Akman a di Nobeta Edaletê ku hatibû derbkirin: Dewlet ji dayikan bihêztir nîne

  • jin
  • 09:08 29 Gulan 2022
  • |
img
STENBOL - Dayika girtî Fînce Akman ku di Nobeta Edaletê de di encama tundiya polîsan de bi ser hişê xwe çû, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî û saziyên jinan ên ew tenê hiştin rexne kirin û got: “Em yek kes jî bin em ê li wê qadê bin.”
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan û binpêkirinên mafan bi dawî bibin di 16’ê Mijdara 2021’an de li Amedê dabû destpêkirin di 9’ê Kanûna 2021’an de li Wanê, di 12’ê Sibata 2022’yan de li Îzmîrê û di 24’ê Adara 2022’yan de li Stenbolê dabûn destpêkirin. Polîsan di hefteya 10’emîn (26’ê Gulanê) de tevî Fînce Akman a 57 salî ku ji roja ewil û vir ve, her hefte tev li çalakiya li Stenbolê dibe, li malbatên girtiyan ên din Kumrî Akgul, Zeynep Calihan û Songul Îlken dan û ew binçavkirin. 
 
 Akman a di wesayîta polîsan de bi pêhnan tundî lê hat kirin ji ser hişê xwe çû û Îlken a polîsan dehf da jî serê wê bi wesayîtê ket û hate derbkirin. Dayikên ku bi paş ve hatin kelemçekirin, li Qereqola polîsan a Çaglayanê ku pişt re birinê her tim ji aliyê polîsan ve hatin tacîzkirin û axaftina wan a bi kurdî hate qedexekirin. Dayikên ku li nexweşxaneyê rapora lêdanê girtin pişt re hatin berdan. 
 
Akman, a piştî hate berdan li nexweşxaneyeke li navçeya Kartalê tedawî dît, tiştên wê rojê bi serê wê hatin ji ajansa me re vegotin. 
 
BINÇAVKIRIN, TACÎZ Û TUNDΠ
 
Akman ku kurê wê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 3’yemîn a Sîlîvriyê tê ragirtin, diyar kir ku 40 sal in li dijî polîtîkayên zext û tundiyê têdikoşe. Akman a her hefte ji mala xwe ya li navçeya Kartalê derdikeve û tê pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê destnîşan kir ku bi dayikên bi wê re her carê tên derbkirin lê tevî hemû zext û astengiyan jî dê çalakiya xwe bênavber bidomîne. 
 
Akman, a di hefteya 7’emîn (5’ê Gulan) de jî ji aliyê polîsan ve hate derbkirin û binçavkirin û pişt re di heman demê de hatibû berdan wiha got: “Ez di serê sibê de radibim û têm pêşiya edliyeyê. Heta ku digihim çalakiyê neçar dibim 4 wesayîtan biguherînim. Çawa digihim pêş edliyeyê, min îşaret dikin derdora min digirin û wêneyên min dikişînin. Her carê ez rastî vê tacîza polîsan têm. Weke her hefte vê hefteyê jî ji bo edaletê bixwazin tevî dayikên din bi hev re çûn pêş Edliyeya Stenbolê. Beriya çalakiyê em bi dayikan re li kafeya li hemberî edliyeyê rûniştin lê çawa polîsan em dîtin gotin ‘rûniştina we ya li vir qedexe ye’ em dorpêç kirin. Me jî got ‘ma rûniştina li kafeyê jî qedexe ye’. Li ser vê yekê polîsan bi lêdanê û bi darê zorê hewl dan me li wesayîtan siwar bikin.”
 
BI LAÇIKA WÊ DEVÊ WÊ GIRÊ DAN
 
Akman; bal kişand ku dema binçavkirinê de rastî lêdan, heqaret û gefên polîsan hatin û tiştên qewimîn wiha vegotin: “Dema polîsan ez ber bi wesayîtê ve kaş kirim, ji bo nekevim erdî min xwe bi demirên kafeyê ve girt. Polîsekî gelek caran li cihê ku min demir girti bû xist. Pişt re polîsekî din hat ‘got tu xwe bi de aliyekî tu ne bihêzî ez ê berdewam bikim’. Li me dan û em avêtin nava wesayîta polîsan. Êrişê di wesayîta binçavkirinê de berdewam kir. Ewilî dest danîn ser çanteyên me û telefonên me, pişt re em li koltuxên cuda bi cih kirin. Polîsek piştî ez li ser koltuxî rûniştim lingên min bi hevve kirin û tevgera min asteng kir polîsekî din jî hat ser min rûnişt û dest bi lêdana min kir. Dema min qîr kir laçika serê min girtin û pê devê min girê dan. Pişt re polîsekî din hat hewl da ji patika min bigire û serê min bitewîne û li stuyê min da. Polîsên din jî li derdora min kom bûn. Di wê navberê de ji bo ku min nekarî bêhnê bigirim dilê min rabû û ez ji ser hişê xwe çûm. Dema ez hatim ser hişê xwe min bihîst ku dayikên din bi gotina ‘we kuşt’ bertek nîşan dan. Pişt re êrişî dayikên din jî kirin.”
 
DEWLET JI DAYIKAN NE BIHÊZTIR E
 
Akman, bi lêv kir ku polîsan bi gotina “Em dewlet in, dewlet gelek bihêz e. Heke hûn careke din bên em ê we ji vê rewşê xerabtir bikin, em ê we bibînin” gef li wan xwarine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser vê yekê min jî got ‘Dewlet hêza xwe bi ser jinan û dayikan bikartîne. Heke wisa be em ji we bihêztir in’. Her hefte bi dehan polîs, bi çek cop û mertalên xwe ve ji bo çar dayikan binçav bikin li wir kom dibin û ji vê re jî dibêjin ‘em bi hêztir in’. Heke hêza dewletê ev be em vê nas nakin. Dewleteke ku li me dide, tu daxwazên me yên rewa qebûl nake û bi tundiyê ditepisîne dê çawa bibe dewleta me. Ew çi bikin bila bikin em qet dest ji têkoşîna xwe bernadin.”
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’
 
Akman, anî ziman ku bi lêdan û binçavkirinê nikarin çavên wan bitirsînin û bi lêv kir ku wê hefteya pêşiya me li heman cihî bin. Akman, diyar kir ku sedema kîn û hêrsa wan ya bi vî rengî tirs e û wiha pê de çû: “Ji dayikan ditirsin. Ew bi kuştina zarokên me ya di girtîgehê de difikirin ku dê kurdan xelas bikin. Em bêçare nînin bihêz in û mafdar in. 40 sal in rastî van zextan têm û li dijî vê têkoşînekê didim. Ew hewl didin me bi vî awayî bitepisînin lê qasî ku ew zilmê dikin em zêde dibin û berxwedana me mezin dibe.”
 
KESÊN DIBÊJIN DEMOKRASÎ LI KU NE?
 
Akman, da zanîn ku dayikên li Stenbolê Nobeta xwe ya Edaletê didomînin tenê hatin hiştin, ji ber vê yekê êriş li wan tê kirin û ji ber rêxistinên jinan, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên demokratîk li dijî çalakiya wan bêdeng man rexne kirin û got: “Yek kes jî bimîne em ê li ber xwe bidin. Lê ez vî halî nedîtina bêdengiyê fêm nakim. Kesên ku li koltuxên xwe rûdinin û qala demokrasiyê û mafên jinan dikin li ku ne? Kesên dibêjin em pêşengtiyê li demokrasiyê dikin, ev têgeh ji bo me ne derbasdar in? Ez dixwazim ji wan bipirsim. Em her hefte tên binçavkirin lê kesê li cem xwe nabînin. Em jî jin in dayik in, kesên mal û milkê wan hene. Ev rewşa bêhestiyarî ji aliyê jinan ve jî nayê qebûlkirin. 
 
WÊ GILIYÊ POLÎSAN BIKE
 
Em mafdar in hêza xwe ji mafdariya xwe digirin. Em yek kes jî bimînin li wê qadê em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin. Ji ber lêdanê destê min şîn bûn. Piştî ku fîlmê dest û zendên min hatin kişandin min rapora lêdanê girt. Ev du roj in zehmetiyê dikişînim ku destên xwe bilivînim. Stuyê min û pişt amin hêj diêşe. Zendên min werimîne. Em tiştên li me kirin qebûl nakin. Em ê li dijî kesên ku li pêş edliyeyê li me dan û gef li me xwar in di demekî kurt de biçin serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bidin û giliyê wan bikin.”
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

29/05/2022
14:46 Ji ber çêkirina qereqolê li Şênê dar têne birîn
14:13 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavên xwe li zilmê digirin dê ji mirovbûna xwe bibin
14:05 Di şerê Zapê de 22 leşker hatin kuştin
13:52 Çalakiya kedkarên malbarkirinê encam da
13:06 Mitînga Spî ya kedkarên tenduristiyê dest pê kir
13:05 Betalî ji bêgavî berê wan dide şert û mercên dijwar
12:29 Konferansa Lubnan-Kurd a li Beyrûdê dest pê kir
12:28 Di topbarana Tirkiyeyê de li Eyn Îsayê sivîlek birîndar bû
12:12 Malbata Kazanhan: Divê polîs û hêzên tiliya wan di bûyere de heye bên cezakirin
11:21 Çalakiya karkerên malan bar dikin didome
11:19 Li Enqereyê 7 kes hatin binçavkirin
11:13 Muzîkjen Arzû: Divê stranên me ji gel re bibin hêvî
10:35 Qedexeya OHAL’ê ya li Wanê ji bo 15 rojên din hate dirêjkirin
10:29 Ji xwendekarên li Dêrsimê hatine binçavkirin 6 jê hatin berdan
10:26 Parêzer Çayir: Pêşniyarqanûna ji bo medyaya civakî li dijî Qanûna Bingehîn e
10:05 Xelkê Amedê: Heke em welatê xwe neparêzin dê kesek bo me neparêze
09:24 Ji bo daweta midûrê emniyetê OHAL hat ragihandin!
09:12 Ekolojîst Yanliç: Armanca hilweşandina xwezayê bêmirov hiştine
09:08 Akman a di Nobeta Edaletê ku hatibû derbkirin: Dewlet ji dayikan bihêztir nîne
09:06 Pêşmergeyê Gulan: Hevkariya Barzanî bedelên ku me dayîn vala derdixe
09:04 Ji bo kurê xwe yê girtiyê nexweş ê giran di Nobeta Edaletê de ye
09:02 Jinên HDP’yî xwe ji kongreyê re amade dikin: Em ji bo avakirina nû tên
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2022'YAN
28/05/2022
20:43 HPG: Cenazeyê du leşkeran di destê me de ne
18:43 Ji qereqola ser sînor Heftenîn tê topbarankirin
18:33 Agahî ji 3 girtiyên bi darê zorê ji qawişê hatin derxistin nayê girtin
17:57 ‘Heta ku edalet neyê Roboskê wê edalet neyê Tirkiyeyê jî’
17:19 Li Zozanên Şênê operasyoneke leşkerî hate destpêkirin
17:08 Înîsiyatifa Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî ji bo Ozkan bang kirin
17:05 Rûniştina F a 531’emîn: Bila Zerdeşt Odûncû were berdan
16:08 Aysel Tûglûk nameyên ku ji wê re tên şandin nikare bixwîne
16:00 Bi nivîsandina nivîsên ser dîwaran bertek nîşanî êrişan dan
14:56 Dadgeha Bilind cezayê Çîçek Kobanê erê kir
14:49 Parêzerê Mandela: Tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin
14:38 ‘Gundî li ber dibistanê kom kirin û gund şewitandin’
14:26 Li Enqereyê banga xwedî derketina Doza Kobanê hate kirin
13:56 Bafil Talebanî: Heke em bibin yek kes nikare li hemberî me bisekine
13:35 Sancar: Divê tecrîda li ser Ocalan rabe
13:17 Xizmên Windayan li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windayan pirsîn
12:59 Bayindir: Hevalê me Zekî serê xwe li ber zilmê netewand
12:58 Birayê Çelebiyê hate qetilkirin: Polîsan her tim gef li me dixwarin
12:05 Di 7 salan de 112 kes di êrişên Tirkiyeyê de hatin kuştin
11:28 Piştî 136 rojan cenazeyê kolber Behlûl Seydanîferd hat dîtin
11:20 Çiyayê Cûdî hat bombebarankirin
10:54 Li Bestayê bi traktoran darên hatine birîn dikişînin
10:46 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ji bo daraza serbixwe ye
10:40 Rojnamevan Ferac: PDK xebatên sîxuriyê dike
10:02 Li Dêrsimê gelek kes hatin binçavkirin
10:01 Li Êlihê tundiya zilamekî: 2 kes hatin kuştin û kesek birîndar bû
09:51 Lêgerîna 28 salan: Em ê dest ji lêgerînê bernedin
09:13 Lîstika wan pûç bû: Heman dosye ji du dozgeran re şandine!
09:09 Amadekariyên kongreya HDP dest pê kirin
09:08 Li girtîgehê firotina klîmayan serbest e, lê xebitandina wan qedexe ye!
09:07 Hevserokê OHD'ê: Girtîgeh li ser sozên xwe nesekinî, çewisandin zêde bûne
09:07 Xizmên girtiyan bang li Barzanî kirin: Ji wan cilên li ser xwe fedî bike
09:06 Sefera Zapê li Heftanînê asê ma
09:05 Polîsan ew felc kir, darazê kiryar parastin, emniyetê ew da ber îcrayê
09:05 Kanîwar: Divê hunermend bi rol û mîsyona xwe ya civakî rabin
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2022'YAN
08:52 Helbestvan Merwanî dê sibê gotubêjek li dar bixe
27/05/2022
23:57 ‘Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû' li Amedê hat lîstin
22:42 Ji HDK'ê konsereke pirzimanî
21:48 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika şanoyê ya bi kurdî betal kir
19:01 KCD û DBP: Em bi ruhê yekîtiyê xwedî li destkeftiyên kurdan derkevin
18:31 Di doza Denîz Poyrazê de daxwaza ji bo redkirina dadger hat redkirin
17:45 Birayê Zekî Çelebî: Em ê alaya wî ya têkoşînê ber bi serketinê ve bilind bikin
16:50 Di êrişên Tirkiyeyê yên du rojan de 18 leşker hatine kuştin
16:46 Rêxistinên rojnamegeran bertek nîşan dan: Em pêşniyarqanûna medyaya dijîtal red dikin
16:18 Di serdana Îmamoglû de jinek hate binçavkirin
16:11 Xelkê Wanê ji şaredarên CHP’ê re got: Şaredarên me li ku ne?
15:38 Serokên baroyan li ber Dadgeha Dîlokê Nobeda Edaletê girtin
15:31 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê qedexeyên li ser kurdî protesto kirin
15:26 Çawişê pispor ê ku bû sedema mirina Hazna Su dîsa nehat girtin
15:25 ‘Ez naxwazim kurê min li girtîgehê bimre’
15:12 Gelo we têkildarî mirina Siddik Ugur lêkolîn kiriye yan na?
14:44 Pirtûkên ku wezaretê erê kiriye nadin girtiyan
14:28 Li Dêrsimê xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin
14:20 Çapemeniya PDK'ê ji çapemeniya AKP'ê derbas kir
13:24 Daxuyaniya Bamernê: PDK bi provokasyonan dixwaze bingeha şer amade bike
13:23 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
13:05 Tevî biryara DMME’yê jî Yildirim nehat berdan
12:48 Girtiyên Efrînî: Me nekarî raya giştî ji neheqiya li me hatiye kirin agahdar bikin
12:32 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin, li Wanê jî jinek bi awayekî biguman mir
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Doza parêzer Newroz Uysal hat taloqkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rûmet û hêza sekna li dijî bêedaletiyê, yên li ber xwe didin pê dizanin
11:37 Li Şîşliyê 3 kes di malekê de mirî hatin dîtin
11:11 Derewa Walîtiya Rihayê derhî bû: Cihê ku Aksem lê hatiye kuştin derqanûnî hatiye bikaranîn
10:57 Di laşê Ugur de şopên îşkenceyê hebûn
10:53 Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin
10:29 Dede: Dixwazin beriya hilbijartinê biryara Doza Kobanê bidin
10:28 Cenazeyê Çelebî li Wanê hate veşartin
10:24 Çevîrmen: Em ê rêyên çareseriyê peyda bikin û dest bi rêya xwe bikin
10:04 Malbatên Roboskiyê: Dema ku balafirên şer derbas dibin komkujî tê bîra me
09:58 Parêzer Dakali: Tecrîda li Îmraliyê ev sed sal in li ser kurdan tê meşandin
09:45 Jinên Bêrîvan: Divê hemû kurd li dijî êrişan û xiyanetê bibin yek
09:07 12 sal in lı ser rêyan e: Em kurd in, serî natewînin
09:06 Ji 7 partî û rêxistinan amadekariyên ji bo 'Belgeya Demokrasiyê'
09:04 Qeyûm ji bo avahiya bêruxset a endamê AKP'ê xwe li nedîtinê danî
09:03 Hilberînerên kurmên hevrîşimê: Wisa biçe em ê dest jê berdin