Di 7 salan de 112 kes di êrişên Tirkiyeyê de hatin kuştin

  • rojane
  • 12:05 28 Gulan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de ku ji sala 2015’an vir ve li ser axa Başûrê Kurdistanê didomîne, herî kêm 112 sivîl hat kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn. 
 
Îktidara AKP’ê ji 24’ê Tîrmeha 2015’an vir ve konsepta şer xistiye dewrê. Ji Tîrmeha 2015’an vir ve heta niha Tirkiyeyê bi sedan car li dijî deverên bi ser Herêma Kurdistanê ve êrişên hewayî pêk anî û ev êriş di rojên dawî de zêdetir bûn. Di êrişên balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê de ku li dijî herêmên başûrê Kurdistanê û Şengal û Mexmûrê pêk tên, heta îro zarok û jin jî di nav de herî kêm 112 welatiyên sivîl hatin kuştin û bi sedan welatî jî birîndar bûn. Di êrişa herî dawî ya Tirkiyeyê ya li dijî Bamernê de ku bi balafira bêmirov (SÎHA) pêk hat de, 2 jê zarok 3 kes hatin kuştin. 
 
Li gorî rapora Buroya Kurdistana Iraqê ya CPT amade kiriye ji sala 2015’an ve di êrişên li dijî herêmê de heta sala 2021’an de 109 sivîlan canê xwe ji dest daye. 
 
QETLÎAMA ZERGELÊ 
 
Yek ji komkujiyên herî mezin ên sala 2015’an ku dema êrişan dest pê kir, bombekirina li gundê Zergelê yê Qendîlê ji aliyê balafirên şer ve bû. Di 1’ê Tebaxa 2015’an de di êrişa hewayî ya li ser gundê Zergelê de 2 jê jin ku yek jê ducanî bû 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn û 27 sivîl jî bi giranî birîndar bûbûn. Navê 8 kesan wiha ye: “Necîp Rojhilat, Salih Mihemed Emîn, Karox Mihemed Emîn, Heybet Mihemed Emîn, Nedîm Pîro, Êyşê Xdır, Abdulkadir û Mihemed Emîn.” 
 
Di êrîşên Tirkiyeyê yên di navbera 2017-2018’an de li dijî herêmê pêk hatin herî kêm 30 sivîl hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. 
 
Di hin êrişên Tirkiyeyê yên di sala 2019’an de li dijî jîngehan pêk aniye û bûne sedema kuştinan wiha ne: 
 
23 Çile 2019: Di êrişa hewayî ya li dijî Bajaroka Dêralok a Amediyê de 4 welatiyên sivîl hatin qetilkirin. Tevî astengiya hêzên asayîşê yên li dijî qetlîamên Tirkiyeyê jî di 25'ê çleya 2019’an de gel li Dêralokê li hev kom bû û çalakî li dar xistin. Gelê Behdînan ber bi Qereqola Sîre ya Şêladizê ve meşiya. Piştre jî ket baregeha leşkerî, wesayîtên leşkerî şewitand û baregeh hilweşand. 
Di êrişa leşkerên tirk a li vir de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 6 sivîl jî birîndar bûn. Di nava kesên hatin qetilkirin de zarokek jî hebû. 
 
25 Hezîran 2019: Balafirên şer ên Tirkiyeyê li dijî wesayîtek ku li herêma Goşîn a bi ser Sorana Hewlêrê ve bi rê ve diçû êrişa hewayî pêk anî û ji du birayên di wesayîtê de yek hat kuştin û yek jî bi giranî birîndar bû. 
 
28 Hezîrana 2019: Balafirên şer ên Tirkiyeyê li gundê Berd Kuran ê Çiyayê Kortekê yê Herêma Kurdistanê du wesayîtên sivîl bombe kirin. Ferdên malbata Abdula, Abdula Elî Mîne (53) û zarokên wî Kurdistan Abdula (30) û Heryad Abdula (19) jiyana xwe ji dest dan. Dayika wan Rebî Mihemed û Mihemed Abdula, Taybet Mihemed Abdula, Benaz Abdula û kesek ku navê wî nehat zanîn birîndar bûn.
 
