Hilberînerên mişmişan ku qeşayê li mişmişên wan da li benda piştgiriyê ne

img

MELETÎ - Hilberînerên mişmişan ku îsal qeşayê li mişmişê wan da û bi mexdûriyeteke mezin re rû bi rû ne, daxwaz kirin ku li gorî tapoyan tespîta xesara wan bê kirin, deynê wan bêfaîz bê taloqkirin, ji bo ketana çandiniyê OTV û KDV bê rakirin û banga piştgiriyê kirin. 

Li Meletiyê, di nîveke meha nîsanê de ji ber hewaya sar a çend rojan qeşayê li mişmişan da û li baxçeyên mişmişan xesareke mezin pêk hatiye. Ji ber qeşayê ji sedî 80'yê kulîlkên darên mişmişan hişk bûne û wê îsal mişmiş negirin. Hilberînerên mişmişan ku bi mexdûriyeteke mezin re rû bi rû ne, li benda alîkariyê ne. Cotkar Huseyîn Solak û Serokê Sendîkaya Hemû Hilberîn û Gundiyan  (TUM KOY SEN) a Meletiyê Alî Guler ku di heman demê de hilberînerê mişmişan e, derbarê pirsgirêk û zehmetiyên ku hilberîner pê re rû bi rû mane de axivîn û nirxandinan kirin. 
 
Huseyîn Solak, diyar kir ku di navbera 13-15'ê nîsanê de hewa 9 pîle ketiye bin sifire û mişmişên hê nû ji kulîlkên xwe derketine hişk kiriye û wiha got: "Alternatîfeke me ya din tuneye ku em pê de biçin. Em bi mişmişan bawer dibûn û çandiniya gulberoj û silqê dikir. Ji ber ku mazot, gubre û îcare biha bûne em jî nizanin ku em ê çi bikin. Em dixwazin ku deynê qrediyan bên taloqkirin û bankayên qrediyên çandiniyê û zêrzewat ji bo cotkaran taloqkirinê bikin. Bi vê wê cotkar karibe rehet bibe. Heke siberoj pereyê av, mazot, gubre û dermanê zerzewat bê xwestin wê cotkar nikaribin ji bin derkevin. Mirovên ku niha bi zorê debara xwe dikin di asta tunebûnê de ne. Heke wiha biçe wê cotkarî biqede. Bila bihayê mazot û gubreyê bê asayîkirin, OTV, KDV bê daxistin, yekîneyên avê deynê xwe ji bo salekê betal bikin. Destê xwe xistine tînaka gundiyên ku nikare pereyê av, gubre, mazot bide. Wê welatî traktora xwe bifiroşe û serî li qrediyê bide. Qredî jî nadin. Wê ev mirov ji neçarî li kargehan bixebitin. Em dixwazin ku destek bidin çandiniyê."
 
POLÎTÎKAYÊN ŞAŞ ÊN ÇANDINIYÊ
 
Serokê TUM KUY SEN'ê Alî Guler jî da zanîn ku di encama polîtîkayên şaş ên çandiniyê de gundî-hilberîner di rewşeke zor de ne û ev tişt anî ziman: "Dixwazin piyaseya hundir biqedînin, girêdayî derve bikin û bi qanûnên derhanînê bi rê ve bibin. Weke sendika destpêkê em vê red dikin. Divê terka polîtîkayên derhanînê bê kirin û vegerandina li erd çê bibe. Divê piştgiriya hilberînerê erd bê kirin. Pêwistiya ji sedî 85'ê mişmişên hişk a Tirkiye û welatan em dibersivînin. Ji sedî 80'yê baxçeyên mişmişan hişk bûne. Rexmî vê rewşê jî pirsa halê cotkaran nayê kirin. Bi vê rewşê bi hezaran hilberînerên mişmişan û gundî tune bûne. Dev ji debarê berdin divê heta sala 2023'yan li baxçeyê xwe binêre."
 
ŞANSÊ WAN Ê HILBERANDINÊ TUNEYE
 
Di berdewama axaftina xwe Guler, daxuyaniya Bankaya Zîraatê ya "sedemeke bilindbûna enflasyonê bilindbûna ketana çandiniyê ye" bi bîr xist û wiha pêde çû: "Tespîta ku saziya herî xwedî raye ya dewletê kiriye, weke sendîkaya hilberîner û gundiyan bi salan e em tînin ziman. Tonek dermanê çandiniyê ku me bi 120 TL'yî dikirî îsal me bi 70 TL'yî kirî. Gubreya ku me di navbera 70-110 TL'yî de dikirî îsa me bi 700-800 TL'yî kirî Û nikaribû zêde bi kar bînin. Mzot jî bûye 22 TL. Di van şertan de şansê hilberandinê yê hilberîner tuneye. Divê cotkar û hilberîner bi çandiniyê ve bên girêdan. Ji bo pêşdeçûna welat û erzanbûna xurek divê piştgiriya hilberîneran bê kirin. Destpêkê divê OTV û KDV'a mazot û gubreyê bê rakirin, zem bên vekişandin. Qet mala prîmên SSK û BAG-KÛR'ê yê gundî û hilberîneran nayê kirin. Prîma BAG-KÛR'ê bûye hezar û 600 TL. Hilberîner nikare vê razîne. Divê ev bê daxistin û nîvê wê ji aliyê dewletê ve bê razandin. Em hilberîneke taybet nakin, tenê debara xwe dikin. Em hem feydê didin dewletê hem jî neçar in hilberînin. Ji bo vê divê piştgiriya çandiniyê bê kirin."
 
DAXWAZA TALOQKIRINA DEYNAN
 
Guler, derbarê qesara qeşayê de jî bi lêv kir ku di asteke bilind xesar pêk hatiye û daxwaz kir ku ev xesar bê tespîtkirin û ji bo cotkaran piştgirî bê dayîn û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Divê ev piştgirî li gorî Hewza Sîxorteyên Çandiniyê (TARSÎM) neyê nirxandin. Lewre erd perçe bi perçe û hîsse ne. Ji ber vê gelek mirov, Pergala Qeydê ya Cotkariyê nakin. Ji ber ku prîmên sîxortayê bilind in gelek mirov naçin TARSÎM'ê. Divê li gorî tapoyan xesar bê tespîtkirin. Heke piştgirî bê dayîn divê ji bo hemû cotkaran ku xesar dîtine bê dayîn. Dema ku ev bê dayîn divê dewlet piştgiriya qrediya bêfaîz jî bike. Divê deyn bên razandin. Em dixwazin ku deyn jî bêfaîz bên razandin."
 
MA / Mujdat Can
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

12/09/2022
09:54 Zaroka destdirêjî lê hatiye kirin şandin saziya parastina zarokan
09:42 Li Şirnexê şampiyona turnuwaya Kemal Kûrkût diyar bû
09:03 Tirkiyeyê xwest Zanîngeha Zaxoyê nexşeya Kurdistanê parçe kir
09:02 Înfaza Demîr ê 30 sale girtî hate şewitandin
09:02 Midûrê ku heqareta ‘Bêesilno’ li xwendekarên kurd kir anîn navenda Êlihê
09:02 DÎSKÎ hem avê nade û hem jî pereyan distîne
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Yên ji xwe re dibêjin ‘Kurdistanî’ divê nebin şirîkên dijmin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2022’YAN
11/09/2022
23:53 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 4’an
23:38 Bi hezaran kesan got: Em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin
23:16 KASED’ê 3’yemîn salvegera xwe bi konserê pîroz kir
22:40 Li dijî karkerên kurd êrişa çekdarî: Karkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû
20:09 Jinên HDP’î li Kagithanayê hatin ba hev
19:21 Gelê Kerboranê Soylu protesto kir: Esnafan derabe venekirin
18:05 3 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn
17:38 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê îşev kampanya didin destpêkirin
17:11 Pankarta bertilê bi şaredariya AKP’î ve hate daliqandin
16:33 Li Mêrsînê çalakiya ziman hate lidarxistin
15:27 YBŞ: Em ji duh amadetir û bihêztirin
15:02 Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir
14:25 HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide
12:53 Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin!
12:06 Tirkiyeyê dîsa êrişî Şengalê kir
11:59 Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
11:58 3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke
12:59 Li Wanê banga tevlibûna Meşa Çiyayê Cûdî hat kirin
12:58 Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe
12:53 Dadgeha Bilind cezayê rojnamegerê girtî Yilmaz erê kir
12:14 Hate îdiakirin ku qeyûm meaş dide kesên ji peywîrê hatine girtin
12:07 Malbata Şenyaşar: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn
11:55 Rapora ÎHD’ê: Kara hê birîndar bû polîsê faîl hat berdan
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:41 Cenazeyên Ozel û Okmen hatin veşartin
11:37 DMME: Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan ne sûc e
11:03 ‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’
10:24 ‘Me Alver wekî pêşengekî xwe didît’
10:06 Ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’yê hat dayîn: Divê CPT bilez serdanê bike
09:29 Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin
09:01 Zarok 'ji bo jiholêrakirina ewlehiya herêma xweser' tên kuştin!
09:00 Malbatên girtiyan: Binpêkirinên mafan dê bi rakirina tecrîdê bi dawî bibin
09:00 Şahidê 12'ê Îlonê: Pêşengê şikandina atmosfera tirsê tevgera kurd bû
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin