Dayika Dogal ê HPG’î: Bila kesek li dijî zilmê bêdeng nemîne

  • rojane
  • 10:43 2 Hezîran 2022
ŞIRNEX - Dayika Mehmet Halîl Dogal ê HPG’î Asiye Dogal bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê dan û wiha got: “Em şer naxwazin. Em jiyaneke adilane û azadiyê dixwazin. Divê tu kes li dijî zilmê bêdeng nemîne. Bila ev şer êdî bisekine.”
 
Di pevçûneke di 30’ê nîsanê de ya li Çiyayê Cûdî yê Silopiya ya Şirnexê de 8 leşker hatibûn kuştin. Li ser vê yekê artêşa tirk li herêmê dest bi operasyonê kiribû. Bi destpêkirina operasyonê re li çiyayên Cûdî û Gabarê û li herêma Bestayê pevçûnên dijwar qewimîn. Di van pevçûnan de gelek leşker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Di pevçûneke 23’yê gulanê ya li herêma Bestayê de endama YJA Starê Narîn Algun û endamê HPG’ê Mehmet Halîl Dogal jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên Algun û Dogal ji hêla malbatên wan ve hatibûn wergirtin û definkirin. Dayika Dogal, Asiye Dogal (50) têkildarî jiyana xwe, kurê xwe û êrişên heyî axivî.
 
Asiye Dogal, dayika 7 zarokan e û di tevahiya jiyana xwe de rastî zilm û zordariya dewletê hatiye. Dogal, bi eslê xwe ji Dêrgulê ya Şirnexê ye û zarokatiya wê li wir derbas dibe. Dema 11 salî, bavê wê ji hêla axayên Dêrgûlê ve hate kuştin û koçber bûn. Dogal, anî ziman ku ji ber kuştina bavê wê kesek nehatiye darizandin û wiha got: “Piştî kuştina bavê min, em hatin Şirnexê. Bi kuştina bavê min re jiyan li me herimandin. Em 7 xwîşk bûn û li Şirnexê me jiyaneke zehmet derbas kir. Zilma dewletê ya li ser me tu carî kêm nebû. Di 19 saliya xwe de zewicîm. Hevjînê min du caran hate girtin û 4 sal û 7 mehan girtî ma. Kurekê min jî 2 salan di girtîgehê de ma. Ji ber ku ceza jê re hat xwestin, çû derveyî welat. Kurekî min jiyana xwe ji dest da û yek jî li sirgûnê ye.”
 
‘XELÎL ŞEHÎDÊ HEMÛ KURDISTANÊ YE’
 
Bi domdarî Dogal da zanîn ku kurê wê Mehmet Halîl ji ber zilma dewletê tev li PKK’ê bû û wiha domand: “Kurê min 8 sal berê tev li bû. Zarokekî baş û jîr bû. Min tu carî xeletiyên wî nedîtin. Dema hêjta zarok, ez çûbûma ku bi min re bû. Her tim rû bi ken bû û alîkarî dida min. Hevaltiya wî ya bi hevalên wî re gelek baş bû. Tu carî dilê min nehêla. Bi mezinan re mezin, bi biçûkan re biçûk bû. Li dijî zilmê derket çiyê. Tenê daxwaza min ew bû ku rojekî wî bibînim. Lê ew xem di dilê min de ma. Xelîl Şehîdê hemû Kurdistanê ye.”
 
‘RÊHEVALÊ MIN BÛ’
 
Di berdewamê de Dogal destnîşan kir ku kurê wê tu carî hevalên xwe nedişikand û wiha pê de çû: “Zilm û zordarî jî tu carî qebûl nedikir. Tehemûla wî ya ji xerabî û neheqiyê re nebû. Ji govenê gelek hez dikir. Hêj di temenekî biçûk de neheqî û bêedaletiya li kurdan dihat kirin ferq kir. Piştî girtina bav û birayê xwe, tev li PKK’ê bû. Di dema hevdîtinên li girtîgehê de ew jî dihat. Li dijî zilmê serî rakir û çû. Halîl ji zarokê min zêdetir mîna rêhevalê min bû. Bi çûna wî xemgîn bûm lê li dijî zilmê şer dikir. Em ê li ser şopa wî bin.”
 
‘BILA ŞER ÊDÎ BI DAWÎ BIBE’
 
Dogal, bal kişand ser şerê heyî û axaftina xwe wiha qedand: “Bi sala ye zilm li kurdan tê kirin. Hêj em zarok bûn ku ev zilm dihat kirin û em mezin bûn hêj jî ev zilm berdewam e. Ma kurdan çi kiriye ku ev zilm lê tê kirin? Zarokên me jî li dijî vê zilmê li ber xwe didin. Em dixwazin ev şer êdî bisekine û bila dilê dayikan neşewite. Em şer naxwazin. Em edalet û azadiyê dixwazin. Bila şerê Başûr jî bisekine. Em naxwazin êdî xwîn birije. Em naxwazin çiyayên me bên gulebarankirin û zarokên me bên kuştin. Em nikarin biçin çiyayên xwe û bi rehetî bigerin. Divê hemû dayik û kurd li dijî vê zilmê serî rakin. Divê kesek li dijî zilmê bêdeng nemîne.”
 

Sernavên din

03/06/2022
17:49 Derbarê Muftuoglû de biryara ku 4 rojan di binçavan de bimîne
16:33 Li Farqînê tundiya notirvanan
16:03 HDP’ê serdanên xwe yên li Brukselê temam kirin
16:00 OHD'ê bertek nîşanî binçavkirinan da
15:30 Gotina ‘li Meclisê peyvên kurdî weke X tên qeydkirin’ weke ‘şîrove’ hat nirxandin
15:29 Di şerê ku çekên cerdevanan hatin bikaranîn de 3 kes mirin
15:23 Berteka hevpar a li dijî binçavkirinan: Em ê paş de gav navêjin
14:49 Danişîna doza Orûç û Mufutuoglû taloq bû
14:19 Doza Kişanak û Tuncel hate taloqkirin
14:06 Li Wanê 9 kes binçav kirin: Mala ku di serdegirtin de gule berdan
14:05 Di Doza Kobanê de dadgeh şahidên nepen beralî dike
13:40 CFWIJ: Divê Muftuoglû demildest were berdan
13:29 Ji bo dosyaya GOÇÎZDER’ê biryara nepeniyê hate dayîn
13:26 Mehmet Çelîk ku par jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin
13:25 Operasyona li çiyayê Sipêrêzê didome
13:21 Rêxistinên rojnamegeran: Dîcle Muftuoglu berdin
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:33 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn çi bikin jî hûn ê winda bikin
12:27 Ji Geverê 127 cerdevan birin Zapê
12:13 Konferansa ‘Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê Bîr, Heqîqet û Hesabpirsînê’ dê pêk bînin
12:08 Malbata Şenyaşar: Tevî hêza dewletê jî serdest bi tenê man
11:54 Jinên li Êlihê hatine binçavkirin birin edliyeyê
11:33 Ji parêzerên ewil ên Ocalan: Heta li ser maseyê rûnenin dê pirsgirêk çareser nebin
10:42 Enflasyonê ji sedî 160 derbas kir
10:24 Esnafên biçûk ên Amedê: Divê gel xwedî li esnafên biçûk derkeve
10:15 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû hate binçavkirin
09:43 Polîsan bi ser HDK’ê, HDP’ê û GOÇÎZDER’ê de girtin
09:24 Dayika Mehmet Halîl Dogal: Li hember şer û zilmê bêdeng nemînin
09:08 Rojnamevan Broomfield: Erdogan dixwaze têkilî bi polîtîkayên nijadperest re deyne
09:03 Serokê Giştî yê TAR-DER'ê: Krîza xwurekê heye
09:02 Bi hinceta ku kamera şikandiye ceza lê hatiye birîn
09:01 Banga ji bo 'Meşa Gemlîkê
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
02/06/2022
21:18 Li Bismilê zarokê ku birûsk lê ket jiyana xwe ji dest da
20:36 Doza Kobanê: Dê HDP serokkomarê vî welatî diyar bike!
20:14 Cenazeyê Toprak piştî 284 rojan radestî malbatê hat kirin
16:58 Ciwanê ket çemê Êlihê xeniqî
16:15 Malbatên girtiyan li Îzmîrê bang kirin: Bila zext bi dawî bibin
15:50 Ayvalitaş li ser gora xwe hat bibîranîn
15:22 Bi hinceta ku 'efser e' daxwaza girtina leşker hat redkirin
14:59 Danişîna doza Dundar a HDP’î hate taloqkirin
14:50 Ji jinên binçavkirî 5 jê ji ber xwarinê jehrî bûn
14:47 Malbatên girtiyan ji bo roja 200’an banga tevlibûnê kir
14:41 Êrişî gorên Çîçek û Deprem kirin
14:09 Di Doza Kobanê de agahiya şahidê nepen ji protestoyan tuneye
13:47 Gunay ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ bang kir
13:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kirin
13:26 Tûran ê li pêş Kuleya Galatayê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:15 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:13 Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 18’an
12:54 Sînan Cemgîl û hevalên wî hatin bîbîranîn
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:17 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Ocalan bimeşin Gemlîkê
12:14 Dadgerê doza Demîrtaş weke cîgirê wezîr hate tayînkirin
11:47 ‘Divê Tirkiyê ji ber sûcên şer were darizandin’
11:33 46 kesên di bîranîna Geziyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:24 Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan keta roja 200’an: Girtiyan berdin
11:20 Dadgehê 'KADES'a Bêkurdî' ya Soylû betal kir
10:44 Henan Osman: Siyaseta Tirkiyeyê ji bo gelên Rojhilata Navîn bi xeter e
10:43 Dayika Dogal ê HPG’î: Bila kesek li dijî zilmê bêdeng nemîne
10:39 Êrişî Zirganê kirin: Zarokek birîndar bû
10:09 Ciwanê ku dihat îdiakirin întihar kiriye hat veşartin
10:08 Siyasetmedarên Başûr: Di kuştina her şoreşgerekî ya li Başûr de tiliya PDK’ê heye
10:01 Hevserokê HDP'ê ku polîsan lê dabû gilî kir
09:31 Ji 218 dikandarên Hala Zebze ya Amedê 148 kesan dikanên xwe girtine
09:29 ‘Ew mastê gamêşan dixwin, xelk nikare nan bibe mala xwe'
09:06 Sercerdevanê berê: Ez poşman im, çekên xwe deynin, bila bira xwîna bira nerijîne
09:04 Cinayeta Zekî Çelebî: Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne
09:01 Omer Ocalan: Gere em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
01/06/2022
22:07 Bûldan: Êdî dem hatiye her kes ber bi HDP'ê ve bê
21:39 QSD: Tu têkiliya me bi bombebarankirina Girê Spî re tune ye
21:35 Bomebebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
20:04 DAKAP: Demildest jinên hatine binçavkirin berdin
19:13 Li Bismilê xizmên windayan: Bila dozger DNA'ya hestiyan bike
18:52 Egîtîm-Sen: Qanûna ku mafên me binpê dike betal bikin!
18:04 Doza Komkujiya Pirsûsê hat taloqkirin
16:27 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran serdana HDP'ê kirin
16:22 Li Qoserê stunên betonê yên leşkeriyê ji bo jiyana sivîlan xetere ne
16:16 ‘Divê her kes li dijî zilma li girtîgehan dengê xwe derxîne’
16:05 Meclis TV li girtîgehê hate qedexekirin
16:04 HDP'ê daxwaz kir ku 'qanûna dezenformasyonê' bê vekişandin
15:56 Di Doza Komkujiya Îzol de bersûc hatin berdan
15:43 Rapora girtîgehên Behrareş: Her ku diçe tecrîd giran dibe
15:22 Êrişên li Çiyayê Cûdî piştî mehekê hatin ragihandin
15:02 Nobeda Edaletê: Heta em sernekevin dest ji çalakiya xwe bernadin
14:50 Dema binçavkirina 16 ciwanan hate dirêjkirin
14:46 Rêya berdanê ji Kadîr Şeker re vebû
14:44 Erdogan hedefa êrişa dagirkirina Rojava diyar kir
14:31 Leşkeran li Elkê çûyîna zozanan asteng kirin
14:30 Danişîna Doza Pirsûsê: Îlhamî Balî çawa li Îdlibê dimîne?
14:12 5 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:11 'Li dijî siyaseta tecrîdê em ê bi daxwaza parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin’
14:01 Polîsan bîranîna Ethem Sarisuluk asteng kirin
13:23 Hat angaşkirin ku ji ber sedemên aborî întihar kiriye
13:21 Jinan bertek nîşanî doza girtinê ya KCDP’ê dan: Dozeke derhiqûqî ye
12:24 Cotkarên Hewselê: Bila desthilat dev ji şer berde, rêya çareseriyê bibîne
12:13 Malbata Şenyaşar: Hemû kesên bêdeng ji rewşa heyî berpirsyar in
12:13 Dîroknasê kurd Bayrak: Kesên îxanet dikin bila li dîrokê binêrin
12:04 Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir