‘Ev pêvajo pêvajoya berxwedana jinê ye’

  • jin
  • 09:08 21 Gulan 2022
  • |
img

ŞIRNEX - Hevseroka Şirnexê ya HDP’ê Sabuha Akdag, destnîşan kir ku di pêvajoyên şer de ên herî zêde hedef tên girtin jin in û got: “Heke em her qadê veguherînin qada têkoşînê, em ê bi ser bikevin. Ev pêvajo pêvajoya dema berxwedana jinê ye.” 

Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê berdewam dikin. Bertek û nerazîbûnên li hemberî van êrişan jî her diçe zêdetir dibin. Ev êrişa ku bandorê li hemû qadên jiyanê dike, bêguman bandorek mezin li jinan jî dike. 
 
Hevseroka Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sabûha Akdag anî ziman ku êriş çi qas zêde bibin wê jin jî têkoşîna xwe mezintir bikin. 
 
‘JIN HEDEF TÊN GIRTIN'
 
Akdag diyar kir ku ji parçeyên şer yek jî koçberî ye û li herêmê bi salan e bi polîtîkayên şer welatî tên koçberkirin. Akdag got: “Gelê kurd ne xerîbê  ji pêvajoyên şer e. Bi salan e li dijî me şer, tundî û polîtîkayên qirkirinê têz meşandin. Herî zêde jî bi koçberkirinê ev polîtîkayan bi rê ve dibin. Bi vî awayî bi demografya şêwaza jiyana mirovan tê listîn. Bêguman herî zêde jî jin bandor ji vê yekê digirin. Bi vê yeke jin rastî destdirejî û tundiyê tên, her wiha piştî ku tên koçberkirin jî bi pirsgirêkên cur bi cur re rû bi rû dimînin. Bi taybetî ji ber sedema hişmendiya serdestiya mêr û xwesteka serweriya li ser jinê di şeran de jin hedef tên girtin. Jin li her derî bi heman pirsgirêkê re rû bi rû dimînin.” 
 
POLÎTÎKAYÊN ŞER Ê TAYBET
 
Akdag destnîşan kir ku jin jî li dijî zêdebûna êrişan berxwedan û têkoşîna xwe mezintir dikin û wiha axivî: “Ji salên borî heya niha jin bandorek mezin ji şeran girtine û hê jî digirin. Di pêvajoyen şer de jin her çi qas bibandor bibin û rastî êrişan werin jî li hemberî wê berxwedanek heye û têkoşînek mezin tê kirin. Desthilatdar baş dizane ku têkoşîn û berxwedana jinan wê pergala wan têk bibe. Loma di şer de herî zêde jinan hedef digire. Bi vî şiklî tê xwestin ku deskeftî û keda jinan a bi salan twere tunekirin. Her wiha di pêvajoyên şer de li herêmê bi giranî polîtîkayên şer ên taybet tên meşandin. Polîtîkayên şerê taybet li herêmê bi armanca şikandina vîn û êrîşên li dijî rûmetê tê pênasekirin.”  
 
BERXWEDANA BI PÊŞENGIYA JINÊ
 
Akdag bal kişand li ser şoreşa li Rojavayê jî û anî ziman ku şoreşa jinan a li Rojavayê îro ji bo hemû pêvajoyên şer ronahî ye. Akdag got: “Li Rojavayê şoreşek jinê pêk hat û ev şoreş ji bo hemû cîhanê bû mînak. Ruhê têkoşînê ya jinê li seranserê cîhanê belav bû. Li her qadê têkoşînek bi rêxistinbûyînî pêk anî. Ev şoreş da xuyakirin ku li dijî van pêvajoyên şer yekitî û rêxistinbûyînek mezin serkeftinek bi xwe re tîne. Niha jî di vê pêvajoyê de em herî zêde berxwedana jinên Şengalê dibînin. Li dijî êriş û dijminê xwe xistine wek mertal. Di salên borî de gava êrişî Şengalê hatibû kirin, jinên Şengalê nerêxistinkirîbûn û neçar bûn. Lê niha Şengalê xweseriya xwe ava kiriye û berxwedanek li dijî dagirkeriyê pêş xistiye. Ew berxwedan jî bi pêşengtiya jinê tê kirin. Gelê Şengalê êdî baş dizane axa xwe biparêze. Loma di pêvajoyên şer de li şûna koçberkirin an jî paşdegavavêtinê berxwedan û têkoşînê pêş dixînin. Divê ew berxwedana li Şengalê li hemû deverên herêmê li dijî şer bikeve meriyetê.” 
 
