Li Efrînê li dijî 'guhertina demografiyê' meşeke girseyî

  • rojane
  • 21:35 25 Gulan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrînê bi dirûşmeya "Guhertina demgorafî, avakirina avahiyên mêtîngeriyê û vegerandina penaberan sûcek li dijî gelên herêmê û dîroka wê ye" meşek girseyî hat lidarxistin. 
 
Li Efrînê bi dirûşmeya "Guhertina demgorafî, avakirina avahiyên mêtîngeriyê û vegerandina penaberan sûcek li dijî gelên herêmê û dîroka wê ye" meşek girseyî hat lidarxistin. Kurd, ereb û tirkmen tev li meşê bûn. Meş ji rêya di navbera gundê Wehşiya û navçeya Fafînê dest pê kir. Di meşê de pankartên li ser "Guhertina demgorafî, avakirina avahiyên mêtîngeriyê û vegerandina penaberan sûcek li dijî gelên herêmê û dîroka wê ye", "Na ji komployên Tirkiyê û avakirina mêtîngehên nîjadperestî", "Hilweşe dagirkeriya tirk, bikeve Erdogan", "Bijî Sûriya demokratîk" û "Serkeftin wê para me be" nivîsandî hilgirtin. 
 
Meş li ber navenda lihevanînê ya Rûsyayê ya li gundê Wehşiyeyê bi dawî bû.
 
Li vir Hevseroka Meclîsa Kampa Berxwedanê Nayîla Îsa daxuyanî xwend.
 
Îsa di destpêkê de bal kişand ser bêdengiya dewletên mezin ên ji bo kiryarên dewleta tirk û got: "Bê guman bêdengiya dewletên mezin li hemberî destwerdanên derve, şantajî û destekdayîna terorê ku dewleta tirk pêk tîne, encamên hesab û berjewendiyên wan dewletan in. Ev bêdengî qet ne di cih de ye û di nava xwe de gelek xetereyan dihewîne û dibe di rojên bê de îstiqrar û aştiyê têk bibe û terorê li dewletan belav bike."
 
Îsa di berdewama daxuyaniyê de diyar kir ku avakirina avahiyên mêtîngeriyê li bakurê Sûriyê, bi taybet li Efrînê bi hinceta avakirina herêmeke ewle sûc e li dijî tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê û ev yek dê herêmê veguherîne navendeke ewle ji bo hêzên tundraw ku dê bi xwe re herêmên ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê daxilî nava qada şer bike.
 
Îsa li ser navê koçberên Efrîn û Şehbayê gefên pêkanîna êrişên nû yên li ser herêmên bakurê Sûriyê jî şermezarkirin û bang li dewleta Rûsya ya federal kir ku dewleteke garantor e, zextê li hikumeta tirk bike da ku dagirkeriya xwe ya li ser axa Sûriyê bi dawî bike, rê li ber êrişeke nû bigire, avakirina herêma ku Tirkiyê îdia dike ava bike rawestîne, her wiha bicihkirinên bi mebestên guhertina demgorafiya bakurê Sûriyê û bi taybet Efrînê bisekinîne.
 
Pişt re komîteya ku ji Azad Reşo, Mehmûd Elî, Îbrahîm Şêxo, Zekiya Osman  û Îsamîl Mûsa hat avakirin, bi generalên rûs re civiya û peyameke ji daxwazên navborî radestî wan kir.
 
Piştî hevdîtinê endamên komîteyê diyar kirin ku generalên rûs soz dabe ku dê pirsgirêka avakirina avahiyên mêtîngeriyê li Efrîn û herêmên dagirkirî rawestînin, hêzên rûs wê derfet nedin Tirkiyeyê ku êrişê bibe ser Şehbayê. Ji xeynî vê endaman ragihand ku genralê rûs soz daye ku dê nameyê bighîne aliyên têkildar jî.
 
Çalakî bi diruşma silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.

Sernavên din

27/05/2022
09:01 Xelkê Wanê: Desthilat tevahiya çavkaniyan ji bo şer xerc dike
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2022'YAN
26/05/2022
23:54 Tirkiye hewl dide cardin êrişê bibe ser Rojavayê
23:41 Dayikên girtiyan ên di binçavan de hatin îşkencekirin rakirin nexweşxaneyê
21:34 Li Bamernê êrişa bi SÎHA'yan: 2 zarok hatin qetilkirin
20:24 Dê fiyetê benzîn û mazotê cardin bê bihakirin
19:47 Di Doza Girtina HDP'ê de delîlên pêvekî hatin teblîxkirin
19:32 Cenazeyê Çelebî ber bi Wanê ve hat birêkirin
16:32 Li Semsûrê 3 kes hatin girtin û li Êlihê jî 5 kes hatin berdan
15:56 Xizmên girtiyan: Ji mirinên li girtîgehan dewlet berpirsyar e
15:38 Bankaya Navendî faîzê sabît girt
15:07 ‘Ji bo heq û edaletê ji bilî mezinkirina têkoşîna hevpar tu rêyeke din nîne’
14:44 Malbatên girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê bikevin nava liv û tevgerê
14:14 Ji bo Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd înîsiyatîf hate avakirin
14:04 Muslim: Êriş ne li dijî Rojava ye şerê li dijî gelê kurd e
13:25 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:25 Şaredariya AKP’î Turbeya Dayika Meryem hilweşand
13:23 Gunay bang li cîhanê kir: Destkeftiyên kurdan nekin mijara bazarên qirêjî
12:20 Malbata Şenyaşar: Em dozgeran vedixwînin heqiyê
12:13 Walîtiya Bûrsayê konsera Ararat û Şaredariya Bûrsayê jî konsera Dogan qedexe kir
11:38 Firotina Batman Park AVM hat betalkirin
11:38 Kujerê Pinar Kizil hat girtin
11:14 Li Heftanînê berê leşker û cerdevanan ketiye hev: Taqeta me nemaye
10:42 Rojnameger Eren: Dixwazin vê sedsalê bi kurdan bidin windakirin lê nifte di destê kurdan de ye
10:41 Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê îstifa kir
10:15 Rojnamevan Şengalî: Dixwazin Şengalê û berxwedana wê bifetisînin
10:03 Şênîyên Elkê: Wê serkeftin ya kurdan be
10:02 Nûdem Dûrak bi stranekê banga piştevaniyê li hunermendan kir
09:02 Qeyûmê Êlihê ji bo poster û alayan milyonek û 550 TL xerc kiriye
09:01 Ji ber teşhîsa şaş zirar gihaye hemû lebatên girtiyê nexweş Ekîm Polat
09:00 Li gorî qeyûmê berê ya Amedê li şûna tenduristiyê pêwistî bi bazirganiyê hebûye!
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2022'YAN
08:54 Cenazeyê Ûgûr ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da hate veşartin
08:25 Dewleta tirk êrişên nû dan destpêkirin, şerekî dijwar diqewime
25/05/2022
23:03 Cenazeyê Ûgûr ber bi Şirnexê ve hat birêkirin
21:35 Li Efrînê li dijî 'guhertina demografiyê' meşeke girseyî
21:14 Dê belgefîlma 'Nûjiyan' li Şengalê bê nîşandan
20:44 Li Girtîgeha Qubînê girtî Siddik Ûgûr jiyana xwe ji dest da
19:37 Li Cûdî û Bestayê qirkirina daran a bi destê cerdevanan didome
19:16 Heftanîn tê topbarankirin
19:08 Çalakgerên Nobeda Edaletê serdana SODAP û KAYY-DER'ê kirin
17:51 Li Girtîgeha Kiriklarê girtiyan cardin dest bi greva birçîbûnê kir
16:34 Li Nûriye Gulmenê 10 sal cezayê hefsê hate birîn
16:03 OHD û HDP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:26 Li Zapê 12 leşker hatin kuştin
15:26 Kampanya hashtaga #YeniYasam4Yasinda
15:20 Li Serêkaniyê jinek ji ber guleya komên paramîlîter birîndar bû
15:10 Nobeda Edalêtê : Daxwazên me ne tenê ji bo me ne ji bo aramiya welat in
14:14 Herêma Heftanînê ji Qilebanê tê bombebarankirin
14:14 Li Mersîn û Edenê 5 kes hatin girtin û 2 kes jî di bin çavan de ne
13:55 Ji bo daxuyaniya ji bo girtiyên nexweş bê dayîn banga tev li bûnê hate kirin
13:52 ‘Divê deriyên edliyeyê ne li înkarê lê li heqîqet û edaletê bên vekirin’
13:50 Ferît Şenyaşar: Em sibê edaleta serobero naxwazin
13:21 Di doza destdirêjiya Pasûrê de 'kêmasî' nayên temamkirin!
13:20 Dozger ji du hunermendan re ceza xwest
12:53 Artêşa tirk li Heftenînê xetimî: Dojeheke ku leşker nikarin jê derbikevin e
12:42 Doza tazmînatê ya li malbata ku zarokên wê hatibûn qetilkirin vekiribûn taloq kirin
12:25 Gelek konteynirên AFAD’ê sewqî xeta sînor hatin kirin
12:24 Danişîna doza OHD’iyan hate dîtin
12:21 Tirkiye qadên çandiniyê dişewitîne
11:48 AYM'ê Tûglûk mafdar dît
11:47 Parêzer Şakar: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê qedexeya ser PKK’ê rabe
11:42 Dengbêjên li zozanan: Ev şer şerê xiyanetê ye
11:41 Ji Çelê Herêma Kurdistanê hate bombebarankirin
11:23 Parlamenter Gulum: Îdiaya jinan a avakirina jiyaneke nû heye
11:02 Li Wanê lîstika ‘Haylo Dîsa Tevlîhev Bû’ hat nîşandan
10:53 Parêzer Sevîmlî: Guhertina demografiya bajaran tundiyê zêde dike
10:38 Navê Cemal Gursel ê ku kurdan înkar dikir li kolanek Cizîrê kirin
10:23 Demîrtepe: Tecrîd nahêle ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin
09:27 Rûspiyên Elkê: Bila Barzanî komkujiya Saddam bîne bîra xwe
09:23 Hevjîna sûcdarê komkujiya Gara Enqere û ya Pirsûsê Balî beraet kiriye!
09:22 Dê pêwendiya tecrîdê ya bi aştiyê re bê nîqaşkirin: Konferansa Li Dijî Siyaseta Tecrîdê Mafê Aştiyê
09:20 Rojnamevan Bêcan: PDK bi zext û çewisandinan li ser pêya ye
09:20 Ozkan: Bavê min kesî nas nake, tenê em li hev mêze dikin
09:19 Dadgehê têkildarî cihê gora Şêx Seîd ji wezaretê agahî û belge xwestin
09:18 Rexmî biryara Lijneya Parastinê jî trafo nayê rakirin
09:17 'Dixwazin bi darê zorê penaberan li erdnîgariya Kurdistanê bi cih bikin'
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2022'YAN
24/05/2022
23:08 Dîlan Înan a di şer de jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin
17:06 Bi hinceta heqaret li Mûsa Orhan kiriye ceza li Ezgî Mola hat birîn
16:56 Danişîna doza leşkerê ku Sertîp Şen qetil kiribû hate dîtin
16:47 Wezîrê Karên Derve yê Finlandiyayê: Em sibê şandeyên xwe dişînin Enqereyê
16:42 Bîlançoya êrişên ser Başûr giran dibe
15:50 Sancar bang li muxalefetê kir: Li dijî şer xwedî helwest bin
15:49 Piştî 15 salan wê Tirkiye di asta bilind de serdana Îsraîlê bike
15:23 Ji ber girtîgehê gazî kirin: Em naxwazin cenazeyên zarokên me derkevin
14:34 HSD: Armanca Tirkiyeyê ew e ku aramiya herêmê xera bike
14:26 Hatûn: Qeyûman di bin navê polîtîkayên îmarê de pergala talanê ava kirin
14:20 Waliyê Dêrsimê nehêla malbata Doku pê re hevdîtinê bike
13:53 Di şer de 3 leşker hatin kuştin
13:52 Ji Girtîgeha Kiriklarê bang: Heke hûn dengê me nebihîzin dê ji vir cenazeyên me derkevin
13:51 Di êrişên DAIŞ’ê de ji heman malbatê 6 kes hatin qetilkirin
13:50 Nîjadperest û peywirdarên ewlehiya taybet bi hev re êrişî xwendekaran kirin
13:29 Baroya Mêrdînê giliya êrişa zayendî kir
13:24 Bagera tozê bandorek neyînî li ser Şirnex û navçeyên wê dike
13:17 Birîna daran a li Cûdî û Bestayê didome
13:16 Ji bo Qetlîama 10’ê Cotmehê banga edaletê hat kirin
12:51 Biryara Erdogan a ji bo êrişa ser Rojava tê çi wateyê?
12:34 Nexweşxane heye doktor nîn in: 9 beş hatin girtin
12:12 Encamnameya konferansa jinan a HDP'ê: Em xwe bi rêxistin dikin û serhildana xwe mezin dikin