Nûrî Mehmûd: Tirkiye çi bike PDK jî heman tiştî dike

  • rojane
  • 13:05 25 Nîsan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd diyar kir ku heke Tirkiye di êrişa xwe ya li Herêma Kurdistanê de bi ser keve dê tevahiya Başûr dagir bike û wiha got: “Tirkiye li herêmê çi bike, hikûmetên Iraq û PDK’ê jî heman tiştî dikin.” 
 
Berdevkê Yêkîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd têkildarî êrişên hevpar ên Tirkiye û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Mehmûd, diyar kir ku divê gelê kurd xwe biparêze, şer bike û bi ser keve. 
 
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd di serî de bal kişand ser hevdîtinên wan ên di dema Newrozê de li Fransayê kiribûn û wiha got: “Me bi dostên xwe re êrişên DAIŞ’ê yên li ser herêmê, sedemên jinûve zindîbûna DAIŞ’ê, xwerêxistinkirina çeteyan a li herêmên dagirkirî, tevdîrên hewce û xetereya desthilatdariya Tirkiyeyê ya li ser gelê kurd parve kirin. Mînak; serokê berê yê Fransayê birêz François Hollande got ku weke Fransayê xwe deyndarên hêzên me dibînin. Her wiha got ku ji bo haydarkirina ji rewşa şer dê hem bi hikûmeta Fransayê û hem ji yên cîhanê re xebatan bikin. Hema hema tevekan jî sedema jinûve zindîbûna DAIŞ’ê weke herêmên dagirkirî nîşan didan. Lê ne li Fransayê û ne jî dewletên cîhanê ji bo van sûcên AKP-MHP’ê tiştekî bi fermî nekirine.” 
 
‘ŞERÊ LI ÛKRAYNAYÊ WEKE FIRSEND BI KAR ANÎN’
 
Nûrî Mehmûd da zanîn ku Erdogan, şerê Ûkrayna-Rûsyayê weke derfet dîtiye û wiha domand: “Lewma jî di 17’ê nîsanê de êrişî herêmên başûrê Kurdistanê kirin. Rewşa siyasî, aborî û dîplomasî ya hikûmeta Tirkiyeyê gelek xerab e. Di şerê Ûkrayna-Rûsyayê de hêzên navdewletî ji bo çareseriyê berpirsyarî li xwe negirtin û vê jî bo Tirkiyeyê firsend çêkir. Destê Erdogan di xwîna civaka herêmê û Rojhilata Navîn de heye. Lê Erdogan ev firsend bi kar anî. Bi saya vê firsendê jî careke din ji bo tunekirina şoreşa kurdan û pêşketina demokrasiya li herêmê kete nava êrişan. Lê cîhan bi xemsarî nêz dibe. Hem hikûmeta Iraqê û hem jî PDK di êrişê de cih digirin. Ev jî xetereyeke mezin e. Ne tenê êrişeke li dijî Qendîlê lê dê êrişî Mûsil, Kerkûk, Hewlêr û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bikin. Hewl didin hemû hêviyên demokrasiyê tune bikin û li herêmê serdest bin.” 
 
‘PDK Û IRAQ BI HIŞMENDIYA REJÎMA FAŞÎST TEVDIGERIN’
 
Mehmûd, diyar kir ku heke Tirkiye di êrişa xwe de bi ser keve, dê tevahiya Başûr dagir bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dê xetereya li ser Rojava jî zêdetir bibe. Îxtîmala êrişên mezin heye. Tevî ku Koalîsyona Navneteweyî li herêmê heye jî, Tirkiye bi vekirî dibêje ku dê êrişî Rojava bike. Hem DAIŞ û hem jî Tirkiye çi tiştekî li dijî me bike, heman tiştî bi serê Iraqê tîne. PDK jî heman tiştan dike. Lewma ji biryara hikûmeta Iraqê û PDK’ê zêdetir, biryarên Tirkiyeyê ne. Bi temamî di bin bandora rejîma faşîst û cîhadîst a AKP-MHP’ê de ne û bi hişmendiya wê tevdigerin. Başûrê Kurdistanê teslîmî Erdogan û MHP’ê dikin. Tirkiye dixwaze sînorên Mîsak-i Mîllî dagir bike. Bi tunekirina projeya rêveberiya xweser re nexşeya Osmanî ku qismeke Asya, Ewropa û tevahiya Rojhilata Navîn digire nava xwe dagir bike.” 
 
‘DIVÊ DYA Û RÛSYA BÊDENG NEMÎNIN’
 
Herî dawî jî Mehmûd qala êrişên dawî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û axaftina xwe wiha qedand: “Armanca êrişên dewleta tirk û çeteyên wê ew e ku DAIŞ’ê dîsa zindî bikin. Em dixwazin pirsgirêka heyî bi rêyên siyaset û demokrasiyê çareser bibe. Lê heke hewce bike jî em ê ji bo parastina jiyaneke birûmet, demokratîk û azad tişta pêwîst bikin. Divê cîhan bizane ku tişta DAIŞ’ê nekarî bike, niha hikûmeta AKP-MHP’ê dixwaze bike. Armanca DAIŞ û Erdogan yek in. Heke ev êriş wiha bidomin, em ê bêdeng nemînin. Divê Koalîsyona Navneteweyî, DYA û Rûsya van êrişan bibînin.
 

Sernavên din

27/04/2022
14:26 Bi hezaran kesan li ser sînor bang li PDK’ê kir: Ma hûn ji xinayetê şerm nakin?
14:17 ‘Rewşa xebatkarên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe’
13:34 Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin
13:33 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hate ragihandin
13:02 Emîne Şenyaşar: Ne yek du kesan malbata min kuştin, gelek kes hebûn
12:02 Siyasetmedar û karmendên binçavkirî hatin berdan
11:41 Kalkan: Rejîma AKP-MHP’ê dê li Zapê hilweşe
11:19 Aldar Xelîl: Em êrişên li dijî Şengalê ji nêz ve dişopînin
10:55 Li wekîlê berê yê HDP’ê ji doza jê beraet kiribû piştî 13 salan ceza birîn
09:36 Cenazeyê Îlçîn li Êlihê hate veşartin
09:24 Gelê Amedê bertek nîşanî hevkariyê da: Barzanî ne kurd e lê birayê Erdogan e
09:11 Malbata Denîz Poyraz: Herkesê xwedî wijdan bila bê danişînê
09:10 ‘Neberdana Tûglûk tê wateya darvekirina belavî demê hatiye kirin'
09:09 Nebatên li çiyayan şîn dibin li bazarê cihê xwe girtin!
09:09 Fêkiya çiyayên bilind Rêvas
09:08 Li Qerejdaxê ji ber hişkesaliyê xêrûber kêm bûye
09:08 Sê gundên Xelfetiyê 13 sal in ji ber ava kanalîzasyonê bêzar bûne!
09:07 Jinên ku tev li sifreya edaletê bûn: Qêrîna Emîne Şenyaşar bibîhizin
09:06 Aydenîz: PDK bi helwesta xwe zirarê dide yekitiya neteweyî
09:05 Banga cerdevanên berê li cerdevanên niha: Li dijî birayê xwe çek ranekin
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2022'YAN
26/04/2022
23:54 Li Silopiyayê lîstika 'Dansa Drama ya Bisih' hate lîstin
22:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Divê kurd li dijî êrişan bibin yek
21:47 Biryara tayînkirina Waliyê Nînovayê ya Qeymeqamtiya Şengalê hate betalkirin
20:49 Malbatên girtiyan serdana EMEP’ê kirin
20:24 Derbarê Omer Ocalan de lêpirsîn hate destpêkirin
19:32 Hate îdiakirin ku li Dêrsimê zilamekî xwe kuştiye
19:24 Li Herêma Kurdistanê 3 eskerên din hatin kuştin
18:09 Li pêş Nûnertiya NY'yê ya Hewlêrê êriş hatin şermezarkirin
17:01 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: Divê kontrola serbixwe bê kirin
16:38 Di Nobeda Edaletê de banga hevgirtina li dijî ‘faşîzmê’ hat kirin
16:24 415 kesan ji bo azadiya Ocalan danezanek weşand
16:13 Ciwanên kurd li Bernê PDK şermezar kirin
16:11 Bûldan: Îktidar şer vediguhezîne Rojhilata Navîn
15:58 Nobeta Edaletê: Ne hiqûq û ne jî edalet li dora AKP’ê nema ye
15:50 Doza Fatma Altinmakas hate taloqkirin
15:01 Di Nobeta Edaletê de bi çepikan şermezar kirin
14:52 Careke din kesên ku ji bo daxwazên girtiyan dimeşin Enqerê binçav kirin
14:37 Êrişkarê kedkarên tenduristiyê hat girtin
14:36 Navenda Mafên Jinan a Baroyê Amedê ji bo doza Peymana Stenbolê bang kir
14:16 Erdogan û Putin bi telefonê hevdîtin kirin
13:39 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:30 Doza Kobanê: Helwesta heyeta dadgehê ji Fermana Islahatê cudatir nîne
13:28 Welatiyê ku rexneya Ocalan li serokê Partiya Yenîlîk kiribû hate binçavkirin
