Li Sûrê di avahiyên tescîlkirî de li xizîneyan digerin

  • rojane
  • 09:03 10 Gulan 2022
  • |
img

AMED - Li Sûrê avahiyên tescîlkirî yên ku 6 sal in "restorekirina" wan nehatiye temamkirin bûne cihê xizînegeran. 7 kesên ku pêşmalka "Anka Înşaatê" li xwe kirine, gava li maleke tescîlkirî li xizîneyê geriyane xwediyê malê bi wan hesiyaye. 

Li navçeya Sûr a Amedê ku di nava Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê de ye, piştî qedexeya derketina derve ya di 2015'an de hatibû îlankirin 6 taxên wê hatibûn xerakirin. Li van taxan 334 jê avahiyên tescîlkirî herî kêm 3 hezar û 569 avahî hatibûn xerakirin. Li şûna van avahiyan, xaniyên dişibin wekî girtîgehên tîpa F û S'yê hatibûn çêkirin. Ji bo avahiyên tescîlkirî yên mayî jî xebata "restorekirinê" hatibû destpêkirin. Lê restorasyon zêdetirî 6 sal in didome. Di dema vê xebata restorasyonê de heya niha gelek kevirên xaniyan jî hatine dizîn. Ji van keviran hin jê hatine firotin û hin jê jî di avahiyên derî navçeyê de hatine bikaranîn. 
 
Ji xeynî diziya keviran di demên dawî de ev avahiyên tescîlkirî bûne hedefa xizînegeran jî. Hin kesên nenas ku kincên xebatkarên şantiyeyê li xwe dikin, derdora xaniyan bi sac û brandayan digirin û li hundurê xaniyan li xizîneyan digerin. Ji van kesên ku ji xwe re ewraqên sexte çêkirine hin jê di 29'ê Nîsanê de gava li Taxa Cemal Yilmazê li xizîneyê geriyane hatine dîtin. 
 
Xwediyê xanî Haci Kartal (52) dîtiye ku 7 kesên ku pêşmalkên "Anka Înşaatê" li xwe kirine û çek bi wan re hebûne, derdora xaniyê wî yê duqatî bi brandayan girtine û di hundurê xanî de li xizîneyan geriyane. Gava Kartal bi wan dihese, gazî polîsan kiriye û bi vê re kesên ku hewşa xênî bi qasî 3 metreyan kolandine amûrên xwe yên kolandinê li wir hiştine û reviyane. 
 
Kartal, tiştên dîtine ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re gotin. 
 
NOBEDA XANIYÊ XWE DIGIRE
 
Kartal got: "Di 29'ê Nîsanê de min go ka herim li xaniyê xwe binerim. Gava çûm, min dît derdora xaniyê min bi brandayan hatiye dorpêçkirin û hin kes tê de dixebitin. Min ji wan pirsî 'Hûn çi dikin?' Gotin, 'Em dixebitin.' Min ji wan re got, 'Ev naşibe xebatê. Ez xwediyê xênî me.' Em pev ketin. Li ser wan kincên 'Anka Înşaatê' hebûn. Yekî ji min re got, ew karmend e. Min jî telefonî polîsan kir. Gava min telefon kir, reviyan." 
 
Kartal, anî ziman ku kesên reviyane bivir û bêrên xwe li hewşa xênî hiştine û piştî ku wî gilî kiriye polîs hatine li cihê bûyerê dewsa tiliyan girtine û wiha got: "Berê jî jêrzemîna me kolandibûn. Odeyên me yên din jî kolandibûn."
 
Kartal, destnîşan kir ku 7 sal in xaniyê wan nehatiye çêkirin, mexdûr in û wiha axivî: "Em dixwazin kesên van deran dikolin bên zevtkirin. Divê em nobeda xanî bigirin. Her carê an paceyek an jî jêrzemînek tê klandin. Em li bendê ne demildest xaniyê me bê çêkirin." 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

11/05/2022
15:54 Tosûn, hejmara girtiyên înfazên wan hatine şewitandin ji Wezîrê Dadê pirsî
15:48 Barzanî Şengalê hedef nîşan da
14:51 Malbatên li ber ATK’ê bang kirin: Bila ji pirsgirêkên girtiyan re çareseriyekê bibînin
14:46 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Kobanê: Welatiyek hat qetilkirin
14:45 Ji sedî 77,1'ê astengdaran bi xetereya xizaniyê re rû bi rû ne
14:28 Li ser sînorê Başûr xendek tên kolandin û têla direhî tê raçandin
14:18 'Wê zext nikaribin min bizdînin'
14:10 Li Stenbolê ji bo çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî bang hate kirin
13:55 Îranê herêma Balekayetî û Biradost bombebaran kir
13:53 Çûna çar gundên Silopiya hat qedexekirin
13:34 Li Bestayê êrişa leşklerî bi birîna daran dest pê kir
13:33 Li Qoserê 10 kes hatin binçavkirin
13:16 Devera ku li cenazeyê kolber tê gerandin ji welatiyan re hat qedexekirin
13:12 Dag: Bi minasebeta 15’ê Gulanê bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Sarica: Hewceye em xwe bigihînin Îmraliyê û dengê Ocalan bibihîzin
12:36 Malbata Şenyaşar: Tiştên ku Serokomar gotin em qebûl nakin
12:35 Dozger 15 sal ceza ji rojnamevan Şahîn re xwest
11:49 Li Elmanyayê li dijî qedexeya PKK'ê serlêdana hiqûqî
11:25 Dayikên Aştiyê: Wê AKP û Barzanî winda bikin
11:24 Li ser rêya Elkê û Colemêrgê qeza pêk hat: 2 kes mirin 5 kes birîndar bûn
10:50 Balafirên dewleta tirk êrişî Kobanê kirin
10:49 Parêzerên ku qetlîama li Cizîrê protesto kiribûn beraet bûn
10:31 Ji ber ku 'derneket lijneyê' 4 caran înfaza wî hat şewitandin
09:45 Rojnamevan Şîrîn Ebû Akîle ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hate qetilkirin
09:35 Hevşaredarên Sêrtê derdikevin pêşberî dadger
09:34 Wezareta Edaletê bersiv neda serlêdana Ocalan
09:17 Hunermendan xwest her kes li dijî êrişan rabe
09:08 Çawişên pispor dertên destûrê û careke din venagerin
09:06 Çawişê faîlê destdirêjiyê bi hinceta 'razîbûnê' beraet kir
09:04 'AKP bi polîtîkaya xwe ya girtîgehê sûc dike'
09:03 Endama SMJÊ Agal: Êzidiyan xewnên dewleta tirk ên dîrokî herimandin
09:01 Nazîre Bîrlîk: PDK şirîkatiya kujerên kurê min dike
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2022'YAN
10/05/2022
20:26 Li Bismilê zarokan ji bo 15'ê Gulanê resm xêz kirin
18:26 Li Şirnexê 2 jin hatin binçavkirin
16:50 Kuytul, ji Girtîgeha Kurkçulerê sewqî Girtîgeha Panosê hat kirin
16:37 Zarokê ku li Serekaniyê bi guleyekê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
16:24 HDK’ê Meclisa Çand û Hunerê ragihand
16:18 Li Îzmîrê di Nobeta Edaletê de banga hestiyariyê hate kirin
16:14 Sancar: Îktidar wê bi polîtîkaya alozî û tirsê bi ser nekeve
15:59 Îtîraza li dijî girtinên di Doza Geziyê de hatibû kirin hate redkirin
15:46 Li Duhokê jinek hat qetilkirin
15:41 Mezlûm Ebdî: Em ê hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin
15:24 Ji bo mamosteyê kurdî Latîfî kampanyaya îmzeyê dest pê kir
14:58 Navenda Hafizeyê: Desthilatdarî, daraz û çapemenî li dijî parastvanên mafan bûne yek
14:38 Hevseroka HDP’a Stenbolê Bîrol bertek nîşan da: Em di rêya xwe de ne
14:37 Ozer û hevjînê xwe ji ber dermankirina jinekê hatin girtin!
14:05 Xizmên Girtiyan: Bi salan jî bidome em ê têbikoşin û edaletê bixwazin
13:35 Banga beşdariya doza Qetlîama Enqerêyê hat kirin
13:32 Doza Kobanê: Gokalp, îdiayên 2 şahidên nepen derewand
12:38 Lêpirsîna derbarê Emîne Şenyaşar de bi dozvenekirinê encam da
12:35 Di doza êrişa 5’ê Hezîranê de beraet dan polîsan
12:34 Zarokê ku bi guleya ji Serekaniyê hatibû û birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:14 Ji 888 welatiyan daxuyaniya Geziyê: Em xwe îxbar dikin
12:07 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Serlêdana 'hepsa malê' ya ji bo Ozer a 80 salî hate redkirin
11:35 Hesabên Tirkiyeyê yên petrol û xaza xwezayî
11:18 Dayikên Elkê: Em xwedî li berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê derdikevin
11:17 Kesê ku di bin kontrola polîsan de ket avahiya HDP'ê kî ye?
10:47 Li Hezex û Dêrikê 9 kes hatin binçavkirin
10:29 Naso: Dê milyonek kesan ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bi kar bînin
10:25 RAYBUS’a qeyûm çend roj şûnde xera bû
10:25 Li girtîgehekî Ekvadorê şer: 43 kes hatin kuştin
09:56 Qeyûm ji bo tamîra parkê 10 milyon lîre da îhaleyê!
09:03 Rojnamevan Hewram: PDK bûye enstrumana hêzên dagirker
09:03 Polîsan ji nîşeya 'JÎTEM'ê re got 'zarok daniye'
09:03 Vê carê jî cerdevanan di dilqê 'şivanan' de dişînin Besta û Gabarê
09:03 Siyasetmedar Ebdulxaliq: Tirkiye bûye dewleteke dagirker
09:03 Li Sûrê di avahiyên tescîlkirî de li xizîneyan digerin
09:03 Pêşmergeyê Dêrîn: Tirkiyeyê li Efrînê çi kiribe dê li Başûr jî wê bike
09:01 Bulak: Pirtûka ewil a çîrokên kurdî ya modern Şewqa Sibê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2022'YAN
09/05/2022
20:44 Doza Kobanê: Çi eleqeya ezebbûna min û darizandina min bi hev heye?
20:22 Li Amedê Platforma Kurdî: Em li her derî bi kurdî biaxivin
19:42 Rêveberiya Xweser a Şengalê: PDK’ê nûnertiya Şengalê nake
18:59 Li Meletiyê ji bo Cejna Zimanê Kurdî çalakî
16:58 Cerdevan ji Elkê birin Çiyayê Gabarê
15:59 Ji bo dîtina cenazeyên kolbera xebatên lêgerînê didomin
15:27 Dayikên aştiyê bertek nîşanî gefa li Başaran hatibû xwarin dan
15:25 Ceylan: Ev pêvajoya man û nemanê ye
15:14 ‘Têkoşîna dayikan bûye hêviya civakê’
14:34 Kedkarên Îtalyayê li dijî şerê li Kurdistan û Ûkraynayê dest bi grevê dikin
14:28 ‘Ne astengdar ne jî mafên wan tên dîtin’
14:24 Doza Kobanê: Banga 6’ê Cotmehê qîrîna li dijî bêdengiyê bû
13:58 Îdiaya dewrkirina Medreseya Sor kete rojeva Meclisê
13:26 Li Geverê liv û tevgera leşkerî didome
13:15 Li Marûnîsê 8 leşker hatin kuştin û leşkerek jî winda ye
13:05 Li Qoserê qenalîzasyon xetimîn û çareseriyek nehat dîtin
12:46 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
12:44 Mehmet Ocalan: Qedexeyên hevdîtinê têkiliya xwe bi êrişan re heye
12:43 Li Xelfetiyê qeza: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
12:33 Malbata Şenyaşar ji şahidên nexweşxaneyê re got: Biaxivin
12:24 Konferansa Anatoliya Navîn a HDP’ê: Dem dema têkoşîna hevgirtî ye
12:14 Mezraya Kûtos ku leşkeran ambargo danîbûn ser hate valakirin
11:17 Kulîlkên sor erdên beyar xemilandin
10:53 Sendroma Zapê: Çawişên pispor dest bi revê kirin
10:16 Hunermendên kurd li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
09:07 Alparslan Kuytul hat binçavkirin
09:06 Xelef Şengalî: Ji Rêvebiriya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin
09:04 'Ê ku Dêra Sûrp Gîragosê xera kir jî heman dewlet bû'