KCD û DBP: Em bi ruhê yekîtiyê xwedî li destkeftiyên kurdan derkevin

  • rojane
  • 19:01 27 Gulan 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - KCD û DBP'ê êrişên bi hevkariya PDK'ê yên li Herêma Kurdistana Federe şermezar kirin. Di daxuyaniyê de gazî partî, sazî û hêzên demokrasiyê yên Kurdistanê û gel hat kirin ku li dijî vî şerî û "îxanetê" bi ruhê yekîtiya neteweyî xwedî li destkeftiyên kurdan derkevin û xeta "îxanetê" mehkûm bikin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê û di çarçoveya van êrişan de li navçeya Bamernê ya Amediyê qetilkirin 2 zarokan û qetilkirina siyasetmedar Mehmet Zekî Çelebî yê di 17'ê Gulanê de li bajarê Silêmaniyeyê di êrişeke çekdarî de hat qetilkirin şermezar kirin. 
 
Di daxuyaniyê de gazî PDK'ê hat kirin ku dev ji vê xiyaneta ku nirxên hevpar ên gelê kurd binpê dike berde û li rex gelê xwe cih bigre û nebe şirîkê polîtîkayên faşîzma AKP-MHP'ê ya ku dijminatiya gelê kurd dike, yan na wê gelê kurd wê mehkûmî rûpelên reş ên dîrokê bike.
 
Daxuyaniya KCD û DBP'ê bi vî awayî ye:
 
"Êrişên dagirkeriyê û operasyonên ku di 17’ê Nîsanê de li dijî Herêma Federal a Kurdistanê hatibûn destpêkirin berdewam dikin. Dewleta tirk ku di vî şerî de encam negirt, êrişê dibe ser penaberên siyasî û gelê Herêma Federal a Kurdistanê.
 
Mehmet Zekî Çelebî di 17’ê Gulanê de li Kolana Bextiyarî ya bajarê Silêmaniyê ya Herêma Federal a Kurdistanê, li ber cihê kar, ji aliyê 2 kesan ve rastî êrişa çekdarî hat û di encema vê êrişê de jiyana xwe ji dest da.
 
Dîsa di 26’ê Gulanê de jî, di encama êrişa hewayî de ya dewleta tirk a li ser gelê me yê Başûrê Kurdistanê ku li derdora navçeya Bamernê ya Amediyê diçûn seyranê, 5 welatiyên me ku 2 jê zarok bûn, jiyana xwe ji dest dan. 
 
Hêzên navneteweyî yên li hemberî van êrîşan bêdeng man û PDK ya ku bi veşartina sûcdaran hewl da berpirsyariya xwe veşêre, berpirsiyarê sereke yê van êrişan e. PDK ku gelê kurd û zarokên wan ji bo berjewendiyên xwe feda dike; bi rê û rêbazên xwe yên siyasî ên ku dişibin zîhniyeta AKP-MHP’ê di heman demê de xizmetê ji faşîzma AKP-MHP’ê re dike. Em careke din bang li PDK’ê ya ku ji vê rewşê qet fedî nake dikin ku dev ji vê xiyaneta ku nirxên hevpar ên gelê me binpê dike berdin; li rex gelê xwe cîh bigrin û nebin şirîkê polîtîkayên faşîzma AKP-MHP'ê ya ku dijminatiya gelê kurd dike. Nexwe wê gelê kurd we mehkûmî rûpelên reş ên dîrokê bike.
 
Zihniyeta faşîst a ku tu nirx, exlaq û hiqûqê nas nake, doh êriş biribû ser merasîma cenazeyê Aysel Doğan a ku li sirgûnê jiyana xwe ji dest dabû û îro jî hewl da ku definkirina cenazeyê Zekî Çelebî asteng bike. Nakokî û durûtiya wan kesên ku ji bo Filistînê diqîrin û tehamul nakin ku kurd şîna xwe deynin  berdewam dike. Hikûmetên ku berê ev helwest nîşan dan, çawa têk çûn hûn ê jî bi heman aqûbetê re rû bi rû bimînin û têk biçin.
 
Em careke din van êrişên li ser nirx, destkeftî û avakirina pêşeroja gelê xwe şermezar dikin û em bang li hemû partî, sazî û hêzên demokrasiyê yên Kurdistanê, bi taybetî jî gelê xwe dikin ku li dijî vî şer û îxanetê bi ruhê yekîtiya neteweyî, xwedî li destkeftiyên kurdan derkevin û bi vî awayî xeta îxanetê mehkûm bikin."

