Omer Ocalan: Gere em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin

  • rojane
  • 09:01 2 Hezîran 2022
  • |
STENBOL - Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şerê ku niha Tirkiye bi hevkariya PDK'ê dike girêdayî hev in û got: "Divê em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin." 
 
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer ên tên meşandin nirxandin. Ocalan destnîşan kir ku Tirkiye bi siyaseta şer re dibêje "Êdî divê ez kurdan ji holê rakim." 
ŞERÊ MAN Û NEMANÊ 
 
Ocalan bilêv kir ku ev şerê tê kirin şerê "man û nemanê" ye û got: "Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin. Ber bi sala 2023'yan ve dê Rojhilata Navîn cardin bê dîzaynkirin û dê li Rojhilata Navîn kurd bê statu nemînin. Kurd li her derê Rojhilata Navîn bi dengekî bilind doza mafên xwe dikin. Faşîzma AKP-MHP'ê dixwaze van daxwazên mafdar ên kurdan bi bi şer tasfiye bike. Kurd vî şerî wekî şerê man û nemanê dibînin. Kesên ev şer dane destpêkirin dê negihêjin mexseda xwe." 
 
TECRÎD
 
Ocalan destnîşan kir ku têkoşîna gelê kurd a di sala 1923'yan de têkoşîneke parçekirî û li dor eşîran bûye, lê niha kurd di nava têkoşîneke mezin û rêxistinbûyî û neteweyî de ne û aktorê vê yekê jî Abdullah Ocalan e. Omer Ocalan têkildarî kûrbûna şer û rola Ocalan de jî ev tişt gotin: "Kurd êdî têkoşîneke netewî û Kurdistanî dikin. Tirkiye vê yekê tamûl nake. Modernîteya demokratîk a ku Ocalan daniye holê bandorê li her derî dike û bi ruh û can dibe. Sedema israra Tirkiyeyê ya di şer de jî ev e. Tirkiye ji aliyekî ve tecrîda li ser Ocalan kûr dike û nahêle dengê Ocalan bigihê derve, li aliyê din jî şer kûr dike. Bi şerê li Başûr dixwaze her kesî çavtirsandî bike. Dixwaze li Bakur jî bi binçavkirin û girtinan her kesî bitepisîne. Ji bo Rojava jî her roj dibêje 'ez ê îro êrişê bibim ser, ez ê niha êrişê bibim ser' û bi vî awayî gefan lê dixwaze. Tirkiye şerekî pir qirêj dimeşîne. Tirkiye bi PDK'ê re tevdigere û bi vê dixwaze yekîtî û bihevrebûna gelê kurd bişikîne." 
 
BANGAWAZÎ
 
Ocalan bertek nîşanî PDK'ê jî da ji ber hevkariya wê ya bi Tirkiyeyê re û gotina Mesûd Barzanî ku gotibû "Ez ê nehêlim xwîna bira birêje" bibîr xist. Ocalan destnîşan kir ku PDK bi hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re zirareke pir mezin dide yekîtiya neteweyî ya kurdan û got: "PDK divê xwe di ber çavan re derbas bike. Li Kurdistana Başûr xefletek mezin rû dide. Kesên dibêjin 'em ji bo kurdan têdikoşin, siyasetê dikin' divê xwe di ber çavan re derbas bikin. Em naxwazin berjewendiyên kurdan ji ber berjwendiyên partiyekê binpê bibin. Niha li ber kurdan forsendeke dîrokî heye. Ger niha rola xwe nelîzin dê kengî bilîzin? Îro ro li her çar parçeyên Kurdistanê her roj bi dehan kurd jiyana xwe ji dest didin û ji girtîgehan cenazeyên kurdan derdikevin. Kurd hemû divê vê êşê hîs bikin. Roj roja berxwedana dîrokî ye. Her kes divê tişta dikeve ser milê wan bike." 
 
‘DIVÊ TECRÎD BÊ ŞIKANDIN'
 
Omer Ocalan diyar kir ku di demeke ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan giranbûye de çarçoveya şer berfireh bûye û got: "Kengî tecrîd pêk bê şerekî qirêj rû dide, erdnîgariya kurdan tê bombebarankirin. Lê kengî pêwendî bi Ocalan re tê dayîn aramî rû dide. Çareseriya meseleya kurdî li Îmraliyê ye, tekane muxatabê çareseriyê Ocalan e. Gelê kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Ev pêvajoya dîrokî ji me re dibêje 'Rêberê me azad bikin'. Lewma gere em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin. Her kes divê siyaseta xwe li gor tecrîdê diyar bike." 
 
