ÎSÎG: Di 4 mehên ewil ên îsal de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan

img

STENBOL - Meclisa ÎSÎG’ê da zanîn ku di 4 mehên ewil ên sala 2022’yan de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan. 

Meclisa Tenduristî û Ewlekariyê ya Karkeran (ÎSÎG) rapora xwe ya “Rapora Cînayetên Kar” bi daxuyaniyekê parve kir. Li gorî raporê, di 4 mehên ewil ên sala 2022’yan de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku bi meha nîsanê re (hewa germ dibe û sezon dest pê dike) cînayetên kar ên beşa înşaet û çandiniyê de zêde bûne. ÎSÎG’ê da zanîn ku di serî de metal, maden, enerjî û kîmya, di gelek beşên din ên pîşesaziyê de hejmara kesên li ser kar jiyana xwe ji dest didin zêdetir bûye. 
 
Her wiha hat diyarkirin ku ji ber qezayên serwîs/trafîkê jî cînayetên kar zêde bûne û ev agahî hatin parvekirin: “Li gel ku cînayetên din beşên kar ên pîşesaziyê de zêde bûne, her wiha ji ber sedemên eciqîn, teqîn, şewitîn, ceryan û hwd. jî hejmara cînayetên kar zêdetir bûye. Di vê çarçoveyê de, qezayên endustriyeyî yên rê li ber cînayetên kar vedikin li bajarên weke Stenbol, Kocaelî, Îzmîr, Manîsa, Bursa, Enqere, Tekîrdag, Sakarya, Dîlok û li bajarên din ên pîşesaziyê zêdetir bûne.” 
 
ÎSÎG’ê di rapora xwe de cih da mirina karkerên ciwan jî û da zanîn ku bi taybet cînayetên kar ên ji ber moto-kurye, metal-înşaet-tekstîl û hwd. gelek zêde bûne. Her wiha hat gotin ku bi taybet di beşên kar ên çandinî û înşaetê de hejmara zarokên jiyana xwe ji dest didin zêde ye.
 
33 KARKERÊN JIN JIYANA XWE JI DEST DAN 
 
Di rapora ÎSÎG’ê de hat destnîşankirin ku di 4 mehên destpêkê yên sala 2022’yan de bi giştî 33 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan û ev agahî hatin dayîn: “Her wiha li Tirkiyeyê her sal herî kêm 100 karkerên koçber-penaber jiyana xwe ji dest didin. Gelemperiya wan bêsîgorte, bi pereyekî kêm û di şert û mercên herî talûke de dixebitin. Ev şert û mercên xebatê dike ku mirina gelek koçber-penaberan bê nixûmandin. Gelek girînge ku ji bo karkerên koçber-penaber gavên şênber bên avêtin.”
 
BÎLANÇOYA GIRAN
 
Rapora ÎSÎG’ê wiha bi dawî bû: “Li gorî daneyên li ber dest; di meha çileyê de 120, di sibatê de 109, di adarê de 121 û 129 jî di nîsanê de, bi giştî jî 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Ji van karkeran 83 jê karkeran înşaet-rê, 61 karkerên di karê veguhestinê, 57 karkerên çandinî-daristanê, 36 karkerên bazirganî-buro û 35 karkerên metalê û yên din jî ji beşên kar ên cuda bûn.” 
 

Sernavên din

13/05/2022
12:24 ÎSÎG: Di 4 mehên ewil ên îsal de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:40 Polisan di serdegirtinê de tundî li welatiyeke kirin
11:26 Gelo Tirkiye dê penaberên sûriyeyî di êrişan de bi kar bîne?
11:20 Sendîka kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ mezin dikin
10:42 Êrişên li ser gundên Kobanê berdewam dikin
10:38 ‘Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li hebûna xwe ye’
09:21 ‘Weke Newrozê, Serê Gulanê jî cejneke kurdan e’
09:19 'Erdogan li Başûr têk çûye'
09:19 Li Yozgatê 16 girtî di hucreyê de ne
09:18 Jinan ji bo ziman bang kir: Em bi zimanê xwe biaxivin
09:17 ‘Kurd li dijî polîtîkayên bişavtinê li ber xwe didin'
09:15 Ermeniyê ku piştî 42 salan hat Sûrê: Bêhna min çikiya!
09:14 Dayika ku keça wê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Bêdeng nemînin
09:12 Parlamenterê berê yê AKP'ê Bolunmez hafriyata kanên xwe dirêjîne çemê Nerdûşê
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2022'YAN
12/05/2022
22:23 Amedsporê ji bo nîvefînalê avantajek girîng bi dest xist
20:44 Dayika Mîthat Sancar jiyana xwe ji dest da
20:36 Tûncel: Dawiya desthilata ku hûn xwe disipêrinê tê
19:54 Şerzan Kûrt li ser gora xwe hat bibîranîn
19:17 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de rûdanek nû
16:53 Kiliçdaroglû hemû parlamenter vexwendin Stenbolê
16:47 DAIŞ'iyê ku lê hatiye gerandin li nexweşxaneya dewletê tedawî dîtiye
16:40 Wezîr Bozdag ji Dedeogûllari re got: Heke HDP hebe neyên cem min
16:16 Bangî Wezareta Dadê kirin: Vê zilmê bi dawî bikin
16:14 Şertê kontrola edlî ya derbarê hevşaredaran de hat rakirin
16:10 Dozgerê ku nikare şahid bibîne xwest rojnamevan bên cezakirin
16:04 Heta ku edalet pêk were dê nobet berdewam bike
16:02 Akademîsyena aştîxwaz Gulden Ozcan jiyana xwe ji dest da
15:57 Dadgeha Bilind cezayê Kaftancioglu erê kir
15:55 TÛAYDER diçe kongreyê
15:32 Li Amedê 5 kes hatin binçavkirin
15:24 Platforma Ked û Demokrasiyê bertek nîşanî Yenî Akîtê da
15:18 Wê 'Don Kîxot' li 3 bajarên Tirkiyeyê bê nîşandan
15:10 Şandeya HDP’ê bi Serokkomarê Iraqê re hevdîtin kir
14:57 Zarokên Hamdiye Şik a ku hatibû qetilkirin: Em ne dilrehmiyê lê edaletê dixwazin
14:56 Li Rihayê mirina bigûman a zarokekê
14:37 Malbata Şenyaşar: Rêya me edalet e
14:25 Malbatên Nobeda Edaletê: Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:18 Leşker di Doza Kobanê de nahêlin parêzer miwekîlên xwe bibînin
14:13 Serpelê got ‘di operasyonê de pêşketinek nîne’ hat sirgunkirin, cerdevanekî îstîfa kir
13:49 Doza xebatkarê Azadiya Welat yê berê hat taloqkirin
13:43 Serlêdana ji bo Ozer a 80 salî cara duyemîn hate redkirin
13:36 Cenazeyê Mihanî yê ku bûbû qurbanê aşûtê hat veşartin
13:33 Îtirafên xwekuja DAIŞ’ê: Leşkerên tirk me derbasî Sûriyê kirin
13:01 ‘Ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê em ê di 15’ê Gulanê de li qadan bin’
12:54 Çetîn a ku rastî îşkenceya kuçikan hatibû nehat tehliyekirin
12:45 Cenazeyê Naîf Olmez piştî 4 salan radestî malbata wî hate kirin
12:44 Tundî li girtiyên jin ên li Girtîgeha Şakranê tê kirin
12:43 Gunay: Werin li dijî şer dengê xwe bilind bikin, helwesta xwe nîşan bidin
11:50 Li Zapê helîkoptera Skorsky hat xistin
11:48 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:38 Dengbêj Xalîde bi îşkenceyê hat binçavkirin
11:36 'Polîtîkayên ewlehiyê' zarokan dikujin!
11:36 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:34 Zaravayê soranî jî li wergera Googleyê hat zêdekirin
11:11 Parêzvana aştî û jiyanek bi rûmet: Aysel Dogan
11:08 Parêzerên Ocalan ji bo ‘qedexeyan’ serî li AYM’ê dan
10:29 Danişîna Çaglar Demîrel hate taloqkirin
09:10 Waliyên hin bajaran hatin guhertin
09:09 Armanca kampanyaya 'Bila PKK ji lîsteya rêxistinên qedexe bê derxistin' 150 hezar îmze ne
09:08 Rojnamevan Aydin: Derz li PDK'ê ketine
09:08 Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan: Rewşa bavê min xirabtir bûye
09:07 Leyla Qasim: Nûnera jiyaneke birûmet
09:06 Endamên BASK-DER'ê: Em ê polîtîkaya PDK'ê ya bêbextiyê teşhîr bikin
09:06 Li Girtîgeha Edeneyê ya Tîpa T'yê ferzkirina lêgerîna tazî
09:05 Ji bo meşa 15’e Gulanê bang kirin: Divê hemû kes xwedî li ziman derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2022'YAN
11/05/2022
20:14 Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan jiyana xwe ji dest da
19:51 Keskesorê asîmanê Amedê xemiland
19:38 Zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
16:23 ‘Li her derê lêgerîna edaletê heye’
16:22 Rojnameger Altay beraet kir
16:02 Ji bo piştevaniya bi Rojava re li Îtalyayê şanoyek tê pêşandan
15:54 Tosûn, hejmara girtiyên înfazên wan hatine şewitandin ji Wezîrê Dadê pirsî
15:48 Barzanî Şengalê hedef nîşan da
14:51 Malbatên li ber ATK’ê bang kirin: Bila ji pirsgirêkên girtiyan re çareseriyekê bibînin
14:46 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Kobanê: Welatiyek hat qetilkirin
14:45 Ji sedî 77,1'ê astengdaran bi xetereya xizaniyê re rû bi rû ne
14:28 Li ser sînorê Başûr xendek tên kolandin û têla direhî tê raçandin
14:18 'Wê zext nikaribin min bizdînin'
14:10 Li Stenbolê ji bo çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî bang hate kirin
13:55 Îranê herêma Balekayetî û Biradost bombebaran kir
13:53 Çûna çar gundên Silopiya hat qedexekirin
13:34 Li Bestayê êrişa leşklerî bi birîna daran dest pê kir
13:33 Li Qoserê 10 kes hatin binçavkirin
13:16 Devera ku li cenazeyê kolber tê gerandin ji welatiyan re hat qedexekirin
13:12 Dag: Bi minasebeta 15’ê Gulanê bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Sarica: Hewceye em xwe bigihînin Îmraliyê û dengê Ocalan bibihîzin
12:36 Malbata Şenyaşar: Tiştên ku Serokomar gotin em qebûl nakin
12:35 Dozger 15 sal ceza ji rojnamevan Şahîn re xwest
11:49 Li Elmanyayê li dijî qedexeya PKK'ê serlêdana hiqûqî
11:25 Dayikên Aştiyê: Wê AKP û Barzanî winda bikin
11:24 Li ser rêya Elkê û Colemêrgê qeza pêk hat: 2 kes mirin 5 kes birîndar bûn
10:50 Balafirên dewleta tirk êrişî Kobanê kirin
10:49 Parêzerên ku qetlîama li Cizîrê protesto kiribûn beraet bûn
10:31 Ji ber ku 'derneket lijneyê' 4 caran înfaza wî hat şewitandin
09:45 Rojnamevan Şîrîn Ebû Akîle ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hate qetilkirin
09:35 Hevşaredarên Sêrtê derdikevin pêşberî dadger
09:34 Wezareta Edaletê bersiv neda serlêdana Ocalan
09:17 Hunermendan xwest her kes li dijî êrişan rabe