Sernavên din

28/05/2022
17:05 Rûniştina F a 531’emîn: Bila Zerdeşt Odûncû were berdan
16:08 Aysel Tûglûk nameyên ku ji wê re tên şandin nikare bixwîne
16:00 Bi nivîsandina nivîsên ser dîwaran bertek nîşanî êrişan dan
14:56 Dadgeha Bilind cezayê Çîçek Kobanê erê kir
14:49 Parêzerê Mandela: Tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin
14:38 ‘Gundî li ber dibistanê kom kirin û gund şewitandin’
14:26 Li Enqereyê banga xwedî derketina Doza Kobanê hate kirin
13:56 Bafil Talebanî: Heke em bibin yek kes nikare li hemberî me bisekine
13:35 Sancar: Divê tecrîda li ser Ocalan rabe
13:17 Xizmên Windayan li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windayan pirsîn
12:59 Bayindir: Hevalê me Zekî serê xwe li ber zilmê netewand
12:58 Birayê Çelebiyê hate qetilkirin: Polîsan her tim gef li me dixwarin
12:05 Di 7 salan de 112 kes di êrişên Tirkiyeyê de hatin kuştin
11:28 Piştî 136 rojan cenazeyê kolber Behlûl Seydanîferd hat dîtin
11:20 Çiyayê Cûdî hat bombebarankirin
10:54 Li Bestayê bi traktoran darên hatine birîn dikişînin
10:46 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ji bo daraza serbixwe ye
10:40 Rojnamevan Ferac: PDK xebatên sîxuriyê dike
10:02 Li Dêrsimê gelek kes hatin binçavkirin
10:01 Li Êlihê tundiya zilamekî: 2 kes hatin kuştin û kesek birîndar bû
09:51 Lêgerîna 28 salan: Em ê dest ji lêgerînê bernedin
09:13 Lîstika wan pûç bû: Heman dosye ji du dozgeran re şandine!
09:09 Amadekariyên kongreya HDP dest pê kirin
09:08 Li girtîgehê firotina klîmayan serbest e, lê xebitandina wan qedexe ye!
09:07 Hevserokê OHD'ê: Girtîgeh li ser sozên xwe nesekinî, çewisandin zêde bûne
09:07 Xizmên girtiyan bang li Barzanî kirin: Ji wan cilên li ser xwe fedî bike
09:06 Sefera Zapê li Heftanînê asê ma
09:05 Polîsan ew felc kir, darazê kiryar parastin, emniyetê ew da ber îcrayê
09:05 Kanîwar: Divê hunermend bi rol û mîsyona xwe ya civakî rabin
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2022'YAN
08:52 Helbestvan Merwanî dê sibê gotubêjek li dar bixe
27/05/2022
23:57 ‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû' li Amedê hat lîstin
22:42 Ji HDK'ê konsereke pirzimanî
21:48 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika şanoyê ya bi kurdî betal kir
19:01 KCD û DBP: Em bi ruhê yekîtiyê xwedî li destkeftiyên kurdan derkevin
18:31 Di doza Denîz Poyrazê de daxwaza ji bo redkirina dadger hat redkirin
17:45 Birayê Zekî Çelebî: Em ê alaya wî ya têkoşînê ber bi serketinê ve bilind bikin
16:50 Di êrişên Tirkiyeyê yên du rojan de 18 leşker hatine kuştin
16:46 Rêxistinên rojnamegeran bertek nîşan dan: Em pêşniyarqanûna medyaya dijîtal red dikin
16:18 Di serdana Îmamoglû de jinek hate binçavkirin
16:11 Xelkê Wanê ji şaredarên CHP’ê re got: Şaredarên me li ku ne?
15:38 Serokên baroyan li ber Dadgeha Dîlokê Nobeda Edaletê girtin
15:31 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qedexeyên li ser kurdî protesto kirin
15:26 Çawişê pispor ê ku bû sedema mirina Hazna Su dîsa nehat girtin
15:25 ‘Ez naxwazim kurê min li girtîgehê bimre’
15:12 Gelo we têkildarî mirina Siddik Ugur lêkolîn kiriye yan na?
14:44 Pirtûkên ku wezaretê erê kiriye nadin girtiyan
14:28 Li Dêrsimê xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
14:20 Çapemeniya PDK'ê ji çapemeniya AKP'ê derbas kir
13:24 Daxuyaniya Bamernê: PDK bi provokasyonan dixwaze bingeha şer amade bike
13:23 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
13:05 Tevî biryara DMME’yê jî Yildirim nehat berdan
12:48 Girtiyên Efrînî: Me nekarî raya giştî ji neheqiya li me hatiye kirin agahdar bikin
12:32 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin, li Wanê jî jinek bi awayekî biguman mir
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Doza parêzer Newroz Uysal hat taloqkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rûmet û hêza sekna li dijî bêedaletiyê, yên li ber xwe didin pê dizanin
11:37 Li Şîşliyê 3 kes di malekê de mirî hatin dîtin
11:11 Derewa Walîtiya Rihayê derhî bû: Cihê ku Aksem lê hatiye kuştin derqanûnî hatiye bikaranîn
10:57 Di laşê Ugur de şopên îşkenceyê hebûn
10:53 Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin
10:29 Dede: Dixwazin beriya hilbijartinê biryara Doza Kobanê bidin
10:28 Cenazeyê Çelebî li Wanê hate veşartin
10:24 Çevîrmen: Em ê rêyên çareseriyê peyda bikin û dest bi rêya xwe bikin
10:04 Malbatên Roboskiyê: Dema ku balafirên şer derbas dibin komkujî tê bîra me
09:58 Parêzer Dakali: Tecrîda li Îmraliyê ev sed sal in li ser kurdan tê meşandin
09:45 Jinên Bêrîvan: Divê hemû kurd li dijî êrişan û xiyanetê bibin yek
09:07 12 sal in lı ser rêyan e: Em kurd in, serî natewînin
09:06 Ji 7 partî û rêxistinan amadekariyên ji bo 'Belgeya Demokrasiyê'
09:04 Qeyûm ji bo avahiya bêruxset a endamê AKP'ê xwe li nedîtinê danî
09:03 Hilberînerên kurmên hevrîşimê: Wisa biçe em ê dest jê berdin
09:01 Xelkê Wanê: Desthilat tevahiya çavkaniyan ji bo şer xerc dike
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2022'YAN
26/05/2022
23:54 Tirkiye hewl dide cardin êrişê bibe ser Rojavayê
23:41 Dayikên girtiyan ên di binçavan de hatin îşkencekirin rakirin nexweşxaneyê
21:34 Li Bamernê êrişa bi SÎHA'yan: 2 zarok hatin qetilkirin
20:24 Dê fiyetê benzîn û mazotê cardin bê bihakirin
19:47 Di Doza Girtina HDP'ê de delîlên pêvekî hatin teblîxkirin
19:32 Cenazeyê Çelebî ber bi Wanê ve hat birêkirin
16:32 Li Semsûrê 3 kes hatin girtin û li Êlihê jî 5 kes hatin berdan
15:56 Xizmên girtiyan: Ji mirinên li girtîgehan dewlet berpirsyar e
15:38 Bankaya Navendî faîzê sabît girt
15:07 ‘Ji bo heq û edaletê ji bilî mezinkirina têkoşîna hevpar tu rêyeke din nîne’
14:44 Malbatên girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê bikevin nava liv û tevgerê
14:14 Ji bo Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd înîsiyatîf hate avakirin
14:04 Muslim: Êriş ne li dijî Rojava ye şerê li dijî gelê kurd e
13:25 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:25 Şaredariya AKP’î Turbeya Dayika Meryem hilweşand
13:23 Gunay bang li cîhanê kir: Destkeftiyên kurdan nekin mijara bazarên qirêjî
12:20 Malbata Şenyaşar: Em dozgeran vedixwînin heqiyê
12:13 Walîtiya Bûrsayê konsera Ararat û Şaredariya Bûrsayê jî konsera Dogan qedexe kir
11:38 Firotina Batman Park AVM hat betalkirin
11:38 Kujerê Pinar Kizil hat girtin
11:14 Li Heftanînê berê leşker û cerdevanan ketiye hev: Taqeta me nemaye
10:42 Rojnameger Eren: Dixwazin vê sedsalê bi kurdan bidin windakirin lê nifte di destê kurdan de ye
10:41 Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê îstifa kir
10:15 Rojnamevan Şengalî: Dixwazin Şengalê û berxwedana wê bifetisînin
10:03 Şênîyên Elkê: Wê serkeftin ya kurdan be
10:02 Nûdem Dûrak bi stranekê banga piştevaniyê li hunermendan kir
09:02 Qeyûmê Êlihê ji bo poster û alayan milyonek û 550 TL xerc kiriye