Li Amedê 1'ê Gulanê: Wê polîtîkayên şer û xiyanetê winda bikin

img
AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag ku di mitînga 1'ê Gulanê ya Amedê de axivî, diyar kir ku kesên polîtîkayên şer û xiyanetê dimeşînin wê winda bikin. 
 
Li Amedê bi pêşengiya Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Odeya Bijîşkan a Amedê, Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran “Em ê bi hev re biguherînin” Qada Îstasyonê hat pîrozkirin. Bi hezaran karker û kedkar ref bi ref ji bo pîrozbahiyê meşiyan Qada Îstasyonê. Karker pankartên wek “Em ji bo jiyanek bi rûmet û mirovî li qadan in”, “Em li dijî şer û neheqiyê li qadan in” û “Keda me rûmeta me ye” vekirin û dirûşmên “Bijî Yek Gulan” û Bijî berxwedana karkeran û “Jin jiyan azadî” berz kirin. 
 
Karker û kedkarên di sê nokteyên kontrolê yên polîsan re ketin qadê. 
 
REF BI REF DIMEŞIN QADÊ 
 
Endamên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) li ber avahiya komeleyê, endamên Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) a Nûnertiya Amedê li ber avahiya xwe, DBP, HDP, KESK û saziyên din jî ji Parka Xezal, Cadeya Gevran û Ekîncîlerê kom bûn û ref bi ref meşiyan qada mitîngê. Endamên DFG’ê pankarta “Kedkarên Çapemeniya Azad, li dijî zilmê kedxwariyê, qedexe û sansurê li ber xwe didin, bijî yekê gulanê” vekirin. Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê jî pankarta bi nivîsa “Bi hev re ber bi serkeftinê ve, mêtingerî ji xiyanetê çêdibe” ku balê dikişîne ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî axa Başûrê Kurdistanê vekirin. 
 
Di mitîngê de destpêkê de Serokê Komîteya Amdekar a mitîngê Kamûran Taş axivî û xêrhatina karker û kedkaran kir. 
 
'JIN DI HEDEFÊ DE NE'
 
Piştre Endama MYK'a KESK'ê Gonul Kûral axivî û bi van gotinan bal kişand ser Pirsgirêka Kurd: "Bi bêçareserî hiştina Pirsgirêka Kurd dixwazin desthilata xwe mayîn de bikin. Newekheviya zayendiya civakî kûr dibe. Barê ku li milê jinan tê barkirin û tundiya wan tên kirin zêde dibe. Jinan dikin hedef. Weke ku ev ne bes bin Peymana Stenbolê radikin. Em li dijî polîtîkayên dijminane yên kedê derdikevin. Em welatekî ku wekheviya ked, azadî û demokrasî lê serwer be û şer lê tunebe û Pirsgirêka Kurd hatine çareserkirin, li girtîgehan îşkence tunebe dixwazin. Em bi yekitiyê vê pêk bînin."
 
'EM Ê BIGUHERÎNIN'
 
Dûre Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Halîs Yerlîkaya axivî û bi kurtasî ev tişt gotin: "Polîtîkayên tenduristiyê yên li şûna zanîst û jiyanê sermayeyê me dikujin. Ji ber pêkanînên şaş û kêm û polîtîkayên neserkeftî bi hezaran mirov bi pandemiyê jiyana xwe ji dest dan. Di pandemiyê de piştgiriya gel nekirin piştgiriya sermayeyê kirin. Em têkoşîna jiyaneke mirovane didin. Ked a me ye, gotin a me ye, tenduristî ya me ye. Em dizanin ku pergala kedxwariyê ya li me tê ferzkirin ne qedera me ye. Hêviya me heye û em vê biguherînin."
 
'WÊ KURD ÎXANETA PDK'Ê EFÛ NEKIN'
 
Herî dawî Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag axivî û ev tişt got: "Têkoşîna kedkaran her roja ku derbas dibe mezintir dibe. Sala 2022'yan ji bo kedkaran bû sala berxwedanê. A bi serket berxwedana kedkaran bû. Rast e faşîzma AKP-MHP'ê kûr bûye, lê têkoşîna li dijî vê faşîzmê jî mezin dibe. Desthilata ne ji bo karker û kedkaran ji bo alîgirên xwe polîtîkayan diafirîne. Tekoşîna ku bi pêşengiya jinan hatiye destpêkirin wê dawî li AKP-MHP'ê bîne. AK-MHP desthilata xwe bi polîtîkayên şer didomînin. Bi kûrbûna tecrîda li Îmraliyê re polîtÎkayên şer li dijî jinan, ciwanan û gelan ketin dewrê. Qeyûman tayîn kirin û karkeran ji kar avêtin. Siyasetmedarên siyaseta aştî û demokrasiyê dikirin girtin. Îro jî ev polîtîka didomînin. Li her derê dijminatiya gelê kurd ikin. Ji bo ku krîz neyê dîtin polîtîkayên şer kir dewrê. Di rojên dawîn de em dibînin ku bi hevkariya PDK'ê çawa êriş dikin. Dixwazin Başûr dagir bikin. Divê tu hêzeke kurd nebe amûrê vê polîtîkaya qirêj. Heke partiyeke bibe hevkar wê gelê kur tu demê wê efû neke. Wê gelê kurd xiyanetê efû neke. Kesên xiyanetê bikin jî wê winda bikin. Divê PDK neyê lîstika AKP'ê. Gelê kurd şer naxwaze. Em ê destûr nedin ku ev şerê qirêj bi serkeve. Wê kesên ku vê polîtîkayê dimeşînin winda bikin."
 
Mitîng bi guhdarîkirina muzîkê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

03/05/2022
14:04 Malbatên girtiyan Cejna Remezanê li pêşiya girtîgehê pêşwazî kirin
13:46 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Amsterdamê dest pê dike
12:49 Aliyên siyasî yên Iraqê: Divê dawî li binpêkirina Tirkiyeyê bê anîn
12:30 Li Qereyaziyê parvekirina nîjadperest
12:18 Ji partiyên siyasî serdanên cejnê
11:41 DFG: Di nîsanê de 4 rojnameger hatin binçavkirin û 16 nûçe hatin astengkirin
11:24 120 cerdevan bi navê çawişên pispor şandin Metînayê
11:15 ‘Divê hemû welatparêzên kurd xwedî li Şengalê derkevin’
10:40 Gefa kuştinê li girtiyê ku got ‘Ez kurd im’ xwarin
10:02 TEV-DEM’ê ji bo Şengalê bang kir: Parastina Şengalê deynê stûyê her kesî ye
09:46 Xelkê Şengalê ji bo parastina xaka xwe nobet girt
09:20 Di Nobeta Jiyanê de bang li Barzanî kirin: Destê xwe ji xwîna zarokên me bikêşe
09:08 Qeşayê li fistiqên Rihayê da
09:06 Parêzer Tuysuz: 'Operasyona' li nivîskarê çûye îfade dayînê sûc e
09:04 ‘Roja Reş’ 84 sal in didome
09:02 Li Pirsûsê mal û erd di bin avê de man!
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2022'YAN
02/05/2022
22:38 UNAMI: Êrişên li dijî Şengalê bifikar in
19:35 Li Enqerê jinek hat kuştin
16:23 Înfaza girtiyê ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye hate şewitandin
16:06 Gelek kes çûn serdana malbata Şenyaşar û cejna wan pîroz kirin
16:05 KCDK-E’yê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir
15:52 Qeymeqamtiya Licê serdana goristanan qedexe kir
15:42 Heso Îbrahîm: Ji bo Şengalê dem dema seferberiyê ye
15:33 Gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin
15:18 Li Şirnex û navçeyên wê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir
14:48 Li baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya Bamernê hat xistin
14:32 Ingilistan li pey çi ye?
14:07 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket
13:56 Qeyûm di cejnê de heqê rê ji gel nastîne lê li holê otobûs tune ne!
13:16 Artêşa Iraqê li Şengalê êrişî dibistanê kir
12:42 Malbata Şenyaşar Cejna Remezanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
12:21 Pevçûnên li Şengalê dijwar bûn
11:56 MEBYA-DER çû serdana gora Vedat Aydin
11:21 Soylu bi bêdengî çû Şirnexê û leşkerên birîndar ziyaret kir
11:21 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya edaletê
11:01 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 27’an
11:00 Tirkiyeyê hêzên paramîlîter veguhestin Herêma Kurdistanê
10:38 Gula Reş bi xemla xwe mirovan sermest dike
09:37 Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir
09:05 Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke
09:04 Li Cûdî û Bestayê ji bo çêkirina qereqolan dar tên qirkirin
09:03 Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da
09:01 Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2022'YAN
01/05/2022
22:40 6 fuze li derdora Hewlêrê ketin
19:32 Li Şirnexê li dijî şer 'Nobeda Jiyanê'
18:02 Bi hezaran kes ji Tandoganê bang kirin: Em ê bi ser bikevin
17:28 Amedsporê play-offê mîsoger kir
16:35 Kûday: Dawî li êrişan bînin
15:40 Qada Gundogduyê ji karker û kedkaran tije bû
15:00 Li Amedê 1'ê Gulanê: Wê polîtîkayên şer û xiyanetê winda bikin
14:16 Li Edeneyê çûn serdana goristanan
14:08 Temellî: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
12:42 Ji Maltepeyê peyama hevpar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
12:36 Serdegirtina polîsan vegotin: Li me dan û pere û zêrên me girtin
12:03 Li Amedê karker û kedkar diherikin Qada Îstasyonê |
12:00 Ji Qersê heta Edîrneyê bi sedhezaran kedkar û karker diherikin qadên 1’ê Gulanê
11:55 Soylû li bajarê xwe Trabzonê hat şermezarkirin
11:48 Malbata Şenyaşar Sifreya Edaletê parve kir
11:42 Gelek kesên ku xwestin bimeşin Qada Taksîmê hatin binçavkirin
11:42 ‘Êriş berdewamiya tecrîdê ye û dixwazin qirkirina kurdan temam bikin’
11:20 Welatiyê astengdar ku pankarta AKP'ê qetand wê li nexweşxaneyê bê girtin!
11:15 Li Hîlwanê qenalîzasyon xetimî şaredariyê weke ‘karesata xwezayî’ bi nav kir
10:57 Tacegula 1’ê Gulanê danîn Taksîmê
10:23 Sê leşkerên din jî hatin kuştin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê ya Îslahiyeyê di roja 26'an de ye
09:07 Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin
09:05 Dîmenên ku dema polîs li Ferît Şenyaşar dixin derketin holê
09:03 Ji bo heywanên li kuçeyan pêşangeha wêneyan
09:01 Li Girtîgeha Kiriklarê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2022'YAN
08:16 Li Colemêrgê pîrozkirina Trabzonspor hat şermezarkirin
30/04/2022
19:28 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan ji 28 partiyan daxuyaniyeke hevpar
16:57 Elewî: Em li dijî qirqirina kurdan li ber xwe bidin
16:45 Erdogan: Rêxistina me ya îstixbaratê li 'bakurê Iraqê' ye
16:42 Jinan li Êlihê bertek nîşanî tundî û kuştina jinan da
16:37 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta malbata Orhan pirsî
16:36 Ji bo girtiyê nexweş ê giran Avci banga ‘taloqkirina înfazê’ hate kirin
15:45 Çalakiya Rûniştina F: Bila girtiyê nexweş Guler bê berdan
15:26 Li navçeyên Amedê serdana goristanan hat kirin
15:22 Îstinaf: Tevlîbûna cenazeyê gerîlla ne sûc e
15:22 Êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê li Ewropayê hatin şermezarkirin
14:20 Li Payîzavayê tevgera leşkerî: Fotokapan hatin bicihkirin
14:12 Dayikên Şemiyê aqûbeta xwendekarên hatine windakirin pirsîn
13:52 Li Êlihê du malbatan şer kirin: 6 kes birîndar bûn
13:47 Li Amed û Êlihê aqûbeta Çîçek û Yilmaz hat pirsîn
13:46 Serfermandarê Iraqê çû serdana Şengalê
13:20 Li Colemêrgê 11 leşker hatin kuştin, gundî tên koçkirin
12:49 Polîsan bi ser mala girtî de girt û li ferdekî malbatê dane
12:17 Girtî Sayak: Ewlehiya canê me tuneye
11:51 Malbata Şenyaşar: Dayik dê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:09 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 25’emîn de ye
10:38 Parêzerê doza Poyraz: Li ser heyeta dadgehê zexteke mezin
10:37 Bajar bi bajar qadên mitîngên 1’ê Gulanê
10:24 Rêxistinên Jinan: Divê li dijî şer dengekî hevpar were derxistin
10:20 Ji jinên girtî name: Em bi tecrîda girankirî re rûbirû mane
09:41 Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê
09:04 Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye
09:04 Bihuşta veşarî ya Qilebanê