Mehmet Ocalan: Qedexeyên hevdîtinê têkiliya xwe bi êrişan re heye

img
RIHA - Mehmet Ocalan diyar kir ku qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan a ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, têkiliya xwe bi êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Federal a Kurdistanê re heye û wiha got: “Pirsgirêka kurd bi şer nayê çareserkirin.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Ocalan, herî dawî di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû lê axaftin di niviyê de hatibû qutkirin. Hêj qedexeya hevdîtinê ya bi parêzeran re bi dawî nebûbû ku di 13’ê nîsanê de dîsa cezayê 6 mehan a qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya ji bo 6 mehan li Ocalan hate birîn. Têkildarî sedema qedexeyê tu agahî nedan parêzer û malbata Ocalan. Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî. 
 
Mehmet Ocalan da zanîn ku malbat têkildarî biryara qedexeya hevdîtinê nehatiye agahdarkirin û wiha got: “Em jî li ser televîzyonê jê haydar bûn. Ev qedexeye ne hiqûqî û ne jî insanî ye. Kesekê ku li nîva behrê di nava çar dîwaran de tê ragirtin ma dê çi sûcan bike? Cezayên çêkirî ne. Ev qedexeye, di şexsê birêz Ocalan de nêzikatiya dewletê ya li hemberî gelê kurd nîşan dide.” 
 
‘RASTE RAST BÊHIQÛQIYÊ DIKIN’ 
 
Bi domdarî Ocalan diyar kir ku weke malbat û parêzeran her hefteyê ji bo biçin Îmraliyê serlêdanan dikin û wiha pê de çû: “Lê tu bersiv nayên dayîn. Van qanûnan eleqeya xwe bi êrişên li her çar aliyên Kurdistanê re tên kirin re heye. Ev yek nayê qebûlkirin. Dema qedexeyek tê danîn, bingeha wê li gorî wê tê amadekirin. Lê belê bingeheke van qedexeyan tune ye. Di destê wan de tiştek nema ye û raste rast bêhiqûqiyê dikin. Li Tirkiyeyê qanûn tên binpêkirin. Kîjan dever pêwîst bike em ê serlêdanên xwe bikin û jê bixwazin ku bi qanûnên xwe bikin.” 
 
‘TÊKILIYA XWE BI ÊRIŞAN RE HEYE’
 
Di berdewamê de Ocalan got ku biryarên derheqê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de tên dayîn, têkiliya xwe bi êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê re heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi sedî sed eleqeya xwe pê re heye. Ev tiştekî rast nîne. Pirsgirêka kurd bi şer û kuştinê çareser nabe. Pirsgirêka kurd, pirsgirêkeke insanî û siyasî ye. Heke bi birêz Ocalan re hevdîtinan bikin, dê ne leşker, ne polîs û ne jî gerîla nemirin. Heke birêz Ocalan biaxive, dê ev mirin ji holê rabin. Lê dewlet vê yekê naxwaze. Bi birêz Ocalan re hevdîtinan bikin da ku ev xwîn bisekine. Birêz Ocalan, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn hêviyeke. Neçareserkirina pirsgirêka kurd, ziyanê digihîne hemû gelên Rojhilata Navîn.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ RÊXISTINÊN NAVNETEWEYÎ DA 
 
Ocalan, bertek nîşanî bêdengiya rêxistinên navneteweyî ya li hemberî polîtîkayên nehiqûqî da û axaftina xwe wiha qedand: “Ji sedî sed para Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Nêzikatiya Xerab a Ewropayê (CPT) di van bêhiqûqiyan de heye. Heke bixwazin dikarin deriyên Îmraliyê vekin. Lê dema mijar dibe kurd, hemû kes xwe bêdeng dike. Heke saziyên ku qaşo parastina mafên mirovan dikin bixwazin, dikarin dawiyekî li van bêhiqûqiyan bînin. Nexwe dê bibin aliyekî êrişên li ser gelê kurd. Divê vê bêdengiya xwe bi dawî bikin. Hesabê her kesekî di aloziya heyî de heye û ev yek nayê qebûlkirin. Divê di zûtirin demde biçin Îmraliyê û pêşî li vê xwînê bigirin.” 
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

11/05/2022
15:54 Tosûn, hejmara girtiyên înfazên wan hatine şewitandin ji Wezîrê Dadê pirsî
15:48 Barzanî Şengalê hedef nîşan da
14:51 Malbatên li ber ATK’ê bang kirin: Bila ji pirsgirêkên girtiyan re çareseriyekê bibînin
14:46 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Kobanê: Welatiyek hat qetilkirin
14:45 Ji sedî 77,1'ê astengdaran bi xetereya xizaniyê re rû bi rû ne
14:28 Li ser sînorê Başûr xendek tên kolandin û têla direhî tê raçandin
14:18 'Wê zext nikaribin min bizdînin'
14:10 Li Stenbolê ji bo çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî bang hate kirin
13:55 Îranê herêma Balekayetî û Biradost bombebaran kir
13:53 Çûna çar gundên Silopiya hat qedexekirin
13:34 Li Bestayê êrişa leşklerî bi birîna daran dest pê kir
13:33 Li Qoserê 10 kes hatin binçavkirin
13:16 Devera ku li cenazeyê kolber tê gerandin ji welatiyan re hat qedexekirin
13:12 Dag: Bi minasebeta 15’ê Gulanê bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Sarica: Hewceye em xwe bigihînin Îmraliyê û dengê Ocalan bibihîzin
12:36 Malbata Şenyaşar: Tiştên ku Serokomar gotin em qebûl nakin
12:35 Dozger 15 sal ceza ji rojnamevan Şahîn re xwest
11:49 Li Elmanyayê li dijî qedexeya PKK'ê serlêdana hiqûqî
11:25 Dayikên Aştiyê: Wê AKP û Barzanî winda bikin
11:24 Li ser rêya Elkê û Colemêrgê qeza pêk hat: 2 kes mirin 5 kes birîndar bûn
10:50 Balafirên dewleta tirk êrişî Kobanê kirin
10:49 Parêzerên ku qetlîama li Cizîrê protesto kiribûn beraet bûn
10:31 Ji ber ku 'derneket lijneyê' 4 caran înfaza wî hat şewitandin
09:45 Rojnamevan Şîrîn Ebû Akîle ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hate qetilkirin
09:35 Hevşaredarên Sêrtê derdikevin pêşberî dadger
09:34 Wezareta Edaletê bersiv neda serlêdana Ocalan
09:17 Hunermendan xwest her kes li dijî êrişan rabe
09:08 Çawişên pispor dertên destûrê û careke din venagerin
09:06 Çawişê faîlê destdirêjiyê bi hinceta 'razîbûnê' beraet kir
09:04 'AKP bi polîtîkaya xwe ya girtîgehê sûc dike'
09:03 Endama SMJÊ Agal: Êzidiyan xewnên dewleta tirk ên dîrokî herimandin
09:01 Nazîre Bîrlîk: PDK şirîkatiya kujerên kurê min dike
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2022'YAN
10/05/2022
20:26 Li Bismilê zarokan ji bo 15'ê Gulanê resm xêz kirin
18:26 Li Şirnexê 2 jin hatin binçavkirin
16:50 Kuytul, ji Girtîgeha Kurkçulerê sewqî Girtîgeha Panosê hat kirin
16:37 Zarokê ku li Serekaniyê bi guleyekê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
16:24 HDK’ê Meclisa Çand û Hunerê ragihand
16:18 Li Îzmîrê di Nobeta Edaletê de banga hestiyariyê hate kirin
16:14 Sancar: Îktidar wê bi polîtîkaya alozî û tirsê bi ser nekeve
15:59 Îtîraza li dijî girtinên di Doza Geziyê de hatibû kirin hate redkirin
15:46 Li Duhokê jinek hat qetilkirin
15:41 Mezlûm Ebdî: Em ê hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin
15:24 Ji bo mamosteyê kurdî Latîfî kampanyaya îmzeyê dest pê kir
14:58 Navenda Hafizeyê: Desthilatdarî, daraz û çapemenî li dijî parastvanên mafan bûne yek
14:38 Hevseroka HDP’a Stenbolê Bîrol bertek nîşan da: Em di rêya xwe de ne
14:37 Ozer û hevjînê xwe ji ber dermankirina jinekê hatin girtin!
14:05 Xizmên Girtiyan: Bi salan jî bidome em ê têbikoşin û edaletê bixwazin
13:35 Banga beşdariya doza Qetlîama Enqerêyê hat kirin
13:32 Doza Kobanê: Gokalp, îdiayên 2 şahidên nepen derewand
12:38 Lêpirsîna derbarê Emîne Şenyaşar de bi dozvenekirinê encam da
12:35 Di doza êrişa 5’ê Hezîranê de beraet dan polîsan
12:34 Zarokê ku bi guleya ji Serekaniyê hatibû û birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:14 Ji 888 welatiyan daxuyaniya Geziyê: Em xwe îxbar dikin
12:07 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Serlêdana 'hepsa malê' ya ji bo Ozer a 80 salî hate redkirin
11:35 Hesabên Tirkiyeyê yên petrol û xaza xwezayî
11:18 Dayikên Elkê: Em xwedî li berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê derdikevin
11:17 Kesê ku di bin kontrola polîsan de ket avahiya HDP'ê kî ye?
10:47 Li Hezex û Dêrikê 9 kes hatin binçavkirin
10:29 Naso: Dê milyonek kesan ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bi kar bînin
10:25 RAYBUS’a qeyûm çend roj şûnde xera bû
10:25 Li girtîgehekî Ekvadorê şer: 43 kes hatin kuştin
09:56 Qeyûm ji bo tamîra parkê 10 milyon lîre da îhaleyê!
09:03 Rojnamevan Hewram: PDK bûye enstrumana hêzên dagirker
09:03 Polîsan ji nîşeya 'JÎTEM'ê re got 'zarok daniye'
09:03 Vê carê jî cerdevanan di dilqê 'şivanan' de dişînin Besta û Gabarê
09:03 Siyasetmedar Ebdulxaliq: Tirkiye bûye dewleteke dagirker
09:03 Li Sûrê di avahiyên tescîlkirî de li xizîneyan digerin
09:03 Pêşmergeyê Dêrîn: Tirkiyeyê li Efrînê çi kiribe dê li Başûr jî wê bike
09:01 Bulak: Pirtûka ewil a çîrokên kurdî ya modern Şewqa Sibê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2022'YAN
09/05/2022
20:44 Doza Kobanê: Çi eleqeya ezebbûna min û darizandina min bi hev heye?
20:22 Li Amedê Platforma Kurdî: Em li her derî bi kurdî biaxivin
19:42 Rêveberiya Xweser a Şengalê: PDK’ê nûnertiya Şengalê nake
18:59 Li Meletiyê ji bo Cejna Zimanê Kurdî çalakî
16:58 Cerdevan ji Elkê birin Çiyayê Gabarê
15:59 Ji bo dîtina cenazeyên kolbera xebatên lêgerînê didomin
15:27 Dayikên aştiyê bertek nîşanî gefa li Başaran hatibû xwarin dan
15:25 Ceylan: Ev pêvajoya man û nemanê ye
15:14 ‘Têkoşîna dayikan bûye hêviya civakê’
14:34 Kedkarên Îtalyayê li dijî şerê li Kurdistan û Ûkraynayê dest bi grevê dikin
14:28 ‘Ne astengdar ne jî mafên wan tên dîtin’
14:24 Doza Kobanê: Banga 6’ê Cotmehê qîrîna li dijî bêdengiyê bû
13:58 Îdiaya dewrkirina Medreseya Sor kete rojeva Meclisê
13:26 Li Geverê liv û tevgera leşkerî didome
13:15 Li Marûnîsê 8 leşker hatin kuştin û leşkerek jî winda ye
13:05 Li Qoserê qenalîzasyon xetimîn û çareseriyek nehat dîtin
12:46 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
12:44 Mehmet Ocalan: Qedexeyên hevdîtinê têkiliya xwe bi êrişan re heye
12:43 Li Xelfetiyê qeza: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
12:33 Malbata Şenyaşar ji şahidên nexweşxaneyê re got: Biaxivin
12:24 Konferansa Anatoliya Navîn a HDP’ê: Dem dema têkoşîna hevgirtî ye
12:14 Mezraya Kûtos ku leşkeran ambargo danîbûn ser hate valakirin
11:17 Kulîlkên sor erdên beyar xemilandin
10:53 Sendroma Zapê: Çawişên pispor dest bi revê kirin
10:16 Hunermendên kurd li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
09:07 Alparslan Kuytul hat binçavkirin
09:06 Xelef Şengalî: Ji Rêvebiriya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin
09:04 'Ê ku Dêra Sûrp Gîragosê xera kir jî heman dewlet bû'