwe zirarê dide yekitiya neteweyî
09:05 Banga cerdevanên berê li cerdevanên niha: Li dijî birayê xwe çek ranekin
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2022'YAN
26/04/2022
23:54 Li Silopiyayê lîstika 'Dansa Drama ya Bisih' hate lîstin
22:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Divê kurd li dijî êrişan bibin yek
21:47 Biryara tayînkirina Waliyê Nînovayê ya Qeymeqamtiya Şengalê hate betalkirin
20:49 Malbatên girtiyan serdana EMEP’ê kirin
20:24 Derbarê Omer Ocalan de lêpirsîn hate destpêkirin
19:32 Hate îdiakirin ku li Dêrsimê zilamekî xwe kuştiye
19:24 Li Herêma Kurdistanê 3 eskerên din hatin kuştin
18:09 Li pêş Nûnertiya NY'yê ya Hewlêrê êriş hatin şermezarkirin
17:01 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: Divê kontrola serbixwe bê kirin
16:38 Di Nobeda Edaletê de banga hevgirtina li dijî ‘faşîzmê’ hat kirin
16:24 415 kesan ji bo azadiya Ocalan danezanek weşand
16:13 Ciwanên kurd li Bernê PDK şermezar kirin
16:11 Bûldan: Îktidar şer vediguhezîne Rojhilata Navîn
15:58 Nobeta Edaletê: Ne hiqûq û ne jî edalet li dora AKP’ê nema ye
15:50 Doza Fatma Altinmakas hate taloqkirin
15:01 Di Nobeta Edaletê de bi çepikan şermezar kirin
14:52 Careke din kesên ku ji bo daxwazên girtiyan dimeşin Enqerê binçav kirin
14:37 Êrişkarê kedkarên tenduristiyê hat girtin
14:36 Navenda Mafên Jinan a Baroyê Amedê ji bo doza Peymana Stenbolê bang kir
14:16 Erdogan û Putin bi telefonê hevdîtin kirin
13:39 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan