Jinên Bêrîvan: Divê hemû kurd li dijî êrişan û xiyanetê bibin yek

  • rojane
  • 09:45 27 Gulan 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Jinên bêrîvan ku bal kişandin ser êrîşên Tirkiyeyê, destnîşan kirin ku ji ber êrîşan ew nikarin bi rehetî derbasî zozanan bibin û diyar kirin ku divê hemû kurd li dijî êrîş û xiyaneta li dijî kurdan bibin yek.
 
Êrîşên Dewleta tirk a bi hevkariya PDK’ê ku li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê daye destpêkirin hem bi hewayî hem ji bejahî bi dijwarî berdewam dikin. Di çarçoveya operasyonan de li Bakûrê Kurdistanê jî li ser sînoran jî şerek diqewime. Êrişên ku ji mehekê zêdetir li dû xwe hişt, bandorê hem li xwezayê hem jî li jiyana welatiyan dikin. Bêrîvan û koçerên ku berê xwe didin zozanan, ji ber zozan bi hinceta “herêmên ewlehiya taybet” tên qedexekirin, zehmetiyan dikişînin û nikarin derbasî zozanan bibin. Jinên ku bêrîvantiyê dikin balê kişandin li ser van êrîşan û diyar kirin ku ew dixwazin bi rehetî karê xwe bikin û derbasî zozanan bibin.
 
‘EM NIKARIN BI REHETÎ BIÇIN ZOZANAN’
 
Ayşe Ataman a ku ji ciwantiya xwe ve berîvantiyê dike, destnîşan kir ku tevî zehmetiya karên wan astengiya operasyonên leşkeri barê karê wan girantir dike û wiha got: “Em bi salan e zozan bi zozan digerin û karê xwe pêk tînin. Lê belê di vê pêvajoyê de em hem ji ber karê xwe hem jî ji ber operasyonên Tirkiyê zehmetiyê dikişînin. Leşker dora çiyayan digirin loma em nikarin bi rehetî biçin karê xwe bikin û derbasî zozanan bibin. Em dixwazin bi rehetî karê xwe bikin.” 
 
‘KURD BIBIN YEK TU KES NIKARE PÊŞIYÊ LI WAN BIGIRE’
 
Ataman, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku kurd ji zilm û zordestiyê bêzar bûne, di azadiyê de bi israr in û wiha bi lêv kir: “Me gelek berdelên giranbiha dane û hê jî didin. Bi hezaran girtiyên me û şehîdên me hene. Serê me bi wan ser bilind e. Ew li pey doza mafdar in. Em ji dijmin natirsin. Ji xwe dilê me tejî êş û elem e. Êdî bila ev zilm bi dawî bibe. Bila kurd yekitiya xwe pêk bînin wê tu kes nikare di pêşiya wan de bisekine. Em dixwazin hinek aramî û xweşî were vê dinyayê.”
 
‘JI BER ASTENGIYAN CIHÊN ZOZANÊN XWE DIGUHERÎNIN’
 
Heyat Aykut jî anî ziman ku di sala 2017’an de keça tiyê wê Hatîce (Xwînda) Aykut li Kato Jîrka jiyana xwe jidest daye. Aykût, diyar kir ku koçer ji ber astengiyan cihê zozanên xwe diguherînin û wiha axivî: “Koçer û bêrîvan niha bi piranî diçin milê Marûnis û Feraşînê. Em jî wê di meha Hezîranê de biçin zozanên mêrgên sotî.  Em îdareya xwe bi zorî dikin, bi saetên serê sibehê em tên û heya êvarê li vir dimînin. Em gelek bi vî şerê ku niha hatiye destpê kirin diêşin. Li dijî me ji her aliye ve êrîşek mezin heye. Daxwaza me ew e ku jiyanek bi aştîyane pêk were.”
 
‘HEKE YEKITIYEK ÇÊBIBE WÊ SERKEFTINEK JÎ PÊK WERE’
 
Hanim Ataman a kurê wê Lokman Ataman 7 sal berê li Kobanê jiyana xwe jidest daye, destnîşan kir ku divê hemû kurd li dijî dijmin bibin yek û got: “Em dayik gelek bi dil êş û dilsoj in. Em girîyan lê êdî bila tu dayik negirîn. Bila dilê tu kesê neêşe. Pêwîste ku em hemû kurd di her milê ve li dijî dagirkeriyê û xiyanetê bibin yek. Bila çekên kimyewî neyên bikaranîn. Heke yekitiyek çêbibe wê serkeftinek û aştiyek jî pêk were. Bi hezaran girtiyên me henin. Dê ew jî werin berdan.”
 
‘DEMA MIJAR DIBE KURD HEMÛ KES BÊDENG DIBIN’
 
Ayda Bal ku 25 sal in bêrîvantiyê dike jî di heman demê de yek ji malbata girtiyan e. Kurê Bal, Recep Bal 18 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Amedê tê ragirtin. Bal, destnîşan kir ku gava mijar dibe kurd hemû kes li dijî kurdan dibe yek û got: “Kurê min gelek caran hatiye sirgûn kirin. 25 sal ceza lê hatiye birîn. Ez bi kurê xwe serfiraz im û mafê wî diparêzim. Em dixwazin aştiyek pêk were û girtiyên siyasî serbest werin berdan. Niha jî şerek heye bila ev şer bisekine û kurdan re serkeftinek pêk were. Dema ku mijar dibe kurd hemû kes bêdeng dibin. Ji ber ku ditirsin. Dizanin ku wê kurd aştî û azadiyê bînin. Loma zilmê jî zêdetir dikin.”
 

Sernavên din

14/10/2022
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:52 Leşkerê li Şaxê birîndar bûyî mir
13/10/2022
23:59 Rojnamevan Babat û Arslan hatin berdan
20:55 Welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev
20:33 Bijîşkan êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP‘ê Eksîk şermezar kir
19:30 Xala 29'an a 'Qanûna Sansurê' hat qebûlkirin
19:23 Qetilkirina girtiyê nexweş Çabûk hat protestokirin
19:15 Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
18:24 Alaya AKP'ê bi Birca Keçikê daliqandin!
16:34 Nagihan Akarsel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hat oxirkirin
16:30 Fehîme Poyraz: Dewlet kujerê keça min diparêze
16:29 Jinên suryan: Akarsel ji ber xebat û nasnameya xwe hedef hat girtin
16:17 Rojnameger Babat û Arslan hatin binçavkirin
16:12 Li Geverê di bin çavan de lêgerîna tazî û îşkence li jinan hat kirin
15:54 KESK: Bi ‘Qanûna sansûrê’ dixwazin qeyd û bendan li azadiya ramanê bixin
15:54 Xêro Abbas dê tev li mîhrîcana muzîkê ya bi sponsariya qeyûm nebe
15:42 Cenazeyê Akarsel bi dirûşman hat pêşwazîkirin
15:06 Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomariyê civiya
15:01 Li Mêrsînê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê
14:46 Êrişa polîsan kir ku xelkê Qoserê dakeve kolanan
14:29 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: CPT’yê fikarên me zêdetir kirin
14:07 Li dijî ‘qanûna sansûrê’ kampanya #SusmakYok hat destpêkirin
13:59 Li Tehranê parêzer bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ daketin qadan
13:42 Xebatkarê HDP’ê ku bi êrişê re rûbirû ma hat darizandin
13:42 SOHR: 17 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
13:41 Malbata Akarsel cenaze wergirt û ber bi gund ve kete rê
13:31 Serokê AKP’î û birayê xwe ji ber rantê şer ketin!
13:17 ÎHD’ê xwest têkildarî qetilkirina Çabûk lêpirsînek bi bandor bê destpêkirin
12:55 Çabûk li Pasûrê bi girseyî hat definkirin
12:55 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê pênûsa Nagihan li erdê nehêlin
12:40 Yildirim a Dadgeha Bilind cezayê wê erê kirî nehat berdan
12:37 Malbatên girtiyan bertek nîşan dan: Gelo ma li vî welatî mirovatî nema ye?
12:17 Giliyê dozgerên dixwazin Nobeta Edaletê asteng bikin ji HSK’ê re hat kirin
12:12 Rojnameger Bariştiran cara duyemîn beraet kir
12:01 Cezayê disiplînê li 4 jê rojnameger 36 jinên ketin greva birçîbûnê hat birîn
11:38 Akarsel dê li gundê xwe bi girseyî bê oxirkirin
11:29 Maça Amedspor-Belediyespora Sêwazê ji ber Erdogan hat taloqkirin
11:22 Ji bo Rojnameger Canozer 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
11:09 Parêzer Ataş: Di doza Denîz Poyraz de dadgeh miameleya bersûcan li aliyê beşdar dike
10:40 Li Girtîgeha Bolûyê pirtûk, lênûsk û cilên girtiyan hatine desteserkirin
10:34 Ji bo nûçeya me ya ‘Fermandarê leşkergehê ji ber îstîsmarkirina zayendî ya 15 leşkeran hat girtin’ biryara astengkirinê
10:17 Newroz Ehmed: Tirkiye naxwaze DAIŞ tune bibe
09:54 17 sal li pey şopa heqîqetê…
09:25 Cenazeyê Akarsel dê piştî otopsiyê li gundê wê bê definkirin
09:18 Bi govend û awazên xwe coş dide her çalakiyê
09:06 Kiryarên 14 kesên li Nisêbîn û Qoserê jiyana xwe ji dest dan nehatine lêkolînkirin
09:05 Wezaret tazmînata ku daye kesekî din niha ji girtiyekî dixwaze
09:03 'Divê her kurd gava çû malê tirkiya xwe deyne aliyekî'
09:02 Balik ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Min di girtîgehê de xwe nas kir
09:01 Li Şirnexê di 22 mehên dawî de 27 kesan xwe kuştiye
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2022'YAN
02:14 Cenazeyê Suphan Çabuk ji ATK hate girtin
12/10/2022
20:50 Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê didome
19:57 Heyeta HDP'ê hevdîtin bi CPT'yê re kir
18:46 Akarsel li Wanê hat bibîranîn
18:31 Cenazeyê Akarselê ber bi Konyayê ve hat birêkirin
18:21 Beriya hatina Erdogan Girtîgeha Amedê hat valakirin
17:13 Gumanbarê sereke yê di dosyaya Gulîstan Dokû de 6 meh in îmze naavêje
17:01 Jin ji bo piştevaniyê çûn serdana GOÇÎZDER’ê
16:53 Cenazeyê Nagîhan Akarsel gihişt Silopiyayê
16:32 Şahidê nepen tev li danişîna parêzerên Abdullah Ocalan nebû
16:17 Derheqê 6 kesên tev li Nobeta Edaletê bûn de doz hat vekirin
16:12 Ji ÎHD’ê rapora 3 mehan: 29 serlêdanên Îmraliyê hatin redkirin
16:09 Malbata Şenyaşar wê di roja 600’an de bi 600 parêzeran re bang bike
16:09 Gefa ‘bi bêdengî veşêrin’ li malbata Nagihan Akarsel hat xwarin
15:54 Li Geverê yek jê zarok 2 kes hatin girtin
15:48 Kadîr Kaplan piştî 30 salan hat berdan
15:33 Dadgehê biryar da ku ‘şahidên nepen’ li gorî usûlê nehatine guhdarîkirin
15:13 Girtî Suphan Çabuk li Girtîgeha Kalkandereyê hat qetilkirin
15:04 Beştaş: Sefîr li xwe mikûr hat ku Nagihan Akarsel înfaz kirine
15:04 Rojnamevan Ataman ê di hucreya yek kesî de tê girtin: Ez bi zorê nefesê digirim
14:56 Li Girtîgeha Dîlokê 4 girtî hatin sirgunkirin
14:51 Li Qoserê polîsan ji bo DEDAŞ’ê êriş kir: Kesek birîndar bû
14:35 Cenazeyê Akarselê ber bi Silopiyayê ve bi rê ket
13:36 Doza Denîz Poyraz: Hûn nikarin bi revandina dosyeyê delîlan veşêrin
13:16 Malbatên girtiyan: Mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin
13:15 Li Doza Geziyê piştî 8 salan şahidên nepen û vekirî hatin zêdekirin
13:07 Li Girtîgeha Alanyayê bi awayekî keyfî sewq hate kirin
12:32 Abdullah Oncel bû serokê nû yê Baroya Rihayê
12:32 Bariyerên hesin rakirin, qada nobetê kirin cihê parka wesayîtan
12:12 Doza Denîz Poyraz veguhestin Girtîgeha Şakran a Alîagayê
12:01 Jinan pankarta 'Kujerên Denîz Poyraz ev 5 danişînin tên parastin’ daliqandin
11:34 Kalin: Li gorî berjewendiyan Erdogan û Esad dikarin li hev bicivin
11:26 Di danişîna Denîz Poyraz de şandeya dadgehê eywan terikand
11:12 Rêveberiya girtîgehê bersivê nade daxwaznameyên Semra Guzel
11:11 Dayikên Aştiyê: Ji qetilkirina Akarselê PDK berpirsyar e
11:09 Danişîna Denîz Poyraz: Jin wê hesab ji kujeran bixwazin
10:14 Aktîvîst Mahbûb: Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li Îranê mîna gulekê kulîlk da!
10:03 Seroka Baroya Dêrsimê: Em ê rêjeya temsîliyeta jinan zêdetir bikin
09:49 Konferansa 2'yemîn a Yekitiya Jinên Ciwan bi dawî bû
09:02 Jinên kurd, tirkmen, azerî, fars û ereb ên îranî: Em ê bi ser bikevin
09:01 Berteka li dijî mîhrîcana qeyûmê Cizîrê: Dê bi kîjan wijdanê beşdar bibin?
09:01 'Têkoşîna Hevrînê hedef hat girtin'
09:00 Cinayeta Bagdû: Bila kiryar bên dîtin û darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2022'YAN
11/10/2022
19:22 Li Osmaniyeyê erd hejiya
17:59 Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hat bibîranîn
17:47 Habîp Eksîk: Êrişeke plankirî bû
17:16 Hejmara xwendekarên li Antalyayê hatin binçavkirin derket 13’an
16:50 Walîtî û midûriyeta perwerdeyê ya Amedê ji bo Erdogan seferber bûn!