Ingilistan li pey çi ye?

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Zinar Ronî di nivîsa xwe ya îro de bal kişand ser rola Ingilistanê ya di êrişên li ser Herêma Federal a Kurdistanê û wiha dibêje: “Ingilistan îro dixwaze vegere ser rola xwe ya esasî. Di şerê cîhanê yê sêyemîn de dixwaze bibe diyarkerê geşedanan. Vê xwesteka xwe jî di şerê Ûkrayna-Rûsya de û di şerê li dijî Tevgera Azadiyê de bi vekirî îlan dike.”
 
Bi şerê Rûsya-Ûkraynayê û beriya êrişên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê, di navbera Tirkiye-Ingilstan, Tirkiye-PDK û PDK-Ingilistanê gelek hevdîtinên balkêş hatin kirin. Ingilistan ku di şerê Ûkrayna-Rûsyayê de bi rola xwe ya sorkirina aliyan tê naskirin û vê rola xwe bi vekirî dilîze, gelek caran rastî gefên Rûsyayê jî hat. Li hêla din bi hevdîtinên Ingilistan-Tirkiye-PDK’ê re jî Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dest bi êrişeke berfireh kir. Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Zinar Ronî di nivîsa xwe ya îro de balê dikişîne ser hewldanên Ingilistanê. 
 
Nivîsa Zinar Ronî ya li ser malpera Xwebûnê wiha ye: 
 
“Bi şerê dawî yê bi armanca dagirkirina Kurdistanê re gelek mijar zelal dibin û gelek mijar jî dibin sedema pirs û fikaran. Di serê van mijaran de pozîsyona Ingilistanê heye. Ev pozîsyon, dibe sedema pirsan û fikaran.
 
Bêguman di sedsalên dawî de hema bêje di hemû geşedanan de rista polîtîkayên Ingilistanê hene. Her çiqasî ew bi xwe yek bi yek di nav geşedanan de tune be jî, şêwaza siyaseta Ingilistanê risteke sereke dilîze. Lê dema were lêkolînkirin dê were dîtin ku bi geşedanên dawî re Ingilistan careke din dixwaze bibe xwedî helwest. Dixwaze şêweya geşedanan, pêşketin û bûyeran ew bi xwe diyar bike. Vê armanca xwe herî zêde jî di şerê navbera Ûkrayna-Rûsyayê de dide xuyakirin.
 
Şerê Ûkrayna-Rûsya (bi rastî şerê xwesteka hegemonbûna Rûsya û NATO’yê) du meh zêde li pey xwe hişt. Wisa xuya dike ku dê ev şer dirêjtir bibe. Di vî şerî de tişta herî balkêş rewşa Ingilistanê bû. Ji hemû dewletan zêdetir polîtîkayeke tund û êrîşkar meşand. Mirov dikare bêje ku pêşengiya hemû destwerdanan Ingilistanê kir. Berî her tiştî leşkerên di nav artêşê de û yên teqawît bûne di nûçeyan de derketin pêş, berê xwe didan Ûkraynayê. Serokwezîrê Ingilistanê bi xwe di her daxuyaniya xwe de sekna li hemberî Rûsya dianî ziman. Piştgiriya xwe ya ji bo leşkerên tev li şerê dijberî Rûsya bûne jî vekirî aşkera dikir. Bi awayekî aşkera Ingilistan bûye navenda meşandina şerê li dijî Rûsyayê. Lê mesele tenê bi Ûkrayna re ne sînordar e.
 
Di 19’ê avrêlê de bi hevdîtîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Ingilistanê John Borinson re posîzyona Ingilistanê careke din derket holê. Hem hevdîtinên bi Tirkiyeyê re hem jî hevdîtinin bi Herêma Kurdistanê re pirsên ‘gelo Ingilistan li pey çi ye’ ketin rojevê.
 
Di nava salekê de trafîka hevdîtinên Tirkiye-Barzanî, Tirkiye-Ingilistan, Ingilistan-Barzanî gelek zêde bûne. Tenê di nava çar mehên dawî de Erdogan û Borinson sê caran hevdîtin kirine. Her wiha Erdogan û Barzanî di nava salekê de bi dehan caran hatine cem hev. Tişta balkêş ew e ku ev hevdîtin ne bi rayedarên Iraqê bi xwe re, bi kesên ji malbata Barzanî re têne kirin. Ji Herêma Kurdistanê jî ne bi rayedarên Hikûmeta Kurdistanê, bes bi rayedarên Barzaniyan re hevdîtin tên kirin. Ligel ku bi dehan caran Erdogan û Barzaniyan ligel hev hevdîtin kirine, Erdogan di nava salekê de tenê sê caran (13’ê gulanê, 21’ê tebaxê, 28’ê mijdarê-2021) bi Serokwezîrê Iraqê re hevdîtin kiriye.
 
Gelo ev hevdîtin tên çi wateyê?
 
Ingilistanê hem di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de hem jî di yê duyemîn de bandora xwe li geşedanan kir. Di Şerê Yekemîn ê Cîhanê di encama polîtîkayên Ingilistanê de Rojhilata Navîn dabeşî dehan dewletan bû. Bêguman rista Fransayê jî tê de hebû. Lê rola sereke Ingilistanê dilîst.
 
Dîsa di şerê duyemîn de jî Ingilistanê her çiqasî hêza xwe winda kiribe jî di geşedanan de rola xwe lîst û parzemîna Ewropayê şêweya îro girt. Sînorên dewletan diyar bûn. Yekitiya Ewropayê hat damezrandin. Lê ji ber ku hêza xwe winda kir, Ingilistan ji hêza hegemonîk ket. Demekê dirêj wekî dewleteke endama Yekitiya Ewropayê tevgeriya. Di nava xwe de gelek krîzên siyasî û aborî jiya. Dewletên di bin mêtingeriya wê de yek bi yek jê qut bûn. Bandora xwe ya li ser Rojhilata Navîn hêdî hêdî winda kir. Ji Filistîn û Misirê vekişiya.
 
Her çiqasî Ingilistan bi awayekî fizîkî ne li Rojhilata Navîn be jî tu carî dev ji eleqedariya xwe ya li ser Rojhilata Navîn berneda. Di referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê de dewleta ku herî zêde bi polîtîkayeke zirav û bitesîr bertek nîşan da Ingilistan bû. Ew Ingilistana ku bertek nîşan da niha bi awayekî heybet Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî dike. Heman tişt ji bo Tirkiyeyê jî derbasdar e. Du dewletên ku bertekên herî tund nîşan didan niha ji hemû dewletan zêdetir bi Barzaniyan re têkilî datînin û eleqeya xwe ya ji bo Kurdistanê aşkera dikin. Xuyaye planek di meriyetê de ye.
 
Ingilistan ji bo careke din di geşedanên cîhanê de bibe xwedî rol û bibe hêza hegemonîk di destpêkê de ji Yekitiya Ewropayê derket. Di destpêkê de ev rewş wekî lewazbûnekê dihate nirxandin. Gelek derdoran digotin Ingilistan nikare wisa bidome. Mixabin Ingilistanê plana xwe ji zû ve amade kiribû. Ingilistan, ji bo bandorê li ser geşedanan bike dixwest serbixwe be. Lewma xwe ji derveyî biryarên Yekitiya Ewropayê hişt. Niha jî di şerê li hemberî Rusyayê de û di şerê li hemberî Tevgera Azadiyê de roleke sereke dilîze.
 
Divê neyê jibîrkirin, dewlata ku plana komploya navneteweyî amade kir û xiste meriyetê Ingilistan bi xwe bû. Dewleta ku aqil dida NATO’yê Ingilistan bi xwe bû. Di nav dewletên Ewropayê de ya ku herî zêde Rojhilata Navîn nas dike Ingilistan e. Niha ji aliyekî ve sendîkayên karkeran pêşengiya têkoşîna azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dikin û ji aliyê din ve desthilat pêşengiya plana dagirkirina tevahiya Kurdistanê dike. Vê planê jî bi Tirkiye û malbata Barzanî re dike.
 
Bi şerê Ûkrayna-Rûsyayê re pirsgirêka enerjiyê rû da. Ewropa piranî girêdayî enerjiya Rûsyayê ye. Lê vî şerî talûkeya pêşerojê raxist ber çavan. Lewma Ewropa kete nav hewldaneke alternatîf. Alternatîfa enerjiya Rûsya, petrol û xaza Rojhilata Navîn e. Ingilistan bi piştgiriya Tirkiye û malbata Barzaniyan dixwaze berî her kesî xeta enerjiyê bixe bin serweriya xwe. Ji bo pêkanîna plana xwe jî diyar e Tevgera Azadiyê ji xwe re wekî astengiyekê dibîne. Jixwe Tirkiye bi salan e li dijî Tevgera Azadiyê şerekî mezin dimeşîne. Malbata Barzaniyan jî ji Tevgera Azadiyê aciz in. Berjewendiyên van her sê hêzan li dijî Tevgera Azadiyê dibin yek.
 
Ingilistanê ji bilî nava mala xwe tu carî girîngî nedaye demokrasiyê. Polîtîkaya wê ya sereke ev e: Ji bo berjewendiya dewletê, li derve tevliheviyê derdixe, hêzên mezin berdide hev da ku bi ser bikeve. Tirkiyeyê jî tu car kurd qebûl nekirine. Di her şert û mercî de bi hemû derfetan şerê tunekirina kurdan a fîzîkî, çandî, aborî, siyasî daye meşandin. PDK’ê û malbata Barzaniyan jî çi dema tevgerek an jî partiyek li hemberî berjewendiyên xwe yên malbatî û aborî dîtine ligel hêzên dagirker cih girtine û xwestine wan tesfiye bikin. Bi Iraqê re li hemberî YNK’ê, bi Îranê re li hemberî PDK-Î û Komala, bi Tirkiyê re li hemberî PKK’ê şer kiriye. Niha hem li Başûr hem jî li Rojava bi hevkariya Tirkiyeyê li dijî Tevgera Azadiyê şer dimeşîne. Ev karekterê PDK û Tirkiyeyê ji bo Ingilistanê jî nîmet e. Jixwe hişmendiya ku Tirkiye daye avakirin û polîtîkaya PDK’ê diyar kiriye ji berê ve Ingilistan bi xwe bû.
Ingilistan îro dixwaze vegere ser rola xwe ya esasî. Di şerê cîhanê yê sêyemîn de dixwaze bibe diyarkerê geşedanan. Vê xwesteka xwe jî di şerê Ûkrayna-Rûsya de û di şerê li dijî Tevgera Azadiyê de bi vekirî îlan dike.”
 

Sernavên din

03/05/2022
14:04 Malbatên girtiyan Cejna Remezanê li pêşiya girtîgehê pêşwazî kirin
13:46 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Amsterdamê dest pê dike
12:49 Aliyên siyasî yên Iraqê: Divê dawî li binpêkirina Tirkiyeyê bê anîn
12:30 Li Qereyaziyê parvekirina nîjadperest
12:18 Ji partiyên siyasî serdanên cejnê
11:41 DFG: Di nîsanê de 4 rojnameger hatin binçavkirin û 16 nûçe hatin astengkirin
11:24 120 cerdevan bi navê çawişên pispor şandin Metînayê
11:15 ‘Divê hemû welatparêzên kurd xwedî li Şengalê derkevin’
10:40 Gefa kuştinê li girtiyê ku got ‘Ez kurd im’ xwarin
10:02 TEV-DEM’ê ji bo Şengalê bang kir: Parastina Şengalê deynê stûyê her kesî ye
09:46 Xelkê Şengalê ji bo parastina xaka xwe nobet girt
09:20 Di Nobeta Jiyanê de bang li Barzanî kirin: Destê xwe ji xwîna zarokên me bikêşe
09:08 Qeşayê li fistiqên Rihayê da
09:06 Parêzer Tuysuz: 'Operasyona' li nivîskarê çûye îfade dayînê sûc e
09:04 ‘Roja Reş’ 84 sal in didome
09:02 Li Pirsûsê mal û erd di bin avê de man!
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2022'YAN
02/05/2022
22:38 UNAMI: Êrişên li dijî Şengalê bifikar in
19:35 Li Enqerê jinek hat kuştin
16:23 Înfaza girtiyê ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye hate şewitandin
16:06 Gelek kes çûn serdana malbata Şenyaşar û cejna wan pîroz kirin
16:05 KCDK-E’yê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir
15:52 Qeymeqamtiya Licê serdana goristanan qedexe kir
15:42 Heso Îbrahîm: Ji bo Şengalê dem dema seferberiyê ye
15:33 Gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin
15:18 Li Şirnex û navçeyên wê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir
14:48 Li baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya Bamernê hat xistin
14:32 Ingilistan li pey çi ye?
14:07 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket
13:56 Qeyûm di cejnê de heqê rê ji gel nastîne lê li holê otobûs tune ne!
13:16 Artêşa Iraqê li Şengalê êrişî dibistanê kir
12:42 Malbata Şenyaşar Cejna Remezanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
12:21 Pevçûnên li Şengalê dijwar bûn
11:56 MEBYA-DER çû serdana gora Vedat Aydin
11:21 Soylu bi bêdengî çû Şirnexê û leşkerên birîndar ziyaret kir
11:21 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya edaletê
11:01 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 27’an
11:00 Tirkiyeyê hêzên paramîlîter veguhestin Herêma Kurdistanê
10:38 Gula Reş bi xemla xwe mirovan sermest dike
09:37 Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir
09:05 Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke
09:04 Li Cûdî û Bestayê ji bo çêkirina qereqolan dar tên qirkirin
09:03 Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da
09:01 Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2022'YAN
01/05/2022
22:40 6 fuze li derdora Hewlêrê ketin
19:32 Li Şirnexê li dijî şer 'Nobeda Jiyanê'
18:02 Bi hezaran kes ji Tandoganê bang kirin: Em ê bi ser bikevin
17:28 Amedsporê play-offê mîsoger kir
16:35 Kûday: Dawî li êrişan bînin
15:40 Qada Gundogduyê ji karker û kedkaran tije bû
15:00 Li Amedê 1'ê Gulanê: Wê polîtîkayên şer û xiyanetê winda bikin
14:16 Li Edeneyê çûn serdana goristanan
14:08 Temellî: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
12:42 Ji Maltepeyê peyama hevpar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
12:36 Serdegirtina polîsan vegotin: Li me dan û pere û zêrên me girtin
12:03 Li Amedê karker û kedkar diherikin Qada Îstasyonê |
12:00 Ji Qersê heta Edîrneyê bi sedhezaran kedkar û karker diherikin qadên 1’ê Gulanê
11:55 Soylû li bajarê xwe Trabzonê hat şermezarkirin
11:48 Malbata Şenyaşar Sifreya Edaletê parve kir
11:42 Gelek kesên ku xwestin bimeşin Qada Taksîmê hatin binçavkirin
11:42 ‘Êriş berdewamiya tecrîdê ye û dixwazin qirkirina kurdan temam bikin’
11:20 Welatiyê astengdar ku pankarta AKP'ê qetand wê li nexweşxaneyê bê girtin!
11:15 Li Hîlwanê qenalîzasyon xetimî şaredariyê weke ‘karesata xwezayî’ bi nav kir
10:57 Tacegula 1’ê Gulanê danîn Taksîmê
10:23 Sê leşkerên din jî hatin kuştin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê ya Îslahiyeyê di roja 26'an de ye
09:07 Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin
09:05 Dîmenên ku dema polîs li Ferît Şenyaşar dixin derketin holê
09:03 Ji bo heywanên li kuçeyan pêşangeha wêneyan
09:01 Li Girtîgeha Kiriklarê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2022'YAN
08:16 Li Colemêrgê pîrozkirina Trabzonspor hat şermezarkirin
30/04/2022
19:28 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan ji 28 partiyan daxuyaniyeke hevpar
16:57 Elewî: Em li dijî qirqirina kurdan li ber xwe bidin
16:45 Erdogan: Rêxistina me ya îstixbaratê li 'bakurê Iraqê' ye
16:42 Jinan li Êlihê bertek nîşanî tundî û kuştina jinan da
16:37 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta malbata Orhan pirsî
16:36 Ji bo girtiyê nexweş ê giran Avci banga ‘taloqkirina înfazê’ hate kirin
15:45 Çalakiya Rûniştina F: Bila girtiyê nexweş Guler bê berdan
15:26 Li navçeyên Amedê serdana goristanan hat kirin
15:22 Îstinaf: Tevlîbûna cenazeyê gerîlla ne sûc e
15:22 Êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê li Ewropayê hatin şermezarkirin
14:20 Li Payîzavayê tevgera leşkerî: Fotokapan hatin bicihkirin
14:12 Dayikên Şemiyê aqûbeta xwendekarên hatine windakirin pirsîn
13:52 Li Êlihê du malbatan şer kirin: 6 kes birîndar bûn
13:47 Li Amed û Êlihê aqûbeta Çîçek û Yilmaz hat pirsîn
13:46 Serfermandarê Iraqê çû serdana Şengalê
13:20 Li Colemêrgê 11 leşker hatin kuştin, gundî tên koçkirin
12:49 Polîsan bi ser mala girtî de girt û li ferdekî malbatê dane
12:17 Girtî Sayak: Ewlehiya canê me tuneye
11:51 Malbata Şenyaşar: Dayik dê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:09 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 25’emîn de ye
10:38 Parêzerê doza Poyraz: Li ser heyeta dadgehê zexteke mezin
10:37 Bajar bi bajar qadên mitîngên 1’ê Gulanê
10:24 Rêxistinên Jinan: Divê li dijî şer dengekî hevpar were derxistin
10:20 Ji jinên girtî name: Em bi tecrîda girankirî re rûbirû mane
09:41 Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê
09:04 Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye
09:04 Bihuşta veşarî ya Qilebanê