‘DEMA BERXWEDANA JINÊ'
 
Akdag di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dê jin li gorî pêvajoyê tevbigerin û têkoşînek bi rêxistinkirî bidin meşandin û got: “Li dijî vî şerî divê pêngavek were avêtin. Ên herî zêde bandorê ji vî şerî digirin jin in, loma herî zêde jin li ber vî şerî radibin. Em bawer dikin ku dê bi têkoşîn û berxwedana jinê serkeftin pêk were. Li şûna koçberkirinê berxwedan tê bijartin. Em di pêvajoyek gelek giran re derbas dibin. Em hemû hay ji girîngiya pêvajoyê hene. Li dijî her cûreyê şer em jin têkoşîna xwe mezinir dikin û bi qasî ku ji destê me bê em ê ji vê pêvajoyê re bibin bersiv. Divê em ji her aliyî ve xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe mezntir bikin. Bang li hemû jinan dikim ku heke em li her derî bitêkoşin em ê bi ser bikevin. Ev pêvajo dema berxwedana jinan e."
 
 

Sernavên din

23/05/2022
16:46 Xelkê Girê Spî li dijî projeya Tirkiyeyê dest bi kampanyaya îmzeyan kir
16:46 Qeyûmê Amedê, qeyûmê Sûrê kir sekreterê xwe
16:45 Li Bestayê talan li Cûdî jî qedexe didome
16:41 Li Wanê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
16:26 Di danişînê de biryar hate dayîn ku polîsî bi darê zorê bînin dadgehê
16:23 Cenazeyê Zekî Çelebî ji Silêmaniyê şandin Wanê
16:15 Cenazeya endama YJA-STAR’ê Kiliçoglu piştî 9 mehan hat veşartin
16:01 Beştaş: Ocalan projeyên demokratîk pêşkeş dike
15:40 Polîsan li Nisêbînê avêt ser dawetekê
15:40 Cezayê ragihandinê dan girtiyên ku Komkujiya Helebçeyê şermezar kirin
15:15 Rojnamevanên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê bertekeke hevpar dan
15:03 Di doza Can de wê ji nû ve rapora ATK'ê bê xwestin
14:44 Li Stenbolê kampanya li dijî bihabûnê hat destpêkirin
14:34 Hejmara kesên li Êlihê hatine binçavkirin derket 5’an
14:33 Erdogan: Em nikarin danekirinên Swêdê ji bîr bikin
14:27 Li Lice û Pasûrê operasyona leşkerî: Cilên şivanan li cerdevanan kirin
14:20 Êlihiyan îhaleya qeyûm protesto kirin
14:14 Mahsûn Abakay ku Pinar Kizil kuştibû hat binçavkirin
14:11 Li 7 gund û mezrayên Bedlîsê qedexe hat ragihandin
14:01 Ji dengbêj Seîdê Goyî albûma ‘Stranên Dilê Min’
14:00 Pekoz bi pirsekê pêşniyazpirs da Bozdag
13:59 Dêrsim Dag: Bi Topal Osman re hûn dixwazin çi peyamê bidin?
13:57 Daxuyanî û nûçeyên ‘operasyona şikeftê’ derew derketin
13:15 73 sal ceza li torbê ku polisan li erdê dît birîn!
12:56 Sercerdevanê ku Remziyeyê kuştiye gelek sûc kirin e
12:54 Ji bo çekên kîmyewî bang li NY’yê kir: Bila ji bo Tirkiyeyê jî komîsyon bê avakirin
12:34 Li Îranê serhengê Mihafizên Şoreşê hat kuştin
12:30 Malbata Şenyaşar hat xelatkirin
11:58 Polîsan ji stranbêjên kurd re gotiye: Hûn bi kurdî stranan bêjin hûnê rastî êrişan werin
11:42 HDP: Em ê hesabê windakirina di bin çavan de bipirsin
11:41 Ji 48 kesên hatibûn binçavkirin 31 jê hatin berdan
11:28 Li Mêrdînê wesayîtekê qeza kir û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:17 ‘Tirkiyeyê çav berda ye xaz û nefta Kurdistanê’
11:06 Rojnameger Ermîş: Tirkiye hewl dide li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê wîlayet ava bike
11:03 Li Êlihê rêveberek HDP’ê hat binçavkirin
11:02 Li Qileban, Pasûr û Liceyê bagera tozê rabû
10:46 ‘Tîma Xencerê’ ji nû ve hat çalakkirin
10:19 Hevseroka KNK'ê Murad: Dixwazin bi van êrişan di 2023'yan de Lozanek din çêbikin
09:24 Dengbêj bi kilamên xwe bersiva hevkariya şer didin
09:24 Derbarê jinên ku tundî li wan hat kirin de doz hat vekirin
09:23 Ji budçeya Şaredariya Amedê alîkarî dane baregeha leşkerî!
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2022'YAN
22/05/2022
22:20 Endamên SGDF’ê serdana malbata Poyraz kirin
20:34 Li Mêrsînê Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê hat vekirin
20:07 Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû: Em ê bi awayek mezin bi ser bikevin
19:44 Polîsan bi awayek tund êrişî endamên Weqfa Furkanê kir
18:24 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Başûr hat protestokirin
16:18 Ciwanên HDP'î: Em ê bi mezinkirina têkoşînê bersivê bidin faşîzmê
16:02 Şerê li Başûr dijwar dibe: 15 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
15:15 Cerdevan sewqî Heftanînê tên kirin
14:54 'Sedema krîzên ekolojiyê desthilatdarî bi xwe ye’
14:24 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
14:23 Nivîskar Asli Erdogan rakirin nexweşxaneyê
13:40 El Xezelî: Tirkiye û PDK’ê ji bo dagirkirina Şengalê li hev kirine
13:29 Ciwanê li Mexmûrê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûyî jiyana xwe ji dest da
12:40 Xizmên tecawizkar gefa 'nasên me yên AKP'î' hene' li malbatê xwar
12:16 11 salan li pey şopa kurê xwe ket: Dev ji lêgerîna wan bernedin
11:21 Malbata Şenyaşar: Xelkê Rihayê şahidê her tiştî ye
11:11 Cerdevanên li sînor tên girtin: Di şer de pêşketin tune ye û me weke amûr bi kar tînin
10:55 Dema birîn goreyek li piyê wî bû û hestiyên wî 23 sal piştre hatin dîtin
10:23 ‘Tevî zilmê jî me cerdevanî qebûl nekir û bila cerdevan ji xwe şerm bikin’
09:49 Şêniyên Mexmûrê: Tirkiye her ku têk diçe êrişî sivîlan dike
09:38 Li Xîzanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
09:35 Şêniyên ser sînor: Di salên 90’î de gundên me şewitandin û niha jî qedexe dikin
09:10 Fermandarê ku Gorur kuştî dê bê darizandin
09:08 Qeyûm dê AVM ya bi 635 milyon TL'yan bi 150 milyon TL'yan bifiroşe
09:06 Keskîn: Qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re dijqanûnî ye
09:05 'Em ê bi tijekirina eywanan bersiva qedexeyan bidin'
09:02 Amedî: PDK berbayê lîstika AKP-MHP'ê dikeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2022'YAN
21/05/2022
23:51 Li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê êrişeke bi fuzeyan
23:46 Ehmed: Helwesta kurdan a li ber qirkirinê divê yek be
23:06 Li Şirnexê 2 kes hatin berdan
21:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan greva birçîbûnê
20:46 Roja ewil a Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
20:03 Dag: Ên herî zêde li hember vê pergalê têdikoşin ciwan in
17:18 Ji bo nexweşê KOAH’ê yê 67 salî Yilmaz banga ‘berdana bilez’ hate kirin
16:57 Faîlê ku hewl da dest dirêjî zarokê 7 salî bike hat girtin
16:56 ‘Zimanê kurdî hêdî hêdî dikeve bin bandora zimanên serdest’
16:45 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Hûn ê me teslîm negirin
16:29 Ji bo girtiyê weremî banga berdanê kirin
15:59 Di hefteyekê de cenazeyê 20 leşkeran anîn qereqolê
15:52 Xizmên girtiyan hatin gelhev: Em têkoşînê mezin bikin
15:51 Zarokê ku wesayîtê lê da jiyana xwe ji dest da
15:41 ‘Desthilat bi zordariyê hebûna xwe didomîne’
15:18 Di hefteye windayan de qurnefîl avêtin behrê
15:13 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin
14:45 Di kongreya xwe BASK-DER’ê de banga têkoşîna li dijî tecrîdê hate kirin
14:00 Malbata Şenyaşar: Edalet dê bi yekbûna kesên wê dixwaze re pêk were
13:53 Xizmên windayana aqûbeta 3 kesên ji heman malbatê hatibûn windakirin pirsîn
13:47 Balafireke dewleta tirk li Mexmûrê bi wesayîtekê da
13:33 Nasnameya 2 kesên di êrişa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dan aşkere bû
13:02 Banga Bûldan a li muxalefetê: Sekneke demokratîk a wêrek nîşan bide
12:44 Girtina ciwanan hate şermezar kirin
12:24 Di êrişa bi çekên kîmyewî de 8 HPG’iyan jiyana xwe ji dest da
11:32 Operasyona leşkerî ya li çiyayê Cûdî didome
11:16 Li Duzceyê 2 jê gardiyan 16 kes hatin binçavkirin
11:16 Bijîşk Şeyma Bîran di mûayenexaneya xwe de hate qetilkirin
11:05 Li Şaredariya Kadikoyê 32 kes hatin girtin
10:54 Polîsên bi unîformayê Heyvasor piştî ‘alîkariyê’ sîxurtî ferzkirin