Ji ber teşhîsa şaş zirar gihaye hemû lebatên girtiyê nexweş Ekîm Polat

  • rojane
  • 09:01 26 Gulan 2022
  • |
img
STENBOL - Nexweşiya girtiyê nexweş Ekîm Polat ku ûr di serê wî de heye û rîtma dilê wî xerabe ye, şaş hatiye teşhîskirin. Dayika Polat, Songul Îlker diyar kir ku nû pê hesiyaye ku kurê wê bi nexweşiya akromegaliyê ketiye û wiha got: "Vê nexweşiyê zirar daye hemû lebatên wî." 
 
Tenduristiya girtiyê nexweş Ekîm Polat ku di Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, her ku diçe xerabtir dibe. Polat di sala 2016'an de ji ber îfadeyên "şahidê nepen" li Stenbolê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hate girtin û 24 sal ceza lê hate birîn. Polat ku dema li derve tu nexweşiyên wî nebûn, di 6 salên li girtîgehê de rîtma dilê wî xerabû, nexweşiya KOAH, helandina hestiyan, ûr, hîpertansiyon û ya çavan lê peyda bû û bi xetereya felca zêde re rû bi rû ye. Polat, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye. 
 
Polat ku ev qas nexweşî lê peyda bûne û cardin nayê berdan, heya niha di girtîgehê de du caran krîza dil derbas kiriye. 
 
'EM Ê TE PERÎŞAN BIKIN'
 
Dayika Polat, Songul Îlker têkildarî rewşa kurê xwe bi ajansa me re axivî. Îlker, diyar kir ku hefteya borî li ser telefonê bi kurê xwe re axivî ye û wiha got: "Kurê min got ku gardiyanan gef li wî xwarine û heke tiştek bi serê wî were, rêveberiya girtîgehê ji vê yekê berpirsyar e. Kurê min got, di dema lêgerînan de li hundirê pêlava wî jî tê nihêrtin. Got, li hemberî wî sepaneke taybet heye. Gef lê tên xwarin. Jê re gotine, 'Em ê te perîşan bikin.'"
 
‘SER WÊ DIGIRIN'
 
Bi domdarî Îlker anî ziman ku rewşa wan gelek cidî ye û wiha domand: "Kurê min got, 'Raste rast hedef digirin. Me gelek caran tiştên li vir diqewimin ragihandin lê bêyî ku bên lêkolînkirin, hatin nixumandin. Ev yek bi fermanê hatiye kirin. Ev pir aşkere ye. Bi usûla parastinê lêpirsîn dan destpêkirin û bi dawî kirin. Dibe ku cardin bên parastin. Li vir bi navê hiqûqê tu tişt tune ye ku em bi awayekî adil bên parastin. Li dosyayê mêze dikin û dixwazin di ser wê re tiştina bikin. Tiştên cuda û taybet pêk tînin.'" 
 
‘ÎDARE DIBÊJE EZ NIKARIM BIŞOPÎNIM'
 
Îlker bilêv kir ku kurê wê qala van tiştan ji rêveberiyê re kirine lê belê li wî nehatiye guhdarkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mafê tenduristiyê yê kurê min tê binpêkirin. Kurê min du caran krîza dil derbas kir. Ji ber 'teşhîsa şaş', ziyan gihiştiye hemû lebatên wî. Bijîşk sonda hîpokratê nakin. Divê Ekîm demildest bê dermankirin. Nû pê hesiyame ku kurê min bi nexweşîna akromegaliyê ketiye. Vê nexweşiyê zirar daye hemû lebatê wî. Hewceya ûr a di serê wî de demildest bê derxistin. Ji bo vê jî hewcehî bi mudaxaleyeke cerahî heye. Ciwanekî 24 salî ye û dermankirina wî tim tê astengkirin." 
 
‘BÊYÎ KU MUAYENE BIKIN WÎ DIŞÎNIN'
 
Di berdewamê de Îlker ragihand ku ji ber ku dermankirina kurê wê û daxwaza ji bo sewqê hatiye betalkirin, kurê wê dest bi greva birçîbûnê kiriye û ev tişt anî ziman: "Rêveberiya girtîgehê piştre ji bo daxwaznameya xwe betal bike gazî wî kiriye. Piştî ku rêveberiya girtîgehê gotiye dê wî derman bikin, kurê min jî greva xwe bi dawî kiriye. Ev yek di çapemeniyê de jî derket. Lê pêvajoyeke dermankirinê ya sûkî dan destpêkirin. Wî dibin nexweşxaneyê, dibin cem bijîşk lê bêyî ku bê muayenekirin wî dişînin girtîgehê. Bijîşk bi vî awayî sûc dikin. Piştî nexweşxaneyê jî lêgerîna tazî lê ferz kirine. Û ev yek nêzî salekê ye bi awayekî dijwar didome. Dermanên wî nadinê. Bi ser de jî tahdeyê lê dikin." 
 
EW KIRINE HEDEFA GIRTIYÊN EDLÎ
 
Îlker anî ziman ku gardiyan bi mirinê gefê li kurê wî dixwin û wiha dom kir: "Gardiyan ji kurê min re gotiye 'Ez gardiyan im, tu sûcdar î, ez çi bixwazim ez ê wê bikim.' Her wiha li hewadariyê ew kirine hedefa girtiyên edlî. Gardiyanekî bi navê Sînan, gef lê xwarine, gotiye 'Dê girtiyên edlî te bikujin, em ê termê te ji vir derxin.'" 
 
DI HUCREYÊ DE YE
 
Îlker bilêv kir ku pere ji kurê xwe re şandiye, lê mehek bi şûnde pere ketiye hesabê wî û wiha pê de çû: "Kurê min niha di hucreyê de ye. Kurê min dixwaze bi girtiyê nexweş Yûsûf Akbaba re bimîne. Lewre her du jî nexweş in. Îşkence li her duyan jî tê kirin. Ji ber ku kal e Ekîm dixwaze li cem wî be. Ekîm ji bo ku qawîşek girtiyên nexweş bê çêkirin daxwazname daye îdareyê. A rast ev mafekî wan ê qanûnî ye. Daxwaznameyên wî tên windakirin." 
 
ÛR DI SERÊ WÎ DE YE
 
Îlker da zanîn ku kurê wê û girtiyên edlî di heman korîdorê de ne û ji ber ku kurê wê bi tena serê xwe di hucreyekê de ye lazimatiyên wî nadinê û got: "Ez tim dibêjim. Rewşa Ekîm pir cuda ye. Nexweşîna akromegalî ji ber ûrê ye. Ev ûr bûye sedema qelsbûna çavên wî, bûye sedema şekir û zirar daye hemû lebatên wî." 
 
‘BILA MAFÊ JIYANÊ ASTENG NEKIN'
 
Îlker destnîşan kir ku bijîşk sûc dikin û axaftina xwe wiha qedand: "Bijîşk girtiyên nexweş ên divê demildest bên berdan dişînin girtîgehê. Ev sûc e. Dibe ku ji nişka ve xeberek nexweş ji Ekîm bê. Dibe ku jiyana xwe ji dest bide. Ji girtîgehan gelek cenaze derketin. Bila cenazeyek din jî derneyê. Demildest mudaxileyeke cerahî divê. Divê li nexweşxaneyê bê dermankirin. Ji bo vê jî Wezareta Dadê demildest divê ji bo berdana Ekîm gavina bavêje. Bila mafê wî yê jiyanê asteng nekin. Girtiyên nexweş demildest divê bên berdan." 
 

Sernavên din

14/10/2022
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:52 Leşkerê li Şaxê birîndar bûyî mir
13/10/2022
23:59 Rojnamevan Babat û Arslan hatin berdan
20:55 Welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev
20:33 Bijîşkan êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP‘ê Eksîk şermezar kir
19:30 Xala 29'an a 'Qanûna Sansurê' hat qebûlkirin
19:23 Qetilkirina girtiyê nexweş Çabûk hat protestokirin
19:15 Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
18:24 Alaya AKP'ê bi Birca Keçikê daliqandin!
16:34 Nagihan Akarsel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hat oxirkirin
16:30 Fehîme Poyraz: Dewlet kujerê keça min diparêze
16:29 Jinên suryan: Akarsel ji ber xebat û nasnameya xwe hedef hat girtin
16:17 Rojnameger Babat û Arslan hatin binçavkirin
16:12 Li Geverê di bin çavan de lêgerîna tazî û îşkence li jinan hat kirin
15:54 KESK: Bi ‘Qanûna sansûrê’ dixwazin qeyd û bendan li azadiya ramanê bixin
15:54 Xêro Abbas dê tev li mîhrîcana muzîkê ya bi sponsariya qeyûm nebe
15:42 Cenazeyê Akarsel bi dirûşman hat pêşwazîkirin
15:06 Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomariyê civiya
15:01 Li Mêrsînê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê
14:46 Êrişa polîsan kir ku xelkê Qoserê dakeve kolanan
14:29 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: CPT’yê fikarên me zêdetir kirin
14:07 Li dijî ‘qanûna sansûrê’ kampanya #SusmakYok hat destpêkirin
13:59 Li Tehranê parêzer bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ daketin qadan
13:42 Xebatkarê HDP’ê ku bi êrişê re rûbirû ma hat darizandin
13:42 SOHR: 17 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
13:41 Malbata Akarsel cenaze wergirt û ber bi gund ve kete rê
13:31 Serokê AKP’î û birayê xwe ji ber rantê şer ketin!
13:17 ÎHD’ê xwest têkildarî qetilkirina Çabûk lêpirsînek bi bandor bê destpêkirin
12:55 Çabûk li Pasûrê bi girseyî hat definkirin
12:55 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê pênûsa Nagihan li erdê nehêlin
12:40 Yildirim a Dadgeha Bilind cezayê wê erê kirî nehat berdan
12:37 Malbatên girtiyan bertek nîşan dan: Gelo ma li vî welatî mirovatî nema ye?
12:17 Giliyê dozgerên dixwazin Nobeta Edaletê asteng bikin ji HSK’ê re hat kirin
12:12 Rojnameger Bariştiran cara duyemîn beraet kir
12:01 Cezayê disiplînê li 4 jê rojnameger 36 jinên ketin greva birçîbûnê hat birîn
11:38 Akarsel dê li gundê xwe bi girseyî bê oxirkirin
11:29 Maça Amedspor-Belediyespora Sêwazê ji ber Erdogan hat taloqkirin
11:22 Ji bo Rojnameger Canozer 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
11:09 Parêzer Ataş: Di doza Denîz Poyraz de dadgeh miameleya bersûcan li aliyê beşdar dike
10:40 Li Girtîgeha Bolûyê pirtûk, lênûsk û cilên girtiyan hatine desteserkirin
10:34 Ji bo nûçeya me ya ‘Fermandarê leşkergehê ji ber îstîsmarkirina zayendî ya 15 leşkeran hat girtin’ biryara astengkirinê
10:17 Newroz Ehmed: Tirkiye naxwaze DAIŞ tune bibe
09:54 17 sal li pey şopa heqîqetê…
09:25 Cenazeyê Akarsel dê piştî otopsiyê li gundê wê bê definkirin
09:18 Bi govend û awazên xwe coş dide her çalakiyê
09:06 Kiryarên 14 kesên li Nisêbîn û Qoserê jiyana xwe ji dest dan nehatine lêkolînkirin
09:05 Wezaret tazmînata ku daye kesekî din niha ji girtiyekî dixwaze
09:03 'Divê her kurd gava çû malê tirkiya xwe deyne aliyekî'
09:02 Balik ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Min di girtîgehê de xwe nas kir
09:01 Li Şirnexê di 22 mehên dawî de 27 kesan xwe kuştiye
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2022'YAN
02:14 Cenazeyê Suphan Çabuk ji ATK hate girtin
12/10/2022
20:50 Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê didome
19:57 Heyeta HDP'ê hevdîtin bi CPT'yê re kir
18:46 Akarsel li Wanê hat bibîranîn
18:31 Cenazeyê Akarselê ber bi Konyayê ve hat birêkirin
18:21 Beriya hatina Erdogan Girtîgeha Amedê hat valakirin
17:13 Gumanbarê sereke yê di dosyaya Gulîstan Dokû de 6 meh in îmze naavêje
17:01 Jin ji bo piştevaniyê çûn serdana GOÇÎZDER’ê
16:53 Cenazeyê Nagîhan Akarsel gihişt Silopiyayê
16:32 Şahidê nepen tev li danişîna parêzerên Abdullah Ocalan nebû
16:17 Derheqê 6 kesên tev li Nobeta Edaletê bûn de doz hat vekirin
16:12 Ji ÎHD’ê rapora 3 mehan: 29 serlêdanên Îmraliyê hatin redkirin
16:09 Malbata Şenyaşar wê di roja 600’an de bi 600 parêzeran re bang bike
16:09 Gefa ‘bi bêdengî veşêrin’ li malbata Nagihan Akarsel hat xwarin
15:54 Li Geverê yek jê zarok 2 kes hatin girtin
15:48 Kadîr Kaplan piştî 30 salan hat berdan
15:33 Dadgehê biryar da ku ‘şahidên nepen’ li gorî usûlê nehatine guhdarîkirin
15:13 Girtî Suphan Çabuk li Girtîgeha Kalkandereyê hat qetilkirin
15:04 Beştaş: Sefîr li xwe mikûr hat ku Nagihan Akarsel înfaz kirine
15:04 Rojnamevan Ataman ê di hucreya yek kesî de tê girtin: Ez bi zorê nefesê digirim
14:56 Li Girtîgeha Dîlokê 4 girtî hatin sirgunkirin
14:51 Li Qoserê polîsan ji bo DEDAŞ’ê êriş kir: Kesek birîndar bû
14:35 Cenazeyê Akarselê ber bi Silopiyayê ve bi rê ket
13:36 Doza Denîz Poyraz: Hûn nikarin bi revandina dosyeyê delîlan veşêrin
13:16 Malbatên girtiyan: Mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin
13:15 Li Doza Geziyê piştî 8 salan şahidên nepen û vekirî hatin zêdekirin
13:07 Li Girtîgeha Alanyayê bi awayekî keyfî sewq hate kirin
12:32 Abdullah Oncel bû serokê nû yê Baroya Rihayê
12:32 Bariyerên hesin rakirin, qada nobetê kirin cihê parka wesayîtan
12:12 Doza Denîz Poyraz veguhestin Girtîgeha Şakran a Alîagayê
12:01 Jinan pankarta 'Kujerên Denîz Poyraz ev 5 danişînin tên parastin’ daliqandin
11:34 Kalin: Li gorî berjewendiyan Erdogan û Esad dikarin li hev bicivin
11:26 Di danişîna Denîz Poyraz de şandeya dadgehê eywan terikand
11:12 Rêveberiya girtîgehê bersivê nade daxwaznameyên Semra Guzel
11:11 Dayikên Aştiyê: Ji qetilkirina Akarselê PDK berpirsyar e
11:09 Danişîna Denîz Poyraz: Jin wê hesab ji kujeran bixwazin
10:14 Aktîvîst Mahbûb: Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li Îranê mîna gulekê kulîlk da!
10:03 Seroka Baroya Dêrsimê: Em ê rêjeya temsîliyeta jinan zêdetir bikin
09:49 Konferansa 2'yemîn a Yekitiya Jinên Ciwan bi dawî bû
09:02 Jinên kurd, tirkmen, azerî, fars û ereb ên îranî: Em ê bi ser bikevin
09:01 Berteka li dijî mîhrîcana qeyûmê Cizîrê: Dê bi kîjan wijdanê beşdar bibin?
09:01 'Têkoşîna Hevrînê hedef hat girtin'
09:00 Cinayeta Bagdû: Bila kiryar bên dîtin û darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2022'YAN
11/10/2022
19:22 Li Osmaniyeyê erd hejiya
17:59 Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hat bibîranîn
17:47 Habîp Eksîk: Êrişeke plankirî bû
17:16 Hejmara xwendekarên li Antalyayê hatin binçavkirin derket 13’an
16:50 Walîtî û midûriyeta perwerdeyê ya Amedê ji bo Erdogan seferber bûn!