Li Pirsûsê mal û erd di bin avê de man!

RIHA - Li deşta Pirsûsê, ji ber ku bêyî qenala tehliyeyê avê tê berdan, erd û mal dibin avê de man. Ji bo çareseriyê jî rayedar ji welatiyan re dibêjin, "Li çareya serê xwe binêrin." 
 
Di hilbijartinên herêmî yên di 29'ê adara 2014'an de Serokwezîrê demê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, bi armanca propagandayê vekirina "Projeya Avdaniyê ya Pompakirinê" ya ji bo deşta Pîrsûsê kir. Lê ev vekirina Erdogan li şûna çareseriyê bû pirsgirêk. Ji ber ku qenalên tehliyekirina avê berî ku bên temamkirin av hat berdan, erdên berhemdêr ên çandiniyê yên deştê di bin avê de man. Li deştê û derdora wê her sal gelek mal di bin avê de dimînin. Welatiyên ku ji ber hişkesaliyê bi salan nikaribûn li erdê xwe çandiniyê bikin niha jî ji ber vê pirsgirêkê nikarin erdên xwe bajon. 
 
Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ya Wezareta Daristan û Çandiniyê, projeyeka ku ji bo qenalên tehliyekirina avê hat plankirin jî beriya 3 salan betal kir. Ev jî pirsgirêkê hê mezintir kir. Welatiyên ku ji ber vê pirsgirêka li her dera deştê rû dide mexdûr bûne, rexmî ku gelek caran ji bo çareserkirinê serlêdan kirine jî rayedaran tu bersiv nedaye wan. 
 
Yek ji gundên ku ev pirsgirêk lê heye gundê Mollahamza yê deşta Pirsûsê ye. 
 
'LI ÇARÊYA SERÊ XWE BINÊRIN'
 
Gundiyê bi navê Kavas Doganturk ku beriya çend salan ji ber nikaribûye debara xwe bike koçî Hatayê kiriye û beriya 2 salan vegeriyaye gundê xwe û cotkariyê dike, derbarê mijarê de ev tişt got: "Dema ku av hat kêfa me hat. Me nizanibû ku wê wiha bibe. Rayedarên em serî li wan didin jî dibêjin, 'Li çareya serê xwe binêrin'. Ji salên borî ve avê ber didin. Me ji qaymeqam re got lê me bi me re eleqedar nebûn. Em bangî şaredariyê dikin, ew jî qeyûm tayînî wê kirine. Em biçin kuderê? Dibêjin ku nikarin tiştekî bikin."
 
 
'HIKÛMET DIXWAZE ME BERÎ HEV BIDE'
 
Doganturk, da zanîn ku hewl tê dayîn gundî bi hev bikevin û wiha got: "Dema ku em dixwazin tiştekî bikin xwediyê erd dibêjin qaşî erdê me nebin. Hikûmet hewl didin me berî hev bide. Ji me re dibêjin li hev bidin. Edaleta vê hikûmetê tuneye. Me perîşan dikin. Em nîv şevekê bi bilindbûna vê şiyar bûn. Me bi derfetên xwe li pêşiya malên xwe erxan çê kir û nehişt ku av bikeve malên me. Rayedarên ku em ji wan re pirsgirêkê radigihînin jî gund di halê wî de hiştine."
 
'GUHDAR NAKIN'
 
Gundî Abûzer Doganturk (71) jî destnîşan kir ku rayedar pirsgirêkên wan guhdar nakin û wiha axivî: "Dixwazin em vê der terk bikin. Em diçin Walîtî, Qaymeqamtî, DEDAŞ û DSÎ'yê, kes guh nade me. Dewlet dixwaze em û xwediyên erdan bi hev bikevin.". Doganturk, mala ku di bin avê de maye nîşan da û ev tişt got: "Ew mala li jor mala birayê min e. Weke ku hûn jî dibînin di bin avê de maye. Lê em nikarin avê bibin ser erdê xwe."
 
 
PERÊ AVA KU BI KAR NAYÎNIN JÎ DIDIN
 
Doganturk, da zanîn ku ji bo ava ku malê wan di bin de dimînin û nikarin bibin ser erdê xwe pere ji wan tê girtin û wiha got: "Ava ku divê bê ser erdê me bernadin. Ew av diçe Kaniya Xezalan. Piştî AKP'ê kesê li DSÎ'yê dixebitî ji kar derxistin û ji xwe kesekî anîn şûna wî. Ew jî bi tu awayî li me nanêrin. Mirovên me perîşan bûn. Erdê me yê li vî aliyî jî di bin avê de ma. Me kemçê bi derfetên xwe anîn. Em di nav vê şerpezetiyê de man."
 
