‘Serkeftina li Şengalê, serkeftina li Zapê ye’

  • rojane
  • 09:11 16 Gulan 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Sinûr Rahmen Ragiyan, destnîşan kir ku serkeftina li Şengalê serkeftina li Zapê ye û wiha got: “Meseleya Şengalê ne tenê hebûnek erdnîgariyê ye. Bi taybet li ser sekinandina Şengalê, ew şêwaza fikr û felsefeya ku li Şengalê tê jiyîn e.”

Desthilata AKP’ê û MHP’ê ku di 23’yê Nîsana 2021’an de li dijî Herêma Kurdistana Federe êriş dabû destpêkirin, piştî salekê di 17’ê Nîsanê de bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe êriş dan destpêkirin.  Her wiha êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî didomin. Tevî van êrişan Hikûmeta Iraqê di 2’yê Gulanê de li dijî Şengalê êriş da destpêkirin. Lê êrişa hat destpêkirin bi berxwedana di pêşentgiya jinan de vala hat derxistin û Artêşa Iraqê di 4’ê Gulanê de xwe ji herêmê vekişand. Têkîldarî mijarê rojnamevan Sinûr Rahmen Ragiyan hin nirxandin kirin. 
 
‘EV ÊRIŞ BERDEWAMIYA ÊRIŞA SALA BORÎ YE’
 
Ragiyan, di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku dewleta tirk di çarçoveya berjewendiyên sîyasî, bazirganî û aboriyê de demekî dirêje bi hikumeta PDK’ê re di nav pêwendiyê de ye, amadekariya erişan dike û wiha axivî: “Ev êrîş berdewamiya êrîşa sala borî ya di 23-24’ê Nîsanê de ye. Tevî ku plan dikir di çend rojan de encamên mezin li wan deveran bidest bixin û qadeke berfireh dagir bikin lê piştî 8 mehan hêzên parastina gel û gerîla û şervanên azadiyê serkeftina xwe li dijî vê êrîşa dagirker ji hemû cîhanê re ragihandin. Niha jî di meha Nîsanê de careke din êrişî Başûrê Kurdîstanê kir. Bi vî şiklî dixwaze tola xwe ya hemû têkçûnên di demên berê de bin navê operasyona li ser xaka Iraqê pek anîne bigire. Dewleta tirk digel hemû rê û rêbazan li dijî mirovahiyê êrişî xaka başûrê Kurdîstanê dike û dagir dike. Bi van êrîşên bê pîvan jiyana xelkê Başûr dixe bin xetereyê û di vê çarçoveyê de qanûnên Iraqê yên bingehîn jî binpê dike.”
 
‘DI VÎ ŞERÎ DE HÊZÊN HEGEMONÎK XWEDÎ ROLEKE MEZIN IN’
 
Ragiyan, diyar kir ku dewleta tirk ji xeynî têkiliyên aborî, ji bo berjewendiyên xwe serdan û lihevkirina bi PDK’ê re didomîne û wiha berdewam kir: “Heta gelek agahî hene ku berdêla hin operasyon, dagirkerî, êriş û bombebaranê li ser milê berpirsên hinek ji van partiyan e. Şer dike û têkçûnan li hundir û li ber çavê cîhanê dike. Yekitiya Ewropa û hêzên hegemonîk jî hemû di nav vê şerî de cihê xwe digirin.  Eger em werin hedefa êrîşên Tirkiyeyê ne tenê armanca dewletên li herêmê ye. Di derbarê projeyê de agahî û nihênî hene û heta radeyekê eşkere jî ev proje ne veşartî ye. Bi taybet di vî şerî de ji bo destwerdana enerjîya xaka kurdîstanê hevsengiya hêzên hegemonîk xwedî rolekê girîng e. Ji ber vê yekê êrîşên Tirkiyê ne tenê li ser Başûrê Kurdistanê, li ser Rojavayê Kurdistanê jî hene. Di heman demê de em her roj dibînin ku li Bakurê Kurdistanê li dijî siyasetmedaran paqijiya siyasî û binpêkirina mafên mirovan an jî nêrîna van dewletên mîna Îranê dimeşîne. Û Tirkiye ji bo siyaseta herêmê gelek nakokî û alozîyan jî pêş dixîne û di sîyaseta xwe ya navxweyî de têkçûyî ye.”
 
‘ŞENGAL EZMÛNEK GELEK TAYBET E’
 
Ragiyan,di berdewamiya axaftina xwe de balê kişand li ser êrîşên li dijî Şengalê jî û got: “Em hemû dizanin ku Kazimî xwediyê kesayetiyeke îstixbaratî ye û kesayetiyeke ku weke hikûmeteke cîbicîkar li Iraqê di encama hemû krîzên Iraqê de têk çûye. Salên borî, aliyên Iraqî li dijî êrîşan bêdeng nedima, lê mixabin niha êdî bêdeng e. Helbet li Şengalê em dibînin ku dewleta Tirk bi rêya Sunnîyên Iraqê, bi rêya hinek partiyên Şîî yan jî kesayetên Şîî û bi rêya PDK’ê sîyasetek taybet dimeşîne. Her wiha di nav partiyên ereb de jî rolekê dilîze. Hevbendî, nêzîkbûn û rêkeftinên ku me li gel PDK’ê li Iraqê dîtine, jinavbirina xwesteka gelên Iraqê ya ji bo gendeliyê di rêveberiyê de ji bo hemû gefên ewlehiyê yên li ser Iraqê hene. Şengal ezmûnek gelek taybet û pir giring e. Girîng e, ji ber ku di hundirê Îraqê de ji bo jiyanek hevpar  şêweya sîyaseta li Şengalê mînakek e.”
 
‘ŞENGAL RÊYA YEKITIYA NETEWEYÎ YE’
 
Ragiyan, bi lêv kir ku Şengal sêgoşeyek di navbera Rojava, Başûr û Bakur de xwedî cihekê stratejîyek e. Ragiyan, destnîşan kir ku çareserkirina mijara Şengalê di heman demê de rêya yekitiya neteweyî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Di sala 2014’an de gava DAÎŞ ‘ê êrişî Şengalê kir, PDK’ê û hikûmeta Iraqê bi heman şêweyê Şengal û civaka êzdî tene hiştin. Hat xwestin ku Şengal ji parçeyek sîyaseta Iraqê bibe. Li ber çavên hemû cîhanê hate dîtin ku ji xeynî Rojava û gerîllayên tevgera azadiyê kes xwe negihandin Şengalê. Piştî wê jenosîdê li Şengalê jiyanek nû hate ava kirin. Civata êzdî ji nûve li wir jiyanek ava kirin û xwe bi xwe birêve birin. Li Şengalê jiyanek wekhev hate ava kirin. DAÎŞ bi taybet di wê qirkirinê de jinan hedef girtibû. Niha jî Şengal tê hedef girtin.”
 
‘SERKEFTINA ŞENGALÊ RIZGARKIRINA SIYASETA IRAQÊ YE’
 
Ragiyan, diyar kir ku xwebirêbirin û îradeya Şengalê ji bo sîyasetek wekhev nimûneyek şênber e û wiha pê de çû: “Serkeftina li Şengalê, serkeftina li Zapê ye. Serkeftina Şengalê rizgarkirina siyaseta Iraqê ye. Ji ber ku li Iraqê sîyasetek naxweyî nîne. Sîyasetek li gorî berjewendiyên dewletên netew tê meşandin. Meseleya Şengalê ne tenê hebûnek erdnîgariyê ye. Bi taybet li ser sekinandina Şengalê, ew şêwaza fikr û felsefeya ku li Şengalê tê jiyîn e. Li Şengalê tirsekê dewletên netew ya ji bo wê felsefeyê heye. Bêguman li dijî ewqas êrîşên li dijî Şengalê berxwedana jinan jî berdewam e. Ew berxwedana jinan a li dijî leşkerên Iraqê mînakek gelek bi hêja ye. Pêwîste ku ew heman berxwedan li hemû deverên başûrê Kurdîstanê li dijî dagirkeriyê hebe. Ji ber ku ew îradeya ku li hemberê dagirkeriyê disekine dê bi xwe re wê serkeftin û rizgarkirinê jî bîne. Her çiqas li ser Şengalê êrîş hebin jî ew îradeya ku li Şengalê hate nîşandan li hemberê wan êrîşan berxwedanê jî mezintir bike. Rastiyek me kurdan heye ku li hemberê berxwedana me sîyasetek neteweyî heye. Êrîşa ku di 2’yê Gulanê de hikûmeta Iraqê bir ser Şengalê, di çarçoveya reşkirina îradeya Şengalê bû. Lê ew hewildan bi têkoşîn û berxwedana jinên êzdî vala hate derxistin.”
 
‘DEWLETA TIRK PARÇEBÛYÎNA IRAQÊ JI BO ÊRIŞÊN XWE BIKARTÎNE’
 
Ragiyan, anî ziman ku li Iraqê parçebûyînek mezin heye û ev yek li her herêmê bêserûberiyekê bi xwe re tîne û wiha domand: “Dewleta tirk ew parçebûyîna di nav Iraqê de ji bo êrîşên xwe wek finsendek dibîne. Li wê derê li ser welatiyan polîtîkayê tirsandinê jî tê pêş xistin. Leşkerên Iraqê li Kerkûkê dagirker lê li Şengalê rizgarker tên hesibandin. Rastiyek li Iraqê heye ku ev çend sal in, siyaseta wê bi deste dewleta Îran û dewletên netew tê meşandin. Îradeyek Iraqê ya bi xwe nîne. Kurd li Bexdayê sîyasetek rast nameşînin. Sîyasetek birçîkirinê heye.”
 
SERKEFTIN DI DEMEK NÊZÎK DE YE
 
Ragiyan, di dawiya xaftina xwe de anî ziman ku hesabên petrol û qaza xwezayî dibe sedema kûrbûna şer û got: “Di sala 2013’an de di navbera Tirkiyeyê û Herêma Kurdistana Federal de ji bo enerjiyê peymanek hate îmzekirin. Li gorî vê peymanê, ev rêya xeta boriyê ku bi 400 milyon dolaran hatibû çêkirin, di 15’ê Mijdara sala 2013’an de hate temamkirin. Ji sala 2014’an ve jî petrola Herêma Kurdistanê li ser vê xetê derbasî Tirkiyeyê dibe. Kurdistan ji ber ku herêmek e ne ji aliye peymanên wek welatekî serbixwe ve cih digire. Ji ber wê jî bi gefên hêzên leşkerî, Bexda daxwaz ji partî dike ku dest ji van rêkeftinan berde. PDK vê yekê qebûl nake, ji ber ku hemû gendelî wê derkeve holê û ev jî bibe sedema bidawîkirina jiyana wan a siyasî. Ev peymanên neftê bi kêrî miletekî nayên, lê bi kêrî hindikahiyek piçûk a endamên partiya wan tê. Bêyî van dolarên petrolê partî nikare hefteyekê jî bimîne. Xwepêşandan rabûne û hinek kes wan weke şoreşekê dihesibînin. Serkeftin di demek nêzîk de diyar e."
 

Sernavên din

16/05/2022
09:11 ‘Serkeftina li Şengalê, serkeftina li Zapê ye’
09:11 ‘Xeta hevkariyê zirarê dide destkeftiyên gelê kurd’
09:10 Ji girtiyê 30 salan re pirsa ‘poşmantiyê’ kirin: Berdana wî 3 mehan hate taloqkirin
09:09 Biryara Îstînafê: Tevlîbûna cenazeyê endamê rêxistinê ne sûc e
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2022'YAN
15/05/2022
22:09 Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin
21:35 Li Dêrsimê kesek hate girtin
21:25 Kujerê Sakîne Kultur hate girtin
21:01 Dayika Aştiyê Turkiya Îldem jiyana xwe jidest da
20:47 Zarok Ma’yê bi zarokan re Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
20:24 Şaredariya AKP’î konsera Dogan betal kir
20:06 Eceyê ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî hate definkirin
19:14 Li Amedê daxuyaniya hevpar hate dayîn: Divê kurdî bibe zimanê perwerdeyê
17:56 Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî bi coş hate pîrozkirin
17:27 Ji ber kuştina Kultur 3 kes hatin binçavkirin
17:16 Encamên 9'emîn pêşbirka Arjen Arî diyar bûn
16:52 Kurd ji bo zimanê xwe li qadan e
15:41 Panela Hiquq û Ziman: Divê em zimanê xwe teslîmî zarokan bikin
14:37 Li Bestayê dîmenên talanê hatin kişandin
14:11 Ji Ciwanên Xwendekar ên Welatparêz komxebata rêxistinkirinê
13:50 Ciwanên HDP'î bi şahiyekê hatin cem hev
13:17 Ji ber dorpêça leşkeran 35 mal ji gund derketin
12:13 Bîlançoya mehekî ya Şerê li Başûr
11:25 Qeyûm parqa ku ji jinan re hatibû veqetanadin kir cafe
11:13 Malbata Şenyaşar banga vekirina doza nexweşxaneyê kir
10:51 Li Duhokê agir bi wargeha êzidiyan ket
10:47 Di qada cemaweriyê de kurdî tuneye!
09:30 Qedexeya zozanan û bihabûnê pişta sewalvaniyê şikandine
09:29 Midûrên biqusûr ên Melîh Gokçek anîne Mêrdînê
09:28 Dengbêjên jin: Duh tahdeya mêr, îro jî ya dewletê
09:16 Malbatên dest ji cerdevantiyê berdan: Wan çekên xwe deynin û dev ji bêbextiyê berdin
09:15 Ji dayikên berxwedêr ên Şengalê Kinê Xidir: Em ê Şengalê bo xayînan nehêlin
09:14 Ji mala şewitî têkoşîn û wêneyek wî ma
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2022'YAN
14/05/2022
22:11 Li Silopiyayê jinek hat qetilkirin
21:57 Li Ewropayê êriş hatin şermezarkirin
21:12 Li Amedê dê 'Meşa Ziman' bê lidarxistin
20:20 Li Amedê esnafekî xwe kuşt
19:15 Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir
18:49 Farqînê Serê Gulanê pîroz kir
18:30 Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin
18:00 Polîsan cenazeyê Aysel Doganê revand
16:21 Saziyên çand û ziman: Werin em ji bo ziman, çand û welatê xwe bibin xelek
16:14 Cerdevan li baregehên xwe bêserûber guleyan li derdorê direşînin
16:05 Girtiyê nexweş bi hinceta ‘qawîşa girtiyan’ tune ye nehat emeliyatkirin
16:04 'Divê ku berxwedana li dijî asîmîlasyonê berdewam bike’
15:45 Ji bo girtiyê nexweş Yagmakan banga berdanê hat kirin
15:26 ‘Bila girtiya nexweş Ekîm Polat bê dermankirin’
15:08 ÎHD’ê xwest kujerên xwendekarên zanîngehê bên cezakirin
15:03 Girtiyê nexweş Abdullah Ece kelemçekirî hatiye tedawîkirin!
14:52 Şerê li Çiyayê Gabar dijwar bû
14:43 Dayikên Şemiyê xwestin ku faîlên Orhan bên darizandin
14:29 Polîsan êrişî merasîma cenazeyê Aysel Dogan kir
14:21 Li Amedê TUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:04 Xizmên Windayan xwestin kujerên Avşar û Ozalp bên dîtin
13:45 Banga Rêya Sêyemîn li hêzên demokrasiyê kirin
13:24 Girtiyê nexweş Abdullah Ece jiyana xwe ji dest da
13:09 HDP’ê Konferansa Herêma Egeyê li dar xist
12:32 Hevalê qawîşê yê Çar Şoreşgeran: Rewşa îro ji ya wê demê talûketir e
12:27 KNK'ê banga xwedî derketina perwerdehiya bi kurdî kir
12:12 Temel: Divê Ocalan bigihîje azadiya xwe
11:34 Bîrkîlî: Tirkiye peymanên ziman binpê dike
11:13 Malbata Şenyaşar: Em ji we ne nêzikatiyeke cuda lê edaletê dixwazin
10:53 Jîno Reşîd: Divê jinên kurd li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin
09:43 Xelkê Amedê: Werin em di 15’ê Gulanê de ji bo zimanê xwe bi hev re bimeşin
09:25 Cerdevanê ku ji qada şer vegeriya: Gelek leşker tên kuştin
09:08 Ji Azadiya Welat hînî kurdî bû û îro jî mamoste û nivîskar e
09:07 Jinên li dijî bişaftinê li ber xwe didin: Zimanê me nasnameya me ye
09:06 Ji bo Hatîce Ay a 73 salî axaftina bi kurdî helwesteke polîtîk e
09:05 Jinên TJA'yî: 40 sal in em nebûne aliyê têkçûyî, em ê cardin bi ser bikevin
09:05 Di 28 mehan de 24 êrişên bi SÎHA'yan: 31 mirî, 35 birîndar
09:04 Heso Îbrahîm: PDK û Tirkiye ji statûya Şengalê ditirsin
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2022'YAN
13/05/2022
22:41 Li Mêrdînê bera sercerdevanekî dan
22:32 Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê: Eskerek mir
22:12 3 girtî sirgûn kirin
22:01 Li Amedê dîwana dengbêjan hat danîn
20:56 Li Silopiyayê mamosteyê dest dirêjî xwendekaran kir hat girtin
19:51 Kişanak: Em ê rejîma azadîxwaz ava bikin
19:05 Cenazeyê dayika Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar hat veşartin
16:39 Li 5 gundên Geverê operasyona leşkerî dest pê kir
16:14 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî!
15:45 Li Şirnexê di nava hefteyekê de nêzî 40 kes hatin binçavkirin
15:40 TTB'ê banga mitîngê kir
15:20 Endamên DÎAYDER’ê: Em ji ber baweriya xwe tên darizandin
14:29 Rakirina ceh bû xema giran: 55 donima erd toneke ceh neda
14:29 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê konferansên xwe yên herêma Ege û Serhedê pêk anîn
13:42 Li Somayê 301 karkerên madenê hatin bibîranîn
13:29 Seydaoglu: Hişê Ayverdî ne li serê wê ye
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:09 Malbata Şenyaşar: Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin îstîfa kirin şeref e
13:08 Ji ber Edliyeya Amedê bang: Dev ji polîtîkayên pişaftinê berdin
13:04 HDP: Polîtîkaya desthilatdariyê ji bo astengdaran xizanî û zehmetiyan tîne
13:04 Muhîmatên ku tên avêtin tehlûkê çêdikin
13:03 Pirtûka 'Çîrokên Şêwra Ermenan' bi tîpên latînî wergerî kurdî hat kirin
12:51 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn hate dîtin
12:50 HDP: Me Komkujiya Somayê ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin!
12:35 Ji Geverê leşkeran dibin ser sînorê Başûrê Kurdistanê
12:30 HSD'ê bîlançoya êrişên Tirkiyeyê eşkere kir