Pevçûna li Çiyayê Cûdî plana li Zapê serûbin kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di pevçûna li Çiyayê Cudî de 8 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku kuştina leşkeran a li Çiyayê Cûdî plana TSK’ê ya li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê serûbin kir. Fermandarên artêşa tirk ên ku li Şirnexê bi rewşa awarte lihev civiyan, biryar dan ku li dijî çiyayên Cûdî, Gabar û herêma Bestayê operasyoneke berfireh bidin destpêkirin. 
 
Tirkiyeyê di 23’yê nîsana sala 2021’an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dest bi êrişê kiribû. Di êrişê de hêzên Gulan û Zêrewan ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), çeteyên OSO û yên Roj jî cih girtin lê tevî vê yekê jî Tirkiyeyê encamek bi dest nexist. Tirkiyeyê piştî têkçûna xwe ya li van herêman, dest bi xebatên dîplomatîk kir. Di vê çarçoveyê de di navbera Enqere-Hewlêrê de bi mehan xebatên dîplomatîk hatin kirin û di encama van hevdîtinan de jî Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de dîsa dest bi êrişeke nû kir. 
 
Wezîrê Parastinê Hulusî Akar û Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan li Hewlêrê bi rayedarên PDK’ê re hevdîtin kirin û piştre jî trafîka hevdîtinan dest pê kir. Ev trafîka hevdîtinê bi hevdîtinên di navbera Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî re berdewam kir. Piştî hevdîtina di navbera Mesrûr Barzanî û Erdogan a li Stenbolê, di 17’ê nîsanê de bi hevkariya AKP-MHP-PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê êrişeke berfireh hate destpêkirin. 
 
PLANÊN WAN SERÛBIN BÛN 
 
Êrişa dawî ya AKP-MHP-PDK’ê di asteke cuda de berdewam dike. Ji rexekî ve êrişên dijwar ên hewayî tên kirin û ji rexa din ve jî Tirkiye ji bejahî ve li ser herêmên di bin kontrola PDK’ê de êrişan dike. Bi ser êrişan re 21 roj derbas bûn lê tevî vê yekê jî heta niha tu pêşketin çênebûne. Tam di rewşeke wiha de, di 30’ê nîsanê de li Çiyayê Cûdî di navbera endamên HPG’ê û artêşa tirk de şerekî dijwar qewimî û 8 leşker hatin kuştin.  
 
LI ŞIRNEXÊ CIVÎNA AWARTE
 
Artêşa tirk têkildarî pevçûna li Çiyayê Cûdî daxuyaniyek da û got ku tenê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dane. Lê hat zanîn ku piştî vê pevçûnê, fermandarên artêşa tirk di 1’ê gulanê di bin serokatiya Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Arîf Çetîn de li Şirnexê bi rengekî awarte civiya ne. Çavkaniyan diyar kir ku di civînê de çendek cerdevan jî amade bûn û şîroveyên bi vî rengî hatine kirin: “Mirina leşkeran a li Çiyayê Cûdî hevsengiyên heyî guherandin. Em li dijî Zapê operasyonê dikin lê li Cûdî derban li me dixin.” Di civîna ku nîqaşên dijwar tê de hatine kirin de kesekî di asta fermandariya TSK’ê de ev tişt anî ziman: “Heta kêleka me tên. Heta ku em hundir paqij nekin, tu wateya operasyonên li derve nîne.” 
 
SEDEMA ‘SERDANA’ SOYLU
 
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî demek berê çûbû Şirnexê û ev serdan weke “Çû serdana leşkerê li Cûdî birîndar bûyî” hatibû ragihandin. Lê belê hat diyarkirin ku Soylu ji ber civîna awarte ya li Şirnexê hatiye. Soylu, di civîna ku cerdevan jî tê de amade bûn, cih negirt. 
 
BABAT ANÎN ŞIRNEXÊ
 
Li gorî agahiyên ji çavkaniyan, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Arîf Çetîn piştî civînê ji malbata Babat ên ji Sêgirkê bang li Hazim Babat kir ku li Enqereyê dijî. Hat zanîn ku Çetîn li gel Babat bi çendek sercerdevanan re civîn li dar xist. Di civînê de operasyona li derveyî sînor û leşkerên di pevçûna Çiyayê Cûdî de hatine kuştin nîqaş kirin. Her wiha di civînê de biryar hate dayîn ku li dijî çiyayên Cûdî, Gabar û herêma Bestayê ku di navbera Şirnex û navçeya Perwarî ya Sêrtê de dimîne, operasyoneke leşkerî ya berfireh bê destpêkirin. 
 
RABÛRDIYA BABAT A BI ÇETÎN RE
 
Çetîn, di sala 1993’yan de li Fermandariya Parartêşa Asayîşa Cendirmeyan a Amdedê de serpeltî, di sala 1999’an de li Fermandariya Liq a Sînor a Cendirmeyan a Şirnexê de mîralayî, di navbera salên 2007-2009’an de fermdariya 22’yemîn Taktîk Sînor ê Cendirmeyan a Sêgirkê kir. Çetîn, bi operasyonên ku li gel Hazim Babat li herêmê hatine kirin ve tê naskirin. Piştî hevdîtina darbeyê ya 15’ê Tîrmehê, Hazim Babat derheqê Çetîn de wiha gotibû: “Me bi hev re hema hema her hefteyê li Besta, Gabar û Cûdî operasyon kirin.” 
 
LI SÊGIRKÊ CIVÎNA ‘OPERASYONÊ’
 
Piştî vê civînê, Hazim Babat di 3’yê gulanê de çû Sêgirkê û bi sercerdevanên Qilebanê re civîna “operasyonê” li dar xist. Hat zanîn ku di civînê de Babat ji sercerdevanan re got ku bila ferman ji cerdevanan re bê şandin ku beşdarî operasyonê bibin. Her wiha yên tev li nebin jî bila bi awayekî bên qanehkirin. Piştî civînê jî sercerdevanan fermana operayonê daye cerdevanan. 
 
NAVÊ ‘KOÇERAN’ LI CERDEVANAN KIRIN
 
Li gorî agahiyan, bi “operasyona” li dijî Cûdî û Gabarê re cerdevan ji bo birîna daran hatine peywirdarkirin. Cerdevanên ku weke “çawişên pispor” beşdarî êrişa li dijî Metînayê hatine kirin jî bi peywira di bi navê “Koçeriyê” de berhevkirina agahiyên “îstîxbarî” hatine peywirdarkirin.
 

