‘Divê Tirkiyê ji ber sûcên şer were darizandin’

  • rojane
  • 11:47 2 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêvebera Koma Mafê Mirovan a Cizîrê Evîn Cûma, destnîşan kir ku divê Tirkiye ji hêla sûcên şer ve li dadgehên navneteweyî were darizandin û got: “Pêwîste ku dewlet rê nedin ku ew çek werin bikaranîn û Tirkiye ji hêla binpêkirina mafên mirovan û sûcên şer ve hesabê bide.”
 
Dewletan piştî pêşketina alavên şer ên teknîkî, ji bo ku serweriya xwe bibandor bikin dest bi çekên kimyewî kirin. Di gelek şerên piştî şerê cîhanê yên yekemîn û duyemîn de çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Li dijî kurdan jî komkujiyên herî mezin ku bi çekên kimyewî hatibû kirin, Komkujiyên Helebçeyê û Enfalê yên di serdema Seddam de hatibûn kirinin. Piştî Seddam dewleta tirk jî li dijî kurdan gelek caran di êrîşên xwe de çekên kimyewî bikar anîn.
 
Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrîn, El Bab, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablûs, başûrê Kurdistanê tevî hemû binpêkirinên mafan berdewam dikin. Neteweyên Yekbûyî (NY) ku ji aliyekî bikaranîna çeken kimyewî qedexe dike ji aliyê din ve jî ji çekên kîmyewî ku dewleta tirk di êrîşên xwe de bikartîne re bi bêdengiya xwe diparêze. Rêvebera Koma Mafê Mirovan a Cizîra Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Cûma têkildarî mijarê axivî.
 
‘NE TENÊ MIROVAN XWEZAYÊ Û JIYANA DERDORÊ JÎ TUNE DIKIN’
 
Cûma, diyar kir ku bikaranîna çekên kimyewî ne tene li dijî mirovan e, li dijî xwezayê jî zerarek pir mezin e û wiha axivî: “Li gor makezagonên hiqûqa navneteweyî, bikaranîna çeken kimyewî di şer de qedexe ye. Kuştina mirovan a bi çekên kimyewî sûcekî şer tê pênasekirin. Her wiha bikaranîna çeken kimyewî ji bo rûxandina xwezayê jî sûcek e. Bi wan çekan li ser xwezayê û civatê gelek texrîbatên mezin çêdibin. Lê mixabin em dibînin ku dewleta tirk wan çekên qedexe û yên giran bikar tîne. Li Efrîn, Serêkanî û bajarên Rojavayê jî bi kar anî bû. Niha jî wan çekan bi heman şêwazê li Başûrê Kurdistanê bikar tîne. Heta niha tu dewletan li dijî van çekan dengê xwe nekiriye. Lê sazîyên mafên mirovan li dijî van sûcan divê raporên aliye hiqûqî û qanûnî derxînin û bigihînin cihên pê têkîldar. Ji ber ku ne tene mirovan hedef digirin, xwezayê û jiyana derdorê jî tune dikin.”
 
‘DÊ ŞIRÎKATIYA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ DERKEVE HOLÊ’
 
Cûma, destnîşan kir ku lêkolînkirina çekên kimyewî ku dewleta tirk bikartîne, tê asteng kirin. Cûma, anî ziman ku her çiqas li ser vî sûcî bigirin jî dê di dawiyê de heqîqet derkeve holê û wiha berdewam kir: “Di rojên derbasbûyî de şandeyek xwest li ser bikaranîna çekên kimyewî lêkolînek bike û bişîne Ewropayê lê belê xebata wê şandeyê hate asteng kirin. Dema ku sûc nekirina û ne şirîkê vî sûcî bibûna wê destûr bidana ku ew şande lêkolîna xwe bikira. Lê belê ji bo ku li dijî berjewendiyên wan e, ji bikaranîna çekên kimyewî re bêdeng dimînin û tevî bêdeng mayînê jî lêkolînkirinê asteng dikin. Lê belê heqîqet jî nayê veşartin. Parastina bi vî şiklî çiqas dirêj bikin jî wê dê demen pêş de kengê bibe jî ew bûyerên bikaranîna çeken kimyewî û ew laşên ku bi wan çekan hatine şewitandin derkevin holê. Her wiha ew şirîkatî jî dê derkeve holê.”
 
‘LI ŞÛNA KU AXA XWE BIPARÊZIN DIBIN ŞIRÎKÊ VÎ SÛCÎ’
 
Cûma, anî ziman ku heke PDK’ê û hikûmeta Iraqê destûr nedabûna, wê Dewleta Tirk nedikarî ewqas bi rehetî wan çekan bikar bîne û wiha pêde çû: “Erka PDK’ê ew e ku li ser sûcê bikaranîna çeken kimyewî veşêrin û rewa bikin. Li şûna ku axa xwe biparêzin dibin şirîkê vî sûcî. Li dijî vî sûcî ne ji aliyê hikûmeta Federe ne jî ji aliyê hikûmeta Bexdayê tu bertek û nerazîbûn nîne. Demekê me dît ku li ser çapemeniyê hat ragihandin ku maskeyên gerîlayan ku xwe ji çekên kimyewî biparêzin hatine desteser kirin. Heke li ser axa Başûr çekên kimyewî neyên bikaranîn çawa ew maske tên desteser kirin. Ev delîlek e û li wir bi zanebûn ew çek tên bikaranîn.”
 
‘TIRKIYE HÊZA XWE JI HÊZÊN NAVNETEWÎ DIGIRE’
 
Cûma, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bikaranîna çekên kimyewî yên li Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Dema li Rojava çekên kimyewî hatibûn bikaranîn, rapor hatibûn amade kirin. Sivîl û leşker bi çekên fosforê hatibûn şewitandin. Li ser vê gelek rapor hatin amade kirin û ji cihên têkildar re ew rapor hatin şandin. Lê mixabin di encamê de ew rapor nehatin bikaranîn, bi hinceta rêjeya bikaranîna fosforê kêm bûye encamek erenî derneket. Li gorî raporê gotin nispiya wê kêm e. Lê ji bo ku ew bikaranîna çeken kimyewî veşêrin, nispiya wê kêm kirin. Tirkiye ji bo van hemû cûreyên êrîşên hovane cesaretê ji berjewendiyên hêzên navneteweyî digire. Berjewendiyên hevbeş di dewletên xwedî bi biryar de hene. Lewra hemû binpêkirinên mafên mirovan û sûcê şer tê veşartin.”
 
‘BÊDENGIYA DEWLETAN JI ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK RE RÊ VEDIKE’
 
Cûma, destnîşan kir ku bêdengiya dewletan, sazî û rêxistinên navneteweyî ji êrîşên dewleta tirk re rê vedike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema êrîşên dewleta tirk ên li dijî Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê berdewam dikir, şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de jî hebû. Lê di şerê Ukraynayê de gelek bertek û nerazîbûn derketin pêş û neteweyên Ewropayê li dijî binpêkirina mafên mirovan bertek nîşandan. Lê heman hestiyarî mixabin di êrîşên dewleta tirk ên li dijî kurdan de nehate dîtin. Êrîşên ku li Surîyeyê ji hêla dewleta tirk ve hatin kirin wek tiştekî normal hate hesibandin. Tenê di hin raporan de gumanbarî û fikara xwe ya ji bo êrîşên dewleta tirk anîbûn ziman. Ango berjewendiyên hêzên hegemonîk li ku hebin li wê dere zagonên navneteweyî û binpêkirina mafên mirovan nayê esas girtin.”
 
‘HEWCEYE TIRKIYE HESABÊ BIDE’
 
Cûma, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê sazî û rêxistinên mafên mirovan li ser bikaranîna çekên kimyewî bisekinin, li dijî vê yekê gavên şênber biavêjin û wiha got: “Banga me ev e ku divê bikaranîna çekên kimyewî ya li Başûr û Rojavayê Kurdistanê pêk hatine werin lêkolînkirin. Laşên mirovan ku bi van çekên kimyewî jiyana xwe jidest dane hene, her wiha cihên ku bi çekên kimyewî hatiye texrîb kirin jî hene. Divê ew tespîtên ku hatine kirin werin lêkolîn kirin. Lazime ku li dijî van sûc û binpêkirinan dewlet rê nedin ku ew çek werin bikaranîn û bikaranîna çeken kimyewî were sekinandin. Her wiha pêwist e ku Tirkiyê ji hêla wan sûcên şer ve were darizandin. Gerek Tirkiye li pêşberî dadgehên navneteweyî ji ber wan binpêkirin û sûcan hesabê bide. Em bang li hemû çalakvanên mafên mirovan dikin ku bila li dijî van sûcên şer bertek û helwestên xwe nîşan bidin. Zerara çeken kimyewî gelek mezin e û bandora wê jî bi salan berdewam dike. Mînakên wê li Helebçeyê ber bi çavan e.”
 

