Kalkan: Rejîma AKP-MHP’ê dê li Zapê hilweşe

  • rojane
  • 11:41 27 Nîsan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku niha şerekî giran heye û wiha got: “Çawa ku Yaşar Buyukanit û Îlker Başbug li Zapê têk çûn, dê faşîzma AKP-MHP’ê jî li Zapê têk biçe û hilweşe.” 
 
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan têkildarî êrişa Tirkiyeyê ya di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dane destpêkirin bi Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî. Kalkan, diyar kir ku tiliya hêzên navdewletî û herêmî jî di van êrişan de hene û dixwazin PKK’ê tesfiye bikin. 
 
Dûran Kalkan da zanîn ku AKP-MHP’ê di 17’ê nîsanê de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişeke nû daye destpêkirin û wiha got: “Êrişeke plankirî ya tunekirinê ye. Ev êriş li dijî Zap û Avaşînê ye. Parçeyek ji êrişên ku parçe bi parçe li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê têne meşandine. Lê belê ev parçeyê herî girîng e. Êrişa di sala 2008’an a li dijî Zapê de ji bo lêdana navendê bû. Ji sala 2016'an ve jî êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyan dest pê kir û ber bi navendê ve çû. Hewldanek ji bo bicihanîna plansaziya sala 2008'an e. Wê demê dixwestin ku ji navendê li sîstema kontrolê ya fermandariyê ya gerîla bixin, bi vî rengî pûç bikin û li aliyê din jî êrişî herêmên din ên gerîla bikin û bieciqînin. plansazî bi vî rengî bû.”
 
‘DIXWAZIN HERÊMÊN PARASTINÊ TÊK BIBIN’ 
 
Kalkan, diyar kir ku ji sala 2016'an û vir ve êrişên destpêkê ji hêla Xakurk û Heftanînê dest pê kirin û wiha domand: “Her wiha li xetên sînor ên Zap û Avaşînê destpê kirin. Êriş bi parçeyên biçûk hatin meşandin. Bi êrişa 2021'an xwestin li Metîna, Zap û Avaşînê encamekî bi dest bixin. Xwestin ku xwe nêzî navendê bikin. Êrişa niha ya li ser Zap û Avaşînê mîna êrişa 2008'an a li ser navendê ye. Eger li vê derê bi ser bikevin wê herêmên din ên gerîla, ji Xakurkê heta Heftanînê hewl bidin bi temamî kontrol bikin, baregehên gerîla ji holê rakin û bi xwegihandina navendê re temamiya Herêmên Parastinê yên Medyayê têk bibin. Bi vê yekê re jî PKK'ê lawaz bikin, têk bibin û bêbandor bikin.”
 
‘ARMANC TEMAMKIRINA QIRKIRINA KURDAN E’
 
Bi domdarî Kalkan anî ziman ku heke PKK bêbandor bibe dê vêcarê dor were rêxistinên din ên kurd ên weke PDK, YNK, Rojava û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev êriş niha li dijî PKK'ê tê kirin. Ji ber ku yê bi esasî ji bo azadî û hebûna gelê kurd têdikoşe PKK ye. Heta ku PKK neyê eciqandin, neyê tunekirin, êrişa bi ser rêxistinên din ên kurd, li dijî saziyên din ên gelê kurd ne stratejiyeke raste. Lewma ew di plana duyemîn de ne. Armanca xwe ya destpêkê bi pelçiqandina baregehên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê re tunekirina PKK'ê ye, armanca duyemîn jî bi îmhakirina PKK'ê re rêxistinên din ên kurd tune bike, destkeftiyên li Başûr, Rojava û Şengalê ji holê rake, statûya kurdan tune bike û qirkirina kurdan temam bike.” 
 
‘ARMANCA SÊYEMÎN LI DIJÎ GELÊ EREB E’
 
Di berdewamê de Kalkan bal kişand ser armanca sêyemîn a êrişê û ev nirxandin kir: “Heke qirkirina kurdan bi vî rengî temam bibe, dê dor vêcarê bê ereban. Dê li ser bingeha siyaseta 'Osmaniya Nû' Erebistanê bixe bin bandora Tirkiyeyê. Wê berê xwe bide Mûsil û Kerkûkê bi vî rengî hewl bidin Bexdayê bi ser Tirkiyeyê ve bikin. Her wiha bi zexta li ser Reqa û Helebê hewl bide giraniyê bide ser van deveran û Şamê kontrol bike. Yanî armanca sêyemîn kontrolkirina beşek ji xaka ereb e ku dewletên ereb ên mîna Qeter a îro bi Tirkiyeyê ve girê bide. Faşîzma AKP-MHP’ê li gorî vê planê tevdigere.” 
 
‘JI ŞERÊ ÛKRAYNAYÊ GIRANTIR E’
 
Di berdewamê de Kalkan destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze bi piştgiriya DYA, NATO Û PDK’ê bi bombebaraneke giran û bi teknîkê qada çiyayî ya stratejîk kontrol bike û ev tişt anî ziman: “Hewl didin weke êrişeke biçûk nîşan bidin lê ne wisa ye. Li holê operasyon nîne, ji êrişa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê girantir e. Armancên wê berfireh û metirsîdar in. Li holê şer heye, êrişa dagirkerî û qirkirinê heye.”
 
‘FAŞÎZM AN DÊ BI SER KEVE YAN JÎ DÊ TÊK BIÇE’
 
Kalkan, daxuyand ku li benda êrişeke bi vî rengî bûn û wiha got: “Faşîzma AKP-MHP’ê demeke dirêje xwe ji bo êrişeke wiha amade dikirin. Têkçûna li Gareyê ranegirtin. Par li Metîna, Zap û Avaşînê derb xwarin. Vê jî faşîzma AKP-MHP’ê şikand. Gelekî tengav kir. Ji bo berevajîkirina vê rewşê jî xwe bo êrişeke nû amade kir. Êrişa 17’ê nîsanê jî li ser vê bingehê pêş ket. Ji bo vê êrişê bi NATO, DYA, Rûsya, rêveberiya Iraqê û ya PDK’ê re gelek hevdîtin kirin. Ev rewş dihat texmînkirin. Faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze encamên 2021’ê berevajî bike. Li ser vê bingehê weke êrişeke dawî, hêza xwe bi temamî seferber kiriye. Êriş êdî êrişa dawî ya faşîzma AKP-MHP’ê ye. Ya wê bi vê êrişê re bigihêje armanca xwe û emrê xwe dirêj bike yan jî dê li vir bişikê, têk biçe û rêveberiya AKP-MHP’ê hilweşe. Pêvajoya heyî pêvajoyeke bi vî rengî ye. Şirîkên wê heman şirîk in. A rast DYA û PDK’ê ji bo şerekî wiha faşîzma AKP-MHP’ê teşwîq dikirin. Me êrişa di 2021’an de weke êrişa hevpar a DYA, Tirkiye û PDK’ê dinirxand. Ev êrişa hevpar didome. Iraqê jî bi nêzikatiya xwe ya li dijî Şengalê û bi xwedînederketina li du generalên xwe re nîşan da ku parçeyeke van êrişan e. 
 
‘IRAQ PARÇEYEKE ÊRIŞÊ YE’
 
Têkildarî helwesta hêzên hêrêmî û navneteweyî jî Kalkan ev nirxandin kir: “Wezareta Karên Derve ya Iraqê dibêje eleqeya wan bi êrişê re nîne û Erdogan derewan dike. Lê Erdogan dibêje ku bi hev re ne. Rêveberiya Iraqê çi bibêje jî derew e. Ji ber ku pratik tune ye. Li şûna ku piştgiriyê bidin gerîla, hewl didin qadên gerîla dorpêç bikin. Her wiha serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekitiya Ereban nade. Ya rast Yekitiya Ereban bertek nîşan da lewma Iraqê jî daxuyaniyeke wiha da. Ne xwe dê daxuyaniyekî bi vî rengî nedabûyan. Têkilî û tifaqa wan a 2020-21’an bi dewleta tirk re didome.”
 
‘BI KINCÊN PÊŞMERGEYAN LEŞKER TÊN VEGUHESTIN’
 
Kalkan, da zanîn ku Tirkiyeyê taktîk û rêbazên şer hinek guhertine û wiha dom kir: “Lê belê yên kevin jî hene. Niha parçe parçe êriş dikin û êrişî qadekî teng kirine. Lê parçeya navendî ye. Dişibe êrişa 14’ê gulana 1997’an. Wê demê jî êrişî Zapê kirin. Di 20’ê sibata 2008’an de jî êrişeke bi heman renî li dijî Zapê kirin. Niha jî êrişî heman qadê dikin. Dixwazin bi saya bombebaraneke giran, bi helîkopter û balafirên keşfê leşkeran li girên stratejîk bi cih bikin û van deveran kontrol bikin. Di êrişa 97’an de PDK’ê ji Başûr ve piştgirî dabû. Di 1992’yan de jî tanken Tirkiyeyê ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbas bûn û ji Başûr ve Heftanîn dorpêç kiribûn. Niha jî PDK bi vî rengî piştgiriyê dike. Ji xwe ji Bamernî yeta Şêladizê li hemû bajarokan MÎT a Tirkiyeyê bi sazî kirine. Qereqol çêkirine, qadên hewayî çêkirine. PDK û artêşa tirk di nava hev de ne. Avahiyên MÎT’ê, qereqolên dewleta tirk ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve têne parastin û pêwîstiyên wan tedarîk dikin. Di ser re radibin dibêjin ‘em piştgiriyê nadin’. Bi wesayîtên PDK’ê û bi kincên pêşmergeyan, leşkerên tirk tên veguhestin û tînin Şêladizê. Ji vir jî ji bo Kurojahro kontrol bikin ji bejahî ve tevdigerin.”
 
‘DI ŞERÊ ZAPÊ YÊ 2008’AN DE REWŞ CUDA BÛ’
 
Kalkan, daxuyand ku di şerê Zapê yê 2008’an de rewş hinek cuda bû û wiha derbirî: “Di sala 2008’an de PDK jî li ber rabû bû. Gelê kurd li Amediyê, Bamernê, Şêladizê li ber tankên dewleta tirk sekinî, nehişt ku tevbigere. Lewma artêşa tirk xwest ji Bakur ve bi dizî xwe bigihîne herêmê û Şikefta Birîndaran bi dest bixe. Lê niha qada Başûr li dewleta tirk vekiriye lê li gerîla girtiye. PDK’ê derfetên xwe pêşkêşî artêşa tirk kiriye ku karibe tevbigere, li dijî gerîla şer bike û van qadan bi dest bixe. Ji bo gerîla ji aliyê dewleta tirk ve bê tepisandin bi her awayî piştgiriyê dide.
Bi kurtasî mirov dikare bêje ku faşîzma AKP-MHP’ê ji hemû êrişên derveyî sînor ên dewleta tirk ku ji sala 1983’an û vir ve li ser başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dimeşîne ders derxistiye, li ser bingeha encamên giştî yên van operasyonan, êriş dike. Ji xwe êrişa dawî ye ku wê temenê desthilatdariya AKP-MHP’ê diyar bike. Divê bi vî rengî bê nirxandin. Ji bo vê jî ji êrişên demên bihurî yên dagirkeriyê ders wergirtiye û li ser vê bingehê êrişan dike. Wê demê kîjan lawazî çêbû, li ku derê bi ser neket, ji wan ders wergirt û li ser vê bingehê hewl dide êrişan bimeşîne.
 
ÊRIŞEKE HEMWEXT Û HEVPAR E
 
Me got, têkilî û tifaq heman têkilî û tifaqên sala 2021’ê ne. DYA, NATO’yê sor kir. Ji xwe gotin em ê F-16 bidin. Tirkiyeyê bi vî rengî biryara li ser vê êrişê da. PDK’ê aşkere kir ku wê hîn bêhtir piştgiriyê bide û tev li bibe. Rêveberiya Iraqê hemû deriyên xwe vekirin û destûr da. Bi vê jî nema; bala xwe bidinê roja ku dewleta tirk êrişî Zap û Avaşînê kir, artêşa Iraqê jî êrişî Şengalê kir. Êrişên hemwextî ne, plansaziyeke hevpar e. Lewma ev tifaq dewam dike.
 
JI ŞERÊ ÛKRAYNAYÊ SÛD GIRTIN
 
Faşîzma AKP-MHP’ê bi van êrişan re her wiha dixwaze sûdê ji encamên Şerê Ûkraynayê werbigire. Êrişa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê, şerê li ser Ûkraynayê destpêkê faşîzma AKP-MHP’ê tirsand. Ji aliyê aborî ve jî di asteke cidî de tehde lê kir. Di navberê de mabû. Piştre bi gotina ‘em siyaseta hevsengiyê dimeşînin’ hewl da herdu aliyan îdare bike. Ya rast li dijî Rûsyayê têkiliyên xwe yên bi DYA û NATO’yê re sererast bike û bi vê wesîleyê hin çekên ku berê nikarîbû werbigire, firsend dît ku werbigire. Niha xwe dispêre vê bingehê. Dixwaze bi vî rengî têkiliyên xwe yên bi DYA û NATO’yê re sererast bike. Ji hin aliyan ve li ber Rûsyayê radibe, her wiha li dijî Rûsyayê dixwaze li aliyê NATO-DYA’yê cih bigire.
 
Ya rast, NATO û DYA’yê hin tawîz dan dewleta tirk û faşîzma AKP-MHP’ê ji bo li ber Rûsyayê rake. Gotin em ê çekê bidin, di serî de F-16 çek dan. Faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze vê piştgiriyê li dijî PKK’ê û kurdan di êrişeke nû ya dagirkerî û qirkeriyê de bi kar bîne. Xwe dispêre derfetan, konjonkturê. Bi vî rengî dixwaze sûdê ji şerê li Ûkraynayê werbigire. Berê jî ji xwe bi vî rengî dikir. Êrişî Bab, Cerablûs, Efrîn, Serêkaniyê kir. Êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Niha jî êriş dike. Konjonktura heyî ya cîhanê ji êrişên bi vî rengî re tiştekî nabêje. Yê ku hêza xwe têrê dike, gefê li yê din dixwe, yê xurt êrişî yê lawaz dike. Faşîzma AKP-MHP’ê jî dixwaze sûdê ji vê rewşê bigire. Li pêşiya wan astengiyeke cuda jî nîne.
 
ME JÎ XWE AMADE KIR
 
Bêguman aliyekî din ê vî karî jî berxwedan e. Divê aliyê berxwedanê baş bê dîtin. Gerîlayê HPG û YJA Starê bi lehengî li ber xwe didin. Anku em ji vê re amade bûn. Êrişa heyî ya dewleta tirk surprîz nebû, rewşeke ku dihate texmînkirin. Ji xwe, xwe amade dikirin. Me jî weke tevgerê xwe amade dikir. Me civînên xwe çêkir, nirxandinên xwe kir, çeperên nû ava kir. Me xwe perwerde kir, bi rêxistin kir, amade kir. Li ser bingeha amadekariyeke bi vî rengî me dest bi Newrozê kir.
 
Dikarim bêjim ku li amadekariya me rast hatin. Gerîla niha bi vê avantajê tevdigere. Ji berxwedana 2021 û pêvajoyên berxwedanê yên beriya niha ders wergirtî, li gorî wê tevdigere. Hîn bû ku li ser û binê erdê şer bike, şerê tunelan hîn bû, şerê tîm ê bi tevger hîn bû. Li ser cografyayê bi salan e amadekariyan dike, serwer e.
 
LI BER TÊKÇÛNÊ NE
 
Li ser bingeha van hemûyan, li hemberî êrişên heyî bi lehengî li ber xwe dide. Helîkopteran nekarîn leşkeran deynin. Ji bo rizgarkirina wan PDK’ê derî vekir. Ji bejahî ve leşkerên tirk anîn û hewl dan bigihînin Kurêjaro. Bêguman gerîla li wan jî dixe. Windahiyên giran dan. Bîlançoyên ku ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê hatin aşkerekirin li holê ne. Gerîla jî şehîd dan. Ev şerekî mezin e. Lê belê artêşa tirk li ber şikestinê ye. Ji xwe Hûlûsî Akar ji bo rewşê rizgar bike yekser kete dewrê. Destpêkê hin windahiyên xwe aşkere kirin. Lê piştre dîtin ku hin bîlançoyan aşkere bike wê ne li hesabê wan be. Ji ber ku windahiyên wan gelekî zêde ye. Ji ber vê yekê jî bêdeng man, veşartin û hîn jî hewl didin veşêrin. Lê belê nikarin veşêrin.
 
Berxwedana gerîlayan bi rastî jî bi lehengî ye. Gerîla amade ye, wê teqez encamê bi dest bixe, wê bi ser bikeve. Heta niha li wê cografyayê her tim bi ser ketiye. Wê niha jî bi ser bikeve. Ev şer şerekî welê ye ku wê dîrokê biguherîne, dîrokeke nû binivîsîne. Gerîla bi vê têgihiştinê tevdigere. Bi ruhê fedaî yê Apoyî heta dawiyê li ber xwe dide. Dewleta tirk çiqasî tifaq û têkiliyan deyne jî, ji paşverûtiyê, sîstema modernîteya kapîtalîst û nokerî û xiyaneta kurd piştgiriyê werbigire jî xeta lehengiyê ya berxwedana gerîla ya li dijî dagirkerî û xiyanetê dewam dike. Ya ku bi ser bikeve berxwedana gerîla ye.
 
PDK’Ê XAKA BAŞÛR FIROTIYE TIRKIYEYÊ
 
Divê rewşa PDK’ê rast bê fêhmkirin û nirxandin. Ji berê ve helwesta xwe ji ya niha ne cuda bû. Lê belê ji ber ku xet û berxwedaneke azadiyê ya mîna PKK’ê tune bû, PDK jî mîna tevgereke neteweyî ya kurd e, mîna ku pêşengê neteweyî ye dihate fêhmkirin. Kurd dihatin xapandin, bi vî rengî ber bi xeta xiyanetê dihate dehfdan. Ev yek lîstikek bû. PKK’ê û Rêber Apo ev lîstik xera kir. Rastî aşkere kir, maske hemû xistin, rastî raxist pêş çavan. Rûyê rast ê her kesî aşkere bû. Rûyê rast ê PDK’ê jî li ser vê bingehê aşkere bû. Ya rast PDK berê jî tevgereke cuda nebû. Berê jî tevgereke eşîr û malbatî bû. Rêveberiya li ser PDK’ê serwer bû bi vî rengî bû. Şerê ku PDK’ê da jî şerekî eşîrî bû. Şerê serwerkirina Barzaniyan a li ser Başûr bû. Şerê ku niha dimeşîne jî şerê bi heman rengî ye. Divê kes vê yekê ji nedîtî ve neyê. Ji berê ve eşîr hene ku li hemberî şer dike. Mînak Bradostî, Rêkanî, Zêbarî hene. Niha jî li hemberî wan şer dike. PDK çi dike? Herêma Bradostê, herêma Rêkanî, herêma Nêrweyî, herêma Berwarî dide dewleta tirk; yanî firotiye. Zexteke giran li Zêbariyan dike. Bi vî rengî artêşa tirk tîne sînorê Barzan, herêma Barzan, gundê Barzan bi vî rengî radestî artêşa tirk dike. Di ser Barzan re ji Govendê, ji Tepê Xwedê hatin, her wiha ji Kurêjaro tên, ji Şêladizê û ji Balinda tên, wê Barzanê kontrol bikin. Girê Barzan wê êdî di destê artêşa tirk de be. Rêkaniyan eşîrên din li bajaran kom kirin. Ya rast li derveyî Amediyê, Şêladizê, Dêrelok û bajarên din kampên komkirinê yên Sedam bûn. Hemû gund vala kiribûn û kom kiribûn. Niha jî PDK’ê gund vala kirin û li vê derê kom kirin. Mîna girtîgehekê endamên van eşîran li vir radigirin. Herêmên wan jî dide dewleta tirk, ewlehiya xwe jî di pratîkê de dixwaze radestî leşkerên tirk bike. Hemû herêmên van eşîran dixwaze bi dewleta tirk re ji bo ewlehiya xwe ji nû ve plan bike û serweriya xwe ava dike.
 
Li holê rêveberiya Başûrê Kurdistanê nîne. Li holê pirsgirêka ewlehiya eşîra Barzanî heye. Niha bi êrişa heyî re hîn bêhtir dixwaze vê bike.
 
Mijara duyemîn jî bêguman qezenca rojane ye. PDK di van êrişan de berjewendiyeke çawa dibîne? Bi dewleta Tirk re xwe dispêre atmosfereke êrişan û qaçaxçitiya petrolê dikin. Li ser herêmê serwer bûne. Mînak tê gotin ku qezenca rojane ya ji deriyê Xabûrê milyonek dolar e. PDK dest datîne ser vê qezencê. Berê bi kurên Sedam Huseyîn re qaçaxçitî, bazirganiya veşartî dikirin. Piştre aşkere bû.
 
BI MALBATA ERDOGAN RE QAÇAXÇITIYA NEFTÊ DIKIN
 
Niha jî bi dewleta tirk, bi malbata Tayyîp Erdogan û AKP’iyên din re vê bazirganiyê dikin. Qaçaxçitiya petrolê dikin û her roj bi milyonan dolaran qezenc dikin. Aşkere bû ku ji Stenbolê heta Washîngtonê mal û milkên Barzaniyan çi ye û li ku derê razemenî kirine. Berê dihate gotin ku tenê li Stenbolê ye. Niha aşkere bû ku li Washîngtonê jî razemeniya wan heye. Bala xwe bidinê ti ji wan li Kurdistanê, li başûrê Kurdistanê razemeniyê nakin, ji bo rêveberiya kurd xerc nakin. Li van deveran bûne milyarderên dolaran. Ne tenê Barzaniyek, ne tenê Nêçirvan û Mesrûr Barzanî, gelek Barzanî bi vî rengî li wan hatiye. Hewl didin xanedaniyeke Barzanî û şebekeyeke berjewendiyan ava bikin. 30 sal in di bin navê statuya başûrê Kurdistanê de mêtingeriyeke bi vî rengî pêk tînin. Dawiya dawî li başûrê Kurdistanê êdî kêr gihîştiye hestî. Gihîştiye wê astê ku bi komî rabe ser piyan. PDK bûye şebekeyeke bi vî rengî ya berjewendiyan. Ewlekariya xwe bi dewleta tirk spartiye, êdî li hemû eniyan Barzanî leşkerên tirk li ser sînor bi cih dike. Di heman demê de qaçaxçitiya petrolê dike. Bi cihêrengî têkiliyên bazirganiyê dewam dike. Başûrê Kurdistanê bi hevkariya AKP-PDK’ê tê şêlandin. Divê bi taybetî gelê başûrê Kurdistanê vê bibîne. Rewşenbîr û siyasetmedarên başûrê Kurdistanê divê vê yekê bibînin.
Anku ji Bradostê heta Heftanînê (herêma eşîra Gulê ye) herêm bi temamî firotine dewleta tirk. Li aliyê din ewqas talankarî heye. Li ber dagirkeriyê ranabe, berevajî piştgiriyê dide. Ji ber ku bi dagirkeran re qaçaxçitiyê dikin, pereyan qezenç dikin, berjewendiyên xwe tê de hene. Ev yek rewşeke aşkere ye. Divê ev rastiya PDK’ê baş bê dîtin.
 
ARMANC TUNEKIRINA PKK’Ê YE
 
Bêguman ev yek bi wê ve girêdayî ye bê şerê heyî çawa bi encam bibe. Ji ber ku nediyar e bê şer çawa bi encam bibe. Heke di şer de dewleta tirk bi ser bikeve ku îxtîmaleke gelekî lawaz e, bila kes nebêje îxtîmaleke wiha nîne. PKK wê bi her rengî li ber xwe bide, her tim bi ser bikeve. Belê, xeteke bi vî rengî ya PKK’ê heye. Ji bo serkeftinê jî wê heta dawiyê têbikoşe. Lê belê hêza li hember ne tenê dewleta tirk e, PDK ye. Her wiha DYA û NATO ye. Anku hêzeke gerîla bi tifingê çil sal in li dijî sîstemeke leşkerî ya mîna NATO’yê şer dike. Niha ev sîstem bi hemû hêza xwe êriş dike. Lewma divê mirov qala vê îxtîmalê jî bike. Qet nebe em dikarin vê bêjin: Armanca dewleta tirk ev e. Armanca faşîzma AKP-MHP’ê serkedtin e, tunekirina PKK’ê ye. CHP, Îyî Partî jî ji bo vê piştgirî dan.
 
Li Tirkiyeyê kî li ber vî şerî ranebe, kî şerê vî şerî neke, hingî piştgiriyê dide vî şerê qirkirinê yê AKP-MHP’ê. Divê her kes bi vê zanibe. Li ser vê bingehê armanca dewleta tirk û AKP-MHP’ê serkeftin e. Ji bo serkeftinê êriş dikin. Dixwazin van qadan dagir bikin, gerîla bieciqînin, PKK’ê tune bikin. Armanca wan bi vî rengî ye. Heke armanca xwe bi ser bixînin wê hingî çi bibe? Heke PKK tune bibe wê dor bê rêxistinên din ên kurdan. Kes nikare ji vê rizgar bibe. Di serî de PDK, dewleta tirk wê êrişî hemûyan bike. Tayyîp Erdogan çend caran got ku bi destûra ji bo statuya heyî ya başûrê Kuridstanê şaşitî hatiye kirin. Herî zêde rêveberiya Tayyîp Erdogan li ber referandûma 2017’an rabû. Em vê baş zanin.
 
HEKE PKK TÊK BIÇE DÊ TU DESTKEFTIYÊN KURDAN NEMÎNIN
 
Berê Yaşar Buyukanit û Îlker Başbûg li ber radibûn, niha aşkere bû ku Tayyîp Erdogan û AKP jî li ser heman xetê ne. Ew jî bi heman rengî li ber radibe. Lewma jî şerê li dijî PKK’ê şerê ji bo qirkirina kurdan e. Anku şerekî dagirkerî û qirkirinê ye. Gotina ‘Em li dijî terorê, li dijî PKK’ê şer dikin’ derew e. Bila kes bi vê nexape. Lewma qirkirineke kurdan e. Heke gerîla bê tunekirin, PKK bê têkbirin wê dor were kurdan hemûyan, wê komkujî, qirkirin bê serê kurdan, wê rêxistinî û destketiyên kurdan hemû bêne tunekirin. Bêguman xisara herî mezin wê bigihêje başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê. Anku ti ji statuyên kurdan ên heyî wê nemînin. Wê hemû tune bibin û bikevin bin serweriya Tirkiyeyê, wê bikin Tirk.
 
ENCAMÊN ŞER ÊN BO HERÊM Û CÎHANÊ
 
Me got, heke Kurdistan bikeve vî halî wê dor were ereban. Bûrjûva, sermayeya tirk, rêveberiya heyî ya dewleta tirk, hêzên ku AKP-MHP’ê bi rê ve dibin, dixwazin ku careke din ereban bixin bin bandora xwe û bigihêjin hêza Osmanî. Ev ne tenê xeta AKP-MHP’ê ye, xeta dewleta Tirkiyeyê ye. Siyaseta hêza ku jê re dewleta kûr tê gotin ev e, xeta wan a stratejî ev e. Lewma di şerekî bi vî rengî de heke dewleta tirk bi ser bikeve dê kurd bêne qirkirin, Tirkiye jî wê bikeve bin rejîmeke herî giran a teror û zextê, dîktatoriyê. Rojhilata Navîn wê bikeve bin bandora Tirkiyeyê, li cîhanê wê siyaset û mejiyê faşîst-qirker serwer bibe. Dewleta tirk a ku kurdan qir bike û herêm xistibe bin serweriya xwe, wê siyaset û mejiyê xwe yê faşîst-qirker li tevahiya cîhanê serwer bike. Aşkere ye ku ev yek wê ji bo cîhanê bibe felaketeke mezin. Lê belê ne rewşeke ku pêk neyê. Hîtler li cîhanê çawa serwer bû? Em baş zanibin û ji bîr nekin! Divê mirov dewleta tirk sivik nebîne. Divê kes biçûk nebîne.
 
DÊ DEWLETA TIRK LI VIR TÊK BIÇE
 
Bêguman encameke duyemîn a vî şerî heye, bêguman dibetiya herî mezin jî ev e. Em dibêjin wê sedî sed bi vî rengî bibe û em ê di vî şerî de teqez bi ser bikevin. Weke tevger me ev yek her tim anî ziman. Şikestina êrişên dewleta tirk, AKP-MHP’ê ya li Avaşîn û Zapê tê wateya têkçûna vê êrişkariyê. Ev dibetî gelekî xurt e. Sala 2008’an bi vî rengî bû, beriya wê jî bi vî rengî bû. Ji sala 1983’yan û vir ve di piraniya êrişên derveyî sînor de rewşe bi vî rengî bû. Dewleta tirk derba herî giran li vê derê xwar û êrişên wan li vê derê şikestin. Wê careke din bişikên.
 
Heke ev êrişkarî li Zapê û li Avaşînê bişikê wê çi bibe? Faşîzma AKP-MHP’ê wê yekser hilweşe, li Tirkiyeyê wê pêvajoyeke nû destpê bike, rewşeke demokratîk wê biafire. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê wê pêşketineke mezin pêk were. Tirkiyeya demokratîkbûyî wê bandoreke demokratîkkirinê li herêmê, li cîhanê bike. Tirkiyeya demokratîk wê bibe Rojhilata Navîn a demokratîk, Rojhilata Navîn a demokratîk jî wê bi xwe re Konfederalîzma Cîhanê ya Demokratîk bîne. Wê mêtingerî û zexta faşîst a sîstema modernîteya kapîtalîst ji holê rake. Mirovahî wê ji zexta sîstema modernîteya kapîtalîst rizgar bibe ku ev sîstem penceşêrê, nexweşiyê, şer diafirîne.
 
ŞEREKÎ MAN Û NEMANÊ YE
 
Bêguman roleke bi vî rengî ya şerê li Zap û Avaşînê heye. Ji xwe navê wê ‘kîlît’ lê kiriye. Anku wê li derekê bigire, li derekê veke. Jê re şerê man û nemanê hate gotin. Rast e. Ji bo kurdan, ji bo gelên Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn jî bi vî rengî ye, ji bo mirovahiyê bi temamî bi vî rengî ye. Di heman demê de ji bo faşîzma AKP-MHP û dewleta tirk jî bi vî rengî ye. Şerekî ku ji bo her kesî li man û nemanê asê bûye. Di encama şer de wê aliyek tune bibe, aliyê din jî wê armancên xwe bi ser bixîne. Şerekî bi vî rengî diqewime. Şerê ku niha li Zap û Avaşînê diqewime bi vî rengî ye.
 
Sala 2008’an jî bi vî rengî bû. Wê demê êrişa destpêkê ji vir destpê kiribû. Şer li vê qadê destpê kiribû. Wateya xwe bi vî rengî bû. Şerê li qadên din ji vê re bûn amadekarî, niha li ser heman bingehê bi heman rengî şerek diqewime ku li man û nemanê asê bûye. Encamên vê wê gelekî mezin bin. Encamên wê yên siyasî û leşkerî wê li Kurdistanê, Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê mezin bin. Heke şer bi serkeftina gerîla bi encam bibe wê Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhan demokratîk bibe, wê mirovahiyê ber bi jiyana azad ve bikişîne, hebûn û azadiya kurd bi ser bixîne; bêguman heke êrişkariya dagirker û qirker a AKP-MHP’ê bi ser bikeve wê kurd bêne qirkirin, li gel wê yekê wê li Tirkiye, Rojhilata Navîn, cîhanê jî felaketa faşîzmê serwer bibe. Wê zîhniyeta faşîst û siyaseta zordar serwer bibe.
 
ÊRIŞA HEMWEXT A TIRKIYE Û IRAQÊ
 
Êrişên ku Iraq dibe ser Şengalê têkiliya xwe bi geşedanên berê û niha heye. Di 9’ê Cotmeha 2020’an de di navbera PDK û Iraqê de peymanek hate çêkirin. Niha ev tişt tê pêkanîn. Li pişt wê jî TC hebû. Ji wê rojê û şûnde li se Şengalê zext kirin. Niha jî di 17’ê nîsanê de bi êrişa qirkirin û dagirkeriyê ya li ser Zap û Avaşînê, artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir. Ma mirov dikare bibêje ku ev tişt ji hev cihêtir e?  Dema em dibêjin Tayyîp Erdogan tevî dewleta Iraqê peymaneke hevpar çêkirine û bi hev re tevdigerin ma mirov dikare bibêje ku ev êrişên dagirker ji hev cihê ne? Mirov dikare daxuyaniyên rayedarên cihê yên dewleta Iraqê cidî bigirin. Bêguman mirov nikare bibêje ku cidî ne. Ev jî nîşan dide çawa bi plan tevdigerin, rêveberiya Kazimî ya niha çawa bi faşîzma AKP û MHP’ê hatiye girêdan. iraqîbûn li ku ma? Divê hemû hêzên Iraqê li hemberî vî tiştî rabin. Divê şîe, sunnî û hemû siyaseta Iraqê li dijî vî tiştî bin. 
 
HEWL DIDIN TOLA DAIŞ’Ê HILÎNIN
 
Em bala xwe bidinê dema li Iraqê êrişên DAIŞ’ê pêk hat, du cih hebûn ku li hemberî van êrişan li ber xwe dan û DAIŞ têk birin. Yek jê Şengal a din jî Mexmûr bû. Niha dora Mexmûrê hatiye girtin, artêşa Iraqê êrişî Şengalê dike. Dewleta Iraqê êrişî her du deran dike. Dema ku Mûsil kete destê DAIŞ’ê, dewleta Iraqê heta Bexdayê reviya, li hemberî DAIŞ’ê gelê Mexmûr û Şengalê li ber xwe dan û rûmeta Iraqê rizgar kirin. Wan kirin ku DAIŞ cara pêşîn têk biçe. Niha jî wekî ku dawiya êrişa DAIŞ’ê ye, wekî ku tola berxwedan û serfiraziya li hemberî DAIŞ’ê tê stendin, wekî ku serfiraziya li hemberî DAIŞ’ê sûc e êrişî Mexmûr û Şengalê tê kirin. Gelo tu aliyekî vê meseleyê heye ku mirov qebûl bike? Piştre li Mûsilê li dijî DAIŞ’ê şer hate kirin û Mûsil ji DAIŞ’ê hate stendin. Gelê Şengalê li hemberî DAIŞ’ê şer kirin, Şengal rizgar kirin. Dixwazin ciha ku rizgar kirine, bi rê ve bibin. Li wê derê civakeke kurd heye. Çima hinek cihên din ên başûrê Kurdistanê xweser û cihê ye û çima kurdbûna li Şengalê ne cihê ye û nikare xwe bi rê ve bibe. Li wir civaka êzdî ya kurdan heye ku 73 ferman hatiye serê wan. Ev civak dixwaze li ser bingeha xweseriyê bawerî û çanda xwe bijî û wekî parçeyeke başûrê Kurdistanê û Iraqê xwe bi rê ve bibe. Çima li dijî vî tiştî derdikevin? Ma gelo ev tişt li dijî demokrasî û azadiya Iraqê ye? Berevajî wê pîvana demokrasî û azadiya li Iraqê azadî û xweseriya Şengalê ye. 
 
Nexwe ev êriş gelekî xerab bin. Hemû Iraqê dikevin bin berpirsyariya wê. Başûrê Kurdistanê di binê tohmetê de dihêle. Rêveberiya Kazimî û PDK’ê dike şirîkên faşîzma AKP û MHP’ê û pê re wan dike hevkar. Divê hemû gelên me yên başûrê Kurdistanê û hemû siyasetmedarên Iraqê li dijî vî tiştî derkevin. Divê tu kes nehêle ku ev rûreşî were ser wan. Gelê Şengalê li ber xwe da û nehişt ku rûreşî were ser Iraqê. Gerîlayên HPG û YJA Starê li ber xwe dan û destûra vî tiştî nedan. Em dikarin vî tiştî bibêjin civaka êzdî xwe bi rêxistin kiriye. Heta ku dixwazin bila dîwaran lêkin, bi têlan dora wan bigirin, ev gel wê heta şexsên dawîn li ber xwe bide. Ev wisa tê dîtin û daxuyaniya wan wisa ye. Li gorî me ev tişt watedar e û hurmeta me jê re heye. Me her carê got PKK her dem bi gelê Şengalê re ye, bi gelê kurd ê êzdî re ye. Êrişên li ser wan êrişên li ser PKK’ê ye. Ji ber vê PKK wan êrişan wekî li ser xwe dibîne, wê helwesta xwe wisa diyar bike. Divê her kes bi vî tiştî bizanibe.”
 
ENCAMA ŞER
 
Wekî encam dikarim vî tiştî bibêjim. Di sibata 2008’an de Yaşar Buyukanit û Îlker Başbûg êrişî Zapê kirin. Xwestin li wir bi ser bikevin. Encam bû têkçûn. Bandora artêşa tirk a li ser siyasetê bi têkçûna li Zapê ji holê rabû. Ev bû tiştekî girîng. AKP di wir de bi ser ket û bû destilatdar. Niha jî rêveberiya Erdogan û AKP û heman siyasetê dikin. Ciha ku Îlker Başbûg û Yaşar Buyukanit êriş kiribûn, îcar jî ew êriş dikin. Tişta ku wan nikaribûn bikin, ew dixwaze bike. Lê divê ji bîr neke, aqûbeta wan dê were serê wan jî.  Çawa ku Yaşar Buyukanit û Îlker Başbûg li Zapê têk çûn, dê faşîzma AKP û MHP’ê jî li Zapê têk biçin. Şerê Zapê şerê dawîn e. Wê ev şer faşîzma AKP û MHP’ê hilweşîne. Wê ji niha û şûnde tiştek nemîne ku faşîzma AKP û MHP’ê êriş bike, Ji ber wê ji bo wan şerê man û nemanê ye. Dema li Zapê têk diçe wê Enqere jî hilweşe. Ji ber vê ji bo hilweşandina faşîzma AKP û MHP’ê divê li Zapê em bi ser bikevin. Divê serkeftineke mezin be. 
 
Li ser vî esasî bang li gelê kurd, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, jin û ciwanên kurd dikim ku xwedî li peywir û berpirsyariya xwe derkevin û li hemberî vê feraset û siyaseta faşîst têbikoşin.”
 
 

Sernavên din

30/04/2022
09:04 'Barzanî nayê efûkirin'
09:04 Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan
09:03 ‘Barzanî bûye birakê Erdogan'
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin
14:34 Danişîna Modernîteya Demokratîk taloq bû
14:31 ÎHD’a Amedê: Girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê
14:21 Qurbaniyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin bibîranîn
14:13 Turkdogan: Hezar û 517 girtiyên nexweş hene
14:03 Dozgerên li dosyaya malbata Şenyaşar dinêrin nayên dîtin
14:02 Li Dêrsim û Erziromê bertek nîşanî şer hat dayîn
13:57 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
13:34 Kedkar li Amedê bi dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre xiyanet” meşiyan
13:32 Li nexweşxaneyên li ser sînor ji bo leşkeran beşên cuda hatin amadekirin
12:52 Di doza Poyraz de bav û birayê kujer xwe ji şahidiyê vekişandin
12:49 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran heyeta dadgehê red kir
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:36 Pêşmergeyên ku dibêjin ‘Em li dijî PKK’ê şer nakin’ ji peywirê tên girtin
10:54 Li Mêrsînê 10 endamên TOP’ê hatin binçavkirin
10:32 Êrişên li dijî Zap û Avaşînê ji Başûr tên koordinekirin
10:26 Kujerê Denîz Poyraz neanîn eywana danişînê
09:59 Olûç: Di kuştina Poyraz de hêzên siyasî û burokratîk kî ne?
09:20 Kîsek şekir bûye 900 lîre!
09:10 ‘Wê dîrok xiyanetê binivîsîne’
09:10 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Werin em li dijî şer rabin
09:10 Ozbîngol: Yên ku qetlîamê asteng nekirin û dengê xwe nekirin şirîkê sûc in
09:10 'Qeyûm du erdên şaredariyê firot alîgiran’
09:07 6 sal in derbarê mirina Harûn û Ayşenûra biçûk de doz nehatiye vekirin!
09:04 Sewalkarî qedandin: Çareserî pergala demokratîk e
09:03 ‘Divê li dijî binpêkirinan xwedî li Nobeda Edaletê bê derketin’
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2022'YAN
28/04/2022
22:24 Cezayê mehrûmiyetê li Serokê Duyemîn ê Amedsporê hat birîn
20:53 'Heta birêz Ocalan azad nebe, pirsgirêka kurd jî çareser nabe'
20:04 Ji ser Sifreya Edaletê bang: Qîrîna edaletê bibihîzin
18:01 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' hişmendiya pergalê rexne dike
16:46 Dozgerê Şûreya Dewletê xwest ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê were betalkirin
16:33 'Heta ku edalet neyê Roboskî wê neyê Tirkiyeyê'
16:02 Xizmên girtiyan bi dirûşman meşiyan
15:56 Jinan giliya 'mobînga' qeyûm kir
15:35 Berdevka HDP'ê Gunay: AKP dixwaze bi şer emrê xwe dirêj bike
15:16 Nûrî Mehmûd îdiayên PDK’ê derewand: PDK hewl dide hevkariya xwe veşêre
14:47 Malbatên girtiyan: Em ê cejna zarokên xwe li pêşiya girtîgehê pîroz bikin
14:45 Doza Peymana Stenbolê: Rayeya serokkomar ya betalkirina peymanê nîne
14:28 Dayika Aştiyê Îne Akgun rehmet kir
14:19 Doza Kobanê: Hevserokatî bi têkoşîna jinan hat bidesxistin
13:58 Tîma qeyûm bi bêdengî hate firotin
13:49 Cendirmeyan li Mersînê 6 kes binçav kirin
13:36 Sercerdevanên Dêrgulê sîxurtiyê li koçerên dixwazin biçin zozanan ferz dike
13:01 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me bû daxwaza bi milyonan kesan
12:17 Li Wanê berteka li dijî êrişê: Desthilatdariya AKP-MHP’ê di êrişê de PDK’ê bi kar tîne
12:16 Bernameya meha gulanê ya Şanoya Bajêr a Amedê
12:04 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Mirina ku bi aşkerayî dihat: Kê Bêrîvan Alturk qetil kir?
11:17 Doza Peymana Stenbolê dest pê kir
10:47 Erdogan diçe serdana Erebistana Siûdî
10:42 Jinek li Îzmîrê rastî êrişê hat
10:29 Nîşeyên ku 10 sal berê girtiye kirin hinceta cezayê hucreyê
10:25 Nûrî El Malikî: Ji bo dewleta tirk hemû kurd wekî hev in
09:52 Li gel ku dema qedexeyê xelas bûye jî nahêlin bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:12 Ji girtî Sezaî Memîş agahî nayên girtin
09:10 Parlamenterên HDP’ê: Çalakiya malbatan qîrîna li dijî neheqiyê ye
09:09 Kujerê Denîz Poyraz dê bi 300 pirsên çeperast bê lêpirsînkirin
09:08 Hêrsa li dijî şer belav dibe: Barzanî wê çawa li çavên me binêre?
09:06 Li Herêma Kurdistanê hêzên taybet ên derveyî pêşemergeyan kî ne, çawa tên bikaranîn?
09:05 Hevserokê ÎHD’a Colemêrgê: Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2022'YAN
27/04/2022
22:32 Li Silopiya bekçiyek li mala xwe mirî hat dîtin
22:17 Li Silêmaniyê êrişên Tirkiyeyê hatin protestokirin
21:48 Kadrî Gurel ê ku Ozturk Yilmaz rexne kiribû hat berdan
21:27 Malbatên girtiyan di xwarina fitarê de civiyan
21:15 Lîstika 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê derket pêşberî temaşevanan
20:20 Başaran: Wê kujer hesabên rijandina rondikên çavê Emîne Şenyaşar bidin
18:48 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Gezî rûmeta me ye
17:10 Malbatên girtiyan serdana CHP’ê kirin
16:54 Qismekî doza Kişanak û Tuncel bi Doza Kobanê re kirin yek
16:45 Di qetilkirina Poyraz de daxwaza bila aliyê organîzeyî bê lêkolînkirin hate redkirin
16:29 Nobeta Edaletê: Zilm gihişt asta herî jor
16:13 Parêzerên malbata Şenyaşar, ji dozgeriyê hin belgeyên ku ne ‘veşartîne’ xwestin
15:49 Rapora 3 mehan a 21 girtîgehan: Herî kêm 3 hezar û 608 binpêkirinên mafan pêk hatin
15:31 Buldan: Xwedî li çalakiya dayikan derkevin
14:35 Jin wê ji bo Peymana Stenbolê sibê li Enqereyê bin
14:26 Bi hezaran kesan li ser sînor bang li PDK’ê kir: Ma hûn ji xinayetê şerm nakin?
14:17 ‘Rewşa xebatkarên tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe’
13:34 Ji bo 1’ê Gulanê bang kirin
13:33 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hate ragihandin
13:02 Emîne Şenyaşar: Ne yek du kesan malbata min kuştin, gelek kes hebûn
12:02 Siyasetmedar û karmendên binçavkirî hatin berdan
11:41 Kalkan: Rejîma AKP-MHP’ê dê li Zapê hilweşe
11:19 Aldar Xelîl: Em êrişên li dijî Şengalê ji nêz ve dişopînin