'Erdogan li Başûr têk çûye'

  • rojane
  • 09:19 13 Gulan 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Berfo Duva ku keça wê Hebûn Kato di cotmeha 2021’an de li Avaşînê jiyana xwe ji dest da, anî ziman ku keça wê li dijî zilmê berê xwe daye çiyê û got: “Em dayik li hemberî şer in. Em şer naxwazin. Em ê tu carî vê îxanetê ji bîr nekin. Divê hemû dayik li hemberî vî şerî dengê xwe bikin yek û rabin ser pêyan. Erdogan li Başûr têk çûye.”

Tirkiye, bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federal a Kurdistanê didomîne. Artêşa Tirkiyeyê van êrişên xwe bi taybet jî ji herêmên di bin kontrola PDK’ê de pêk tîne. Ji endamên YJA-Starê Hebûn Kato (Sumeyye Ataman) di 8’ê cotmeha 2021’an de li herêma Avaşînê di encama pêvçûnan de jiyana xwe ji dest da. Dayika Ataman, Berfo Duva (52) dayika 5 zarokan e û niha li navçeya Elkê ya Şirnexê dijî. Duva, li gundê Zokê yê Dêrik a Mêrdînê ji dayik bû lê ji ber zexta dewletê, malbata wê neçar dimîne ku derbasî gundê Ganîzilê yê Dêrikê bibe. Zarokatî û ciwantiya Berfo li quntarê Çiyayê Qerejdaxê derbas dibe û piştre ji dibe pêguhêrka birayê xwe. 
 
Berfo Duva, da zanîn ku zarokatiya wê li Qerejdaxê gelek xweş derbas bûye û wiha got: “Jiyana me ya gund gelek xweş derbas dibû. Me debara xwe bi çandinî û xwedîkirina sewalan dikir. Malbata min berê hemû li Ganîzilê dijiya. Gundê me gundek gelek xweş bû. Di salên 90’î de dewletê bi ser gundê me de girt. Cerdevanî li me ferz kirin. Lê belê malbata min cerdevanî qebûl nekir û ji ber vê yekê neçar ma ku ji gundê xwe koçber bibe. Malbata min koçberî Wêranşar û Enqereyê bûn. Lê li gund gelek kes bi zorê bûn cerdevan. Du birayên min jî wê demê bûn cerdevan. Di dema Turgut Ozal de ev zilm li ser me kurdan dihat meşandin. Ji ber ku cerdevanî qebûl nekirin, wê demê gelek gund hatin şewitandin. Wê demê ji me re digotin an hen ê bibin cerdevan an jî hun ê dev ji gund berdin. Ji ber vê yekê gelek kes neçar man ku ji xaka xwe dûr bikevin.”  
 
‘MIROV ÇAWA BIRAYÊ XWE DIKUJE?’ 
 
Bi domdarî Duva got ku li gundê wan hîn cerdevanî tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hinek kesan jî dev jê berdan. Kesên xwedî wijdan divê dev ji çekan berdin. Em tu carî zilm, şer û dijminatiyê qebûl nakin. Ma mirova çawa birayê xwe dikuje? Çawa guleyê li birayê xwe dixe? Wijdana birayekî min qebûl nekir û dev ji cerdevaniyê berda. Birayekî min jî teqawid bû. Divê mirov xiyanetê li mirovên xwe neke. Ev zilmeke mezin e. Tu kurdek ji bo dewletê bira nîne. Dewlet her tim bi çavê dijminan lê dinêre.” 
 
BI DARÊ ZORÊ WEKE BERDÊL TÊ DAYÎN
 
Dayika Berfo destnîşan kir ku hêj 20 salî bû ku malbata wê bi darê zorê ji bo birayê wê weke berdêl da ye û ev tişt anî ziman: “Ez ne bi dilê xwe zewicîm. Malbatan ev biryar dabûn û tu gotin ji bo min nemabû. Ez weke hêwî çûbûm. Hevjînê min beriya min zewicîbû. Bi zewacê re min jiyaneke zehmet derbas kir. Ji ber ziman me ji hevdû baş fêm nedikir. Rastî jî berdêl dayîn ne xweş e. Bila tu kes zarokên xwe bi berdêl nedin û temenê biçûk de nezewicînin. Bila hemû bi dilê xwe bizewicin. Ez wekî hêwî anîm lê min ew jin weke hevala xwe didît. Her derê em bi hev re diçin û tên. Zilma dewletê ya li ser me jî tu carî xelas nebû.” 
 
LI DIJÎ ZILMÊ DERKET ÇIYÊ 
 
Bi domdarî Berfo da zanîn ku keça wê Hebûn Kato li dijî zilma dewletê berê xwe daye nava refên têkoşîna azadiyê û wiha qala keça xwe kir: “Keça min zarokeke gelek zîrek, zane û jêhatî bû. Min qet xeletiyên wê nedidîtin. Têkiliya wê ya bi hevalên wê re gelek baş bû. Eşq û evîna welat di dilê wê de her tim hebû. Dema hêj biçûk jî hezkirineke mezin a welat di dilê wê de hebû. Her tim tev li xebatên partiyê dibû. Min jê re digot; ‘tu di vî emrê xwe de nikarî bar rabikî.’ Wê jî ji min re got; ‘wê demê ew heval ji bo kê dikin?’ Her tim dixwest tev li bibe. Heke bernameyek hebûya, bang li hemû hevalên xwe dikir û diçûn. Heke walî çûbûya dibistana wan, ew nediçû û digot; ‘heta walî neçe ez naçim dibistanê.’ Gelek dilwêrek bû. Rûyê wê hertim bi ken bû. Şeva ku tev li bûyî jî bi me re xwarin xwar û derket. Ji wê rojê ve me tu agahî jê negirtin. Biryara xwe dabû û 6 sal berê tevli bû. Di sala 6’an tevlibûnê de li Avaşînê şehîd bû. Her tim digot; ‘hevalên me kedeke gelek mezin didin. Em ê biçin tola wan hilînin.’ Li ser telefonê hîn bûm ku keça min şehîd bûye. Herî dawî beşdarî şerê Çarçêla û Avaşînê bû. Min hêj cenazeyê wê newergirtiriye. Ez bi keça xwe serbilind û serfiraz im. Ev doz doza şeref û namûsê ye. Sumeyye ji bo min çi be, hemû zarokên me yên li çiyê bo min ew in.”
 
‘KURD BI KUŞTINÊ XELAS NABIN’
 
Dayika Berfo bal kişand ser şerê bi hevkariya PDK’ê li Herêma Federal a Kurdistanê tê kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Ez şerê li Başûr şermezar dikim. Em dayik li hemberî şer in. Em şer naxwazin. Em Mesût Barzanî şermezar dikin. Heke ji piştgiriya wî nebûya, dewleta tirk nedikariya biçe Başûr. Em ê tu carî vê îxanetê ji bîr nekin. Dema serê Barzanî diket tengasiyê, heval xwedî li wî derdiketin. Ma mirov çawa baweriya xwe bi Erdogan tîne? Barzanî bila dev ji vê îxanetê berde û ji vê rêya şaş bizivire. Erdogan li şûna ku vê qeyranê çareser bike, hemû diravan dide çek û topan. Bi wan tank û topan êrîşî Başûr û çiyayên me dikin. Em kurd bi kuştinê xilas nabin. Li dijî şer em li berxwe didin û ev berxwedana me dê her tim berdewam bike. Ew bi tank û topan nikarin kurdan xilas bikin. Erdogan niha li Başûr winda kiriye. Bila Erdogan destên xwe ji Başûr bikişîne. Çi karê wî li wir heye? Bila gelê kurd li dijî şer rabe ser pêyan û serî hilde. Yên ku kezeba me şewitandin bila kezeba wan jî bişewite. Divê hemû dayik li dijî şer dengê xwe bikin yek û rabin ser pêyan. Barzanî jî bi xwe kurd bû. Çawa kurdan difiroşe?” 
 

Sernavên din

13/05/2022
22:41 Li Mêrdînê bera sercerdevanekî dan
22:32 Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê: Eskerek mir
22:12 3 girtî sirgûn kirin
22:01 Li Amedê dîwana dengbêjan hat danîn
20:56 Li Silopiyayê mamosteyê dest dirêjî xwendekaran kir hat girtin
19:51 Kişanak: Em ê rejîma azadîxwaz ava bikin
19:05 Cenazeyê dayika Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar hat veşartin
16:39 Li 5 gundên Geverê operasyona leşkerî dest pê kir
16:14 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî!
15:45 Li Şirnexê di nava hefteyekê de nêzî 40 kes hatin binçavkirin
15:40 TTB'ê banga mitîngê kir
15:20 Endamên DÎAYDER’ê: Em ji ber baweriya xwe tên darizandin
14:29 Rakirina ceh bû xema giran: 55 donima erd toneke ceh neda
14:29 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê konferansên xwe yên herêma Ege û Serhedê pêk anîn
13:42 Li Somayê 301 karkerên madenê hatin bibîranîn
13:29 Seydaoglu: Hişê Ayverdî ne li serê wê ye
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:09 Malbata Şenyaşar: Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin îstîfa kirin şeref e
13:08 Ji ber Edliyeya Amedê bang: Dev ji polîtîkayên pişaftinê berdin
13:04 HDP: Polîtîkaya desthilatdariyê ji bo astengdaran xizanî û zehmetiyan tîne
13:04 Muhîmatên ku tên avêtin tehlûkê çêdikin
13:03 Pirtûka 'Çîrokên Şêwra Ermenan' bi tîpên latînî wergerî kurdî hat kirin
12:51 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn hate dîtin
12:50 HDP: Me Komkujiya Somayê ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin!
12:35 Ji Geverê leşkeran dibin ser sînorê Başûrê Kurdistanê
12:30 HSD'ê bîlançoya êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
12:24 ÎSÎG: Di 4 mehên ewil ên îsal de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:40 Polisan di serdegirtinê de tundî li welatiyeke kirin
11:26 Gelo Tirkiye dê penaberên sûriyeyî di êrişan de bi kar bîne?
11:20 Sendîka kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ mezin dikin
10:42 Êrişên li ser gundên Kobanê berdewam dikin
10:38 ‘Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li hebûna xwe ye’
09:21 ‘Weke Newrozê, Serê Gulanê jî cejneke kurdan e’
09:19 'Erdogan li Başûr têk çûye'
09:19 Li Yozgatê 16 girtî di hucreyê de ne
09:18 Jinan ji bo ziman bang kir: Em bi zimanê xwe biaxivin
09:17 ‘Kurd li dijî polîtîkayên bişavtinê li ber xwe didin'
09:15 Ermeniyê ku piştî 42 salan hat Sûrê: Bêhna min çikiya!
09:14 Dayika ku keça wê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Bêdeng nemînin
09:12 Parlamenterê berê yê AKP'ê Bolunmez hafriyata kanên xwe dirêjîne çemê Nerdûşê
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2022'YAN
12/05/2022
22:23 Amedsporê ji bo nîvefînalê avantajek girîng bi dest xist
20:44 Dayika Mîthat Sancar jiyana xwe ji dest da
20:36 Tûncel: Dawiya desthilata ku hûn xwe disipêrinê tê
19:54 Şerzan Kûrt li ser gora xwe hat bibîranîn
19:17 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de rûdanek nû
16:53 Kiliçdaroglû hemû parlamenter vexwendin Stenbolê
16:47 DAIŞ'iyê ku lê hatiye gerandin li nexweşxaneya dewletê tedawî dîtiye
16:40 Wezîr Bozdag ji Dedeogûllari re got: Heke HDP hebe neyên cem min
16:16 Bangî Wezareta Dadê kirin: Vê zilmê bi dawî bikin
16:14 Şertê kontrola edlî ya derbarê hevşaredaran de hat rakirin
16:10 Dozgerê ku nikare şahid bibîne xwest rojnamevan bên cezakirin
16:04 Heta ku edalet pêk were dê nobet berdewam bike
16:02 Akademîsyena aştîxwaz Gulden Ozcan jiyana xwe ji dest da
15:57 Dadgeha Bilind cezayê Kaftancioglu erê kir
15:55 TÛAYDER diçe kongreyê
15:32 Li Amedê 5 kes hatin binçavkirin
15:24 Platforma Ked û Demokrasiyê bertek nîşanî Yenî Akîtê da
15:18 Wê 'Don Kîxot' li 3 bajarên Tirkiyeyê bê nîşandan
15:10 Şandeya HDP’ê bi Serokkomarê Iraqê re hevdîtin kir
14:57 Zarokên Hamdiye Şik a ku hatibû qetilkirin: Em ne dilrehmiyê lê edaletê dixwazin
14:56 Li Rihayê mirina bigûman a zarokekê
14:37 Malbata Şenyaşar: Rêya me edalet e
14:25 Malbatên Nobeda Edaletê: Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:18 Leşker di Doza Kobanê de nahêlin parêzer miwekîlên xwe bibînin
14:13 Serpelê got ‘di operasyonê de pêşketinek nîne’ hat sirgunkirin, cerdevanekî îstîfa kir
13:49 Doza xebatkarê Azadiya Welat yê berê hat taloqkirin
13:43 Serlêdana ji bo Ozer a 80 salî cara duyemîn hate redkirin
13:36 Cenazeyê Mihanî yê ku bûbû qurbanê aşûtê hat veşartin
13:33 Îtirafên xwekuja DAIŞ’ê: Leşkerên tirk me derbasî Sûriyê kirin
13:01 ‘Ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê em ê di 15’ê Gulanê de li qadan bin’
12:54 Çetîn a ku rastî îşkenceya kuçikan hatibû nehat tehliyekirin
12:45 Cenazeyê Naîf Olmez piştî 4 salan radestî malbata wî hate kirin
12:44 Tundî li girtiyên jin ên li Girtîgeha Şakranê tê kirin
12:43 Gunay: Werin li dijî şer dengê xwe bilind bikin, helwesta xwe nîşan bidin
11:50 Li Zapê helîkoptera Skorsky hat xistin
11:48 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:38 Dengbêj Xalîde bi îşkenceyê hat binçavkirin
11:36 'Polîtîkayên ewlehiyê' zarokan dikujin!
11:36 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:34 Zaravayê soranî jî li wergera Googleyê hat zêdekirin
11:11 Parêzvana aştî û jiyanek bi rûmet: Aysel Dogan
11:08 Parêzerên Ocalan ji bo ‘qedexeyan’ serî li AYM’ê dan
10:29 Danişîna Çaglar Demîrel hate taloqkirin
09:10 Waliyên hin bajaran hatin guhertin
09:09 Armanca kampanyaya 'Bila PKK ji lîsteya rêxistinên qedexe bê derxistin' 150 hezar îmze ne
09:08 Rojnamevan Aydin: Derz li PDK'ê ketine
09:08 Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan: Rewşa bavê min xirabtir bûye
09:07 Leyla Qasim: Nûnera jiyaneke birûmet
09:06 Endamên BASK-DER'ê: Em ê polîtîkaya PDK'ê ya bêbextiyê teşhîr bikin
09:06 Li Girtîgeha Edeneyê ya Tîpa T'yê ferzkirina lêgerîna tazî
09:05 Ji bo meşa 15’e Gulanê bang kirin: Divê hemû kes xwedî li ziman derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2022'YAN
11/05/2022
20:14 Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan jiyana xwe ji dest da
19:51 Keskesorê asîmanê Amedê xemiland
19:38 Zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
16:23 ‘Li her derê lêgerîna edaletê heye’
16:22 Rojnameger Altay beraet kir
16:02 Ji bo piştevaniya bi Rojava re li Îtalyayê şanoyek tê pêşandan