'Dixwazin bi darê zorê penaberan li erdnîgariya Kurdistanê bi cih bikin'

  • rojane
  • 09:17 25 Gulan 2022
  • |
AMED - Desthilatdariya AKP-MHP dixwaze ji bo guhertina demografiyê rojavayê Kurdistanê bi milyonan penaber li wi bi cih bike. Rêveberê Komeleya Lêkolîn û Çavdêriya Koçê ya Mezopotamyayê  Mîrza Korkmaz têkildarî mijarê axivî û got: “Bi darê zorê penaberan li erdnigariya Kurdistanê bi cih dikin.” 
 
Ji sala 2011’an vir ve ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê bi milyonan kes mal û milkê xwe hişt û koçberî her aliyê cîhanê bûn. Li gorî Serokatiya Rêveberiya Koçberiyê 3 milyon û 762 hezar û 385 welatiyên ji Sûriyeyê li bajarên Tirkiyeyê bi cih bûne. Desthilatdariya AKP’ê penaberên Sûriyeyê ji bo berjewendiyên xwe heta îro bi kar anî. Her wiha tê gotin gelek penaberan wek hêzên paramîlîter perwerde kir û Tirkiyeyê wan şandiye şerên li Karabag, Lîbya û herî dawî jî şandiye şerê li dijî axa başûrê Kurdistanê. Di heman demê de penaberan wekî di kar û barên erzan de tên xebitandin û tu ewlehî û mîsogeriya karkerên penaber nîne. 
 
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di serê meha gulanê de diyar kir ku dê milyonek penaber bişînin Sûriyeyê û li wir bi cih bikin. Bi vê yekê re AKP polîtîkayên taybet li ser Sûriyeyê dimeşîne, armanc dike ku penaberan li bajarên Girê Spî, Efrîn, Serêkaniyê, Cerablûs û Ezazê bi cih bike. Tê gotin ku AKP bi vê yekê dixwaze demografyaya rojavayê Kurdistanê biguherîne.
 
Li dijî van polîtîkayên îktîdara AKP’ê ku dixwaze li ser penaberan bike, nerazîbûn tên nîşandan. Reveberê Komeleya Lêkolîn û Çavdêriya Koçê ya Mezopotamyayê Mîrza Korkmaz têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. 
 
 
Bi domdarî Korkmaz da zanîn ku di 2011’an de dema şerê navxweyî yê li Sûriyeyê dest pê kir heta îro tiliya AKP’ê tê de heye û wiha got: “Koçberiya ku çêbû bi destê dewleta tirk çêbû. 4-5 milyon koçber hatin Tirkiyeyê anku polîtîkayeke bi zanebûn hat birêvebirin. Di dawiyê de ji 2015’an şûnve gelek bajarên Rojava wek Serêkaniye, Efrîn û Girê Spî wisa dagirkirin û niştecihên li wir hemû koçber kirin û qetlîamek mezin pêk anîn. Niha jî dixwazin kesên ku 10-12 sal in hatine Tirkiyeyê, wan bişînin wê derê û wir bicih bikin.” 
 
‘DIXWAZIN XEYALÊN XWE OSMANÎ BIXIN MERIYETÊ’
 
Korkmaz di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê bi van polîtîkayan dixwaze guhertinekê li heremê çêbike û wiha axivî: “Armanca wan a herî mezin ew e ku guhertineke mezin li heremê çêkin û dixwazin bi van polîtîkayan xeyalên xwe yên Osmanî bixin meriyetê. Jixwe walî tayînî wan bajaran kirine û bi zanebûn dixwazin bikin bajarên Tirkiyeyê. Derket holê ku yek ji armancên wan ên mezin, guhertina demografyaya Kurdistanê ye. Hinek hêzên nawneteweyî jî girtiye pişt xwe, anha jî koçberên ku hatine vir dixwazin bi darê zorê di nava erdnigariya Kurdistanê de bi cih bikin.” Korkmaz bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê ku dixwaze penaberan ji bo berjwendiyên xwe bi kar bîne û wiha got: “Dixwazin li dijî polîtîkaya li ser Rojava û başûrê Kurdistanê penaberan li hemberî Ewropayê bi kar bînin. Derî vekirin lê pênaberan jiyana xwe ji dest dan. Polîtîkaya wan a ji bo penaberan pir qirêj e, ne jidil e.” 
 
‘DIXWAZIN DI NAVBERA KURD Û EREBAN DE NAKOKÎ DERKEVIN’ 
 
Di berdewamê de Korkmaz bi lêv kir ku di sedsala 20’an de heta îro dewletên serwer li ser erdnigariya Kurdistanê polîtîkayên pişaftin û guhertinê meşandine û wiha domand: “Niha li Rojava pergaleke aştiyane û aram hatiye avakirin. Kurd, ereb û gelên din bi hev re di nava jiyana wekhev de dijîn. Tirkiye dixwaze aramiya herêmê xera bike û penaberan bibe li wir bi cih bike. Dixwazin di navbera jiyana azad a bi hev re şer û nakokiyan derxin. Di bin navê ‘parastinê’ de vê yekê dikin û dixwazin wir bikin bajarên Tirkiyeyê.” 
 
‘MAFÊN PENABERAN PAŞGUH DIKIN' 
 
Korkmaz destnîşan kir ku li dijî penaberan polîtîkayên derhiqûqî û derqanûnî tên meşandin û wiha berdewam kir: “Qanûn û hiqûqa navneteweyî ya penaberan ji holê rakirine. Ji ber vê yekê kes nizane çend penaberan kirine hemwelatiyên Tirkiyeyê. Nayê zanîn ku wê çiqas penaber di hilbijartinan de biçe ser sindoqan. Nayê zanîn ku çend penaber tên xebitandin. Desthilatdarî ji bo ku xwe li ser lingan bigire di her warî de polîtîkaya şer dide meşandin. Wisa xuya dike ku koçberan jî ji bo vê yekê bikar tîne. Mafên koçberan li ber çavan nayê girtin. Îktîdar ji bo pergala xwe û berjwendiyên xwe tevdigere.” 
 
‘SEDEMA KOÇBERIYÊ ŞER E’
 
Herî dawî Korkmaz bal kişand ser nêzîkatiya Ewropa û qada nawneteweyî ya ji bo penaberan û ev tişt anî ziman: "Tevahiya cîhanê li ser koçberan nîqaşan dike. Penabertî, pirsgirêka hemû cîhanê ye. Lê polîtîkayên ku ji bo berjewandiyên penaberîyê xurt bikin û mafên wan biparêzin nîne. Bi hezaran penaber li behran jiyana xwe ji dest didin. Lê mixabin kes vê rastiyê nabîne. Pergala kapîtalîst û serwer bi her awayî piştgiriya rejîma Tirkiyeyê dike. Di derxistina gelek şeran de tiliya qada navneteweyî heye. Niha jî ev şer li dijî Başûr û rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Ewropa jî li dijî vê yekê li gorî berjwendiyên xwe tev digere û dengê xwe nake. Divê her kes û aliyên xwedî wijdan û demokratîk li dijî polîtîkaya şer û penabertiyê derkevin.” 
 
 

Sernavên din

11/10/2022
16:31 59 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:13 HPG’ê têkildarî ‘operasyona MÎT’ê’ daxuyanî da
15:55 Doza hevserokên HDP’a Esenyurtê hat taloqkirin
15:49 Çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya li ber KE’yê di roja 2’yemîn de ye
15:42 ‘Girtiyên nexweş di hucreyên yekkesî de tên ragirtin’
15:20 Sancar: Sedema êrişên hovane tirsa wan a ji têkoşîna gelê kurd e
14:43 Tevî biryara DMME’yê jî doza parlamentera HDP’ê nehate betalkirin
14:05 Dozger ji bo cerdevanê tecawizkar mutala xwe eşkere kir
13:50 Serokên 6 Baroyan ji bo kampanyaya zarokê nexweşê SMA’yî bang kirin
13:46 Cenazeyên HPG’iyan 16 roj in li ATK’ê tên rawestandin
13:30 HDP ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya: Li dijî êrişan xwedî sekin bin
13:00 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
12:29 Malbatên girtiyan bang kir: Ji destê partî û saziyan çi were divê bikin
12:18 Emîne Şenyaşar: Yê ku ji xwe re dibêje insan li dijî vê zilmê bêdeng namîne
12:17 18 kesên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:14 Li Girtîgeha Kîlîsê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin
12:13 LaWje ji bo Jîna Emînî strî: Keça Kurd serî rake
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:12 Danişîna doza midur û edîtorê Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
11:28 Nagihan da pey şopa ‘reng û dengê jinan’ û hafiziyek ava kir
11:19 Li Antalyayê 6 xwendekar hatin binçavkirin
10:35 Dê cenazeyê Nagihan Akarsel sibe bişînin Enqereyê
10:26 Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin 14 roj in di rojiya mirinê de ne
10:24 ‘CPT’yê fikarên civakê ji holê ranekirin’
09:07 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Xwedîderketina li berxwedana Rojhilatê erkeke neteweyî ye
09:06 Kesên qetilkirina Poyrazê diparêzin nayên vekolandin
09:03 Kûlû: Gotinên Erdogan projeya tunekirina elewîtiyê ye
09:02 Prof. Abbas Valî: Çalakiyên li Îranê hîmê rejîmê hejandin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:54 Hikûmeta alman bersiva pirsa Îmraliyê da: CPT jê berpirsyar e
10/10/2022
21:36 Li Kadikoyê bîranîna 10'ê Cotmehê: Dê hesab ji kujeran bê pirsîn
20:56 Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî
20:19 Li Amedê 35 kes hatin berdan
20:07 Platforma Ked û Demokrasiyê Komkujîya Enqereyê şermezar kir
17:46 Kesên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:21 Kampanyaya #XwebûnNûbûne tê destpêkirin
17:07 20 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:04 Rojnamevan Tûray: Di wesayîta rîngê de li me dan
16:33 Endamê Meclisa HDP’ê Kaçar jiyana xwe ji dest da
16:25 ‘Êrişa li Eksîk ê HDP’î hatiye kirin binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
15:52 Xwendekarê lîseyê ku kete qenala avê jiyana xwe ji dest da
15:43 Ji bo Okmen mewlîd hate dayîn
15:38 104 kes li gelek navendan hatin bibîranîn: Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide
14:18 Postera Nagîhan Akarselê ya mezin hate daliqandin
14:13 Du kesên di doza Şenyaşar de hatibûn girtin hatin berdan
13:46 Cangoriyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn
13:00 Ji bo endamê HPG’ê Kûrtûlûş mewlîd hate dayîn
12:52 Malbatên girtiyan ên cara duyemîn hatin Enqereyê: Bila partiyên siyasî gavan biavêjin
12:10 Bavê Tedîk: Teqez em ê bîrdariyekê li Qada Garê çêbikin
11:39 Nagîhan Akarsel li mala lê ji dayik bû hate bibîranîn
11:22 Eksîk ê HDP’î ku di êrişa polîsan de linge wî şikestibû emeliyat bû
11:14 Erol ê di komkujiya 10'e Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn
10:49 Li Nîjeryayê keştî noq bû: 76 kes jiyana xwe ji dest dan
10:44 Tevî serlêdanan jî cismên leşkerî nayê îmhakirin
10:36 Li Kîevê li ser hev teqîn pêk hatin
10:19 Ji çar aliyên cîhanê ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin
09:54 Oremar: Şoreşa jinê ya bi pêşengtiya Ocalan rêya serkeftinê ye
09:30 20 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:00 Di doza Denîz Poyraz de kujer hat parastin, jêpirsîn nehat kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:39 Walitiyê tundiya polîsan parast: Xwe avêtin erdê
09/10/2022
23:55 Li Stenbol û Wanê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:08 Li Qoserê mamosteyek li xwendekarê xwe da
21:43 Amedspor di deplasmana Çorûmsporê de 2-0 bi ser ket
21:19 Li avahiyek Kadikoyê teqîn: 3 kes mirin
21:00 Nûçegihanên me Dal û Îbrahîmoglû hatin berdan
20:36 Yilmaz Atlig piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:25 Li hin bajarên bakurê Kurdistanê baroyan kongreyên xwe li dar xistin
19:43 Li Stenbolê 42 kes hatine binçavkirin
19:30 Nûnerên partî û saziyan çûn serdana şîna Şik û Kûrtûlûş
18:26 Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be
17:44 Di çalakiyên 9’ê Cotmehê de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin
17:40 'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’
17:35 Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket
17:17 Di êrişên polîsan de 4 rojnameger hatin binçavkirin
16:54 Di êrişa polîsan de lingê parlamenterê HDP’ê şikest
16:49 Tevî dorpêça polîsan jî şermezar kirin: Em ê tecrîdê jî faşîzmê jî bişikînin
16:49 Li Amedê komplo hat şermezarkirin: Çareserkirina krîzan bi Ocalan pêkan e
16:12 Bi hezaran kesan li Dêrikê komplo şermezar kir
15:18 Li Geverê polîsan êriş meşê kir: 20 kes hatin binçavkirin
15:15 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
15:01 Cemîl Taşkesen hat berdan
14:54 Komplo li Dîlok û Semsûrê hat şermezarkirin
14:18 Rêveberiya Xweser: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û hesabê bipirsin
14:08 Li Girtîgeha Alanyayê 5 girtî hatin sewqkirin
14:08 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meş: Em soz didin ku heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
13:40 HDP: Bi tecrîda li Îmraliyê re dengê aştî û çareseriyê tê qutkirin
13:23 Li Beylîkduzuyê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
13:16 Li Qamişlo û Hesekê bi hezaran kes li dijî komployê daketin qadan
12:16 Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên Tirkiye û Îranê komîsyon ava kirin
11:24 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re barîkatan derbas bikin
11:21 Ciwanên Welatparêz Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin
11:13 Ji bo nexweşxaneya veguherî ‘projeya hilbijartinê’ îhaleyeke nû hate kirin
10:54 Abdullah Ocalan: Xetereya qirkirinê li ser êzidiyan heye, divê xwedî lê were derketin
09:44 Nivîskar û rewşenbîrên navdar: Ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin
09:17 Keça girtiyê nexweş Ozkan îşaret bi biryara Erdogan kir: Edalet divê ji bo her kesî be
09:16 ‘DAIŞ xwe li Serêkaniyê û Girê Spî birêxistin dike'
09:02 'Jin divê piştgiriya Tifaqa Ked û Azadiyê bikin'
09:01 8'emîn Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike: Va Cûdî û va ye ev ax!
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2022'YAN