Sarica: Hewceye em xwe bigihînin Îmraliyê û dengê Ocalan bibihîzin

  • rojane
  • 12:47 11 Gulan 2022
  • |
STENBOL - Parêzer Rezan Sarica anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Ocalan bi berxwedana demokratîk pêkane û wiha got: “Heke dengê Ocalan bê bihîstin dê siyaseta dij-civakî jî têk biçe. Hewceye em xwe bigihînin Îmraliyê û dengê birêz Ocalan bibihîzin.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Ocalan, herî dawî di 25’ê adara sala 2021’an de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî lê ev telefon di niviyê de hatibû qutkirin. Ji wê rojê ve jî tu agahî ji Ocalan nayên girtin. Di 12’ê cotmeha sala 2021’an de cezayê qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan li Ocalan hatibû birîn lê hêjta ev qedexeye bi dawî nebûbû ku di 13’ê nîsanê de dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan lê hate birîn. 
Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rezan Sarica têkildarî qedexeyên hevdîtinê, agahînegirtina ji Îmraliyê, tecrîda girankirî û bandora sepanan bi ajansa me re axivî. 
 
 Weke parêzerên Ocalan we herî dawî kengî pê re hevdîtin kir? 
 
Ev bû sê sal ku parêzeran tu hevdîtin pê re nekirine. Zêdetirî du sal in jî tu hevdîtinên rû bi rû nehatine kirin. Di 25’ê adarê de li ser telefonê bi birêz Ocalan re axaftineke kurt hate kirin û ji wê rojê ve ne ji birêz Ocalan û ne jî ji miwekîlên me yên din tu agahî nayên girtin. Li gel ku me serî li gelek mekanîzmayên navxweyî û navnetweyî dan û serlêdan kirin jî tu pêşketineke erênî çênebû. Ji ber rewşa heyî ya Tirkiye û Rojhilata Navîn, şert û mercên ku miwekîlên me tê de tên ragirtin, em gelek bifikar in. Divê di zûtirin dem de rê bê dayîn ku parêzer û malbat bi miwekîlên me re hevdîtinan bikin. 
 
 Tu bersivan nadin serlêdanên we û li pey hev jî biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin? 
 
Ev demekî dirêje tu serlêdanên me nayên bersivandin. Di 12’ê cotmeha sala 2021’an de biryara qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan hatibû dayîn. Dema vê qedexeyê diqediya û me jî hem serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û hem jî serî li Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê da. Lê belê tu bersiv nehatin dayîn. Sepaneke li dijî qanûnan û derhiqûqî bû lewma me xwest dadgeh destwerdanê li rewşê bike. Me xwest ku ji bo mafê hevdîtina parêzeran biryarek bê dayîn. Lê em hîn bûn ku dadgehê hêj dema qedexeya hevdîtinê neqediyayî, biryareke din a qedexeya hevdîtinê da ye. Anku beriya valahiyek bikeve navberê, biryareke din a qedexeyê hatiye dayîn û ev rewş bi vî rengî hatiye domandin. 
 
 
Dadgehan ev biryar dane lê ev nayê wê wateyê ku rewşekî rewa ye. Ne ji hêla hiqûqê û ne jî ji hêla me ve tu rewatiya van biryaran nîne. 
 
Daraz jî kirine parçeyeke pergala tecrîda li Îmraliyê. Bi qedexeyên hevdîtinên bi malbat û parêzeran re hewl didin vê rewşê weke rewşekî hiqûqî nîşan bidin. Dixwazin di vê mijarê de civakê qaneh bikin. Lê belê ev yek ne pêkan e. Dadgehan biryar da ne lê ev nayê wê wateyê ku ev rewş rewşeke rewa ye. Ne ji hêla hiqûqê û ne jî ji hêla me ve tu rewatiya van biryaran nîne. Biryarên darazê, nîşanî me dide ku rewşeke ku destwerdana li darazê wêdetir li holê heye. Ne tenê biryarên şexsî yên bi mudaxaleya siyasetê ya li darazê derdikevin holê ne. Daraz, yek jê girîngtirîn parçeyên pergala tecrîd û îşkenceyê ya li girava Îmraliyê ye. 
 
 Gelo ma pêkane ku hêj dema biryara qedexeyekê neqediyayî biryareke din a qedexeyê bê dayîn? 
 
Bêguman ji hêla hiqûqî ve ev yek mimkin nîne. Ne ji hêla rastiya madî û ne jî di şert û mercên qanûnan de mimkin nîne ku biryareke wiha bikare were dayîn. Lê belê jixwe dadgeh beriya ku guh bide şert û mercên qanûnî û beriya ku delîl û merc ava bibin, biryareke wiha dide. Biryara qedexeyê ya di 12’ê cotmehê de, di 22’yê cotmehê de teqez bûbû. Heta biryarek teqez nebe, ne pêkane ku biryareke din bikeve meriyetê. Dema em teqezbûna biryarê dihesibînin, ev pêvajo teqabûlî 22’yê nîsanê dike. Hêj dema biryarê di 22’yê nîsanê de neqediyayî, di 13’ê nîsanê de biryareke din a qedexeyê hatiye dayîn. Dayîna vê biryarê ne di hiqûqê de heye û ne jî di Qanûnên Înfazkirina Cezayê de heye. Di şexsê Îmraliyê de biryareke derqanûnî hatiye dayîn. 
 
 Gelo biryara “qedexeya hevdîtina bi parêzeran re” di qanûnê de çawa tê vesazkirin? 
 
Di nava saetên xebatê de girtiyek kengî bixwaze dikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ji bo vê jî mecbûr nîne ji cihekî destûrê bixwaze. Lê belê sepana li Îmraliyê li dijî vî mafî hatiye sazkirin. Şertên asayî yên li Îmraliyê veguherandine şertên derasayî û pergaleke awarte hatiye avakirin. Hevdîtina bi parêzeran re ku rewşeke xwezayî ye, bi tevahî li gorî pergal û feraseta qedexe û astengkirinê hatiye amadekirin. Tevî vê pergalê jî di qanûnan de bi hûr û kûr hatiye vegotin bê ka biryara qedexeya bi parêzeran re dikare bi kîjan awayî bê dayîn. Derketina derveyî van qanûnan, binpêkirina hiqûq û qanûnan e. Heta hevdîtineke parêzeran çênebe, ji xwe kesek nikare biryara qedexeyê bide. Divê rewşên ku weke sûc tên pênasekirin bên belgekirin û agahî bên komkirin. Heke ev rewş derkeve holê jî, beriya wê divê hinek sepanên din bikevin meriyetê. Heke ev yek teqez pêk bihên jî, dîsa ev nayê wê wateyê ku teqez dê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re bê dayîn. Di vesazkirinê de tê gotin ku ‘dikare biryara qedexeyê were dayîn.’ Lê rewşeke wisa li holê ye ku ne di hêla demê de, ne di hêla qanûn û şertên madî de tu şert û mercên guncav nînin. Lê bêyî ku lêkolînek were kirin, bi awayekî otomatîk biryara qedexeyê hatiye dayîn. 
 
 Gelo ev rewşa “qedexeya hevdîtinê ya bi parêzeran re” her tim heye yan na? 
 
 
Hiqûqa Tirkiyeyê piştî sala 2016’an û bi OHAL’ê re veguherî hiqûqa OHAL’ê. 
 
Beriya sala 2010’an, li Îmraliyê gelek caran cezayên hucreyê hatin dayîn. Piştre jî heta demekî dirêj qedexeyên hevdîtinên bi malbat û parêzeran re dest pê kirin. Lê belê piştî sala 2016’an, bi OHAL’ê re êdî hiqûqa Tirkiyeyê veguherî hiqûqa OHAL’ê. Bi sala 2016’an re bi destê dadgeh û lijneyên disiplînê re em her tim rastî sepanên qedexe û binpêkirinên mafan hatin. Herî dawî bi meha îlona sala 2018’an re biryarên qedexeyên bi lijneyên disiplînê tên dayîn zêde zêde derketin holê. Di nava vê pêvajoyê de me dît ku biryarên qedexeya hevdîtinê ya bi malbatan re yên ji bo 3 mehan, derketin 5-6 mehan. Hêjta qedexeyek bi dawî nebûyî, biryareke din a qedexeyê didin. Heman tişt îro ji bo hevdîtina bi parêzeran re jî ketiye meriyetê. 
 
 Polîtîkayên li Îmraliyê ketine meriyetê her tim bandora xwe li siyaseta Tirkiyeyê kir. Dema em li qedexe û rewşa agahînegirtinê dinihêrin, gelo ji bo pêvajoya heyî mirov dikare çi bibêje? 
 
Ji bo fêmkirina geşedanên li Tirkiye û Rojhilata Navîn diqewimin, Îmrali yek ji xalên girîng e. Êdî ew nêrîna ku digotin ku tiştên li Îmraliyê diqewimin bandorê li kesekî û li tu tiştekî nake, têk çû. Tiştên ku îro li Îmraliyê diqewimin, êdî rewşa girtîgehên Tirkiyeyê derbas kiriye û xeta siyasî ya dewlet û hikûmeta Tirkiyeyê diyar kiriye. Yan jî berevajî vê. Miwekîlê me jî gotinên bi vî rengî dike. Di demên berê de birêz Ocalan digot; ‘Bi geşedanên li Îmraliyê re dikare pêşeroj bê dîtin.’ Lewma divê mirov li ser Îmraliyê û hewldanên li dijî birêz Ocalan bifikire û bala xwe bide ser. 
 
 
 Divê tecrîda li ser birêz Ocalan ji holê bê rakirin, Girtîgeha Îmraliyê bê girtin û birêz Ocalan azad bibe. Heke ev yek çê bibe, dê jiyana civakî, aborî, sosyal û hiqûqî ya Tirkiyeyê ku paşve diçe dê xwe komî ser hev bike. 
 
Wehameta pergala tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê niha di lûtkeyê de ye. Niha ketiye rewşeke wiha ya krîtîk. Di van şert û mercên ku em bi tu awayî agahiyê ji miwekîlên xwe nagirin de, mirov dikare bibîne bê ka siyaseta Tirkiyeyê ber bi ku ve vediguhere. Divê em xwe bigihînin Îmraliyê, dengê birêz Ocalan bibihîzin û bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Ji bo vê jî divê tevahiya raya giştî ya demokratîk û tevahiya civakê li dora birêz Ocalan bibe xelekek. Divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê tunekirin, Girtîgeha Îmraliyê bê girtin û birêz Ocalan azad bibe. Heke ev yek çê bibe, dê jiyana civakî, aborî, sosyal û hiqûqî ya Tirkiyeyê ku paşve diçe xwe komî ser hev bike û biguhere. Jiyaneke wekhev, azad û aram divê armanca her kesî be. Têkoşînên ji Îmraliyê qut, ên Îmraliyê paşguh dikin û ji sepanên li Îmraliyê bêxeber, dê asta têkoşînên şexsî de bin û qels bimînin. 
 
Bêguman em dizanin ku ev merc girêdayî neçareserkirina pirsgirêka kurd in. Tirkiye dikare bi çareserkirina pirsgirêka kurd re xwe ji vê rewşê xelas bike. Em dikarin bibêjin ku rewşa şer a li Rojhilata Navîn jî dê bi dawî bibe. 
 
Siyaseteke li dijî civakê tê meşandin. Divê tevahiya civakê li dijî vê pergala girtinê derkeve û dengê xwe derxîne. Ji bêhiqûqiyan heta nelirêtiyan, ji rewşa şer heta hemû encamên neyînî, tevek jî tên nixûmandin. Ji vî alî ve tiştên li Îmraliyê diqewimin jî tên nixûmandin. 
 
 Çima li Îmraliyê tên nixûmandin? 
 
 
 Qada ku birêz Ocalan lê disekine, qada azadiyan e. Ji bo ku maf û azadiyên bingehîn bêhtir bibin û ji bo avakirina jiyaneke ekolojîk û wekhev têdikoşe. 
 
Heqîqet çima tê veşartin? Ji bo ku kesek li derveyî siyaseta tê meşandin tevnegere û civak bertekan nîşan nede tê nixûmandin. Ji bo ku civak dengê xwe ji polîtîkayên wan re neke bi ser heqîqetê de digirin. Yek ji sedema nixûmandina mercên li Îmraliyê ev e. Di rastiya xwe de heke birêz Ocalan biaxive, bi me û malbata xwe re biaxive, heke nêrînên xwe yên derheqê civak, jiyan û geşedanên heyî de bîne ziman, an jî heke rola xwe ya dîrokî bilîze, rastiyek heye ku dê siyaseta dij-civakî têk biçe. Di vê mijarê de civak ne bi xema hikûmet û ne jî bi xema dewletê ye. Pêşeroja civakê jî bi xema wan nîne. Qada ku birêz Ocalan lê disekine, qada azadiyan e. Ji bo ku maf û azadiyên bingehîn bêhtir bibin û ji bo avakirina jiyaneke ekolojîk û wekhev têdikoşe. Sedema zexta giran a li ser wî jî ev rastiye ye. Anku ji ber ku dev ji xeta xwe ya azadî û heqîqetê bernade, ji ber ku dev ji vê îradeyê bernade û tevahiya emrê xwe bo pêşeroja demokratîk a civakê derbas kiriye, hewl didin pêşî lê bigirin ku bi civakê re neyê ba hev û biaxive. Em dibînin ku mafê hînbûna heqîqetê yê civakê jî tê astengkirin. Birêz Ocalan, girîngtirîn heqîqet û nirxê vê civakê ye. 
 
Di mijara pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê û jiyana demokratîk û hiqûqî ya kurdan de jî xwedî mîsyoneke herî girîng e. Nixûmandina geşedanên derheqê miwekîlê me de ku xwedî rastiyeke wiha ya dîrokî û civakî ye, berhema siyaseta dij-civakî ye. Heqîqetek li Îmraliyê heye û li gorî me civak jî vê heqîqetê dibîne. 
 
 Li gorî we êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê têkiliya xwe bi rewşa Îmraliyê re heye yan na? 
 
Ev geşedan hev temam dikin. Girankirina tecrîdê û rewşa agahînegirtinê ku tecrîdê jî derbas dike û rewşa şer û cihêkariya li Tirkiye û Rojhilata Navîn jî weke girêdayî hev pêş dikevin. Em dikarin bibêjin sedem û encamên hev in. Girêdayî nêzikatiya dewletê ya pirsgirêka kurd e. Dewleta ku di neçareserkirina pirsgirêka kurd de israr dike, nahêle ku bi tu awayî bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin. Pêşî lê digirin ku birêz Ocalan rol û mîsyona xwe bilîze û bi vê yekê re jî di esasê xwe de rewşa neçareserkirinê hîn bêhtir kûr dikin. Di rewşeke wiha de jî qedexe, zext û tundî pêkve girêdayî pêş dikevin. Heke tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe, hevdîtin pê re bên kirin û Îmrali were girtin, dê dawî li tundiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn jî were. Ji ber ku heke pirsgirêka kurd di çarçoveya hiqûq û siyaseta demokratîk de bê çareserkirin, dê sedemên ku rê li ber vê rewşa şer vedikin jî ji holê rabin.
 
Ji bo çareseriyeke demokratîk divê bi birêz Ocalan re hevdîtin dest pê bikin. Ji ber vê rewşa şer dê tiştek nekeve destê kesekî. Berevajî vê, weke barekî giran a aboriyê li gelên Tirkiyeyê vedigere. 
 
 Biryar û berpirsyariyên DMME, CPT û Komîteya Wezaretan a Ewropayê yên ji bo Îmraliyê hene. Gelo helwesta wan a heyî ji bo derhiqûqiya Tirkiyeyê bingehekî amade dike yan na? 
 
 
 Haya CPT’ê ji vê derhiqûqiya mezin heye. Lewma divê niha dest li rewşê wer de. 
 
Rastiyek heye ku ne hiqûqa Ewropayê û ne jî ya Tirkiyeyê ji jiyana civakê re nabe bersiv. Me hewl da vebêjin bê ka li Îmraliyê bi destê dadgehê bêhiqûqiyeke çawa tê kirin. Rastiyeke Tirkiyeyê heye ku hemû maf û azadiyên bingehîn ji holê radike. Em jî vê bêhiqûqiya mezin a li Îmraliyê tê kirin bi rêk û pêk ji CPT’ê re radigihînin. Haya CPT’ê ji vê bêhiqûqiya mezin heye. Lewma divê niha dest li rewşê wer de. Ji bo ku miwekîlên me bikarin mafên xwe bi kar bînin û ji bo tespîtkirina bêhiqûqiyên li wir tên kirin, divê di zûtirin dem de biçe Îmraliyê. 
 
 Rêya azadiya fîzîkî ya Ocalan çi ye? 
 
Ev mijar bi têkoşîneke hiqûqî ya şexsî çareser nabe. Me rewşa hiqûqî ya dadgehan ji xwe vegot. Hestiyarî, zanîn û têkoşîna raya giştî ya demokratîk dikare dawî li vê rewşa girtî bîne. Divê em baş pê bizanin ku heke li cihekî ewlekariya hiqûqê nebe, tekane rê berxwedana demokratîk e. 
 
MA / Dîren Yurtsever - Dogan Kaynak
 

Sernavên din

11/05/2022
15:54 Tosûn, hejmara girtiyên înfazên wan hatine şewitandin ji Wezîrê Dadê pirsî
15:48 Barzanî Şengalê hedef nîşan da
14:51 Malbatên li ber ATK’ê bang kirin: Bila ji pirsgirêkên girtiyan re çareseriyekê bibînin
14:46 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Kobanê: Welatiyek hat qetilkirin
14:45 Ji sedî 77,1'ê astengdaran bi xetereya xizaniyê re rû bi rû ne
14:28 Li ser sînorê Başûr xendek tên kolandin û têla direhî tê raçandin
14:18 'Wê zext nikaribin min bizdînin'
14:10 Li Stenbolê ji bo çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî bang hate kirin
13:55 Îranê herêma Balekayetî û Biradost bombebaran kir
13:53 Çûna çar gundên Silopiya hat qedexekirin
13:34 Li Bestayê êrişa leşklerî bi birîna daran dest pê kir
13:33 Li Qoserê 10 kes hatin binçavkirin
13:16 Devera ku li cenazeyê kolber tê gerandin ji welatiyan re hat qedexekirin
13:12 Dag: Bi minasebeta 15’ê Gulanê bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Sarica: Hewceye em xwe bigihînin Îmraliyê û dengê Ocalan bibihîzin
12:36 Malbata Şenyaşar: Tiştên ku Serokomar gotin em qebûl nakin
12:35 Dozger 15 sal ceza ji rojnamevan Şahîn re xwest
11:49 Li Elmanyayê li dijî qedexeya PKK'ê serlêdana hiqûqî
11:25 Dayikên Aştiyê: Wê AKP û Barzanî winda bikin
11:24 Li ser rêya Elkê û Colemêrgê qeza pêk hat: 2 kes mirin 5 kes birîndar bûn
10:50 Balafirên dewleta tirk êrişî Kobanê kirin
10:49 Parêzerên ku qetlîama li Cizîrê protesto kiribûn beraet bûn
10:31 Ji ber ku 'derneket lijneyê' 4 caran înfaza wî hat şewitandin
09:45 Rojnamevan Şîrîn Ebû Akîle ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hate qetilkirin
09:35 Hevşaredarên Sêrtê derdikevin pêşberî dadger
09:34 Wezareta Edaletê bersiv neda serlêdana Ocalan
09:17 Hunermendan xwest her kes li dijî êrişan rabe
09:08 Çawişên pispor dertên destûrê û careke din venagerin
09:06 Çawişê faîlê destdirêjiyê bi hinceta 'razîbûnê' beraet kir
09:04 'AKP bi polîtîkaya xwe ya girtîgehê sûc dike'
09:03 Endama SMJÊ Agal: Êzidiyan xewnên dewleta tirk ên dîrokî herimandin
09:01 Nazîre Bîrlîk: PDK şirîkatiya kujerên kurê min dike
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2022'YAN
10/05/2022
20:26 Li Bismilê zarokan ji bo 15'ê Gulanê resm xêz kirin
18:26 Li Şirnexê 2 jin hatin binçavkirin
16:50 Kuytul, ji Girtîgeha Kurkçulerê sewqî Girtîgeha Panosê hat kirin
16:37 Zarokê ku li Serekaniyê bi guleyekê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
16:24 HDK’ê Meclisa Çand û Hunerê ragihand
16:18 Li Îzmîrê di Nobeta Edaletê de banga hestiyariyê hate kirin
16:14 Sancar: Îktidar wê bi polîtîkaya alozî û tirsê bi ser nekeve
15:59 Îtîraza li dijî girtinên di Doza Geziyê de hatibû kirin hate redkirin
15:46 Li Duhokê jinek hat qetilkirin
15:41 Mezlûm Ebdî: Em ê hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin
15:24 Ji bo mamosteyê kurdî Latîfî kampanyaya îmzeyê dest pê kir
14:58 Navenda Hafizeyê: Desthilatdarî, daraz û çapemenî li dijî parastvanên mafan bûne yek
14:38 Hevseroka HDP’a Stenbolê Bîrol bertek nîşan da: Em di rêya xwe de ne
14:37 Ozer û hevjînê xwe ji ber dermankirina jinekê hatin girtin!
14:05 Xizmên Girtiyan: Bi salan jî bidome em ê têbikoşin û edaletê bixwazin
13:35 Banga beşdariya doza Qetlîama Enqerêyê hat kirin
13:32 Doza Kobanê: Gokalp, îdiayên 2 şahidên nepen derewand
12:38 Lêpirsîna derbarê Emîne Şenyaşar de bi dozvenekirinê encam da
12:35 Di doza êrişa 5’ê Hezîranê de beraet dan polîsan
12:34 Zarokê ku bi guleya ji Serekaniyê hatibû û birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:14 Ji 888 welatiyan daxuyaniya Geziyê: Em xwe îxbar dikin
12:07 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Serlêdana 'hepsa malê' ya ji bo Ozer a 80 salî hate redkirin
11:35 Hesabên Tirkiyeyê yên petrol û xaza xwezayî
11:18 Dayikên Elkê: Em xwedî li berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê derdikevin
11:17 Kesê ku di bin kontrola polîsan de ket avahiya HDP'ê kî ye?
10:47 Li Hezex û Dêrikê 9 kes hatin binçavkirin
10:29 Naso: Dê milyonek kesan ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bi kar bînin
10:25 RAYBUS’a qeyûm çend roj şûnde xera bû
10:25 Li girtîgehekî Ekvadorê şer: 43 kes hatin kuştin
09:56 Qeyûm ji bo tamîra parkê 10 milyon lîre da îhaleyê!
09:03 Rojnamevan Hewram: PDK bûye enstrumana hêzên dagirker
09:03 Polîsan ji nîşeya 'JÎTEM'ê re got 'zarok daniye'
09:03 Vê carê jî cerdevanan di dilqê 'şivanan' de dişînin Besta û Gabarê
09:03 Siyasetmedar Ebdulxaliq: Tirkiye bûye dewleteke dagirker
09:03 Li Sûrê di avahiyên tescîlkirî de li xizîneyan digerin
09:03 Pêşmergeyê Dêrîn: Tirkiyeyê li Efrînê çi kiribe dê li Başûr jî wê bike
09:01 Bulak: Pirtûka ewil a çîrokên kurdî ya modern Şewqa Sibê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2022'YAN
09/05/2022
20:44 Doza Kobanê: Çi eleqeya ezebbûna min û darizandina min bi hev heye?
20:22 Li Amedê Platforma Kurdî: Em li her derî bi kurdî biaxivin
19:42 Rêveberiya Xweser a Şengalê: PDK’ê nûnertiya Şengalê nake
18:59 Li Meletiyê ji bo Cejna Zimanê Kurdî çalakî
16:58 Cerdevan ji Elkê birin Çiyayê Gabarê
15:59 Ji bo dîtina cenazeyên kolbera xebatên lêgerînê didomin
15:27 Dayikên aştiyê bertek nîşanî gefa li Başaran hatibû xwarin dan
15:25 Ceylan: Ev pêvajoya man û nemanê ye
15:14 ‘Têkoşîna dayikan bûye hêviya civakê’
14:34 Kedkarên Îtalyayê li dijî şerê li Kurdistan û Ûkraynayê dest bi grevê dikin
14:28 ‘Ne astengdar ne jî mafên wan tên dîtin’
14:24 Doza Kobanê: Banga 6’ê Cotmehê qîrîna li dijî bêdengiyê bû
13:58 Îdiaya dewrkirina Medreseya Sor kete rojeva Meclisê
13:26 Li Geverê liv û tevgera leşkerî didome
13:15 Li Marûnîsê 8 leşker hatin kuştin û leşkerek jî winda ye
13:05 Li Qoserê qenalîzasyon xetimîn û çareseriyek nehat dîtin
12:46 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
12:44 Mehmet Ocalan: Qedexeyên hevdîtinê têkiliya xwe bi êrişan re heye
12:43 Li Xelfetiyê qeza: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
12:33 Malbata Şenyaşar ji şahidên nexweşxaneyê re got: Biaxivin
12:24 Konferansa Anatoliya Navîn a HDP’ê: Dem dema têkoşîna hevgirtî ye
12:14 Mezraya Kûtos ku leşkeran ambargo danîbûn ser hate valakirin
11:17 Kulîlkên sor erdên beyar xemilandin
10:53 Sendroma Zapê: Çawişên pispor dest bi revê kirin
10:16 Hunermendên kurd li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
09:07 Alparslan Kuytul hat binçavkirin
09:06 Xelef Şengalî: Ji Rêvebiriya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin
09:04 'Ê ku Dêra Sûrp Gîragosê xera kir jî heman dewlet bû'