LI SER BANÎ DIMÎNIN
 
Yuksel Doganturk jî bi lêv kir ku ji ber ava ku nîvê şevê ketiye mala wî nikare amûrên xwe yên malê û xurekên xwe bi kar bîne û vegot ku her sal di vê demê de mexdûr dibin. Doganturk ku ji ber avê bi hevjîn û zarokên xwe re li ser baniyê mala xwe dimîne, bi derfetên xwe 3 erxan çê kiriye û nahêle ku av bigihîje mala wî. 
 
MALA WÎ HATIYE BER HILWEŞANDINÊ
 
Doganturk, agahî da ku salên borî ji ber ku mala wî di bin avê de maye 50 mirîşkên wî mirine û ji ber vê zarokên wî nikarin biçin dibistanê û ev tişt anîn ziman: "3 sal in em bi ava pîs re têdikoşin. Ne dewlet ne jî şaredarî tiştekî nake. Mala min hatiye ber hilweşandinê. Tiştekî xwarinê li malê nemaye. Mitbexa min di bin avê de ma. Hevjîna min ji avê ditirse. Bi zarokên xwe re min erxan çê kir. Tenê gemimê me di erd de heye. Em bi wî debara xwe dikin. Heke ew jî biçe em nizanin ku çi bikin. Em dibin avê de mane, ne dikarin bikevin hundir ne jî dikarin derkevin. Şaredariya bajarê mezin jî di nav de em li gelek cihan geriyan. Ji me wêne xwestin û me ji wan re şand. Lê kes guh neda me."
 
MA / Ceylan Şahînlî
 
 

Sernavên din

03/05/2022
14:04 Malbatên girtiyan Cejna Remezanê li pêşiya girtîgehê pêşwazî kirin
13:46 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Amsterdamê dest pê dike
12:49 Aliyên siyasî yên Iraqê: Divê dawî li binpêkirina Tirkiyeyê bê anîn
12:30 Li Qereyaziyê parvekirina nîjadperest
12:18 Ji partiyên siyasî serdanên cejnê
11:41 DFG: Di nîsanê de 4 rojnameger hatin binçavkirin û 16 nûçe hatin astengkirin
11:24 120 cerdevan bi navê çawişên pispor şandin Metînayê
11:15 ‘Divê hemû welatparêzên kurd xwedî li Şengalê derkevin’
10:40 Gefa kuştinê li girtiyê ku got ‘Ez kurd im’ xwarin
10:02 TEV-DEM’ê ji bo Şengalê bang kir: Parastina Şengalê deynê stûyê her kesî ye
09:46 Xelkê Şengalê ji bo parastina xaka xwe nobet girt
09:20 Di Nobeta Jiyanê de bang li Barzanî kirin: Destê xwe ji xwîna zarokên me bikêşe
09:08 Qeşayê li fistiqên Rihayê da
09:06 Parêzer Tuysuz: 'Operasyona' li nivîskarê çûye îfade dayînê sûc e
09:04 ‘Roja Reş’ 84 sal in didome
09:02 Li Pirsûsê mal û erd di bin avê de man!
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2022'YAN
02/05/2022
22:38 UNAMI: Êrişên li dijî Şengalê bifikar in
19:35 Li Enqerê jinek hat kuştin
16:23 Înfaza girtiyê ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye hate şewitandin
16:06 Gelek kes çûn serdana malbata Şenyaşar û cejna wan pîroz kirin
16:05 KCDK-E’yê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir
15:52 Qeymeqamtiya Licê serdana goristanan qedexe kir
15:42 Heso Îbrahîm: Ji bo Şengalê dem dema seferberiyê ye
15:33 Gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin
15:18 Li Şirnex û navçeyên wê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir
14:48 Li baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya Bamernê hat xistin
14:32 Ingilistan li pey çi ye?
14:07 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket
13:56 Qeyûm di cejnê de heqê rê ji gel nastîne lê li holê otobûs tune ne!
13:16 Artêşa Iraqê li Şengalê êrişî dibistanê kir
12:42 Malbata Şenyaşar Cejna Remezanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
12:21 Pevçûnên li Şengalê dijwar bûn
11:56 MEBYA-DER çû serdana gora Vedat Aydin
11:21 Soylu bi bêdengî çû Şirnexê û leşkerên birîndar ziyaret kir
11:21 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya edaletê
11:01 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 27’an
11:00 Tirkiyeyê hêzên paramîlîter veguhestin Herêma Kurdistanê
10:38 Gula Reş bi xemla xwe mirovan sermest dike
09:37 Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir
09:05 Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke
09:04 Li Cûdî û Bestayê ji bo çêkirina qereqolan dar tên qirkirin
09:03 Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da
09:01 Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2022'YAN
01/05/2022
22:40 6 fuze li derdora Hewlêrê ketin
19:32 Li Şirnexê li dijî şer 'Nobeda Jiyanê'
18:02 Bi hezaran kes ji Tandoganê bang kirin: Em ê bi ser bikevin
17:28 Amedsporê play-offê mîsoger kir
16:35 Kûday: Dawî li êrişan bînin
15:40 Qada Gundogduyê ji karker û kedkaran tije bû
15:00 Li Amedê 1'ê Gulanê: Wê polîtîkayên şer û xiyanetê winda bikin
14:16 Li Edeneyê çûn serdana goristanan
14:08 Temellî: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
12:42 Ji Maltepeyê peyama hevpar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
12:36 Serdegirtina polîsan vegotin: Li me dan û pere û zêrên me girtin
12:03 Li Amedê karker û kedkar diherikin Qada Îstasyonê |
12:00 Ji Qersê heta Edîrneyê bi sedhezaran kedkar û karker diherikin qadên 1’ê Gulanê
11:55 Soylû li bajarê xwe Trabzonê hat şermezarkirin
11:48 Malbata Şenyaşar Sifreya Edaletê parve kir
11:42 Gelek kesên ku xwestin bimeşin Qada Taksîmê hatin binçavkirin
11:42 ‘Êriş berdewamiya tecrîdê ye û dixwazin qirkirina kurdan temam bikin’
11:20 Welatiyê astengdar ku pankarta AKP'ê qetand wê li nexweşxaneyê bê girtin!
11:15 Li Hîlwanê qenalîzasyon xetimî şaredariyê weke ‘karesata xwezayî’ bi nav kir
10:57 Tacegula 1’ê Gulanê danîn Taksîmê
10:23 Sê leşkerên din jî hatin kuştin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê ya Îslahiyeyê di roja 26'an de ye
09:07 Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin
09:05 Dîmenên ku dema polîs li Ferît Şenyaşar dixin derketin holê
09:03 Ji bo heywanên li kuçeyan pêşangeha wêneyan
09:01 Li Girtîgeha Kiriklarê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2022'YAN
08:16 Li Colemêrgê pîrozkirina Trabzonspor hat şermezarkirin
30/04/2022
19:28 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan ji 28 partiyan daxuyaniyeke hevpar
16:57 Elewî: Em li dijî qirqirina kurdan li ber xwe bidin
16:45 Erdogan: Rêxistina me ya îstixbaratê li 'bakurê Iraqê' ye
16:42 Jinan li Êlihê bertek nîşanî tundî û kuştina jinan da
16:37 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta malbata Orhan pirsî
16:36 Ji bo girtiyê nexweş ê giran Avci banga ‘taloqkirina înfazê’ hate kirin
15:45 Çalakiya Rûniştina F: Bila girtiyê nexweş Guler bê berdan
15:26 Li navçeyên Amedê serdana goristanan hat kirin
15:22 Îstinaf: Tevlîbûna cenazeyê gerîlla ne sûc e
15:22 Êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê li Ewropayê hatin şermezarkirin
14:20 Li Payîzavayê tevgera leşkerî: Fotokapan hatin bicihkirin
14:12 Dayikên Şemiyê aqûbeta xwendekarên hatine windakirin pirsîn
13:52 Li Êlihê du malbatan şer kirin: 6 kes birîndar bûn
13:47 Li Amed û Êlihê aqûbeta Çîçek û Yilmaz hat pirsîn
13:46 Serfermandarê Iraqê çû serdana Şengalê
13:20 Li Colemêrgê 11 leşker hatin kuştin, gundî tên koçkirin
12:49 Polîsan bi ser mala girtî de girt û li ferdekî malbatê dane
12:17 Girtî Sayak: Ewlehiya canê me tuneye
11:51 Malbata Şenyaşar: Dayik dê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:09 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 25’emîn de ye
10:38 Parêzerê doza Poyraz: Li ser heyeta dadgehê zexteke mezin
10:37 Bajar bi bajar qadên mitîngên 1’ê Gulanê
10:24 Rêxistinên Jinan: Divê li dijî şer dengekî hevpar were derxistin
10:20 Ji jinên girtî name: Em bi tecrîda girankirî re rûbirû mane
09:41 Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê
09:04 Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye
09:04 Bihuşta veşarî ya Qilebanê