Ozer û hevjînê xwe ji ber dermankirina jinekê hatin girtin!

  • rojane
  • 14:37 10 Gulan 2022
  • |
WAN - Naîme Ozer bal kişand ser nexweşînên dayika xwe Mekbûle û bavê xwe Hadî ku duh hatin girtin û got: “Tişta ku anîn serê dayik û bavê min îşkence ye.” Ozer got dayik û bavê wê ji ber dermankirina jinekê hatin girtin.  
 
Li navçeya Artêmêtanê ya Wanê duh Makbûle Ozer a 80 salî û hevjînê xwe Hadî Ozer ê 79 salî hatin girtin û şandin girtîgehê. Makbûle û Hadî Ozer di sala 2018’an de bi tevî zarokên xwe ve tên binçavkirin û pişt re tên berdan. Bi îdiaya “alîkarî dane rêxistinê” derbarê Makbûle û Hadî Ozer de doz hat vekirin. 
 
Dadgeha herêmê bi heman îdiayê 2 sal û mehek ceza li her duyan birî. Her çiqas parêzera wan îtîrazî cezadayînê kir jî, serlêdana wê hat redkirin. Dadgehek bilindtir ceza erê kir û her kal û pîrên hevjînên hev hatin girtin û wan şandin hepsê.
JI SEDÎ 55 ASTENGDAR E 
 
Di wêneyek de tê dîtin ku Makbûle Ozer li ser gopal hatiye edliyeyê û tê xuyakirin ku bi zorê xwe li ser pêya daigire. Tevî ku rapora wê ya astengkiriyê ango nexweşiyê heye jî dîsa hat girtin û rapora wê ji sedî 55 e. 
 
Keça wan Naîme Ozer bertek nîşanî girtina dayik û bavê xwe da. Ozer anî ziman ku dayika wê ji nebatên xwezayî dermanan çêdike û wek hekîmek xwezayî mirovan tedawî dike. Ozer anî ziman ku dayika wê ji ber ku di tîrmeha 2018’an de birîna jinekê derman kiriye hatiye binçavkirin, darizandin û girtin û dema polîsan dayik û bavê wê girtine bi çavsorî kirine. Ozer got polîsan dema cara ewil bi ser mala wan de girtiye bi çavsoriya ku wê wan hemûyan gulebaran bikin çûne bi ser malê de girtine. 
 
'ÎŞKENCE LI JINA BIRÎNDAR KIRIN’
 
Ozer anî ziman ku dema polîsan bi ser mala wan de girtiye ew jina ku ji bo tedawiyê çûye cem dayika wê hêj tedawiya wê neqediyaye ji aliyê polîsan hatiye binçavkirin û polîsan îşkence li wê jinê kiriye. 
 
'TU EXTIYARAN GIRTIN’
 
Ozer da zanîn ku dayik, bavê wê, xwişk û birayê wê hatine berdan û ew jina ji bo tedawiyê çûye mala wan hatiye girtin. Ozer destnîşan kir ku dayika wê nikare bi tenê li xwe binêre û li dayika wê nexweş e û nikare bi rê ve biçe jî hatiye girtin û tevî hemû îtîrazan jî dayik û bavê wê yên extiyar hatine girtin. 
 
‘SÛCÊ WAN KURDBÛN E’ 
 
Ozer diyar kir ku li welat edalet û hiqûq nemaye û wiha got: “Ne mimkin e ku meriv li welat behsa hiqûqê û edaletê bike. Ji heft saliyan heta heftê saliyan her kesî diavêjin zindanan. Ez dipirsim, gelo mirov du mirovên wiha extiyar dixe hepsê? Ev zilm e, îşkence ye û vê îşkenceyê li her kesî dikin. Dema mijar dibin kurd vê rewşê li wan rewa dibînin. Vê zilmê tenê ne li dayik û bavê min kirin, li hemû kesî dikin. Tenê sûcek wan heye, ji ber ku dayik û bavê min kurd in.” 
 
‘EM XWEZIYA XWE BI SALÊN 90’Î TÎNIN’ 
 
Ozer anî ziman ku ew hatine wî halî ku êdî xweziya xwe bi salên 90’î tînin û her tiştên giran tînin serê civakê. Ozer bi bîr xist ku ji girtîgehan her roj cenazeyên girtiyan derdikeve û dibe ku ev sibê were serê dayik û bavê wê jî. Ozer destnîşan ku ew ji vê zilmê re êdî dibêjin bes e û got: “Li navçeya Artêmêtanê çi diqewime tên bi ser mala me de digirin. Avêtin ser dawet û şîna me jî. Bila êdî ev rewş bi dawî bibe.” 
 
MA / Adnan Bîlen
 

Sernavên din

11/05/2022
15:54 Tosûn, hejmara girtiyên înfazên wan hatine şewitandin ji Wezîrê Dadê pirsî
15:48 Barzanî Şengalê hedef nîşan da
14:51 Malbatên li ber ATK’ê bang kirin: Bila ji pirsgirêkên girtiyan re çareseriyekê bibînin
14:46 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Kobanê: Welatiyek hat qetilkirin
14:45 Ji sedî 77,1'ê astengdaran bi xetereya xizaniyê re rû bi rû ne
14:28 Li ser sînorê Başûr xendek tên kolandin û têla direhî tê raçandin
14:18 'Wê zext nikaribin min bizdînin'
14:10 Li Stenbolê ji bo çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî bang hate kirin
13:55 Îranê herêma Balekayetî û Biradost bombebaran kir
13:53 Çûna çar gundên Silopiya hat qedexekirin
13:34 Li Bestayê êrişa leşklerî bi birîna daran dest pê kir
13:33 Li Qoserê 10 kes hatin binçavkirin
13:16 Devera ku li cenazeyê kolber tê gerandin ji welatiyan re hat qedexekirin
13:12 Dag: Bi minasebeta 15’ê Gulanê bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Sarica: Hewceye em xwe bigihînin Îmraliyê û dengê Ocalan bibihîzin
12:36 Malbata Şenyaşar: Tiştên ku Serokomar gotin em qebûl nakin
12:35 Dozger 15 sal ceza ji rojnamevan Şahîn re xwest
11:49 Li Elmanyayê li dijî qedexeya PKK'ê serlêdana hiqûqî
11:25 Dayikên Aştiyê: Wê AKP û Barzanî winda bikin
11:24 Li ser rêya Elkê û Colemêrgê qeza pêk hat: 2 kes mirin 5 kes birîndar bûn
10:50 Balafirên dewleta tirk êrişî Kobanê kirin
10:49 Parêzerên ku qetlîama li Cizîrê protesto kiribûn beraet bûn
10:31 Ji ber ku 'derneket lijneyê' 4 caran înfaza wî hat şewitandin
09:45 Rojnamevan Şîrîn Ebû Akîle ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hate qetilkirin
09:35 Hevşaredarên Sêrtê derdikevin pêşberî dadger
09:34 Wezareta Edaletê bersiv neda serlêdana Ocalan
09:17 Hunermendan xwest her kes li dijî êrişan rabe
09:08 Çawişên pispor dertên destûrê û careke din venagerin
09:06 Çawişê faîlê destdirêjiyê bi hinceta 'razîbûnê' beraet kir
09:04 'AKP bi polîtîkaya xwe ya girtîgehê sûc dike'
09:03 Endama SMJÊ Agal: Êzidiyan xewnên dewleta tirk ên dîrokî herimandin
09:01 Nazîre Bîrlîk: PDK şirîkatiya kujerên kurê min dike
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2022'YAN
10/05/2022
20:26 Li Bismilê zarokan ji bo 15'ê Gulanê resm xêz kirin
18:26 Li Şirnexê 2 jin hatin binçavkirin
16:50 Kuytul, ji Girtîgeha Kurkçulerê sewqî Girtîgeha Panosê hat kirin
16:37 Zarokê ku li Serekaniyê bi guleyekê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
16:24 HDK’ê Meclisa Çand û Hunerê ragihand
16:18 Li Îzmîrê di Nobeta Edaletê de banga hestiyariyê hate kirin
16:14 Sancar: Îktidar wê bi polîtîkaya alozî û tirsê bi ser nekeve
15:59 Îtîraza li dijî girtinên di Doza Geziyê de hatibû kirin hate redkirin
15:46 Li Duhokê jinek hat qetilkirin
15:41 Mezlûm Ebdî: Em ê hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin
15:24 Ji bo mamosteyê kurdî Latîfî kampanyaya îmzeyê dest pê kir
14:58 Navenda Hafizeyê: Desthilatdarî, daraz û çapemenî li dijî parastvanên mafan bûne yek
14:38 Hevseroka HDP’a Stenbolê Bîrol bertek nîşan da: Em di rêya xwe de ne
14:37 Ozer û hevjînê xwe ji ber dermankirina jinekê hatin girtin!
14:05 Xizmên Girtiyan: Bi salan jî bidome em ê têbikoşin û edaletê bixwazin
13:35 Banga beşdariya doza Qetlîama Enqerêyê hat kirin
13:32 Doza Kobanê: Gokalp, îdiayên 2 şahidên nepen derewand
12:38 Lêpirsîna derbarê Emîne Şenyaşar de bi dozvenekirinê encam da
12:35 Di doza êrişa 5’ê Hezîranê de beraet dan polîsan
12:34 Zarokê ku bi guleya ji Serekaniyê hatibû û birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:14 Ji 888 welatiyan daxuyaniya Geziyê: Em xwe îxbar dikin
12:07 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Serlêdana 'hepsa malê' ya ji bo Ozer a 80 salî hate redkirin
11:35 Hesabên Tirkiyeyê yên petrol û xaza xwezayî
11:18 Dayikên Elkê: Em xwedî li berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê derdikevin
11:17 Kesê ku di bin kontrola polîsan de ket avahiya HDP'ê kî ye?
10:47 Li Hezex û Dêrikê 9 kes hatin binçavkirin
10:29 Naso: Dê milyonek kesan ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bi kar bînin
10:25 RAYBUS’a qeyûm çend roj şûnde xera bû
10:25 Li girtîgehekî Ekvadorê şer: 43 kes hatin kuştin
09:56 Qeyûm ji bo tamîra parkê 10 milyon lîre da îhaleyê!
09:03 Rojnamevan Hewram: PDK bûye enstrumana hêzên dagirker
09:03 Polîsan ji nîşeya 'JÎTEM'ê re got 'zarok daniye'
09:03 Vê carê jî cerdevanan di dilqê 'şivanan' de dişînin Besta û Gabarê
09:03 Siyasetmedar Ebdulxaliq: Tirkiye bûye dewleteke dagirker
09:03 Li Sûrê di avahiyên tescîlkirî de li xizîneyan digerin
09:03 Pêşmergeyê Dêrîn: Tirkiyeyê li Efrînê çi kiribe dê li Başûr jî wê bike
09:01 Bulak: Pirtûka ewil a çîrokên kurdî ya modern Şewqa Sibê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2022'YAN
09/05/2022
20:44 Doza Kobanê: Çi eleqeya ezebbûna min û darizandina min bi hev heye?
20:22 Li Amedê Platforma Kurdî: Em li her derî bi kurdî biaxivin
19:42 Rêveberiya Xweser a Şengalê: PDK’ê nûnertiya Şengalê nake
18:59 Li Meletiyê ji bo Cejna Zimanê Kurdî çalakî
16:58 Cerdevan ji Elkê birin Çiyayê Gabarê
15:59 Ji bo dîtina cenazeyên kolbera xebatên lêgerînê didomin
15:27 Dayikên aştiyê bertek nîşanî gefa li Başaran hatibû xwarin dan
15:25 Ceylan: Ev pêvajoya man û nemanê ye
15:14 ‘Têkoşîna dayikan bûye hêviya civakê’
14:34 Kedkarên Îtalyayê li dijî şerê li Kurdistan û Ûkraynayê dest bi grevê dikin
14:28 ‘Ne astengdar ne jî mafên wan tên dîtin’
14:24 Doza Kobanê: Banga 6’ê Cotmehê qîrîna li dijî bêdengiyê bû
13:58 Îdiaya dewrkirina Medreseya Sor kete rojeva Meclisê
13:26 Li Geverê liv û tevgera leşkerî didome
13:15 Li Marûnîsê 8 leşker hatin kuştin û leşkerek jî winda ye
13:05 Li Qoserê qenalîzasyon xetimîn û çareseriyek nehat dîtin
12:46 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
12:44 Mehmet Ocalan: Qedexeyên hevdîtinê têkiliya xwe bi êrişan re heye
12:43 Li Xelfetiyê qeza: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
12:33 Malbata Şenyaşar ji şahidên nexweşxaneyê re got: Biaxivin
12:24 Konferansa Anatoliya Navîn a HDP’ê: Dem dema têkoşîna hevgirtî ye
12:14 Mezraya Kûtos ku leşkeran ambargo danîbûn ser hate valakirin
11:17 Kulîlkên sor erdên beyar xemilandin
10:53 Sendroma Zapê: Çawişên pispor dest bi revê kirin
10:16 Hunermendên kurd li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
09:07 Alparslan Kuytul hat binçavkirin
09:06 Xelef Şengalî: Ji Rêvebiriya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin
09:04 'Ê ku Dêra Sûrp Gîragosê xera kir jî heman dewlet bû'