Saziyên çand û ziman: Werin em ji bo ziman, çand û welatê xwe bibin xelek

img

AMED - Saziyên ziman û çandê yên li Amedê di çerçoveya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de daxuyanî dan û bal kişandin ser qedexekirina çanda û zimanê kurdî û êrişen Tirkiyeyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê wiha hat gotin: “Em li dijî êrişan û xeta îxanetkar li dora man û nemanê, azadî û rumete bibin xelek.”

Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî 15’ê Gulanê bi peşengiya Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurî li Amedê didomin. Di çerçoveya çalakiyan de saziyên ziman û çandê bi cil û bergên xwe yê netewî tekildarî qedexekirina cil û bergên kurdî li ber Şanoya Bajar a Amedê ya li navçeyê Peyasa Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniye de xebatkar û rêveberên Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Çand û Hunerê ya Dicleye û Ma Music amade bûn.
 
CIL, ZIMAN Û HUNERA KURDÎ QEDEXE DIKIN 
 
Daxuyanî ji hêla endama Şanoya Bajar a Amedê Elvan Koçer ve hat xwendin. Koçer anî ziman ku civakek bi zimanê xwe tê pênasekirin û ji bo neteweyek pêşketina ziman û çande pêşketina jiyane ye. Koçer, bal kişand ser polîtikayên pişaftina li ser zimanê kurdî û wiha got: “Bi salan e ziman û çanda kurdan bi siyaseta sîstematîk, pişaftin û qirkirinê re rûbirû ye. Di roja me ya îro de ev siyaseta sîstematîk gihîştiye asteke ku êdî stranên kurdî tên qedexekirin. Di Newroza îsal de bi awayekî sosret cil û bergên kurdî hatin qedexekirin. Heta cil û bergên kurdî yên li ser zarokan ji wan hatin kirin û ew tazî li holê hiştin.”
 
‘KURD BI SALAN E ŞERÊ MAN Û NEMANÊ DIKIN’  
 
Koçer bi lêv kir ku qedexekirina ziman gihîştiye asteke ku êdî neteweya kurd bi tunebuneke re rûbirû bihêle ye û wiha pê dê çû: “Bêguman em ê wek hunermendên kurd li hemberî qedexekirin, pişaftin û qirkirinê xwedî helwest bin. Helbet hebûna mirov di bin xeterê de be mirov nikare ku behsa azadiyê bike. Di rewşeke wiha de divê mirov ji her alî ve şerê man û nemanê bike. Bi salan e kurd li Kurdistanê ji bo hebûna xwe şer dikin.” 
 
‘YÊN KU BI FAŞÎZMÊ RE HEVKARIYÊ DIKIN NE NÛNERÊN KURDAN IN’ 
 
Koçer bal kişand ser şerê Tirkiyeyê li dijî axa Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin û wiha axivî: “Wekî tê zanîn hemû destkêftiyên kurdan di bin êrişan da ne. Ew êriş gihîştiye qesta hebûna gelê kurd. Ji ber van êrişan em jî hezên wan emanê naxwazin û tu carî jî em ê emanê nekin. Lê mixabin ku xayin û hevkarê faşizma li ser gelê kurd wekî her serdem û qonaxa dîrokî ya Kurdistanê û gelê kurd îro jî li ser kar e. Îro ew xet temsiliyeta xwe di rastiya PDK’ê de dibîne. Lewra yên ku bi faşîzma li ser gelê kurd re hevkariyê dikin, rê li ber êrişan vedikin ew ne kurd in, ne jî birayê kurdan in.” 
 
‘WERIN EM XWE Û WELATÊ XWE AZAD BIKIN’ 
 
Koçer di dawiya daxuyaniyê de ji bo xwedî derketina ziman û çandê vê bangê li xelkê kir: “Em xwedî li ziman, çand û hunera xwe ango, xwedî li hebûn, azadî û rûmeta xwe derkevin. Li hemberî wan êrişên qirkirin û xeta îxanetkar em li dora man û nemanê, azadî û rûmetê bibin xelek. Werin em bi hev re di têkoşîna azadî û rûmetê de mil û dest bidin hev, azadiya xwe û azadiya welatê xwe mîsoger bikin.”
 
 
 

Sernavên din

16/05/2022
09:11 ‘Serkeftina li Şengalê, serkeftina li Zapê ye’
09:11 ‘Xeta hevkariyê zirarê dide destkeftiyên gelê kurd’
09:10 Ji girtiyê 30 salan re pirsa ‘poşmantiyê’ kirin: Berdana wî 3 mehan hate taloqkirin
09:09 Biryara Îstînafê: Tevlîbûna cenazeyê endamê rêxistinê ne sûc e
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2022'YAN
15/05/2022
22:09 Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin
21:35 Li Dêrsimê kesek hate girtin
21:25 Kujerê Sakîne Kultur hate girtin
21:01 Dayika Aştiyê Turkiya Îldem jiyana xwe jidest da
20:47 Zarok Ma’yê bi zarokan re Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
20:24 Şaredariya AKP’î konsera Dogan betal kir
20:06 Eceyê ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî hate definkirin
19:14 Li Amedê daxuyaniya hevpar hate dayîn: Divê kurdî bibe zimanê perwerdeyê
17:56 Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî bi coş hate pîrozkirin
17:27 Ji ber kuştina Kultur 3 kes hatin binçavkirin
17:16 Encamên 9'emîn pêşbirka Arjen Arî diyar bûn
16:52 Kurd ji bo zimanê xwe li qadan e
15:41 Panela Hiquq û Ziman: Divê em zimanê xwe teslîmî zarokan bikin
14:37 Li Bestayê dîmenên talanê hatin kişandin
14:11 Ji Ciwanên Xwendekar ên Welatparêz komxebata rêxistinkirinê
13:50 Ciwanên HDP'î bi şahiyekê hatin cem hev
13:17 Ji ber dorpêça leşkeran 35 mal ji gund derketin
12:13 Bîlançoya mehekî ya Şerê li Başûr
11:25 Qeyûm parqa ku ji jinan re hatibû veqetanadin kir cafe
11:13 Malbata Şenyaşar banga vekirina doza nexweşxaneyê kir
10:51 Li Duhokê agir bi wargeha êzidiyan ket
10:47 Di qada cemaweriyê de kurdî tuneye!
09:30 Qedexeya zozanan û bihabûnê pişta sewalvaniyê şikandine
09:29 Midûrên biqusûr ên Melîh Gokçek anîne Mêrdînê
09:28 Dengbêjên jin: Duh tahdeya mêr, îro jî ya dewletê
09:16 Malbatên dest ji cerdevantiyê berdan: Wan çekên xwe deynin û dev ji bêbextiyê berdin
09:15 Ji dayikên berxwedêr ên Şengalê Kinê Xidir: Em ê Şengalê bo xayînan nehêlin
09:14 Ji mala şewitî têkoşîn û wêneyek wî ma
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2022'YAN
14/05/2022
22:11 Li Silopiyayê jinek hat qetilkirin
21:57 Li Ewropayê êriş hatin şermezarkirin
21:12 Li Amedê dê 'Meşa Ziman' bê lidarxistin
20:20 Li Amedê esnafekî xwe kuşt
19:15 Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir
18:49 Farqînê Serê Gulanê pîroz kir
18:30 Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin
18:00 Polîsan cenazeyê Aysel Doganê revand
16:21 Saziyên çand û ziman: Werin em ji bo ziman, çand û welatê xwe bibin xelek
16:14 Cerdevan li baregehên xwe bêserûber guleyan li derdorê direşînin
16:05 Girtiyê nexweş bi hinceta ‘qawîşa girtiyan’ tune ye nehat emeliyatkirin
16:04 'Divê ku berxwedana li dijî asîmîlasyonê berdewam bike’
15:45 Ji bo girtiyê nexweş Yagmakan banga berdanê hat kirin
15:26 ‘Bila girtiya nexweş Ekîm Polat bê dermankirin’
15:08 ÎHD’ê xwest kujerên xwendekarên zanîngehê bên cezakirin
15:03 Girtiyê nexweş Abdullah Ece kelemçekirî hatiye tedawîkirin!
14:52 Şerê li Çiyayê Gabar dijwar bû
14:43 Dayikên Şemiyê xwestin ku faîlên Orhan bên darizandin
14:29 Polîsan êrişî merasîma cenazeyê Aysel Dogan kir
14:21 Li Amedê TUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:04 Xizmên Windayan xwestin kujerên Avşar û Ozalp bên dîtin
13:45 Banga Rêya Sêyemîn li hêzên demokrasiyê kirin
13:24 Girtiyê nexweş Abdullah Ece jiyana xwe ji dest da
13:09 HDP’ê Konferansa Herêma Egeyê li dar xist
12:32 Hevalê qawîşê yê Çar Şoreşgeran: Rewşa îro ji ya wê demê talûketir e
12:27 KNK'ê banga xwedî derketina perwerdehiya bi kurdî kir
12:12 Temel: Divê Ocalan bigihîje azadiya xwe
11:34 Bîrkîlî: Tirkiye peymanên ziman binpê dike
11:13 Malbata Şenyaşar: Em ji we ne nêzikatiyeke cuda lê edaletê dixwazin
10:53 Jîno Reşîd: Divê jinên kurd li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin
09:43 Xelkê Amedê: Werin em di 15’ê Gulanê de ji bo zimanê xwe bi hev re bimeşin
09:25 Cerdevanê ku ji qada şer vegeriya: Gelek leşker tên kuştin
09:08 Ji Azadiya Welat hînî kurdî bû û îro jî mamoste û nivîskar e
09:07 Jinên li dijî bişaftinê li ber xwe didin: Zimanê me nasnameya me ye
09:06 Ji bo Hatîce Ay a 73 salî axaftina bi kurdî helwesteke polîtîk e
09:05 Jinên TJA'yî: 40 sal in em nebûne aliyê têkçûyî, em ê cardin bi ser bikevin
09:05 Di 28 mehan de 24 êrişên bi SÎHA'yan: 31 mirî, 35 birîndar
09:04 Heso Îbrahîm: PDK û Tirkiye ji statûya Şengalê ditirsin
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2022'YAN
13/05/2022
22:41 Li Mêrdînê bera sercerdevanekî dan
22:32 Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê: Eskerek mir
22:12 3 girtî sirgûn kirin
22:01 Li Amedê dîwana dengbêjan hat danîn
20:56 Li Silopiyayê mamosteyê dest dirêjî xwendekaran kir hat girtin
19:51 Kişanak: Em ê rejîma azadîxwaz ava bikin
19:05 Cenazeyê dayika Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar hat veşartin
16:39 Li 5 gundên Geverê operasyona leşkerî dest pê kir
16:14 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî!
15:45 Li Şirnexê di nava hefteyekê de nêzî 40 kes hatin binçavkirin
15:40 TTB'ê banga mitîngê kir
15:20 Endamên DÎAYDER’ê: Em ji ber baweriya xwe tên darizandin
14:29 Rakirina ceh bû xema giran: 55 donima erd toneke ceh neda
14:29 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê konferansên xwe yên herêma Ege û Serhedê pêk anîn
13:42 Li Somayê 301 karkerên madenê hatin bibîranîn
13:29 Seydaoglu: Hişê Ayverdî ne li serê wê ye
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:09 Malbata Şenyaşar: Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin îstîfa kirin şeref e
13:08 Ji ber Edliyeya Amedê bang: Dev ji polîtîkayên pişaftinê berdin
13:04 HDP: Polîtîkaya desthilatdariyê ji bo astengdaran xizanî û zehmetiyan tîne
13:04 Muhîmatên ku tên avêtin tehlûkê çêdikin
13:03 Pirtûka 'Çîrokên Şêwra Ermenan' bi tîpên latînî wergerî kurdî hat kirin
12:51 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn hate dîtin
12:50 HDP: Me Komkujiya Somayê ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin!
12:35 Ji Geverê leşkeran dibin ser sînorê Başûrê Kurdistanê
12:30 HSD'ê bîlançoya êrişên Tirkiyeyê eşkere kir