Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî û Pêşmergeya Dêrîn Ronak Mecîd, bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirkiyeyê re da û got: "Ev operasyon darbeya li hemberî statuya Kurdistanê ye. Lewma gere em rojeke xwe jî bê çalakî derbas nekin." 
 
Tirkiye di 15’ê Nîsanê de bi awayekî dijwar herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe bombeberan kirin û di 17’ê Nîsanê de jî bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) hem ji bejahiyê hem jî ji hewayê ve dest bi êrişan kir. Li herêmê di navbera hêzên HPG'ê û Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) de şerekî dijwar diqewime. Di vî şerî de hêzeke din ku tê gotin li gel leşkerên Tirkiyeyê tevdigere, hêza kontr-çete Roj e. Hêzên bi leşkerên Tirkiyeyê tevli dagirkirina herêmê dibin, li herêmê dibin sedemê bertek û nerazîbûnan. Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî û Pêşmergeya Dêrîn Ronak Mecîd, der barê êrişên li ser herêmê û helwesta PDK'ê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
 
Mecîd,  bal kişand li ser PDK'ê û diyar kir ku siyaseta ku Barzanî li herêmê dide meşandin, xizmetê ji dijminê gelê kurd re dike û wiha axivî: "Ew siyaseta ku niha malbata Barzanî dide meşandin, siyaseteke dijminahiyê ye. Ev siyaset îstiqrara Başûrê Kurdistanê lawaz dike. Malbata Barzanî ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî serî li vê rêbazê dide. Li tevî vê siyaseta xwe neft û gazê difiroşe dewleta Tirkiyeyê. Herêm bi vê hişmendiyê tê birêvebirin û ev aqil hatiye bi cih kirin. Ji bo Kurdistaneke aram û azad bi hezaran şehîd hatin dayin. Ji ber wê jî divê siyaseteke ku çar parçeyên Kurdistanê bike yek û wan biçûk neke  bê meşandin. Ev siyaseta ku malbata Barzanî dimeşîne me ji hev dur dixe û parçe dike. Divê ne bi dijmin re, bi  gelê xwe re be. Ev operasyon derbeyek li statuya Kurdistanê ye. Ev êrişên ku li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê hatine destpêkirin, wê hem li Rojava hem jî li başûr belav bibe û destkeftiyên li wir jî bixe xetereyê. Ev ne tenê operasyoneke li dijî Başûrê Kurdistanê ye. Divê em girîng nêz bibin û wê weke operasyona li dijî deskeftî û tunekirina gelê kurd binirxînin. " 
 
'TIŞTA PÊWÎST YEKDENGÎ YE'
 
Mecîd, anî ziman ku li hemberî "xiyanetê" tişta pêwîst bihêzkirina yêkitiyê ye û wiha domand: "Heger ku li her çar perçeyan kurd li hemberî van êrişan derbikevin dikarin vê planê pûç bikin. Ew hêza gelê kurd heye. Divê ku gelê kurd li hemberî xiyanetê û dijminan bibin hêzek. Divê başûr li hemberî vê sermayeyê û vê pergala desthilatdar bi yekdengî rabe. Tişta ku niha herî zêde ji me re pêwîst yekdengî û yekhelwestî ye. Xeta malbata Barzanî xeta îxanetê ye. Niha du xet hene. Yek ji vana xeta welatparêziyê ye û yek jî xeta xiyanetê ye. Malbata Barzanî jî xeta xiyanetê hilbijartiye. Divê kurd li hemberî vê xiyanetê yekdeng bin. Bi taybetî jî divê siyasetmenderê Başûrê Kurdistanê xwe bêdeng nekin. Ji siyasetmenderan heta akademîsyenan hemû bibin yekdeng. Her partî divê li hemberî PDK'ê di têkoşîna xwe de dilsoz bin û li hemberî vê bisekinin." 
 
'EW HÊZ JI SÎXÛR Û XIYANETÊ PÊK TÊ' 
 
Mecîd, di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku di her şert û mercan de ew ji bo parastina Kurdistaneke azad amade ne ku şer bikin û got: "Malbata Barzanî ji berê heta niha di xiyanetê de ye. Dema Komara Mahabad (Komara Kurdistanê) hat damizirandin jî xiyanet li Qazî Mihemed kirin. Gelek pêşengên wê şoreşê qetilkirin û dan kuştin. Weke pêşmergeyeke kevin beriya Enfalê ji bo parastina xak û niştiman tevdigeriyan û pêşengiya raperînê kirin. Ev hemû bi xwîna peşmergeyan çêbû. Di dema me de desthilatdara heyî bi gelê xwe re dirust bû. Di sala 1991'ê de li çiyayan û bajaran Pêşmerge hebûn. Di sala 2004'an de jî li hemberî DAIŞ'ê Pêşmerge bi ruheke fedaî tekoşiyan. Pêşmergeyê di wê demê li hemberî dijminê xwe tekoşîn dikir. Lê niha  binemala Barzanî komeleyeke çekdarî ava kiriye û ji bo parastina berjewendiyên xwe li hemberî birayên xwe şer dike. Ev hêza ku hatiye avakirin jî ji wan kesên ku sîxûr û xiyanetkar pêk tê. Ev çete jî çeteyên Roj in û bi hêzên Tirkiyeyê li hemberî gerîla şer dikin. Pêşmerge ji vê nerazî ne. Çimkî pêşmerge ji şerekî wiha re ne amade ne. Pêşmerge ne amade ye ku birayê xwe bikuje. Ji ber wê jî niha  Barzanî xwe ji dewleta dagirker a Tirkiyeyê re kiriye mertal. Lê em pêşmergeyên Dêrîn xwedî helwest in. Em amade ne ku bi ruheke niştimanî li hemberî van êrişan bisekinin. Heta niha gelek hewledanên me çêbûn ku li hemberî vê bisekinin. Hevdîtinên me bi her du aliyan re jî çêbûn. Pêwîstî çêbibe pêşmergeyên Dêrîn amade ne ku parastina axa xwe bikin."
 
'DIVÊ TENÊ ROJEKÎ BÊ ÇALAKÎ DERBAS NEKIN' 
 
Mecîd, da zanîn ku li hemberî xiyanetê birêxistinkirina bertekan girîng e û bang kir: "Kurdistaneke bê kurd ne pêkan e. Ew kesên ku vî tiştî xeyal dikin jî wê xeyalên wan pêk neyên. Ew Kurdistana ku di oxira wê de bi hezaran bedel hatine dayin wê tu caran teslîm nebe û wê neyê teslîmdayin. Em Kurdistaneke ku hemû nijad, ziman û çand karibin te dê bijîn, dixwazin. Ew hêza gelê kurd heye ku ava bike. Bangawaziya me hem ji Başûrê Kurdistanê re, ji jinan re û hem jî ji Pêşmergeyên Dêrîn re ew e ku xiyaneta malbata Barzanî qebûl nekin. Helwestgirtin li hemberî wê dikare pêşî li birakujiyê bigire. Divê li her derî em di nava çalakiyan de bin. Ev girîng e. Her çalakiyeke me wê encam bigire. Divê em rojekê jî bê çalakî derbas nekin. Ji bo têkçûyina xiyanetê û dijminatiyê tişta herî pêwîst çalakî ne. Ji ber wê jî bi taybetî jî jin divê di qadan de cihê xwe bigirin û li hemberî vê bisekinin." 
 

Sernavên din

03/05/2022
14:04 Malbatên girtiyan Cejna Remezanê li pêşiya girtîgehê pêşwazî kirin
13:46 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Amsterdamê dest pê dike
12:49 Aliyên siyasî yên Iraqê: Divê dawî li binpêkirina Tirkiyeyê bê anîn
12:30 Li Qereyaziyê parvekirina nîjadperest
12:18 Ji partiyên siyasî serdanên cejnê
11:41 DFG: Di nîsanê de 4 rojnameger hatin binçavkirin û 16 nûçe hatin astengkirin
11:24 120 cerdevan bi navê çawişên pispor şandin Metînayê
11:15 ‘Divê hemû welatparêzên kurd xwedî li Şengalê derkevin’
10:40 Gefa kuştinê li girtiyê ku got ‘Ez kurd im’ xwarin
10:02 TEV-DEM’ê ji bo Şengalê bang kir: Parastina Şengalê deynê stûyê her kesî ye
09:46 Xelkê Şengalê ji bo parastina xaka xwe nobet girt
09:20 Di Nobeta Jiyanê de bang li Barzanî kirin: Destê xwe ji xwîna zarokên me bikêşe
09:08 Qeşayê li fistiqên Rihayê da
09:06 Parêzer Tuysuz: 'Operasyona' li nivîskarê çûye îfade dayînê sûc e
09:04 ‘Roja Reş’ 84 sal in didome
09:02 Li Pirsûsê mal û erd di bin avê de man!
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2022'YAN
02/05/2022
22:38 UNAMI: Êrişên li dijî Şengalê bifikar in
19:35 Li Enqerê jinek hat kuştin
16:23 Înfaza girtiyê ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye hate şewitandin
16:06 Gelek kes çûn serdana malbata Şenyaşar û cejna wan pîroz kirin
16:05 KCDK-E’yê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir
15:52 Qeymeqamtiya Licê serdana goristanan qedexe kir
15:42 Heso Îbrahîm: Ji bo Şengalê dem dema seferberiyê ye
15:33 Gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin
15:18 Li Şirnex û navçeyên wê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir
14:48 Li baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya Bamernê hat xistin
14:32 Ingilistan li pey çi ye?
14:07 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket
13:56 Qeyûm di cejnê de heqê rê ji gel nastîne lê li holê otobûs tune ne!
13:16 Artêşa Iraqê li Şengalê êrişî dibistanê kir
12:42 Malbata Şenyaşar Cejna Remezanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
12:21 Pevçûnên li Şengalê dijwar bûn
11:56 MEBYA-DER çû serdana gora Vedat Aydin
11:21 Soylu bi bêdengî çû Şirnexê û leşkerên birîndar ziyaret kir
11:21 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya edaletê
11:01 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 27’an
11:00 Tirkiyeyê hêzên paramîlîter veguhestin Herêma Kurdistanê
10:38 Gula Reş bi xemla xwe mirovan sermest dike
09:37 Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir
09:05 Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke
09:04 Li Cûdî û Bestayê ji bo çêkirina qereqolan dar tên qirkirin
09:03 Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da
09:01 Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2022'YAN
01/05/2022
22:40 6 fuze li derdora Hewlêrê ketin
19:32 Li Şirnexê li dijî şer 'Nobeda Jiyanê'
18:02 Bi hezaran kes ji Tandoganê bang kirin: Em ê bi ser bikevin
17:28 Amedsporê play-offê mîsoger kir
16:35 Kûday: Dawî li êrişan bînin
15:40 Qada Gundogduyê ji karker û kedkaran tije bû
15:00 Li Amedê 1'ê Gulanê: Wê polîtîkayên şer û xiyanetê winda bikin
14:16 Li Edeneyê çûn serdana goristanan
14:08 Temellî: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
12:42 Ji Maltepeyê peyama hevpar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
12:36 Serdegirtina polîsan vegotin: Li me dan û pere û zêrên me girtin
12:03 Li Amedê karker û kedkar diherikin Qada Îstasyonê |
12:00 Ji Qersê heta Edîrneyê bi sedhezaran kedkar û karker diherikin qadên 1’ê Gulanê
11:55 Soylû li bajarê xwe Trabzonê hat şermezarkirin
11:48 Malbata Şenyaşar Sifreya Edaletê parve kir
11:42 Gelek kesên ku xwestin bimeşin Qada Taksîmê hatin binçavkirin
11:42 ‘Êriş berdewamiya tecrîdê ye û dixwazin qirkirina kurdan temam bikin’
11:20 Welatiyê astengdar ku pankarta AKP'ê qetand wê li nexweşxaneyê bê girtin!
11:15 Li Hîlwanê qenalîzasyon xetimî şaredariyê weke ‘karesata xwezayî’ bi nav kir
10:57 Tacegula 1’ê Gulanê danîn Taksîmê
10:23 Sê leşkerên din jî hatin kuştin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê ya Îslahiyeyê di roja 26'an de ye
09:07 Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin
09:05 Dîmenên ku dema polîs li Ferît Şenyaşar dixin derketin holê
09:03 Ji bo heywanên li kuçeyan pêşangeha wêneyan
09:01 Li Girtîgeha Kiriklarê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2022'YAN
08:16 Li Colemêrgê pîrozkirina Trabzonspor hat şermezarkirin
30/04/2022
19:28 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan ji 28 partiyan daxuyaniyeke hevpar
16:57 Elewî: Em li dijî qirqirina kurdan li ber xwe bidin
16:45 Erdogan: Rêxistina me ya îstixbaratê li 'bakurê Iraqê' ye
16:42 Jinan li Êlihê bertek nîşanî tundî û kuştina jinan da
16:37 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta malbata Orhan pirsî
16:36 Ji bo girtiyê nexweş ê giran Avci banga ‘taloqkirina înfazê’ hate kirin
15:45 Çalakiya Rûniştina F: Bila girtiyê nexweş Guler bê berdan
15:26 Li navçeyên Amedê serdana goristanan hat kirin
15:22 Îstinaf: Tevlîbûna cenazeyê gerîlla ne sûc e
15:22 Êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê li Ewropayê hatin şermezarkirin
14:20 Li Payîzavayê tevgera leşkerî: Fotokapan hatin bicihkirin
14:12 Dayikên Şemiyê aqûbeta xwendekarên hatine windakirin pirsîn
13:52 Li Êlihê du malbatan şer kirin: 6 kes birîndar bûn
13:47 Li Amed û Êlihê aqûbeta Çîçek û Yilmaz hat pirsîn
13:46 Serfermandarê Iraqê çû serdana Şengalê
13:20 Li Colemêrgê 11 leşker hatin kuştin, gundî tên koçkirin
12:49 Polîsan bi ser mala girtî de girt û li ferdekî malbatê dane
12:17 Girtî Sayak: Ewlehiya canê me tuneye
11:51 Malbata Şenyaşar: Dayik dê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:09 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 25’emîn de ye
10:38 Parêzerê doza Poyraz: Li ser heyeta dadgehê zexteke mezin
10:37 Bajar bi bajar qadên mitîngên 1’ê Gulanê
10:24 Rêxistinên Jinan: Divê li dijî şer dengekî hevpar were derxistin
10:20 Ji jinên girtî name: Em bi tecrîda girankirî re rûbirû mane
09:41 Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê
09:04 Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye
09:04 Bihuşta veşarî ya Qilebanê