Amadekariyên kongreya HDP dest pê kirin

img

ENQERE - Amedekariyên Kongreya Asayî ya 5'an a HDP'ê bi avakirina Komîsyona Mutabaqatê re dest pê kirin. HDP hewl dide ku kongreyeke girseyî li dar bixe û dê li dijî doza girtinê û operasyonan peyama "Ev ne dawî ye, destpêk e" bide. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê Kongreya Asayî ya Mezin a 5'an di 3'yê Tîrmehê de li Hêwana Sporê ya Arenayê li dar bixe. Meclîsa Partiyê di 17'ê Nîsanê de li hev kom bûbû û biryara lidarxistina kongreyê dabû. 
 
Piştî vê biryarê ji bo amadekariyên teknîkî, peyama sereke, dirûşme, mijarên li ser bên sekinandin û Meclîsa Partiyê û hevserok bên diyarkirin Komîsyona Mutabaqatê hat avakirin. 
 
Komîsyona Mutabaqatê ya ji pêkhateyên HDP'ê, meclîsên wê yên jin û ciwanan û endamên wê pêk tê civîna xwe ya ewil li dar xist. Komîsyona ji 15 kesan pêk tê, amadekariyên kongreyê dan destpêkirin û dê kesên di Meclîsa Partiyê de cih bigirin diyar bike. 
 
SERLÊDANÊN JI BO MECLÎSA PARTIYÊ
 
Ji bo kesên dixwazin di nava Meclîsa Partiyê de cih bigirin dema serlêdanê dest pê kiriye. Ewilî dê serî li rêxistinên partiyê yên bajêr bê dayîn û paşê Komîsyona Mutabaqatê ya Herêmê jî dê namzetên Meclîsa Partiyê bigihîne Komîsyona Mutabaqatê ya di bin banê Navenda Giştî de.
 
Armanca Meclîsa Partiyê ya nû ew e ku di warê nûnertiya fikira HDP'ê de, di warê daxilkirina derdoreke berfireh de, di warê ciwanan û dînamîkbûnê de xurt be. Dê di vê çaçroveyê de rêgeza piralî esas bê girtin. 
 
HEVSEROK
 
Komîsyona Mutabaqatê dê her hefte li hev kom bibe û xebatên xwe bidomîne. Komîsyona Mutabaqatê ku di warê guherandina hevserokan de xwedî roleke diyarker e, dê mijara guherandina hevserokan di demeke nêzî kongreyê de bide ber nîqaşê.
 
50 HEZAR KES
 
Her wiha tê payin ku kongre bi awayekî pir xurt bê lidarxistin. Komîsyona Rêxistinbûyînê xebatên ji bo beşdarbûnê didomîne. Tê payin ku ji 7 herêmên Tirkiyeyê 50 hezar kes tevli kongreyê bibin. 
 
Tê payin ku wekî Kongreya Asayî ya Mezin a 4'an di vê kongreyê de jî ji Rojhilata Navîn û gelek welatên Ewropayê gelek derdor tevli kongreyê bibin. 
 
RÊVEBIRIYEKE XURT
 
HDP xetereya doza girtinê û qedexekirina daxilbûna nava siyasetê ya siyasetmedaran pir nîqaş nake, tenê lê hûr bûye ku dê peyameke çi qasî xurt bide doza girtinê. HDP xebatên xwe yên ji bo rêvebiriyeke nû ku aktorine nû di nav de cih bigirin dixebite.
 
Di heman demê de HDP beriya kongreyê du armanc danîbûn ber xwe; yek "Tifaqa Demokrasiyê" û dudo "Diyarkerî di siyaseta Tirkiyeyê" de. HDP'ê her du armancên xwe jî pêk anîn û bi vî awayî ber bi 3'yê Tîrmehê ve diçe. 
 
‘EV NE DAWÎ YE, DESTPÊK E'
 
HDP hewl dide kongreyeke girseyî li dar bixe û dê li dijî doza girtinê û operasyonan peyama "Ev ne dawî ye, destpêk e" bide. 
 