Sernavên din

23/09/2022
09:04 Jina ku ji bêgavî dest ji Îranê berda: Divê gel di vî şerî de bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2022'YAN
08:52 Keştiya penaberan noqî avê bû: 34 kes mirin
22/09/2022
20:35 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
19:17 Çar girtî nîvê şevê hatine sirgûnkirin
18:22 Di Doza Vartînîsê de der barê bersûc Karaoglû de biryara bultena sor
16:34 Raportorên NY’ê Îran şermezar kir
15:47 HDP ji bo Jîna Amînî li kolanan bû: Em ê têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin
15:09 Nobeta Edaletê: Dê ev roj jî derbas bibin
14:53 Konsera Îlkay Akkaya ya li Rihayê hate qedexekirin
14:51 Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Em serhildana gelê me yê Rojhilat silav dikin
14:46 Eyup Mîlan ê ûrmiyeyî: Kurd li qadan e û li ber xwe didin
14:21 OHD’ê ji bo girtiyên nexweş bang kir
14:19 Rêxistinên hiqûqê ji bo Balaç banga berdanê kirin
13:58 Gilêşê di Çemê Firatê de ziyanê dide tenduristiya gelê herêmê
13:34 Malbatên girtiyan: Kesên xwedî wijdan divê ji bo çareseriyê israr bikin
13:18 Beştaş: Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin
13:15 Li rojnamevan Yalçin 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn
13:04 HDP: Pora Jîna Amînî dê bibe alaya jinên azad ên Rojhilata Navîn
12:43 Nobeta Edaletê di roja 563’yemîn de ye
12:26 RAWA: Destkeftiya li Îranê dê li Efxanistanê jî rê li ber guherînê veke
11:57 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Doza Mûsa Anter: Têkoşîna edalet û heqîqetê wê bidome
11:40 Aktîvîsta jin a kurd: Hêrs û tevgera gel a li kolanên Îranê pir xurt e
10:54 Li gorî TUÎK’ê endeksa baweriyê ya mezêxeran ji sedî 72,4 e
10:45 Gundiyê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
10:22 Şakar: Berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê CPT û DMME ye
09:26 Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine
09:03 Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin
09:01 MED-DER'ê ji ber eleqeyeke zêde dema serlêdanê ya ji bo qursên kurdî dirêj kir
09:01 Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2022'YAN
21/09/2022
22:16 Li Cizîrê êrişa DEDAŞ’ê: 4 jin hatin binçavkirin
22:08 Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin
20:32 Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
20:03 Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir
19:11 Doza Mûsa Anter bi hinceta ku ketiye ber demboriyê hat betalkirin
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin
12:52 Rejîma Îranê çalakvaneke din jî qetil kir
12:46 OHD û Komeleya Jinan a Rosayê çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:30 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi 10 hezar kesan ‘Nexşe rê’ aşkere bike
12:22 Xizmên girtiyan: Heta hemû girtiyên nexweş tên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin
11:46 Li Geverê îşkence li gundiyan kirin û sîxûrtî lê ferzkirin
11:33 Derhênera fîlmê Kobanê Yaşar: Kesên li ber xwe dan senaryo nivîsandin
11:15 Ji bo Jîna Mahsa Amînî li Îranê 24 bajar rabûn ser pêyan
11:00 Galaya fîlmê ‘Qet’ hat kirin
10:40 Parêzer Theune: Tirkiye li Îmraliyê sûc dike
10:30 Serdozgeriyê ji bo malbata Dedeogûllari wiha got ‘malbata ku tê îdiakirin kurd in’
10:15 Pûtîn seferberiya leşkerî îlan kir
10:00 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû
09:55 Niştecihên Taxa Fabrîkayê ku qeyûm dabû ber firotinê: Em ê dev ji taxa xwe bernedin
09:08 Mayinê destekî wî jê kir
09:07 Girtiyê ku şarapnel di laşê wî de û 2 caran anjiyo bûye nayê berdan
09:05 Zarokê ku ji ber teqîna cismekî leşkerî birîndar bûbû doza destê xwe dike
09:01 Keya bi hinceta 'guran' li ber çavê midûriyetê bi hezaran dar birîn!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2022'YAN
20/09/2022
23:59 Temel: HDP tifaqa dîrokî ya gelên Tirkiyeyê ye
23:52 Fînala Tûrnûvaya Kemal Kûrkût: Ciwan dê di hilbijartinê de golê bavêjin desthilatê
23:24 Îraniyan ji bo Jîna Emîniyê çalakî li dar xistin
23:15 Hunermend Çat ê ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
19:42 Parêzerên ewropayî: CPT demildest divê biçe Îmraliyê
19:02 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Tiştên ku tu ji bo wan têkoşiyayî dê pêk bên
17:00 Têkildarî girtiyê di çalakiya grevê de geşedaneke nû
16:52 Ji 18 rêxistinan bo Şilêr Rasûlî û Mahsa Amînî daxuyaniya hevpar
16:31 Li Êlihê qeza çêbû: 12 kes birîndar bûn
16:25 Hengawê ragihand ku rejîma Îranê 5 kes qetil kirine
16:21 Cenazeyê Ozer piştî 7 salan radestî malbata wî kirin
16:08 Di doza Dedeogûllari de daxwaza girtina bersûcan hat redkirin
16:05 HDP li Aydinê bi jinan re hat cemhev
15:56 Dayikên Şemiyê ji bo danişînê banga tev li bûnê kirin
15:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:45 Malbatên girtiyan: Daxwazan bi cih bînin
15:23 ‘Divê înfaza nexweşê penceşêrê Durmaz were taloqkirin’
15:22 AYM’ê daxwazên HDP’ê red kir
15:18 Derket holê ku jina winda hatiye qetilkirin
15:14 Paylan ê HDP’î: Avahiyên 'tîpa girtîgehê' yên li Sûrê xiyaneta li dîrokê ye
14:56 DBP: Em têkoşîna gelê rojhilatê Kurdistanê silav dikin
14:19 Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî Bûldanê dan
13:40 Tecawizkarê ku hatibû berdan li ser îtîrazê hate girtin
13:35 Îhaleya firotina taxê hate betalkirin
13:30 Malbatên Girtiyan: Rewşa girtiyan ne rewşeke wisa ye ku bi demê re bê vehêlandin
12:50 Bi sedema şala kesk, sor û zer 6 hezar TL cezayê pereyan dan
12:07 Îbrahîm Ayhan hat bibîranîn
11:50 Îmîr, desteserkirina Xwebûnê bir rojeva Meclisê