18 Hezîran 2020: Tirkiyeyê êrişa hewayî bir ser herêma Sidêkan û di encama êrişê de Ebas Mexdît hat qetilkirin. 
 
19 Hezîran 2020: Balafirên şer ên Tirkiyeyê çoltera bajaroka Şeladizê ya bi ser navçeya Amediya Duhokê ve bombebaran kirin û 5 sivîl hatin qetilkirin. 
 
24 Hezîran 2020: Balafirên şer ên Tirkiyeyê qada seyrangehê ya navçeya Şarbajêr a bi ser bajarê Silêmaniyê ve bombebaran kirin û 2 sivîl hatin kuştin. 
 
27 Tîrmeh 2020: Balafirên şer ên Tirkiyeyê çoltera Amediyê bombebaran kirin û di encamê de Dilovan Şahîn, Omer Keşanî û Ebdullah Ehmed jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li gorî rapora Buroya CPT ya Kurdistana Iraqê di bombebaran û êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de ku di sala 2021’an de pêk hatine, kesên hatine kuştin wiha ne: 
 
25 Gulan 2021: Bawer Ahmed ê 20  salî di encama êrişa bi topan a Tirkiyeyê de li gundê xwe Deşîşê birîndar bû. Hin welatî jî ji ber parçeyên şarapnelê birîndar bûn. 
 
26 Gulan 2021: Alî Muhsîn ê 16 û Hasan Muhsîn ê 20 salî ku birayê hev in dema pezê xwe diçêrandin di êrişa bombebaranî ya Tirkiyeyê de li gundê xwe Biherê birîndar bûn. 
 
1 Hezîran 2021: Ramazan Alî yê 70 salî kêliya ku li Hirûrê zeviyê xwe av dida, di encama topbarana leşkerên Tirkiyeyê de birîndar bû. 
 
8 Tîrmhe 2021: Welatiyek ji gundê Hirûrê di êrişa leşkerên Tirkiyeyê ku ji baregeha leşkerî kirin de birîndar bû. 
 
13 Tebaxa 2021: Ibrahem Hassan Mohamad (51), yê ku li gundê Deşîşê ya bi ser Kanîmasiyê ve zeviyê xwe av dida ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve hat birîndarkirin. 
 
20 Tebax 2021: Ahmed Şakir (40) û Yousif Amir (26) li nehiya Batifa ya bi ser Zaxoyê ve di encama topbarana leşkerên tirk de hatin kuştin. 
 
648 GUND DI BIN XETEREYÊ DE NE 
 
Di rapora Buroya CPT ya Kurdistana Iraqê de jî ev tişt hatin gotin: “Me ragihand ku ji sala 2015’an û vir ve 109 sivîl hatine qetilkirin, me belge kir ku di encama van êrişan de zêdetirî 120 sivîl birîndar bûne. 648 gund di bin xeteriya valakirina bi temamî de ne. Li van gundan nêzî 55-60 malbat mane. Heke malbatek jî mabe, em ji wî gundî re nabêjin 'gundê vala'. Em jê re dibêjin gundekî di xetereya valakirinê re rûbirû ye. 150 gund bi temamî hatine valakirin.”
 

Sernavên din

28/05/2022
17:05 Rûniştina F a 531’emîn: Bila Zerdeşt Odûncû were berdan
16:08 Aysel Tûglûk nameyên ku ji wê re tên şandin nikare bixwîne
16:00 Bi nivîsandina nivîsên ser dîwaran bertek nîşanî êrişan dan
14:56 Dadgeha Bilind cezayê Çîçek Kobanê erê kir
14:49 Parêzerê Mandela: Tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin
14:38 ‘Gundî li ber dibistanê kom kirin û gund şewitandin’
14:26 Li Enqereyê banga xwedî derketina Doza Kobanê hate kirin
13:56 Bafil Talebanî: Heke em bibin yek kes nikare li hemberî me bisekine
13:35 Sancar: Divê tecrîda li ser Ocalan rabe
13:17 Xizmên Windayan li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windayan pirsîn
12:59 Bayindir: Hevalê me Zekî serê xwe li ber zilmê netewand
12:58 Birayê Çelebiyê hate qetilkirin: Polîsan her tim gef li me dixwarin
12:05 Di 7 salan de 112 kes di êrişên Tirkiyeyê de hatin kuştin
11:28 Piştî 136 rojan cenazeyê kolber Behlûl Seydanîferd hat dîtin
11:20 Çiyayê Cûdî hat bombebarankirin
10:54 Li Bestayê bi traktoran darên hatine birîn dikişînin
10:46 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ji bo daraza serbixwe ye
10:40 Rojnamevan Ferac: PDK xebatên sîxuriyê dike
10:02 Li Dêrsimê gelek kes hatin binçavkirin
10:01 Li Êlihê tundiya zilamekî: 2 kes hatin kuştin û kesek birîndar bû
09:51 Lêgerîna 28 salan: Em ê dest ji lêgerînê bernedin
09:13 Lîstika wan pûç bû: Heman dosye ji du dozgeran re şandine!
09:09 Amadekariyên kongreya HDP dest pê kirin
09:08 Li girtîgehê firotina klîmayan serbest e, lê xebitandina wan qedexe ye!
09:07 Hevserokê OHD'ê: Girtîgeh li ser sozên xwe nesekinî, çewisandin zêde bûne
09:07 Xizmên girtiyan bang li Barzanî kirin: Ji wan cilên li ser xwe fedî bike
09:06 Sefera Zapê li Heftanînê asê ma
09:05 Polîsan ew felc kir, darazê kiryar parastin, emniyetê ew da ber îcrayê
09:05 Kanîwar: Divê hunermend bi rol û mîsyona xwe ya civakî rabin
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2022'YAN
08:52 Helbestvan Merwanî dê sibê gotubêjek li dar bixe
27/05/2022
23:57 ‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû' li Amedê hat lîstin
22:42 Ji HDK'ê konsereke pirzimanî
21:48 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika şanoyê ya bi kurdî betal kir
19:01 KCD û DBP: Em bi ruhê yekîtiyê xwedî li destkeftiyên kurdan derkevin
18:31 Di doza Denîz Poyrazê de daxwaza ji bo redkirina dadger hat redkirin
17:45 Birayê Zekî Çelebî: Em ê alaya wî ya têkoşînê ber bi serketinê ve bilind bikin
16:50 Di êrişên Tirkiyeyê yên du rojan de 18 leşker hatine kuştin
16:46 Rêxistinên rojnamegeran bertek nîşan dan: Em pêşniyarqanûna medyaya dijîtal red dikin
16:18 Di serdana Îmamoglû de jinek hate binçavkirin
16:11 Xelkê Wanê ji şaredarên CHP’ê re got: Şaredarên me li ku ne?
15:38 Serokên baroyan li ber Dadgeha Dîlokê Nobeda Edaletê girtin
15:31 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qedexeyên li ser kurdî protesto kirin
15:26 Çawişê pispor ê ku bû sedema mirina Hazna Su dîsa nehat girtin
15:25 ‘Ez naxwazim kurê min li girtîgehê bimre’
15:12 Gelo we têkildarî mirina Siddik Ugur lêkolîn kiriye yan na?
14:44 Pirtûkên ku wezaretê erê kiriye nadin girtiyan
14:28 Li Dêrsimê xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
14:20 Çapemeniya PDK'ê ji çapemeniya AKP'ê derbas kir
13:24 Daxuyaniya Bamernê: PDK bi provokasyonan dixwaze bingeha şer amade bike
13:23 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
13:05 Tevî biryara DMME’yê jî Yildirim nehat berdan
12:48 Girtiyên Efrînî: Me nekarî raya giştî ji neheqiya li me hatiye kirin agahdar bikin
12:32 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin, li Wanê jî jinek bi awayekî biguman mir
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Doza parêzer Newroz Uysal hat taloqkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rûmet û hêza sekna li dijî bêedaletiyê, yên li ber xwe didin pê dizanin
11:37 Li Şîşliyê 3 kes di malekê de mirî hatin dîtin
11:11 Derewa Walîtiya Rihayê derhî bû: Cihê ku Aksem lê hatiye kuştin derqanûnî hatiye bikaranîn
10:57 Di laşê Ugur de şopên îşkenceyê hebûn
10:53 Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin
10:29 Dede: Dixwazin beriya hilbijartinê biryara Doza Kobanê bidin
10:28 Cenazeyê Çelebî li Wanê hate veşartin
10:24 Çevîrmen: Em ê rêyên çareseriyê peyda bikin û dest bi rêya xwe bikin
10:04 Malbatên Roboskiyê: Dema ku balafirên şer derbas dibin komkujî tê bîra me
09:58 Parêzer Dakali: Tecrîda li Îmraliyê ev sed sal in li ser kurdan tê meşandin
09:45 Jinên Bêrîvan: Divê hemû kurd li dijî êrişan û xiyanetê bibin yek
09:07 12 sal in lı ser rêyan e: Em kurd in, serî natewînin
09:06 Ji 7 partî û rêxistinan amadekariyên ji bo 'Belgeya Demokrasiyê'
09:04 Qeyûm ji bo avahiya bêruxset a endamê AKP'ê xwe li nedîtinê danî
09:03 Hilberînerên kurmên hevrîşimê: Wisa biçe em ê dest jê berdin
09:01 Xelkê Wanê: Desthilat tevahiya çavkaniyan ji bo şer xerc dike
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2022'YAN
26/05/2022
23:54 Tirkiye hewl dide cardin êrişê bibe ser Rojavayê
23:41 Dayikên girtiyan ên di binçavan de hatin îşkencekirin rakirin nexweşxaneyê
21:34 Li Bamernê êrişa bi SÎHA'yan: 2 zarok hatin qetilkirin
20:24 Dê fiyetê benzîn û mazotê cardin bê bihakirin
19:47 Di Doza Girtina HDP'ê de delîlên pêvekî hatin teblîxkirin
19:32 Cenazeyê Çelebî ber bi Wanê ve hat birêkirin
16:32 Li Semsûrê 3 kes hatin girtin û li Êlihê jî 5 kes hatin berdan
15:56 Xizmên girtiyan: Ji mirinên li girtîgehan dewlet berpirsyar e
15:38 Bankaya Navendî faîzê sabît girt
15:07 ‘Ji bo heq û edaletê ji bilî mezinkirina têkoşîna hevpar tu rêyeke din nîne’
14:44 Malbatên girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê bikevin nava liv û tevgerê
14:14 Ji bo Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd înîsiyatîf hate avakirin
14:04 Muslim: Êriş ne li dijî Rojava ye şerê li dijî gelê kurd e
13:25 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:25 Şaredariya AKP’î Turbeya Dayika Meryem hilweşand
13:23 Gunay bang li cîhanê kir: Destkeftiyên kurdan nekin mijara bazarên qirêjî
12:20 Malbata Şenyaşar: Em dozgeran vedixwînin heqiyê
12:13 Walîtiya Bûrsayê konsera Ararat û Şaredariya Bûrsayê jî konsera Dogan qedexe kir
11:38 Firotina Batman Park AVM hat betalkirin
11:38 Kujerê Pinar Kizil hat girtin
11:14 Li Heftanînê berê leşker û cerdevanan ketiye hev: Taqeta me nemaye
10:42 Rojnameger Eren: Dixwazin vê sedsalê bi kurdan bidin windakirin lê nifte di destê kurdan de ye
10:41 Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê îstifa kir
10:15 Rojnamevan Şengalî: Dixwazin Şengalê û berxwedana wê bifetisînin
10:03 Şênîyên Elkê: Wê serkeftin ya kurdan be
10:02 Nûdem Dûrak bi stranekê banga piştevaniyê li hunermendan kir
09:02 Qeyûmê Êlihê ji bo poster û alayan milyonek û 550 TL xerc kiriye