MA / Berîvan Altan
 

Sernavên din

28/05/2022
17:05 Rûniştina F a 531’emîn: Bila Zerdeşt Odûncû were berdan
16:08 Aysel Tûglûk nameyên ku ji wê re tên şandin nikare bixwîne
16:00 Bi nivîsandina nivîsên ser dîwaran bertek nîşanî êrişan dan
14:56 Dadgeha Bilind cezayê Çîçek Kobanê erê kir
14:49 Parêzerê Mandela: Tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin
14:38 ‘Gundî li ber dibistanê kom kirin û gund şewitandin’
14:26 Li Enqereyê banga xwedî derketina Doza Kobanê hate kirin
13:56 Bafil Talebanî: Heke em bibin yek kes nikare li hemberî me bisekine
13:35 Sancar: Divê tecrîda li ser Ocalan rabe
13:17 Xizmên Windayan li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windayan pirsîn
12:59 Bayindir: Hevalê me Zekî serê xwe li ber zilmê netewand
12:58 Birayê Çelebiyê hate qetilkirin: Polîsan her tim gef li me dixwarin
12:05 Di 7 salan de 112 kes di êrişên Tirkiyeyê de hatin kuştin
11:28 Piştî 136 rojan cenazeyê kolber Behlûl Seydanîferd hat dîtin
11:20 Çiyayê Cûdî hat bombebarankirin
10:54 Li Bestayê bi traktoran darên hatine birîn dikişînin
10:46 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ji bo daraza serbixwe ye
10:40 Rojnamevan Ferac: PDK xebatên sîxuriyê dike
10:02 Li Dêrsimê gelek kes hatin binçavkirin
10:01 Li Êlihê tundiya zilamekî: 2 kes hatin kuştin û kesek birîndar bû
09:51 Lêgerîna 28 salan: Em ê dest ji lêgerînê bernedin
09:13 Lîstika wan pûç bû: Heman dosye ji du dozgeran re şandine!
09:09 Amadekariyên kongreya HDP dest pê kirin
09:08 Li girtîgehê firotina klîmayan serbest e, lê xebitandina wan qedexe ye!
09:07 Hevserokê OHD'ê: Girtîgeh li ser sozên xwe nesekinî, çewisandin zêde bûne
09:07 Xizmên girtiyan bang li Barzanî kirin: Ji wan cilên li ser xwe fedî bike
09:06 Sefera Zapê li Heftanînê asê ma
09:05 Polîsan ew felc kir, darazê kiryar parastin, emniyetê ew da ber îcrayê
09:05 Kanîwar: Divê hunermend bi rol û mîsyona xwe ya civakî rabin
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2022'YAN
08:52 Helbestvan Merwanî dê sibê gotubêjek li dar bixe
27/05/2022
23:57 ‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû' li Amedê hat lîstin
22:42 Ji HDK'ê konsereke pirzimanî
21:48 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika şanoyê ya bi kurdî betal kir
19:01 KCD û DBP: Em bi ruhê yekîtiyê xwedî li destkeftiyên kurdan derkevin
18:31 Di doza Denîz Poyrazê de daxwaza ji bo redkirina dadger hat redkirin
17:45 Birayê Zekî Çelebî: Em ê alaya wî ya têkoşînê ber bi serketinê ve bilind bikin
16:50 Di êrişên Tirkiyeyê yên du rojan de 18 leşker hatine kuştin
16:46 Rêxistinên rojnamegeran bertek nîşan dan: Em pêşniyarqanûna medyaya dijîtal red dikin
16:18 Di serdana Îmamoglû de jinek hate binçavkirin
16:11 Xelkê Wanê ji şaredarên CHP’ê re got: Şaredarên me li ku ne?
15:38 Serokên baroyan li ber Dadgeha Dîlokê Nobeda Edaletê girtin
15:31 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qedexeyên li ser kurdî protesto kirin
15:26 Çawişê pispor ê ku bû sedema mirina Hazna Su dîsa nehat girtin
15:25 ‘Ez naxwazim kurê min li girtîgehê bimre’
15:12 Gelo we têkildarî mirina Siddik Ugur lêkolîn kiriye yan na?
14:44 Pirtûkên ku wezaretê erê kiriye nadin girtiyan
14:28 Li Dêrsimê xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
14:20 Çapemeniya PDK'ê ji çapemeniya AKP'ê derbas kir
13:24 Daxuyaniya Bamernê: PDK bi provokasyonan dixwaze bingeha şer amade bike
13:23 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
13:05 Tevî biryara DMME’yê jî Yildirim nehat berdan
12:48 Girtiyên Efrînî: Me nekarî raya giştî ji neheqiya li me hatiye kirin agahdar bikin
12:32 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin, li Wanê jî jinek bi awayekî biguman mir
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Doza parêzer Newroz Uysal hat taloqkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rûmet û hêza sekna li dijî bêedaletiyê, yên li ber xwe didin pê dizanin
11:37 Li Şîşliyê 3 kes di malekê de mirî hatin dîtin
11:11 Derewa Walîtiya Rihayê derhî bû: Cihê ku Aksem lê hatiye kuştin derqanûnî hatiye bikaranîn
10:57 Di laşê Ugur de şopên îşkenceyê hebûn
10:53 Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin
10:29 Dede: Dixwazin beriya hilbijartinê biryara Doza Kobanê bidin
10:28 Cenazeyê Çelebî li Wanê hate veşartin
10:24 Çevîrmen: Em ê rêyên çareseriyê peyda bikin û dest bi rêya xwe bikin
10:04 Malbatên Roboskiyê: Dema ku balafirên şer derbas dibin komkujî tê bîra me
09:58 Parêzer Dakali: Tecrîda li Îmraliyê ev sed sal in li ser kurdan tê meşandin
09:45 Jinên Bêrîvan: Divê hemû kurd li dijî êrişan û xiyanetê bibin yek
09:07 12 sal in lı ser rêyan e: Em kurd in, serî natewînin
09:06 Ji 7 partî û rêxistinan amadekariyên ji bo 'Belgeya Demokrasiyê'
09:04 Qeyûm ji bo avahiya bêruxset a endamê AKP'ê xwe li nedîtinê danî
09:03 Hilberînerên kurmên hevrîşimê: Wisa biçe em ê dest jê berdin
09:01 Xelkê Wanê: Desthilat tevahiya çavkaniyan ji bo şer xerc dike
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2022'YAN
26/05/2022
23:54 Tirkiye hewl dide cardin êrişê bibe ser Rojavayê
23:41 Dayikên girtiyan ên di binçavan de hatin îşkencekirin rakirin nexweşxaneyê
21:34 Li Bamernê êrişa bi SÎHA'yan: 2 zarok hatin qetilkirin
20:24 Dê fiyetê benzîn û mazotê cardin bê bihakirin
19:47 Di Doza Girtina HDP'ê de delîlên pêvekî hatin teblîxkirin
19:32 Cenazeyê Çelebî ber bi Wanê ve hat birêkirin
16:32 Li Semsûrê 3 kes hatin girtin û li Êlihê jî 5 kes hatin berdan
15:56 Xizmên girtiyan: Ji mirinên li girtîgehan dewlet berpirsyar e
15:38 Bankaya Navendî faîzê sabît girt
15:07 ‘Ji bo heq û edaletê ji bilî mezinkirina têkoşîna hevpar tu rêyeke din nîne’
14:44 Malbatên girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê bikevin nava liv û tevgerê
14:14 Ji bo Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd înîsiyatîf hate avakirin
14:04 Muslim: Êriş ne li dijî Rojava ye şerê li dijî gelê kurd e
13:25 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:25 Şaredariya AKP’î Turbeya Dayika Meryem hilweşand
13:23 Gunay bang li cîhanê kir: Destkeftiyên kurdan nekin mijara bazarên qirêjî
12:20 Malbata Şenyaşar: Em dozgeran vedixwînin heqiyê
12:13 Walîtiya Bûrsayê konsera Ararat û Şaredariya Bûrsayê jî konsera Dogan qedexe kir
11:38 Firotina Batman Park AVM hat betalkirin
11:38 Kujerê Pinar Kizil hat girtin
11:14 Li Heftanînê berê leşker û cerdevanan ketiye hev: Taqeta me nemaye
10:42 Rojnameger Eren: Dixwazin vê sedsalê bi kurdan bidin windakirin lê nifte di destê kurdan de ye
10:41 Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê îstifa kir
10:15 Rojnamevan Şengalî: Dixwazin Şengalê û berxwedana wê bifetisînin
10:03 Şênîyên Elkê: Wê serkeftin ya kurdan be
10:02 Nûdem Dûrak bi stranekê banga piştevaniyê li hunermendan kir
09:02 Qeyûmê Êlihê ji bo poster û alayan milyonek û 550 TL xerc kiriye