13:18 Emîne Şenyaşar: Dixwazim êdî şîna xwe bigirim
12:47 Li Mereşê zarokek hat kuştin
12:41 Daxwaza betalkirina doza Beştaş hate redkirin
12:11 Tevî biryara DMME’yê jî dê doza Uca bidome
11:41 Remzî Kartal: Wê ji vî şerî encam negirin
11:22 Girtiyan ji bo êrişên AKP-PDK’ê bang kir: Divê her kes tev li têkoşînê bibe
11:18 Cerdevanan bertek nîşanî şer dan û dest ji çekan berdan
11:13 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 21’emîn de ye
10:59 Mehmet Ocalan: Siyaseta malbata Barzanî bi kurdan dide windakirin
10:50 Gundê Zorê mînaka talankirinê ye
10:46 Li Qerejdaxê rengê bûkaniyan veguherî pêşengehek sirûştî
09:51 Lîmakê înşeata nexweşxaneyê da sekinandin: Xwest heqê îhaleyê bê zêdekirin
09:44 ‘Ji bo bidawîkirina zilma li ser girtiyan hewcehî bi piştgiriyeke xurt heye’
09:36 Girtiyê ku perçeyê şarapnelê di serê wî de ye nayê berdan
09:34 'Destkeftiyên kurdan li Tirkiyeyê trawma çêdikin'
09:10 Demîr: Girseya Newrozê dê biherike 1’ê Gulanê
09:06 Rêxistinên hiqûqê: Divê daxwaza Malbata Şenyaşar bicih were
09:05 Li ser xeta sînor bang li malbata Barzanî kirin ku ‘dest ji xiyanetê’ berde
09:04 Malbatên girtiyan û windayan: Li dijî şer rabin ser pêya
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2022'YAN
25/04/2022
22:53 Piştî biryara Doza Geziyê li ber edliyeyê 'Nobeda Edaletê' hat destpêkirin
21:19 Artêşa Iraqê kete navenda Şengalê
19:27 Di Doza Geziyê de cezayê muebbeta giran dan Osman Kavala
18:22 Partiyên siyasî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
17:54 Li Bazîdê 3 kes hatin girtin
17:40 Polîsê ku li parêzer xistibû hêj li ser karê xwe ye
17:17 Îdianameya Sutçu ku êrişî HDP’ê kiribû hate qebûlkirin
17:02 80 cenazeyên leşkeran anîn Nexweşxaneya Geverê
16:57 Li Rihayê protestoya sergoyê
16:51 60 kesên ji HAK-PAR'ê îstîfa kirin derbasî HDP’ê bûn
16:39 Di çalakiya Nobeta Edaletê de bertek nîşanî AKP-PDK’ê dan
16:23 Di Doza Kobanê de hîn bû ku şahid e: Ev îfade yên min nînin
15:55 Di Doza Kobanê de SEGBÎS li parêzeran hate qedexekirin!
15:27 Ji bo 1’ê Gulanê li Mêrsînê bang kirin
15:18 TAJÊ: Destkeftiyên Şengalê xeta me ya sor e
15:08 Kedkar dê di 1’ê Gulanê de li Êlihê dakevin qadan
14:36 Cezayê girtîgehê yê Demîrtaş hat xerakirin
14:22 Li welatiyê ku strana kurdî distriya xistin û binçav kirin
14:15 Malbata Şenyaşar: Dewletê qebûl kir ku komkujî bi organîze hatiye kirin
14:10 Bîlançoya şerê li derveyî sînor hate aşkerakirin
13:51 Kesên dixwestin ji bo daxwazên girtiyan ber bi Enqereyê ve bimeşin hatin binçavkirin
13:42 Metîn Şengîl ê ku hevjîna xwe ya berda bû qetil kir hate girtin
13:33 DAIŞ’ê li Qereçoxê êriş kir
13:29 Partiyên siyasî û saziyên civakî: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
13:05 Nûrî Mehmûd: Tirkiye çi bike PDK jî heman tiştî dike
12:34 Pêşmergeyên Dêrîn: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
12:20 Rojnameger Altan: Têkçûna 4’emîn a li Zapê nêz e
11:36 Şahidên komkujiya malbata Şenyaşar: Yek kes ji vir zindî dernakeve!
10:22 Bi çeka polîs êrişî xebatkarên tenduristiyê kir
09:49 Parêzerê malbata Şenyaşar: Em ê serî li AYM’ê bidin
09:23 Hilberînerên mişmişan ku qeşayê li mişmişên wan da li benda piştgiriyê ne
09:22 AYM'ê qedexeya tîpa 'w' ya navên kurdî weke binpêkirin qebûl nekir
09:22 Talîban jinên ku revandin di berdêla tapo de berda
09:20 Leşkeran li gelek deverên gundê Timoqê dar birîne û erd vedane
09:19 Emîne Şenyaşar: Kujer tenê ne 4 kes bûn
09:18 Çalakgerê rojiya mirinê Yildirim: Em ê nebin temaşevanê lîstika tê leyîstin