Sernavên din

02/06/2022
16:58 Ciwanê ket çemê Êlihê xeniqî
16:15 Malbatên girtiyan li Îzmîrê bang kirin: Bila zext bi dawî bibin
15:50 Ayvalitaş li ser gora xwe hat bibîranîn
15:22 Bi hinceta ku 'efser e' daxwaza girtina leşker hat redkirin
14:59 Danişîna doza Dundar a HDP’î hate taloqkirin
14:50 Ji jinên binçavkirî 5 jê ji ber xwarinê jehrî bûn
14:47 Malbatên girtiyan ji bo roja 200’an banga tevlibûnê kir
14:41 Êrişî gorên Çîçek û Deprem kirin
14:09 Di Doza Kobanê de agahiya şahidê nepen ji protestoyan tuneye
13:47 Gunay ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ bang kir
13:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kirin
13:26 Tûran ê li pêş Kuleya Galatayê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:15 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:13 Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 18’an
12:54 Sînan Cemgîl û hevalên wî hatin bîbîranîn
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:17 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Ocalan bimeşin Gemlîkê
12:14 Dadgerê doza Demîrtaş weke cîgirê wezîr hate tayînkirin
11:47 ‘Divê Tirkiyê ji ber sûcên şer were darizandin’
11:33 46 kesên di bîranîna Geziyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:24 Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan keta roja 200’an: Girtiyan berdin
11:20 Dadgehê 'KADES'a Bêkurdî' ya Soylû betal kir
10:44 Henan Osman: Siyaseta Tirkiyeyê ji bo gelên Rojhilata Navîn bi xeter e
10:43 Dayika Dogal ê HPG’î: Bila kesek li dijî zilmê bêdeng nemîne
10:39 Êrişî Zirganê kirin: Zarokek birîndar bû
10:09 Ciwanê ku dihat îdiakirin întihar kiriye hat veşartin
10:08 Siyasetmedarên Başûr: Di kuştina her şoreşgerekî ya li Başûr de tiliya PDK’ê heye
10:01 Hevserokê HDP'ê ku polîsan lê dabû gilî kir
09:31 Ji 218 dikandarên Hala Zebze ya Amedê 148 kesan dikanên xwe girtine
09:29 ‘Ew mastê gamêşan dixwin, xelk nikare nan bibe mala xwe'
09:06 Sercerdevanê berê: Ez poşman im, çekên xwe deynin, bila bira xwîna bira nerijîne
09:04 Cinayeta Zekî Çelebî: Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne
09:01 Omer Ocalan: Gere em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
01/06/2022
22:07 Bûldan: Êdî dem hatiye her kes ber bi HDP'ê ve bê
21:39 QSD: Tu têkiliya me bi bombebarankirina Girê Spî re tune ye
21:35 Bomebebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
20:04 DAKAP: Demildest jinên hatine binçavkirin berdin
19:13 Li Bismilê xizmên windayan: Bila dozger DNA'ya hestiyan bike
18:52 Egîtîm-Sen: Qanûna ku mafên me binpê dike betal bikin!
18:04 Doza Komkujiya Pirsûsê hat taloqkirin
16:27 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran serdana HDP'ê kirin
16:22 Li Qoserê stunên betonê yên leşkeriyê ji bo jiyana sivîlan xetere ne
16:16 ‘Divê her kes li dijî zilma li girtîgehan dengê xwe derxîne’
16:05 Meclis TV li girtîgehê hate qedexekirin
16:04 HDP'ê daxwaz kir ku 'qanûna dezenformasyonê' bê vekişandin
15:56 Di Doza Komkujiya Îzol de bersûc hatin berdan
15:43 Rapora girtîgehên Behrareş: Her ku diçe tecrîd giran dibe
15:22 Êrişên li Çiyayê Cûdî piştî mehekê hatin ragihandin
15:02 Nobeda Edaletê: Heta em sernekevin dest ji çalakiya xwe bernadin
14:50 Dema binçavkirina 16 ciwanan hate dirêjkirin
14:46 Rêya berdanê ji Kadîr Şeker re vebû
14:44 Erdogan hedefa êrişa dagirkirina Rojava diyar kir
14:31 Leşkeran li Elkê çûyîna zozanan asteng kirin
14:30 Danişîna Doza Pirsûsê: Îlhamî Balî çawa li Îdlibê dimîne?
14:12 5 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:11 'Li dijî siyaseta tecrîdê em ê bi daxwaza parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin’
14:01 Polîsan bîranîna Ethem Sarisuluk asteng kirin
13:23 Hat angaşkirin ku ji ber sedemên aborî întihar kiriye
13:21 Jinan bertek nîşanî doza girtinê ya KCDP’ê dan: Dozeke derhiqûqî ye
12:24 Cotkarên Hewselê: Bila desthilat dev ji şer berde, rêya çareseriyê bibîne
12:13 Malbata Şenyaşar: Hemû kesên bêdeng ji rewşa heyî berpirsyar in
12:13 Dîroknasê kurd Bayrak: Kesên îxanet dikin bila li dîrokê binêrin
12:04 Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:52 Jina ku hewl da întîhar bike jiyana xwe ji dest da
11:38 Kesên ku di salvegera Geziyê de hatibûn binçavirin hatin berdan
11:25 Navên 4 leşkerên hatine kuştin aşkera bûn lê TSK bêdeng e
11:17 Di salekê de hezar û 572 kesan serî li CÎSST'ê daye: Binpêkirinên micid pêk tên
11:08 Artêşa tirk ku nekarî bikeve Zinarê Kestayê çekên kîmyewî bi kar anîn
10:30 Careke din ceyran û gazê zem kirin
10:18 ‘Hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e’
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn