Sefera Zapê li Heftanînê asê ma

  • rojane
  • 09:06 28 Gulan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê di sala 2015'an de li hemberî Heftanînê dest bi operasyona leşkerî kir, lê 7 sal in nikare têkeve Heftanînê. Cerdevanekî diyar kir ku Tirkiye 7 sal in li Heftanînê gavekê jî pêş ve neçûye. 
 
AKP ku dixwaze meseleya kurdî bi polîtîkaya şer "çareser" bike, gava ewil a "Plana Çokşikandinê" ya di civîna Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) a 30'yê Cotmeha 2014'an de biryara wê da, di 5'ê Nîsana 2015'an de bi bidawîkirina hevdîtinên di navbera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Heyeta Îmraliyê de avêt. AKP, sinyala vê yekê ewilî bi dorpêçkirina sînorê Herêma Kurdistana Federe da û bi taybetî li hemberî Heftanînê ya li sînorê navçeya Qileban a Şirnexê ye gelek operasyonên eskerî li dar xistin. 
 
7 SAL IN NEQEDIYAYE
 
Piştî 5'ê Nîsana 2015'an gav bi gav şer dest pê kir. Di 24'ê Tîrmeha 2015'an de balafirên şer Herêma Kurdistana Federe bombebaran kirin û bi vê re AKP cardin dest bi pêvajoya şer kir. 7 sal in herêma Heftanînê gelek caran bombebaran kiriye û gelek operasyon li dar xistine, lê piştî planên wê yên şer di derveyî sînor de asê man, di 23'yê Nîsana 2021'ê de li hemberî Zap, Avaşîn û Metînayê êrişeke dorfireh da destpêkirin. AKP'ê tam salekê bênavber ji hewayê û ji bejahiyê ve ev herêm bombebaran kirin û çekên kîmyewî şixulandin, lê dîsa jî bi ser neket. Herî dawî jî di 17'ê Nîsana 2022'yan de li Zap, Avaşîn û Metînayê êrişeke hîn dorfirehtir da destpêkirin. 
 
Sefera Zapê ya AKP-PDK'ê di Heftanînê de asê ma û AKP-PDK, li vir gelek windahî dan. Cerdevanekî ji Qileban a Şirnexê ku daxilî nava van êrişan hatiye kirin behsa şerê li Heftanînê kir. Cerdevan anî ziman ku derûniya çawîşên pispor xera bûye û windahî pir zêde ne. 
 
GAVEKÊ JÎ PÊŞ DE NEÇÛNE
 
Cerdevanê ku daxilî nava êrişan hatiye kirin diyar kir ku li hin binkeyên eskerî yên li derdora herêma Heftanînê erazî kontrol kirine, lê belê 7 sal in gavek jî pêş de neçûne. Cerdevan ragihand ku li herêmê êrişên hewayî gelek zêde ne û piştî her bombeberanê di navbera wan û HPG'iyan de şer qewimîne. 
 
Cerdevan bilêv kir ku li herêmê tim şer heye û got: "PKK'yî êdî çekeke menzîldirêj û bêdeng bi kar tînin. Car heye gava tu di mewziyê de nobedê digirî, tu dinerî yê li kêleka te ji zû de miriye. Tew tu mirina hevalê xwe ferq nakî. Ev yek cerdevan û eskeran pir ditirsîne." 
 
ESKER GERÎLLA TV'YÊ TEMAŞE DIKIN
 
Cerdevan destnîşan kir ku derûniya çawîşên pispor xera bûye û esker tim Gerîlla TV'yê temaşe dikin. 
 
BINKEYÊN ESKERÎ YÊN SIXTE
 
Cerdevan da zanîn ku esker li herêmên wekî Heftanînê binkeyên eskerî yên sixte çêdikin û wiha got: "Panelên rojê li ser giran bi cih dikin. Û lempeyan datînin ber van panelên rojê. Bi şev van lempeyan vêdixin û her der ronî dibe. Wekî ku li vê herêmê binkeyeke eskerî hebe didin nîşandan." 
 
TÎMA XENÇER Û BAYREQTARÊ
 
Cerdevan destnîşan kir ku esker cerdevanan didin pêş û tîmên Xençer û Bayreqtarê bi îmtiyaz in û bi helîkopteran tên deverên şer. 
 
Her wiha cerdevan ragihand ku li hin deveran ji bo esker û cerdevanan têra salekê kûmanya tê stokkirin û van kûmanyayan bi traktoran tînin herêmê. 

Sernavên din

31/05/2022
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn
14:22 Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan
14:19 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye
14:03 TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan
13:44 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da
13:40 Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an
13:14 HDP: Ji cenazeyan re rêz bigirin
12:37 Şenyaşar: Kesê komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye
12:35 Kaftancioglû ku cezayê wê teqez bû hat girtin
12:23 Rêxistina nû ya paramîlîter: Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê
12:10 TÎP’ê ji bo Geziyê pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqand
11:58 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Li nûçegihana Jinnewsê cezayê hefsê hate birîn
11:50 Sedat Alkan ji ber rexnekirina polîtîkaya kurd îfade da
11:38 Zilamê ku êrişî jina penaber kiribû hat binçavkirin
11:37 Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist
11:18 Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku qaşo Tirkiye lê digere li Îdlîbê dijî
11:08 Ulugana: Xuyaye ku malbata Barzanî bi hevkariya xwe re projeya Mîsak-i Mîllî erê kiriye
11:01 Mamosteya nîgarê Aktarli: Divê malbat zarokên xwe bişînin saziyên kurdî yên hunerê
10:03 Li Gever û Payîzavayê operasyonên leşkerî dest pê kirin
09:38 Qeyûmê Êlihê ji bo tabeleyê 690 hezar TL xerc kiriye
09:03 Nivîskar Beyî: Malbata Barzanî divê ji dîrokê rewşê fêm bike
09:02 Xwarinên Amedê wekî yên 'Mitbexa Tirk'an hatin berpêşkirin
09:01 Ergul: Ji bo azadiya Ocalan em mecbûr in zorê bidin komîteyê
09:00 Ozsoy: Cîhan îflaskirina polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê kurdan de nîqaş dike
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2022'YAN
08:22 Li Êlihê 11 jin hatin binçavkirin
30/05/2022
22:54 Li noqteya lêgerînê polîsan li hevserokê HDP'î xist
20:32 Cenazeyê kolber Seydanîferd hat veşartin
16:38 Ji bavê Poyraz re ceza xwestin
16:31 Girtiyê nexweş Başaran bi darê zorê sewq kirin
16:25 Li Herêma Kurdistanê 3 leşker hatin kuştin
15:26 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê li welatiyekî astengdar dan
15:25 Di Doza Kobanê de berteka hevpar: Tu rewabûneke vê dozê nîne
15:20 Li Dêrsimê 20 xwendekar hatin berdan
15:14 Li Silopiyayê welatiyek bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da
15:11 TUAY-DER: Bingeha hemû bê hiqûqiyên li girtîgehan tecrîda li ser birêz Ocalan e
14:59 Rapora TÎHV’ê ya 2021’an: Di sala 2021’an de îşkence derket lûtkeyê
14:43 Li Girtîgeha Jinan a Amedê tetbîqata êrişê!
14:19 Danişîna doza rojnameger Olçen hate taloqkirin
14:16 Dozger ji bo zarokên hatin tecawîzkirin got ‘rizaya wan heye'
14:13 Ji Tûncel ji bo dadgerê Doza Kobanê: Li gorî Destûra xwe ya Bingehîn tev bigerin
13:00 Hevşaredara Bismilê tehliye bû
12:59 Li Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:52 Danişîna endama meclîsa şaredariyê Aslan hate taloqkirin
12:36 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 448’an de berdewam kir
12:32 Welatiyên Şirnexî bertek nîşanî talan û operasyonê dan: Em ê bêdeng nemînin
12:17 Bûldan: Doza Kobanê dikeve
12:06 Li Cizîrê agir bi zeviyên genim ket
12:02 FT: Dijminatiya Tirkiyeyê ya li dijî kurdan ji bo herêmê xetere ye
11:11 Ji bo êrişên li dijî Başûr plana nû: Tîma Xencerê û Lîwa 4 xistin dewrê
10:06 Nivîskar Can: Bi hêviya azadiya gelê kurd min li ber xwe da
09:07 Berteka astengdarên Amedê: Em ji du gavan carekê li dolabên berfemotê diqelibin
09:06 Qeyûmê Êlihê ava qenalîzasyonê direjîne Çemê Êlihê
09:05 Şanoger: Em ê serî netewînin
09:02 Hevserokê MED-TÛHAD-FED'ê Zekî Baran: Li dijî tecrîdê divê herkes destê xwe bike bin kevir
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2022'YAN
29/05/2022
20:13 Polisan bi hinceta tevlîbûna 'Meşa Şoreşê' 16 ciwanan binçav kir
17:25 Helbestvan Merwanî pirtûka xwe ya 'Reqsa Perperokan' îmze kir
16:35 Kedkarên tenduristiyê Enqereyê bi rengê spî xemilandin: Em li vir in, naçin
16:24 Aydenîz: Tevî her cureyên zextan jî nekarîn encamekî bi dest bixin
16:01 Prof. Dr. El-Dîn: Tecrîdeke dijmirovî li ser Ocalan heye
15:32 Ji bo Doza Kobanê bang kirin: Wer in em bi hev re li dijî qirkirina hiqûqî têbikoşin
15:26 Ji rêxistinên ziman li dijî qedexeyan helwesteke hevpar
15:00 Pêşengeha wêneyan a zarokan berdewam dike
14:46 Ji ber çêkirina qereqolê li Şênê dar têne birîn
14:13 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavên xwe li zilmê digirin dê ji mirovbûna xwe bibin
14:05 Di şerê Zapê de 22 leşker hatin kuştin
13:52 Çalakiya kedkarên malbarkirinê encam da
13:06 Mitînga Spî ya kedkarên tenduristiyê dest pê kir
13:05 Betalî ji bêgavî berê wan dide şert û mercên dijwar
12:29 Konferansa Lubnan-Kurd a li Beyrûdê dest pê kir
12:28 Di topbarana Tirkiyeyê de li Eyn Îsayê sivîlek birîndar bû
12:12 Malbata Kazanhan: Divê polîs û hêzên tiliya wan di bûyere de heye bên cezakirin
11:21 Çalakiya karkerên malan bar dikin didome
11:19 Li Enqereyê 7 kes hatin binçavkirin
11:13 Muzîkjen Arzû: Divê stranên me ji gel re bibin hêvî
10:35 Qedexeya OHAL’ê ya li Wanê ji bo 15 rojên din hate dirêjkirin
10:29 Ji xwendekarên li Dêrsimê hatine binçavkirin 6 jê hatin berdan
10:26 Parêzer Çayir: Pêşniyarqanûna ji bo medyaya civakî li dijî Qanûna Bingehîn e
10:05 Xelkê Amedê: Heke em welatê xwe neparêzin dê kesek bo me neparêze
09:24 Ji bo daweta midûrê emniyetê OHAL hat ragihandin!
09:12 Ekolojîst Yanliç: Armanca hilweşandina xwezayê bêmirov hiştine
09:08 Akman a di Nobeta Edaletê ku hatibû derbkirin: Dewlet ji dayikan bihêztir nîne
09:06 Pêşmergeyê Gulan: Hevkariya Barzanî bedelên ku me dayîn vala derdixe
09:04 Ji bo kurê xwe yê girtiyê nexweş ê giran di Nobeta Edaletê de ye
09:02 Jinên HDP’yî xwe ji kongreyê re amade dikin: Em ji bo avakirina nû tên
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2022'YAN
28/05/2022
20:43 HPG: Cenazeyê du leşkeran di destê me de ne
18:43 Ji qereqola ser sînor Heftenîn tê topbarankirin
18:33 Agahî ji 3 girtiyên bi darê zorê ji qawişê hatin derxistin nayê girtin
17:57 ‘Heta ku edalet neyê Roboskê wê edalet neyê Tirkiyeyê jî’
17:19 Li Zozanên Şênê operasyoneke leşkerî hate destpêkirin
17:08 Înîsiyatifa Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî ji bo Ozkan bang kirin