MA / Ergîn Çaglar - Mehmet Aslan

Sernavên din

02/06/2022
16:58 Ciwanê ket çemê Êlihê xeniqî
16:15 Malbatên girtiyan li Îzmîrê bang kirin: Bila zext bi dawî bibin
15:50 Ayvalitaş li ser gora xwe hat bibîranîn
15:22 Bi hinceta ku 'efser e' daxwaza girtina leşker hat redkirin
14:59 Danişîna doza Dundar a HDP’î hate taloqkirin
14:50 Ji jinên binçavkirî 5 jê ji ber xwarinê jehrî bûn
14:47 Malbatên girtiyan ji bo roja 200’an banga tevlibûnê kir
14:41 Êrişî gorên Çîçek û Deprem kirin
14:09 Di Doza Kobanê de agahiya şahidê nepen ji protestoyan tuneye
13:47 Gunay ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ bang kir
13:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kirin
13:26 Tûran ê li pêş Kuleya Galatayê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:15 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:13 Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 18’an
12:54 Sînan Cemgîl û hevalên wî hatin bîbîranîn
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:17 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Ocalan bimeşin Gemlîkê
12:14 Dadgerê doza Demîrtaş weke cîgirê wezîr hate tayînkirin
11:47 ‘Divê Tirkiyê ji ber sûcên şer were darizandin’
11:33 46 kesên di bîranîna Geziyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:24 Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan keta roja 200’an: Girtiyan berdin
11:20 Dadgehê 'KADES'a Bêkurdî' ya Soylû betal kir
10:44 Henan Osman: Siyaseta Tirkiyeyê ji bo gelên Rojhilata Navîn bi xeter e
10:43 Dayika Dogal ê HPG’î: Bila kesek li dijî zilmê bêdeng nemîne
10:39 Êrişî Zirganê kirin: Zarokek birîndar bû
10:09 Ciwanê ku dihat îdiakirin întihar kiriye hat veşartin
10:08 Siyasetmedarên Başûr: Di kuştina her şoreşgerekî ya li Başûr de tiliya PDK’ê heye
10:01 Hevserokê HDP'ê ku polîsan lê dabû gilî kir
09:31 Ji 218 dikandarên Hala Zebze ya Amedê 148 kesan dikanên xwe girtine
09:29 ‘Ew mastê gamêşan dixwin, xelk nikare nan bibe mala xwe'
09:06 Sercerdevanê berê: Ez poşman im, çekên xwe deynin, bila bira xwîna bira nerijîne
09:04 Cinayeta Zekî Çelebî: Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne
09:01 Omer Ocalan: Gere em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
01/06/2022
22:07 Bûldan: Êdî dem hatiye her kes ber bi HDP'ê ve bê
21:39 QSD: Tu têkiliya me bi bombebarankirina Girê Spî re tune ye
21:35 Bomebebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
20:04 DAKAP: Demildest jinên hatine binçavkirin berdin
19:13 Li Bismilê xizmên windayan: Bila dozger DNA'ya hestiyan bike
18:52 Egîtîm-Sen: Qanûna ku mafên me binpê dike betal bikin!
18:04 Doza Komkujiya Pirsûsê hat taloqkirin
16:27 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran serdana HDP'ê kirin
16:22 Li Qoserê stunên betonê yên leşkeriyê ji bo jiyana sivîlan xetere ne
16:16 ‘Divê her kes li dijî zilma li girtîgehan dengê xwe derxîne’
16:05 Meclis TV li girtîgehê hate qedexekirin
16:04 HDP'ê daxwaz kir ku 'qanûna dezenformasyonê' bê vekişandin
15:56 Di Doza Komkujiya Îzol de bersûc hatin berdan
15:43 Rapora girtîgehên Behrareş: Her ku diçe tecrîd giran dibe
15:22 Êrişên li Çiyayê Cûdî piştî mehekê hatin ragihandin
15:02 Nobeda Edaletê: Heta em sernekevin dest ji çalakiya xwe bernadin
14:50 Dema binçavkirina 16 ciwanan hate dirêjkirin
14:46 Rêya berdanê ji Kadîr Şeker re vebû
14:44 Erdogan hedefa êrişa dagirkirina Rojava diyar kir
14:31 Leşkeran li Elkê çûyîna zozanan asteng kirin
14:30 Danişîna Doza Pirsûsê: Îlhamî Balî çawa li Îdlibê dimîne?
14:12 5 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:11 'Li dijî siyaseta tecrîdê em ê bi daxwaza parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin’
14:01 Polîsan bîranîna Ethem Sarisuluk asteng kirin
13:23 Hat angaşkirin ku ji ber sedemên aborî întihar kiriye
13:21 Jinan bertek nîşanî doza girtinê ya KCDP’ê dan: Dozeke derhiqûqî ye
12:24 Cotkarên Hewselê: Bila desthilat dev ji şer berde, rêya çareseriyê bibîne
12:13 Malbata Şenyaşar: Hemû kesên bêdeng ji rewşa heyî berpirsyar in
12:13 Dîroknasê kurd Bayrak: Kesên îxanet dikin bila li dîrokê binêrin
12:04 Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:52 Jina ku hewl da întîhar bike jiyana xwe ji dest da
11:38 Kesên ku di salvegera Geziyê de hatibûn binçavirin hatin berdan
11:25 Navên 4 leşkerên hatine kuştin aşkera bûn lê TSK bêdeng e
11:17 Di salekê de hezar û 572 kesan serî li CÎSST'ê daye: Binpêkirinên micid pêk tên
11:08 Artêşa tirk ku nekarî bikeve Zinarê Kestayê çekên kîmyewî bi kar anîn
10:30 Careke din ceyran û gazê zem kirin
10:18 ‘Hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e’
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn